Zeynulabidîn Zinar Çi Dixwaze?
#Zeynelabidin Zinar#
Di her war û milên jiyanê de li ser asta çi kar an jî xebatekê be, pêşbirkî di navbera mirovan de çêdibe; her kes dixwaze ku li pêş be, teqdîr û baldariya heval û kesên derdora xwe bikişîne.
Ev diyardeyeke pir baş e, ji ber dibe sedem ku em berhem û encamine pir baş bibînin.
Hevpeyvînek li gel nivîskar “Zeynulabidîn Zinar” hatibû çêkirin, bala min kişand û naveroka hevpeyvînê agahî û gotinine pir nebaş vedihewandin.
Nivîskar(Zeynulabidîn Zinar), helbestvanê kurd Cegerxwînê Hesarî weke xayîn û “heqîr” tewanbar kiribû û gotibû ku wî tiştek ji bo kurdan nekiriye (li gorî ku di hevpeyvînê de hatibû nivîsîn).
Piştî rêz û hurmetê ji keda nivîskarê me re ku di ber zimanê kurdî de gelek êş û jar kişandin, gelek caran ji hêla hovên cîhanê ve anku dewleta tirk hat giritin û di encamê de hate îşkencekirin.
Lê belê gotinên mamoste der heqê Cegerxwîn de pir lewitî bûn û ancex mirov wan gotinan li kolanan dibêje û ne layîqî nivîskarekî bi bejna wî bûn.
Li vir nivîskar pirtûka Cegerxwîn a bi navê ” Jînengariya Min” dike sedem ji gotinên xwe re û dibêje ku Cegerxwîn , sembolên kurdan ên weke ” Şêx Se’îd , Apo Osman Sebrî …. û gelekên din” ew weke diz û xayin tewanbar kirine . Tu agahiyên min li ser pirtûkê tune ne , lê ez dikarim çend helbestên Cegerxwîn li ser Şêx Se’îd û Apo Osman û gelekên din jî bilî wan rêz bikim .
Helbesta bi navê “Ji Osman Sebrî re” tê de dibêje:
Erê Osman te agir da ber dilê min
Te pir kir derd û êş û hem kulê min
Te da destê me carek destê Rustem
Te zinar û kemer dane milên min …….
“Pirîsk û Pêtî” rûpel “190”
Ev mînakeke biçûk ji hezkirina Cegerxwîn ji sembolên kurdan re ye û mînakên weke wê bi sedan hene (Ku ne bi hezaran bin), mamoste Zeynulabidîn dikare li dîwanên wî vegere û wan bixwîne.
“Pirsname” , pirtûka mamoste ya ku tê de “610” pirsan ji Cegerxwîn dike; 15 salan maye ta ku çap kiriye!
Di 2002’yan de bi dawî kiriye û di sala îsal de weşandiye.
Rojnamevan li sedema derengmayîna weşandinê dipirse, mamoste dibêje ku piraniya Kurdan Cegerxwîn wekî qehremanekî dipejirandin , anku mamoste ji tirsa Kurdan re pirtûk belav nedikir! Pirsek wiha xwe bi pêş dixe, tu ji dewleta tirk neditirsiyayî (Li gorî ku ji hevpeyvînê xuya ye), çima ji civaka Kurd tu ditirsî û pirtûka xwe dereng çap dikî?
Mamoste got ku 5000 peyvên kurdî di Qur’anê de hene, agahiyeke xweş bû, lê dema ku rojnamevan zelalkirina babetê dixwaze; tenê qala qertafa “bi”yê dike.
Ez jî mereq dikim ku hinek ji 4999 peyvên din nas bikim.
Cegerxwîn helbestvanekî pir balkêş bû, zîrekiya wî di helbestên wî de diyar dibe. Bi helbestên xwe hestên neteweyî li gel gelê kurd ji xewke giran rakiriye û heyanî niha radike.
Berhemên wî kultur û wêjeya kurdî dewlemenditir kirine û gelek ji wan bûne sitran û bi dengê Perwer Şivan hatine belavkirin, bi taybet strana “Kî Ne Em” ku bû sitêrkeke ronîdayî di azmanê wêje û hunerê de.
“Cegerxwîn Nne Kurdperwer Bû “. Li gorî mamoste, axa û şêxên berê kurdewar bûn, lê Cegerxwîn xayin bû.
Axayên ku pariya nên ji devên cotyarên reben direvandin û ew xizan dihêlan, ta ku bi tiştekî din ji bilî nanê zarokên xwe neramin.
Şêxên ku erka wan a taybet (Tekez ne tev) ew bû ku miletê kurd nezan û bindest bihêlin; li bal mamoste ew şêx Kurdperwer derketin û Cegerxwîn xayin e!
Cegerxwîn, wêjevanekî kurd e . Tişta herî baş di hezkirina me de jê re ku ev hezkirin ne bi kotekî ye.
Li vir ev gotar ne berevanî ye di ber Cegerxwîn de, ji ber ku berhemên wî bersiva her pirsan didin û ew ne hewcedarê wê berevaniyê ye.
Heçî nirxandin e, gerek kiryarên baş û xirab di nava xwe de vehewîne, gengaz e ku mamoste tiştekî baş di berhem û kiryarên Cegerxwîn de nedîtibe?!
Mamoste!
Demjimêra xerab e, rojê du caran demê rast nîşan dide. Vêce her mirovek çi qas xerab be, lê car dî dê tiştekî baş tê de hebe, nemaze ku em qala mirovekî bi girsbûna Cegerxwîn bikin.
Reşkirina semboleke wêjeyî bi bejna Cegerxwîn de, di demekê de ku pelandina rûpelên wêjeya kurdî zêde bûye, tu xizmetê ji çanda Kurdî re nake.[1]