Mirovino…! Ma Gelo Hişyarî Ne Pêwist e?
Newafê Bişar
Ji berê ve, îro jî wiha ye, di jiyana xweristê de, tu rêz û rûmet ji qelsan re tune ye. Li daristanê, û li gora zagona wê, jiyan tenê para xurt û hêzdaran e, siîl û belengaz jî, ji dirindeyên hov re taştê, firavîn û şîv in.
Sed mixabin ku di civaka me ya mirovahiyê de jî, îro ew zagona kirêt, serdest û desthilatdar e, ya ku bûye egera peydabûna gelek pirsgirêkên vê serdemê…Ew pirinsîp û nirxên giranbuha ku civaka mirovahiyê dixemilandin, ji ya ajalan cuda dikirin, bar kirine û winda bûne.
Bi çûn û windabûna wan nirxên pîroz, giyanê mirovahiyê çilmisî ye, pûç, ziwa, ronahiya wê melûl bûye, û tu wate ji bextewerî, spehîtî û xweşiyê re nema ye…! Ma di siha vê hovîtiya reş a bê sînor û dîdarên kuştina rojane de çawa dê mirov bi bextewerî, spehîtî û xweşiya jiyanê hest û şa bibe?!..
Li hawîrdora me, li Bakurê Afrîkayê û hin deverên din ên cîhana me, çawa tu awirên xwe digerînî, ji şer, pevçûn, talankirin, xizanî û kuştinê pê ve, tiştekî din nabînî!..Li her cihî, golên xwîna sor a mirovan. Li her cihî, dû, doman, giriyê zarokan, rondikên pîr û kalan, hawara jin qîzan e…Dest, tilî, lingên jêkirî yên mirovan li gund û bajarên wêrankirî bi piranî têne dîtin…!
Bi kurtî, mirov dikare bibêje ku nirxên mirovahiyê ji hiş û giyanê siyasetmedar û berpirsên vê serdemê bar kirine, li şûna wan, hovîtiya kor a malwêran konê xwe vegirtiye, lê cîwar bûye…!
Meger rewşenbîr, zanyar, fîlozov û xebatkarên mafê mirovan li seranserî cîhanê bê derengî bi rola xwe ranebin û erkên xwe nebînin û bi vîneke hevbeş ji bo bicihkirina zgoneke nûjen, kêrhatî û dadmend ji rêxistina navnetewî re mil li mil xebatê nekin, koka rijêmên diktator ên ku ew jêderên sereke yên terora cîhanê ne, hilneweşînin, mafên gel û mirovan misoger nekin û jîngehê ji gemarê neparêzin û…hwd, dê ademîzadî toşî metirsiyên mestir bibe, hebûn û jiyana mirovan ser vê gogzemînê têkeve ber gefan…Mirovino! ma gelo, hişyarî ne pêwist e?!.[1]