Jina Kurd Di Navbera Civak, Ol û Yasa De
Parêzer Şehnaz Şêxê
helbestvanê hêja Seydayê #Cegerxwîn# dibêje:
Girêdayî heta kengî bimînî bi dîl û wenda bî
Dixwazim ku wekî mêr bî bi dijmin re tu dijmin bî
Di cengê de wekî cin bî ne rengê bûm û kunda bî.
Wisa Cegerxwîn rewşa jina kurd dixwest, belê îroj rewşa jinê çi ye.. Pirolblêmên wê çi ne?
Helbet em nikarin li ser hemî piroblêman biaxivin belê bi taybet jina karkir, çalakvan, nivîskar û astengiyên ku dibînenêrîna civakê û yasa ji jinê re bi tevayî çawa ye?
Û li dawî çawa jin dikare erk û mafên xwe cîbecî bîne?
– Helbet jin pir zehmetiyê dikşîne dema ku li hundur û dervî mala xwe kar dike, belê jina kurd ji demên dûr ve dikarîbû bi awayekî çak û bi hêza vîna xwe bi rola xwe rabe di bergeha çandî,mafnasî,wêjeyî, abûrî, û polîtîk î
Nexasim dema cemhûriya Mehabad li dar ket , û dema ala ya kurdî li ser xaka wî bajarê pîroz bilind dibû, jina kurd di rêza pêşî de beşdarî wê li darxistinê bû jiber roleke wêy pir mezin di avakirna wê simbola yekem ji kurda re hebû .
Civak û Ol
Pêwîste ku em bêjin tevî dijayetiya mêr, ol û civakê bi sedên sala ji fêrbûna jinê re, belê destin sipî dikarîbûn alîkar bin di vê bergehê de, wek nimûnakê Mella Ehmedê Namî, dema ku di Qamişlo de tenê dibistanek ji bo keçikan hebû Mella li gundê Tilşe;îrê dibistana duwemîn ava kir û gelek jinên kurd fêr bûn û gihiştin fêrnameyên bilind
yasa
– Nijad /Elcinsiye/ji bilî ku gelek jinên Kurd ji nijada xwe bê par man, wisa jina kurd weke jinek Sûrî nikare di yasaya Sûrî de nijada xwe bide zarokên xwe,mixabin ev yasa dijî raghandina SIDAOW hatiye .
– Piraniya jinan “تعدد الزوجات” yasaya Tirkî ji sala 1923an de piraniya jinan qedexe kir, belê ev qedexekirin di yasaya Sûrî de ji sala 1973an de seranser hat, dema ku sûcek rewayî hebe ew qedexekirin tunne dibe, ev ji pêv kirin bû giştî û hîn mêr di vê babetê de azad e.
– Paşmay “El- mîras“..Yasaya Sûrî bê guman nêrîna rewayî teqez dike ku pehra mêr du cara li pehra jinê ye ji bilî erdên ku bi tayebet ji bo çandiniyê ne tenê ew hîn di bin bandora yasa ya ferensî de ne .
– Govayî “El-şehade”..Govayîbona mêr ew jî bi giştî wek nêrîna ol li himber du govayîbûna jinê ye.
– Berdan..Dayîngeh “Elhedane”
Dema ku zarok digihêje temenê sêzdehan û pazdehan di yasaya Sûrî de ” bav dayikê ji dayingeha wan bê parî dike.
Berdana bê sûc ” الطلاق التعسّفي ” : di berdanê de bigiştî mafê jinê ku bi cî û war be û mafê wê ku jiyanek bi rûmet bijî, ev mafên ku ragihandina mafên mirovan misoger dike, yasaya Sûrî neparastin .
Belê bi rastî mersûmê jinê yê ku Desteya Jinê di Rojavaya Kurdistanê de di sala 2014an de ragihand û tev kêmaniyên wî belê gelek mafên jinê wek yasa di wî mersûmî de hatin parastin nexasim wekheviya wê bi mêr re .
çareserkirina van piroblêman .
– Destûrek bajarî /medenî/
-Sazgehên civaka sivîl ku bi rola xwe rabin li himberî fêrbûn û azadkirina jinê de
– Medya û rola wê di belavkirina agahiyên mafên jinê û wekheviya wê bi mêr .
– Avakirina têkeliyan bi jina Rojhilata Navîn û hemî jinên cîhanê re.
[1]