Bersivek Bo #Zeynelabidin Zinar#
Arî Bîrgurî
Birêz Zeynulabidîn Zinar kî ye, ji kû ye? Ez nizanim û tu babetên min û wî li gel hev tune ne, ne bi qencî û ne jî bi xerabî.
Tu mabestên min li pê wê yekê tune bûn ku ez bêrêziyê li kesayeta wî camêrî bikim; ji xwe ne ji cayîz û stîla min e.
Ger wiha hatibe famkirin jî, ez lêborîna xwe jê dixwazim.
Cenabê wî jî ez bi “nezantiyê” tawanbar kiribûm. “Kesê pêbawer be ku ew tiştekî dizane, tekez ew ji zanînê bêpar e”
Zanebûn, deryayeke gerdûnî ye, bi destên her kesî nakeve.
Min birêz Zinar li ser Facebookê nas kir.
Carekê hevaltî ji min re şand, min pela wî di ber çavan re derbas kir û ji ber pela wî bi Kurdî bû, min ew daxwaz qebûl kir.
Vê hevaltiyê domand heya min belavokeke wî der barê “Êzdî û Elewîyan” de xwend.
Belavok wiha bû: “Gelo çima Êzdî û Elewî dibêjin em ne Kurd in?”
Min jî di bin re nivîsî: “Ev ne rast e; va ez Êzdî me û ji bo ez Kurd im ez pê serbilind im. Ev angaştên we ji bo “giştî” ne derbasdar in. Ji bilî vê bi milyonan Kurdên misilman (sine) hene ku xwe Kurd nabînin, loma pêwîst nîne em mijaran şilo-pilo bikin.”
Piştî van nîqaşan bê bersivdayîn wî ez ji hevaltiyê avêtim û ew belavok jî ji pela xwe rakir.
Bi gomana min ev gelekî li zora wî çûbû ku min got: ez “Êzdî me”. Helbet ev gomana min e.
Welhasil…em vegerin ser mijara xwe.
Piştî ku min got tu pêwendiyên me neman jî; di heman demê de pêwendiyeke me ya mezin li gel hev heye, ew jî wî bi xwe di hevpeyvîna xwe ya di BÛYERPRESS de aniye ziman, dema gotiye “Ez û te bi zimanekî bi hev re diaxivin, bi zimanê Kurdî. Tiştê ku min û te bi hevdu ve girêdide ev ziman e, ne tiştekî din e. Eger ziman, kultûr û Kurdewarî di navbera me de hebe em dikarin her tiştî bikin lê ku tune be, em nikarin çar gavan bi hev re bavêjin” …Birêz Zeynulabidîn Zinar, hevpeyvîna xwe ya li gel birêz Ferîd Mîtan a di rojnameya BÛYERPRESS de, wiha bi dawî dikir.
Helbet ev gotin rast in û ez destnîşan dikim. Ji xwe gotina herî erênî/pozîtîf di giştiya hevpeyvînê de tenê ev bû.
Lê beriya van gotinan, bi gotinên giran, bi “Şûrê Îslamê” erîş berdaye Cegerxwîn û hişmendiya wî ya “fanî” (hemdemî) bi gotina wî!
Di hevpeyvîna xwe de gelek kolan û zîvronek dane dûv xwe, rasteqîn kab berdaye erdê, “çeper” girtiye û li ser navê Cegerxwîn xar berdaye çepgir (kominîst), sekûler, felsefeya hemdemî û pê re jî pesnê şêx û mele (bi gotina wî “her çi qas xerabî kiribin jî”), şerî’eta Îslamê û dinya “ebedî” daye!
Li gor Zinar, êdî dem û fersend amade ne ji bo çapkirina pirtûka xwe.
Der barê pirsa Ferîd Mîtan ku dipirse” Ji ber çi PIRSNAMEya te 15 salan dereng ma û te niha da capê?”, Zinar wiha dibêje “Ez ne ku ji civaka Kurd tirsiyame û min ew pirtûk 16 sal piştre weşandiye, lê min hurmet ji civata Kurd re daye nîşandan. Lewra wê demê (1995) piraniya rêxistinên Kurd sosyalîst û komunîst bûn. Sovyet jî hêj nû rûxiyabû. Ji ber hindê min hişt heta ku Kurd bibin nijadî!.”! Devera zirna dibê zirrt jî, ji xwe ev der bû.
Rexne û nirxandina min jî li ser hevpeyvînê ev xal bû. Min jî pergala di binehişê Zinar de ku diparêze, û dixwaze bi dizîka bifiroşe me Kurdan, min rexne kir.
Heman pergala ku xêza “Biratiya Ometê ye”, bi hezarên salan e hatiye ceribandin û ji bilî enfal, talan, qîr û xizaniyê ji me re neaniye.
Nimûneyên serdema îroyîn jî, kiryar û ezmûnên DAIŞ, Îran, AKPê, berberî û emelên wan, ceribandinên wan ên li ser gelê Kurd û Kurdistan in!
Cenabê we rast gotiye birêz Zinar, têkilîya me ew e ku em Kurd in, welatê me Kurdistan e.
Loma erka hemû Kurd û Kurdistanîyan e, bi teybetî kesên rewşenbîr, bîrewer, hunermend ku li ser vê mijarê mejiyên xwe bi betilînin.
Lê ya we mixabin û li gorî ku min fam kir, ne ew e.
Çi qas rast e, merovekî ku bi dehsalan di xizmeta (mamûr ê) dewleta dagirker de be; û bi hêsanî Cegerxwîn û hişmendîya şaristanî rexne bike? Çi qas rast e, merovekî ku “şerî’etê” dixwaze, û tevlî ku bi dehan dewletên “Îslamî” li dinyayê hene jî; ew berê xwe dide nav “kafiran” (Siwêd) û di nava “kafiran” de jiyan dike?
Çi qas rast e, li Bakûr bi dehezaran cangorî, komkujî, talan û hwd hene û tu ji Bakûr bî; lê gotinekî jî li ser vê berxwedanê û li ser kiryarên wê dewletê nabêjî û tenê tu “evîndarê Başûr” bî?
Û pirs û pirs û pirs??
Gelo ev ne oportînîstî ye, ne komîk û di heman demê de trajîk e jî?
Bi min, bîna berjewendîparêzî û xwehiştina di rojevê de ji van ramanên birêz ZINAR tê.
Bila xwîner û gelê Kurdistanê biryar bidin.[1]