Adara Keser û Serbilind
Mustefa Mustefa
Meha Adarê meha #gelê Kurd# û Kurdistanê ye, meha ku ewqas êrîş , dagirkirî û kuștin tê de bi serê miletê Kurd ve hatine, ji komkujiyên kîmawî û binçavkirinên hovîtî û bidarvekirinên bê dilovanî bi armanca qirkirina me li her çar parçeyên Kurdistanê û bi daxwaza ku vê Bûhara xweș û geș li me bikin zivistaneke sar û zuha..
Meha ku her rojek ji rojên wê, bîranînek di hindirê xwe de hembêz kiriye, gelek kul û derdên me tên bibîranîn.
Ji 1’ê Adarê, sala 1979’an û bîranîna koça dawî ya serokê bi nav û deng Mella Mustefa Barzanî yê nemir e, heta roja 31’ê û bidarvekirina serokomarê Mehabadê Qazî Mihemed û sê hevalên wî di Meydan Çarçira de,li sala 1947’an.
Adara Serokê serhildana Agirî Îhsan Nûrî Paşa ku di roja 25’ê Adarê sala 1976’an de li Îranê bi qezayeke tarî va hate kuştin.
Meha zarok, jin û kalên Helepçe, ku di 16’ê Adara sala 1988’an de û bi destên rêjîma qirêj a Ba’s rastî komkujiya kîmyawî hatin li Başûr û di encama wê de 5000 Kurd șehîd ketin … Meha Ciwan û pakrewanên agirê Newrozê li bajarê Hesekê, ku xwe kirin mûmik û riya me bi ronahî kirin û nehiştin agirê Newrozê vemire… Meha stranbêjê bi nav û deng Bavê Felek ku di 9’ê mehê de xatir xwest û çû ber dilovaniya Xwedê û tenê bi dengê xwe û saza tembûra xwe di nav me de zindî ma.
Lê ne tenê ev meh meha keser û xemgînîyê ye, ev meh meha têkoşîn û azadiyê ye jî, meha serhildana Dêrsimê li dijî hovîtiya sîstema Turkiyê ye, û serhildana Qamişlo li dijî sîstema șofînî ya Surî di 12’ê Adara 2004’an de li bajarê Qamişlo û belavbûna wê li Kurdistanê bi tevahî û li gelek bajarên cîhanê yên mezin ku wek piştgiriyekê ji Qamişlo re daketin kolanan. Meha șahî û serkeftinê ye, meha Newrozê û destpêka jiyaneke nû û bi rûmet e, ku bi berxwedana Kawayê Hesinkar li dijî zulm û zorê, agirê azadiyê bi jor ve hate hildan.
Meha Adarê meha ku çavên Kurdan tê de nayên girtin û ji rondikan zuha nabin.
Lê belê bi hêviya Adareke ku welat tê de azad be û yek perçe be.
[1]