Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,855
Wêne
  123,949
Pirtûk PDF
  22,086
Faylên peywendîdar
  125,741
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,734
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,572
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,724
عربي - Arabic 
43,902
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,624
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,822
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,175
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,820
Kurtelêkolîn 
6,826
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,407
PDF 
34,683
MP4 
3,833
IMG 
233,872
∑   Hemû bi hev re 
273,795
Lêgerîna naverokê
Faşîstên Razayî
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Bi rêya kurdîpêdiya hûnê bizanin ku her roj ji rojên salnameyê çi bûyer diqewime!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Faşîstên Razayî
Faşîstên Razayî
Faşîstên Razayî
Şêrko Ebdulrehman

Li welatê me û Rojhilata navî faşîzm carek din gur dibe.
Di salên bîstan ên sedsala borî de kakilên faşîstan li Îtalyayê hatin çandin, ew kakil axeke guncaw di nava beşekî mezin ji gelê îtalî de ji xwe re dît. Wê çaxê dewleta Îtalyayê nû ji şerê cîhanî yê yekemîn derketibû, ew dewlet pir êşiya bû, aboriya wê lawaz bû, binesazî jihevketî bû û moralên gel kêm bûn, lewma faşîstan karîbûn kakilên ramanên xwe bi hêsanî biçînin, ramanên wan jî wisa bûn:
1-Miletê me xwedî dîrokeke zengîn e, destnîşana wan jî împeratoriya Roma bû, (hemû faşîst xwe dispêrin dema borî û di xewnên demên xweş ên borî de jiyan dikin).
2-Gelê me serkêşiya cîhanên dikir û pêwîst e ji nû ve bibe serkêşê mirovan li cîhanê.
3-Hemû gel û mirov li benda me ne û ji bilî hûnandina komployan ti karê wan tune ye.
4-Xwîna me zelal e, paqije û wiha pîroz e, û xwdiyên vê xwînê hêja ne û mafdar in serweriya mirovan bikin.
5-Em amade ne ji bo armancên xwe her tiştî bikin (kuştin, komkujî û karên nijadperestî).
6-Tenê nêrîna me rast e û nêrînên dîtir çewt in.
Tê zanîn ku Mosolînî semboleke faşîzmê ye û karîbû gelê Îtalyayê li dor xwe vehewîne û wan bide kuştin di ber ramanên faşîzmê de.
Ev pêşgotin ne dûrî rewşa kurdistanê ye, çimkî heman raman ji nû ve gur dibe, şaxên xwe belav dike û mêweyên xwe digre dest!
Ev kampaxî û felaket bi destê partiyên Îslamî û hin oldaran; pêk tê. Di nava civaka kurdî de tecrubeya serweriya oldaran a gelê ereb riya xwe vedike, hin oldarên îslamî yên kurd li şopa Mosolînî dimeşin û dibêjin ku ramanên îslamî ji bo me derman e û pêwîst e em pirtûka îslamî ya erebî û tecrubeya pêximberê Muhemed; bingeh bigirin. Mînaka balkê Başûrê Kurdisatnê ye ew partî û alîgirên wê di nava civakê ramanên faşîzmê belav dikin, dibêjin: xîlafeta îslamî vegere dê pirsgirêk çareser bibe, em her çiqas girêdayê ola îslamê bin ewqas em ê serkeftî bin, dewleta îslamî ta hezar salî serkêşiya dinyayê dikir û pêwîst e ew serwerî vegere!, mirovê Misilman ji her kesî bilindtir e, ramanên îslamî nayên rexnekirin (heram e) pêwîst e em her tiştî bikin da ku em Quranê bikin distûra xwe û şerîeta wê Quranê; pêk bînin.
Bêguman ev raman pir çewt e ji ber ku encama ferweriya (hikmê) xîlafetê ola îslamê ta anha li pêşiya çavên me ye û komkujiyên wan heta roja îro nayên jibîrkirin. Ew xîlafet li ser êrîşê û tunekirina gelan ava bû û bace ji gelên resen dixwest bi navê (Cizye).
Mixabin serkirdeyên wan partiyan bêrîzî nêzî sembolê gelên xwe; dibin. Weke mînak Elî Bapîr ranabe ser piyan dema li parlementoya başûr sirûda netewî “Ey Reqîb” tê gotin. Ew dibêje ev sirûd mîna pûtekê ye û em koletiya pûtan nakin!!
Her wiha hejmareke kurdên başûr, bakur û Rojava jî di nava Dewleta Îslamî (Daîş`ê) de cih girtine û tabûr ava kirine. Ev kes ne vala vala çûne nava Daîş`ê, ew çêlîkên mizgefta bûn, hin ji wan li Zanîngeha El-Ezher derçûne, dîroka êrîş û komkujiyên serdema îslamî xwendibûn, ew bawer dikin ku xwedê pêximberê îslamî Muhemed şandiye da ku bi şûr xelkê bîne ser riya xwe!
Birastî çanda faşîzmê di nava civakê de riyekê ji xwe re çê dike, ew çanda ku rexneya qedexe dike (heram dike) belav dibe, weke mînak; Ta anha bi awayekî şermok em dîroka xwe rexne dikin, em gelek rastiyan nabêjin û tişta binav nakin. Em nikarin pirtûka olî darizînin, kiryarên êrîş, talan, dizî û kuştinê (xezû); nayên şermezarkirin çimkî kesên ku pê rabûne hatine pîrozkirin û bûne kesayetên nabe ku ti kes nêzî wan bibe.
Di civaka Kurdistanê û Rojhilata Navîn şûrê çanda erebî-îslamî tûj dibe û gelê kurd bûye qurbana vê çandê û di heman demê de gelê kurd bi şûrê çanda Erebî-Islamî xwe qir dike û riya pişaftinê rast dike, mînaka wî jî belavbûna ramanên dijminatiyê li ser bingeha olî û peyvên mîna (gawir, bê ol, murted) derketine holê, ger ku mirovek bixwaze sixêfan û tinazan bi kesekî bike jê re dibêje: bê ol!
Ma gelo sinc û exlaq ji olê derketiye, gelo mirovê bê ol ne mirov e?!
Mînaka din a herî bi bandor li ser civakê ew e; hin ayetên Quranê, hin axaftinên meleyan û piraniya ragihandina erebî-îslamî. Di Quranê de gelek ayet hene ku berê mirov dide şer û kuştina kesên dîtir ên ne Musilman di heman demê de gotinên li zimanê pêximberê îslamê ketine pirtûkên olî ew gotin ji musilmanan dixwaze ku kesê limêj neke yan dev ji îslamê berde; were kuştin! Gelo ev raman çiqas nêzî faşîzmê ye?[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 343 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://buyerpress.com/- 15-11-2024
Gotarên Girêdayî: 3
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 02-10-2016 (9 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 15-11-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 15-11-2024 hate nirxandin û weşandin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 343 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.203 çirke!