Tirkiye û Qeyrana Hindurîn
#Melevan Resûl#
Tirkiye bi hovîtiya xwe dixwaze ji qeyrana hindurîn bireve û hebûna xwe bi vî pergalê sedsalî ve berdewam bike.
Bi qasî xwendina me ji pêvajoya dîrokê re, diyar dibe ku her çend salan dewletên sermaydar pergala sîstema xwe li gor mercên ekonomî û tevgera civaka sosyal xwe diguherinin bi taybet di serwextên ew têkevin nava qeyranan de, qeyrana sereke di girîngbûyîna peydakirina alternatîvan heye, xala sereke jî kirîzeyên aborî ne.
Dema ekonomiya wan dewletên serwer dikeve bivekê, yan senyalên tirsnak wekî hoyîbûna diravî û bilindbûna asta xwestekên gel ji bo çareserkirina pirsên teknolojî, siyasî, çandî û ekonomî, ew neçar dimînin ku berê xwe bidin alavên veguherînê di sîstema rêveberiya xwe de.
Di vê derbarê de hemû sazî û rêxistinên nepenî û ewleheyê dikevin dorê û hemû bi hev re li çareseriyê digerin, di vê qûnaxê de ew hemû belgeyan bikar tînin, ango raportên wekî belge ji xwe re dikin alava herî guncaw di lêgerîna bersiva qeyranê de, ev yeka di bûyerê 11-10-2001an diyan bûn, heger bûyer ne pilankirîba jî, lê kete bin xizmeta siyaseta pingava ji nû ve avakirin û şopandina rêbazek nûh di cîhana gilobalîzmê de.
Em hemû agehdar in ji kiryar û veguherînên piştî bûyerên Siptemberê, ha li vir diyar dibe ku ew xebata desthilatdariya kevneşop di rêveberiya welatên li Rojhilata Navîn, nema bi têrê dike û pêdawistiya wan bi veguherînê heye, me jî dît ka çawa pilan hatin amadekirin û berê şer veguhezî qadên desthilatên totalîtar, ji Efganistanê ta şerê niha li Sûriye dibe.
Diyar dibe ku hemû desthilatdarên Rojhilata Navîn wê bikevin nava veguherî û gorankariya sîstema desthilatdariyê, wekî libê tizbehan ew sîstemên diktator têne hilweşandin, dewleta Tirk jî xweşik dizane ku desthilatdariya wê bi vî şêweyê tundrew nema wî diparêze, ji ber destekdayîna wê ji hevbendiya Etlesî werdigirt ji bo şerê Sûveyeta berê qediya, nema pêwistiya dewletên Ewropî û Emrîka bi destekdayîna rijêma Tirk heye.
Dosya sereke di destê hezên kuwalisyona navnetewî li dijî Tirkan, doza mafê mirov û pirsa demokrasiyê û kêşeya kurdî ye, ji ber ku rijêmên diktator nikarin bi hêsanî guherînê têxin rêverî û sîstema dewletiyê, lewre ew belge bi têrê dikin da li dijî dewleta Tirk werin xebitandin.
Dewleta Tirk nekarî deriyê Ewropa ji xwe re veke û nekarî pirsên xwe ên hindurîn çareser bike, ji lew ketiye qeyranek navxweyî û wekî mirovê ji hişê xwe bikeve, roj bi roj berê xwe dide kiryarên hovane û desteka xwe ji bo hêzên wekî kedîkirina Daiş û mafya Fethulah Gulen, vêca da ku destekdayînê ji cîhana misilman bigre, em dibînin ku hêstirên xwe ji bo Filestîniyan li dijî Israîl dibarîne, û ji rexê din ve rijêmên mîrnişîn û tundrew li xwe kom dike û gotara nijarperistî û olî û regezî dide pêş.
Tirkiye wekî Sûriye û wekî hemû dewletên dagirkerên Kurdistanê bi şêweyekî hevbeş li dijî doza kurdî dixebitin û di nava welatên xwe de binpêkirin û perçiqandina mafan heye.
Vêce da ku rijêma xwe biparêze, me dît çawa di bin navê şoreşa Sûriye de, wê çiqas rûxandin û ji hevbelakirina Sûrî kir, di encamê de ew kesên bi navê opzisyonê bi erzanî di bazarekî bi rijêma Sûriye û Rûsiya firotin, ji bilî wêranî û koçberiyê, gelo dewleta Tirk çi xizmet ji bo miletên Sûriye qizinc kir.
Bê guman dema wê hatiye ku rijîma Tirk û neqşeya dewletê were guherîn, ew bi rêbazek hişmend dikare destên ji derve dûrî xwe bike, ew jî çareserkirina qeyranên hindurîne û miletên li Tirkiye jiyan dikin, wan bi ser xwe ve bikşîne û dest bi gurzek guherînên bingihîn bike û di serî de pirsa kurdî, heger wa neke sedî sed wê rewşa wê di dahatûyê de ne gelek ji rewşa Sûriye û Êraqê baştir be.[1]