Kerwanê Me Dibûre û Turk Direye
Gulal Kasanî
Reva yek ji girîngtirîn ragihênerên rêxisitina DA’İŞê ya #terorîst# ber bi Turk ya yê ve, ji bilî wetaya xwe ya leşkerî û locistî, wateyeke wê ya siyasî heye, ji hindê tête xwiyakirin ku :
1- Turkî ta roja îro ji vê rêxistina tundrew re palpişt e, bêyî ku tu hisaban ji Yekîtiya Ewrupî yan jî ji Emerîkayê re bike.
2-Ew hacis û metersî, ta niha di mejiyê dewleta Turk de heye û qet ji wê ramangêriya xwe negeraye, ji sedema metirsiya avakirina welatekî Kurdan li bakurê Sûryayê.
Erdogan amade ye ku her demekê “Xwezîvrekê” bike, bo ku Kurd bi tu awayî rola xwe di komelgehên navdewletî de nelîzin, yan navên wan neyê gotin bo ku kêşeya Kurdî her bimîne di nav gelêcê de.
Ew şer û pevçûnên di navbera HSD’ê û Artêşa “Azad” de (xwedîgiravî) dide xuyakirin ku hîna danpêdana Turkan bi Artêşa Azad ji aliyê leşkerî ve ta vê kêlîkê berdewam e, tevî ku ev hêza berxwedêr ji aliyê HêzênNavdewletî ve palpişt e.
Ev hewldan û pirsgirêkên ku çêdibin, çi bi şêweyekî yekser mîna dorpêçikirina bajarê Efrînê be, yan di rêyeke ne yekesr de be, tenê bi danpêdana rêxistin û hin girûpên çekdar e, ew jî bo gûrkirina agirê tevliheviyê di nava xak û herêmên ku ji hemû aliyê jiyanê ve bêyî rêjîma Sûrî têtin vejandin ve ye.
Ew êrîşkerên cengîdar ên esmanî ku di 25’ê Mijdara 2016’an de, Biryargehên YPG’ê li Çiyayê Qereçoxê bumbebaran kirin, û ji encama wê êrîşa hovane 20 şervanan jiyana xwe ji dest da, û hewldanên ku têtin kirin bo derbasbûna rojavayê Kurdistanê, dê bibin sedemine giring da ku oprasyona bajarê Reqayê raweste, yan belku bibe sedema jinavbirina têkiliyên di navbera Emerîka û Enqerayê de, gelo dê bibe sedemek ji bo lihevkirina Tevgera Kurdî bi giştî bo ku bibin mertal li hember dagîrkirina Turkan?
Der barê van kiryarên çewt ên ji aliyê Turkan ve têtin ajotin û tevliheviya ku di nava diberziya(Rikberî) Sûrî de tê kirin, Gelo Hevbendiya Navdewletî ku bi serokatiya Emerîkayê ye dê biryarine bihêz û bêveger dijî dewleta Turkyê bistîne, yan jî wekî gelek caran dê çavên xwe bigire û Moravan ji esmanê wan, danaxin .
Di baweriya min de Emerîka vî karî nake, ji ber ku gelek sedem hene, lê belku sedema herî mezin baregeha Encerlîk û sînordariya wan bi Rûsan re be, ji vê yekê Emerîka wî kindirê riziyayî nabire.
Turkan û bi alîkariya hevalbendên xwe yên herêmî, nexasim ji aliyê hin ji diberziyên ku xwe xistine dawa Turkan de, gelek hewldan kirin û hîn jî dikin bo ku vê piroseya li Rojavayê Kurdistanê rawistînin, lê ji destên wan derketiye, ji ber di 5’ê Mijdara 2016’an de pêngava yekemîn a ” Hêrsa Feratê” hatibûye ragihandin û ta demeke nêzîk qonaxa çaremîn bi dawî bibûye, lê ger artêşa dagîrker derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe, di baweriya min de û li gor ku tête xuyakirin, dê ew helmet rawiste, ev jî mafê me ye ku em li ber xwe bidin, ji ber wiha jî divêt YPG bi hemû hêza xwe, û tevgera siyasî tevlî ENKS’ê jî, xwe bikin senger û çeper li hember tang û topên dewleta Turkyê, ya ku ta roja îro xwe dibîne xwedanê vê xakê, hîn nerîna Osmanliyetê ji xwe re dike dûrbîn û Ebayê paşayê xwe yê xwînrêj li ser Milan berdide; lê wekî dîrok dibêje dê Kerwanê me bibûre û Turko bireye, Ji Wan Êrîş e ..Li Me Berxwedan e.[1]