Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  586,107
Wêne
  124,409
Pirtûk PDF
  22,120
Faylên peywendîdar
  126,463
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,580
Cih 
1,181
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,823
Kurtelêkolîn 
6,831
Şehîdan 
4,557
Enfalkirî 
4,964
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   Hemû bi hev re 
274,973
Lêgerîna naverokê
Di Nexşeya Emerîka û Rûsya De “Efrîn”?
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Em agahiyan bi kurtî berhev dikin, ji aliyê tematîk û bi awayekî zimanî rêz dikin û bi awayekî nûjen pêşkêş dikin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Di Nexşeya Emerîka û Rûsya De “Efrîn”?
Di Nexşeya Emerîka û Rûsya De “Efrîn”?
Di Nexşeya Emerîka û Rûsya De “#Efrîn# ”?
Dawud Çîçek

Operasyona rizgakirina Reqayê ji aliyê Hêzên Sûryaya Demokrat ( YPG û YPJ’ê) ve û bi hevkariya Hêzên Hevpeyamana Navdewletî ku bi serokatiya Emerîka ye, û biryara biçekirina şervanên YPG’ê bi rengekî rasterast ji aliyê Artêşa Emerîkî li ser biryara serokê wî welatî Donald Trump ve; hevsengiya hêzan li Sûryayê guherand.
“YPG” bû hevpeymana sereke ya Emerîkayê, û ew hevsengî berî ku hebûya xeta sêyem ku PYD û YPG’ê bi rê ve dibir kete qonaxeke nû, li hemberî vê yekê Rûsyayê ewlewiyeta xwe ku piştvanîkirina rêjîma Sûryayê ye bi aşkirayî nîşan da û qadên nû yên hevrikiyan derketine pêş; ku Emerîka dixwaze sînorê Sûryayê li gel Îraqê bi dirêjahiya ava Firatê bi temamî bixe jêr kontrola xwe, bi taybetî ji Dêra Zorê ta Bokemalê ; li beramberî wê rêjîma Sûryayê û Îran hewl didin ku derwazeya navbera Şam û Bexdayê vekirî bihêlin.
Li hemberî van pêşketinan, Hêzên Hevpeymana Navdewletî li navçeya Tinifê hêrişî hêzên Sûrî kir, û li rojavayê Tebgayê jî rêjîma Sûrî şervanên YPG’ê bombebaran kir; Emerîkayê jî balafira şer ya Sûrî xiste xwarê û pêwendiyên di navbera Rûsya û Emerîkayê de xiste qonaxeke nû, ev jî nîşana wê yekê ye ku şerê Sûryayê di şerê bi wekalet de dikeve qonaxa şerê rasterast di navbera welatên mezin de, ku hêdî hêdî nexşeya Sûryaya pêşerojê diyar dibe.
Ji aliyekî din ve Turkyê ku hemû hewlên wê têkçûn li beranber razîkirina Emerîkayê ku YPG’ê ji şerê Reqayê dûr bixe; piştî firotina Heleb, Hums û Şamê bo Rûsya beramber berjewendiyên xwe yên bazirganî niha Turkî zêdetir xwe nêzîkî Rûsya dibîne, îro gefan li Efrînê dixwe û hêriş dike wekî tola xwe li YPG’ê veke, û hewl dide ku Efrînê jî radestî Rûsya û rêjîmê bike û qebaheta xwe ku li Sûryayê kiriye , veşêre.
Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo ji rojnameya “Şerq Elewset” re aşkira kir ku Emerîka û Rûsya rêkeftine ku rojavayê çemê Firatê li jêr kontrola Rûsya, û rojhilatê Firatê jî li jêr kontrola Emerîka be, bi wê wateyê rojavayê Kurdistanê ji Dêrîka Hemko ta Kobanî, Minbic,Reqa û piştre Dêra Zorê ya Emerîkayê ye; ji Minbic û wê ve ta Efrîn, Heleb û bajarên din ên Sûrya û Rûsyayê ye, eve jî metirsiyên mezin bi xwe re tîne û Efrîn li derveyî sînorê Rojava dimîne, ji vê yekê neçare pêwendiyên xwe li gel rêjîma Sûrî û Rûsyayê bike û li gor paşeroja çareseriya Sûryayê tev bigere ku niha nediyar û zû ye em behsa wê bikin.
Bi baweriya min, eger Turkî hêriş bike ser Efrînê, wê dawiya xwe bîne çûnkî Turkî hesabê wê nekiriye ku her hêrişek li ser Efrînê, ji sînorê Dêrîkê bigire heta Qamişlo, Amûdê, Dirbesiyê, Serê Kaniyê ta Girê Sipî , Koban û Efrînê ku bi hezaran kîlometr e, dê bi çekên Emerîkî yên di destên şervanan de
bibin agir ser serê Turkyê .
Emerîka bi xwe jî gelekî ji Turkyê têr bûye, û tehemûla wê nemaye ku roj bi roj xwe nêzîkî Rûsyayê dike.
Li aliyekî welatên Ewrûpa jî wekî ku em dibînin ji helwestên Turkyê ne rihet in, û navxweya Turkyê jî dikele; ji ber vê yekê Turkî û bi taybet hikûmeta AKP`ê û Erdogan tiştekî wiha bike, temenê xwe kin dike û eger Turkyê şaşîtiyeke wiha bike gelê Efrînê dê bersîva herî xort bide.
Xewna Turkyê vekirina korîdorekê di navbera parêzgeha “Idlib û Babê” de ye, da ku bikare Efrînê dorpêç bike, piştre jî dagîr bike û bi hinceta ku rêgiriyê li avakirina dewleteka Kurdî li bakûrê Sûryayê bike dewletekê jibo Turkmenan ava bike; lê belê li hemberî wê yekê hêzên YPG’ê û Hêzên Sûryaya Demoqratîk wê bi rizgakirina Cerablus, Bab û ta Ezazê bersîva planên Turkyê bidin.
Gelê Efrînê li hemberî gef û herişên Turkyê û bêdengiya navdewletî serê xwe hilda, û bi yek dengî got “Berxwedan Jiyan e – Serhildan Jiyan e”, gotina xwe kir û nameya xwe gîhand hemû cîhanê.
Gelê rojavayê Kurdistanê û gelê Efrînê dê li hemberî hêrişên dewleta Turk bêdeng nemînin, û çawa ku li Kobanê bi qehremanî li ber xwe dan, dê li çiyayên Efrînê jî berxwedanên mezin binvîsinin û serkeftinên mezin bi dest bixin, çunkî Kurd îro dîrokê bi xwîna xwe dinivîsinin.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 865 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://buyerpress.com/ - 13-11-2024
Gotarên Girêdayî: 53
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 16-07-2018 (8 Sal)
Bajêr: Efrîn
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 13-11-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 28-11-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 27-11-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 865 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.485 çirke!