#Ziman# , Huner û Felsefe
Ji Serhedê:Xakî Bîngol
Felsefe çi ye?
Di dîroka mirovahiyê de Felsefe, hezkirina ji zanebûnê û di heman demê de navê hunera fêrbûnê ye. Cudahiya di navbera ajal û mirovî de, destpêka felsefeyê ye. Felsefe bi fikirandinê re ketiye jiyana mirov û tişta mirov û ajal ji hev cuda kiriye jî felsefe ye. Ji bo ku kesayetî ji zanebûnê hez bike, pêdivî bi fikirandinê heye. Fikirandin destpêka afirandinê ye.
Kesên ku di şibakeya felsefeyê de li mijar û bûyeran binihêre, bi mantiq nêzîkî mijar û bûyeran dibe, kesên ku di felsefeyê de têgihiştî nebin jî, bi kelecanê reaksiyon nîşanî bûyer û mijaran didin. Loma jî; ji bo jiyaneke maqûl û pêşeroja mirovahiyê, pêdiviya mirov bi felsefeyê heye.
Huner û Felsefe
Di Felsefeyê de, tişta herî sereke ziman e. Ez dixwazim balê bikşînim ser ziman û hunera kurdî. Û dîsa, ez ê ji Umer Xeyam, ji Nietzsche û ji dengbêjiya kurdî hinek mînakan bibim û li ser mijara ziman, huner û girêdana wan a bi felsefeyê re rawestim. Serkeftina Xeyam a afirandina hunera wî, di heman demê de, ya di warê zimanê wî de jî, xwe rave dike û bi qasî hunera wî, zimanê wî jî serkeftî bûye.
Mînak:
‘Xweş qedeh e, aqil jê re li çepikan dide
Radimûse û bi sedan maç li rûyan dide
Ax ji destê cerçêkerê ku bi ked û xebat;
Wan çêdike û dîsa radike û li erdê dide’
Umer Xeyam di çarînên xwe de; serkeftina xwe ya ziman jî, bi qasî hunera xwe li ber çavên mirov radixe. Em çawa zimên wekî amûra di navbera felsefe û hunerê de dibînin, Nietzsche jî, çakûçê destê pêykêrvan, wekî amûra navbera huner û felsefeyê bi nav dike.
Dîsa Dengbêj Şakiro û gelek dengbêjên kurd, di kilamên xwe de serkeftina xwe ya di warê ziman de, wekî Umer Xeyam li ber çavan radixin û di kilamên xwe de zimên orgazm dikin û wekî hespeke kihêl radikin çar nalan û dibezînin. Di navbera dengbêjiya kurdî û hunermendiya kurdî ya modern de, bi qasî çiya û baniyan cudahiyeke ji hev dûr heye û ev jî mînaka ku me li jor dabû û rûmeta ziman a di navbera hûner û felsefeyeyê de sererast dike û hêzdartir dike.
Mînak:
‘Tu nizanî ez Xezal im,
xezala Egîd im,
gerdena min zer e,
çepilên min dirêj e,
porê min kej e,
nava min qendîl e,
zenda min bi bazin e,
tiliya min bi gustîl e,
lêva min tenik e,
pozê min bi qerefîl e,
sî û sê gulî li ser bejna min a tenik û zirav bûne çît e.
Dêrisê gundê me de bist û çar eşîr in,
loooo loo yooo lo Sekvano,
tu nizanî sev xatirê çav û birûyên min,
yên reş û belek ketine dawê,
ocax koro bist û çar serî sekvanoooooo…
Egîdo sibehe tu nizanî sev xatirê çav û birûyên min, yên reş û belek ketine dewê,
heywax li minê, bîst û çar serî, de looooo lo sekvano, biçûko, xeşîmo, nezano lo nijdevano’ ….
Hunera ji Felsefeyê dûr.!
Bişaftina li ser zimanê kurdî û jiyana hunermendên Kurd, ên vê dema em tê de dijîn, ku bi zimanê serdestan rojane dijîn û qaşo ‘hunera’ Kurdî diafirînin, dişibe Hespê bê Zîn û Zengî, bê Hevsar û Gem, bê Teng û Bêleme. Ev tişt jî, nîşana hunara bêfelsefe ye. Ez sebebê vê hunera bêfelsefe, wekî dûrbûna ji ziman bi nav dikim.
‘Tişt hene, bi qasî tiştên, di hundirê tiştan de.’
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara 66’an de hatiye weşandin 15.8.2017
[1]