#Tramp# û Rojhilata Navîn
Menal Elî
Va Namzetê Komarî Donald Tramp di hilbijartinên Emerîkî de bi ser ket û bû serokê Emerîkayê.
ku ew bi ser ket, rastiya dijwar wî dorpêç kir nemaze piştî paşketina hêza Emerîkî di aliyên cur bi cur de, û di encamê de ew neçar ma helwestên rastîn (realîst) bişopîne; ya duyem, ji ber kampaniyên hilbijartinê ne derfeteke bo ku namzet helewstên xwe yên hûrgilî der barê pirsgirkên cur bi cur de, bîne ziman. Di qada Emerîkî de, serokê hilbijartî hewl dide bighêje piraniya gel di riya tekezkirina li ser ramanine sereke û zelal ku mumkin e hilbijêr bi bîr bîne, ev rêgez li gorî helwestên Tramp e yên ku bi gelerîtî tên naskirin ji ber ku ew xwe dispêre fikir û ramanine bihêris û ne diyar wek tirsandina hilbijêr ji koçber, kêmnetewe, misilman û hevpeymanên bazarganiya navneteweyî, bêyî ku tu şîroveyên zelal ji planên xwe re bo çareserkirina pirsgirêkên welatiyên Emerîkî ,nîşan bide.
Ya sêyemîn, gelek caran siyasetmedar raman û dij-ramanên xwe di heman demê de tînin ziman, Obama dixwest careke din rûyê Emerîka di cîhanê geş bike, û derfetê bide dîplomasî û çareserkirina pirsgirêkên mezin mîna nakokiya Erebî- Israîlî, lê di heman demê de ew ji bo seknandina berferhbûna Emerîkî di cîhanê de, hebûna hêzên Emerîkî li dervayî Emerîka û derfetdayîna hineke din ji bo rêveberiyê, dixebitî . Bi vê yekê, nerîna wî di navbera destwerdan û vekişandinê de mabû. Di encamê de meyla rastiyê ya yekalî bi ser ket beramberî meyla idealizma hudirîn.
Tramp her tim li ser hin ramanan tekez dike ku dihêle mirov ji siyaseta wî , heke ew bi ser ket, fam bike, û ya herî girîng axaftina wî ya dubarekirî der barê rêzgirtina wî ji serokên bihêz re, Tramp ev pesin dide serokên mîna Fladîmêr Botîn û ew dibîne ku yên wek Bûtîn tenê bi pêkanîna armancên welatên xwe ve, mijûl in, bi çi awayî be û heke helewstên cîhanê çi bin jî. Ji ber vê yekê Tramp slogana “vegerandina meznahiya Emerîka” hildide, û ew dibêje dê ew guh nede hevpeymanên bi
Îranê re û hevpeymanên pazirganiya navneteweyî, yan jî pîvanên mafên mirovan, û ew ê dijberê xwe DAIŞ têk bibe.
Tramp li dijî hevbendiya hêzên navneteweyî yên demoqrat ya ku Emerîka serkêşiya wê dike, derdikeve; her weha dîktatorên ku red dikin Emerîka tedexul bi karûbarên wan bike û li gorî pîvanên maf û azadiyên navnaeteweyî bimeşin, bala wî dikşînin.Tramp hizira belavkirina demoqrasiyê bi awayekî nijadperestî red dike û dibîne ku demoqrasî berhemeke rojavayî ye li dervayî rojava (Emerîka û Ewropa) yan jî ji welatên erebî û îslamî re ne guncav e, wekî ku dibêje ereb ne layiqê demoqrasiyê ne, yan jî jê re ne amade ne. lewre jî ew Bihara Erebî qebûl nake, her weha piştgiriya Obama ji bo rakirina Hûsnî Mubarek, Mi`amer Qezafî, Beşar Esad û Elî Ebdelah Salih û piştgiriya Boş ji bo têkbirina Sedam Husên, red dike. Ew dibîne ku ev serok bihêz in û dikarin aramiyê li herêmên xwe pêk bînin, her weha dikarin şerê hêzên “îslama radîkal” bikin. Tramp amadebûna xwe diyar kir bo ku bi hemû aliyên ku şerê van hêzan dikin hevkar be weke Rûsiya û Sîsî, yê ku Tramp rêz didê û wî dibîne wekî mînakek ji serokên ku dixwaze hevaltî bi wan re bike heke ew di hilbijartinan de bi ser ket. Lê dijminên Tramp yê sereke “îsalma radîkal”, koçber û zextên aborî yên ku Emerîka li rastê hat in. Bi vî rengî, Tramp xwedî li pênaseyên Rasta Ewropî ya radîkal ji metirsiyên ku dewletên rojava rastê hatin, derdikeve; û li şûna ku behsa metirsiyên weke biçekbûna navokî, zextên rûsî li ser rojavayê Ewropa, belavbûna zordestiyê û rûbirûbûnên avakirina aborieyeke navneteweyî ya hevseng û dadî, bike; Tramp xwe û hilbijêran bi dijberiya çandî ji koçber û misilmanan re û dijberiya aborî ji hêzên aborî weke Çîn re, mijûl dike. Di axaftinên wî de rengê nijadperestî derdikeve holê, ji ber ku ew gefên ku rû bi rûyî Emerîka tên baş nanirxîne, lê ew dijminên hêsan ditirsêne û zext li wan dike ji ber ew bi hêsanî tên armanvkirin û nikarin li ber xwe bidin her wekî koçber û kêmneteweyan.
Girêdayî nerîna Tramp der barê dijbertiya wî ji belavkirina demoqrasiyê û helwesta wî ya neyînî ji maf û azadiyan û tirsa ji koçber û kêmneteweyan, Tramp helwestine birade der barê pirsgirêkên Rojhilata Navîn ên sereke digire, ew têkbirina DAIŞ’ê wek armanceke pêşîn dibîne, û tu girîngî nade ne rewşa siyasî li Sûriya Îraqê û ne jî berferhbûna rola Rûsiya li Sûriya yan jî êrîşkirinên hewayî ji gelek cihên girêdayî DAIŞ’ê li Sûriya û Îraq .
Piştî vê, Tramp dixwaze têkiliyên xwe bi Îsraîl ji alîkî ve û bi dîktatorên ereb yên sekuler weke rêjîma Sîsî li misir ji alîkî din ve, xurt bike. Ew behsa pêvajoya aştiyê di navbera Felestîn û Îsraîl de
nake û dixwaze balyoza emerîkî veguhezîne Qudisê weke rûbirûbûneke mezin ji helwestên emerîkî yên sabit ji nakokiya erebî-israîlî, her weha ew li ser rola rêjîmên serdest di pêkanîna aramiya welatên xwe, tekez dike.
Tramp helwestine tund ji Îran û Erebîstana Siûdî digire, ji ber ew dixwaze “Hevpeymana Navokî ya Îranî” biguherîne, û ji dewletên Kendava Erebî dixwaze ku lêçûnên parastin û şerên emerîkî li herêmê bi rêjeyekî mezin li ser wan be. Ew Nerîna xwe li ser dewletên erebî nerîneke nijadperestî ye, lewre jî bi eşkere daxwazên xwe bi bidestxistina para herî mezin ji petrola erebî wekî ya dewletên Kendava Erebî û Lîbiya bi bihaneya rola ewlehî ya emerîkî, tîne ziman; her weha ew zordestiya ku li ser xiristiyanên li Rojhilata Navîn tê meşandin, kir û tevî ku ew pirsgirêkeke pir girîng e, lê lojîka Tramp ya nijadperestî û dijminatiya wî ji îslamê re dihêle ku ev helwesta wî biguman be, ji ber hebûna mezin ya xirstiyanên radîkal di Partiya Komarî de.
Der barê kurdan de, Tramp wan weke hêzekê dibîne ku divê hevbendî û piştgiriya wan bikin.
Helwestên Tramp di hundirê Partiya Komarî û ji hêla parêzkerên nû ve hate rexnekirin, her weha di hundirê Lobiya Israîlî bi xwe de jî hate rexnekirin ji ber gelek sedeman; di serî de, nakokiya di axaftina wî de , ew di destpêkê de dixwaze zextê li ser Îranê bike û destê Rûsiya di Rojhilata Navîn de berde, di heman demê de Rûsiya alîgirê Îranê ye û heke herêm di destê Rûsiya de berda dê rê li pêşiya Îran veke bo ku xwe berfirehtir bike. Sedema duyemîn; Israîl ditirrse ku nijadperestiya Tramp ne tenê ji misilmnan re be, Til Ebîb dibîne ku hêzên nijadperst ên ku bi wî re alîgir in dibe ku di nav xwe de hin koman dihewîne ku hewl didin çanda dijbertiya juhî û samiyan belav bikin. Sedema sêyemîn; hin dibînin ku axaftina Tramp a nijadperestî der barê misilman û reşkirina îslamê de dê rê ji tevlîbûn û beşdarbûna li DAIŞ’ê re veke heke ew di hilbijartinan de bi ser ket. Sedema çaremîn; gelek hevalbendên Emerîka wek Berîtaniya û Elmaniya ditirsin ku helwestên Tramp bihêle ku bingehên systema navneteweyî ya ku ji Şerê Cîhanê ya Duyemîn de hate avakirin, bêne binpêkirin, û ew tu girîngî nade NATO û Yekîtiya Ewropî û bi bozbilindî bi hevalbendên xwe re têkil dibe.
Mijarê dawî cîhana erebî û îslamî ye, ya ku cihê wê di axaftinên Tramp de ji berê dijwartir e, ji ber Tramp dixwaze rê li ber dîktatoran veke bo ku gelên xwe biçewisînin, û rê li pêşiya hêza leşkerî ya emerîkî ya wêranker û talankirina xezîneyên herêmê û gelên wê, veke.[1]