Logos û bazara muzîka Kurdî
İbrahim Bulak
Piştî salên 2000´î di bazara #muzîka Kurdî# de êdî logoseke ku wekî salên berê hemû çav û guhê hunermendan lê, nema. Pê re jî êdî ew ethosa salên berê nema. Ji ber vê belkî hêdî hêdî ew ‘kom’ên ku mirov dikare bibêje berhema logosa xurt bûn, ji hev belav bûn.
Herçî bazara muzîka Kurdî ye, esas gava em behsa vê dikin, em bêhtir behsa dengê qeydkirî dikin ku ji sermayedar, îcraker û mişterî pêk tê. Lê ev formeke bazarê ye û piştî bipêşketina teknîk û modernîteyê peyda bûye pê re jî bûye bazara sereke. Lê berî vê helbet civak ne bê muzîk bû û muzîk jî ne bê bazar. Di vê nivîsê de ji bo bazara beriya dengê qeydkirî, ez ê têgeha bazara civakî bi kar bînim ku bi pirranî mekanên vê bazarê dawet, dîwana malmezinan, şahî û mihrîcanên lokal bûn. Hebûna wan rê dida ku muzîkjen xwe bi muzîka xwe fînanse bike, qenebe jî bi zimanê îro em bibêjîn wekî “mînîjob” bi muzîkê re mijûl bibe. Vê yekê ji aliyekî ve dikir ku muzîka Kurdî zindî bimîne ji aliyê din ve bi xêra vê hindik be jî çerxa danûstendinê di navbera muzîkjen û mazûvan de çêdibû. Lê em ê di nivîsê de berê xwe bidin bazara muzîka Kurdî a dengê qeydkirî ya li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ku di du qonaxan re derbas bûye. Her wiha hewl bidin bi sê têgehên ku palpiştên retorîka Arîstoteles in; logos, ethos û pathosê çerxa vê bazarê fêhm bikin.
Bazara ticarî
Salên 1960’î li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê wekî her zimanê din dengê Kurdî jî hate qeydkirin û firotan. Herçî dengê Kurdî ye, bazara wî bazareke ticarî bû. Gelo ev deng bi çi awayî û di çi zemînî de hatine qeydkirin? Ji bo em vê zelal bikin, bi kurtasî em awirekî bidin wan salan. Piştî darbeya 1960’î li Tirkiyeyê destûreke nû ya bingehîn hate çêkirin. Piştî ku Şerê Cihanê yê Duyemîn pişta rejîmên dîktaroriyel şikand, êdî di nav dewletên Ewrûpî de pêleke siyasî a çep û lîberal rabû. Li Tirkiyeyê jî bi pêşengiya xwendekar û xwendeyan atmosfereke nû ya siyasî derketibû holê. Tesîra atmosfera wan çaxan, piçekî li ser destûra bingehîn a 1961’ê jî çêbû. Rê dida ku kesên xwende komele, partî, kovar, rojname û saziyên nû ava bikin. Wan salan her wiha êdî dema plakên 45’î bû. Plakên 45’î ji plastîkê çêdibûn û li her aliyekî vê stranek hebû. Gelek plakên Tirkî di salên 1960’î de di vê atmosferê de derketine. Biqasî em ji bibîranînên Eyşe Şanê fêhm dikin, ew jî 1963´yan berê xwe dide Stenbolê da ku plakê derxe. Ew, hingî gelek plakan derdixe, di wan de wê hem bi Tirkî hem bi Kurdî stran digotin. Paşê kesên wekî Mahmut Kizil, Bilal Bozdag, Yuksekovali Fikri Kaya, Aşik Ali Cizreli û gelekan jî plakên bi Kurdî derxistine. Li gorî min tespît kirin, tevde 25 kes hene ku herî kêm stranek be jî bi Kurdî dengê xwe li plakan qeyd kirine. Ji bo şirketên plakfiroşan hebûna plakên Kurdî pereyekî baş dianî. Ji ber ku êdî di nav bazarên Kurdî de guhdar û muşteriyên Kurdî jî hebûn. Bi pirranî hunermendên Kurd diçûn Stenbolê da ku dengê xwe qeydî plakan bikin. Di nav xwediyê plakfiroşan de Kurd jî hebûn. Lê tevî vê jî bi pirranî têkiliya hunermend, plakfiroş heta mişteriyan jî têkiliyeke formel bû. Helbet guhdar wexta li plakên Kurdî dihesand jê re xweş dihat û hestê Kurdewarî li cem wî geş dibûn, yan jî di navbera hunermend û plakçêker de têkiliya ‘hemşehrîtî’ û ji ‘Rojhilat’ê hatin hebû. Lê ev têkiliyên hanê, têkiliyeke qayîm û neticarî di navbera wan de ava nedikir. Her wiha çend sedemên navxweyî yên Kurdan jî hebûn ku qismekî be jî dikir ku bazara ticarî ya muzîka Kurdî şên bibe;
- Li Başûrê Kurdistanê şer hebû, vê jî dikir ku nexasim di nav Kurdên xwende de hestên Kurdayetiyê geş bibin. Herçî yên li ser sînor bûn, wan bi awayekî xeber ji wir digirtin, lê yên li bajaran jî bi rêya rojname û radyoyan li wir çi diqewimî, hîn dibûn.
- Bi rêya radyoyên Êrîvan û Bexdayê guhdarên muzîka Kurdî elimîbûn dengê qeydkirî.
- Hin xwediyên şirketên plakan, bixwe Kurd bûn.
- Di nav siyaset û meydana rewşenbîriyê de Kurd hino hino aktîf dibûn. Cihgirtina di nav TÎP’ê de, avakirina DDKO, organîzekirina Mîtîngên Rojhilatê, derketina weşanên Dicle-Fırat, Deng, Roja Newe encamên vê yekê ne.
- Li nav bajarên metropolên Tirkiyê xwende û xwendekarên Kurd zêde bûbûn.
Pirranî hunermend diçûn Stenbolê û piştî karê wan xelas dibû vedigeriyan gund yan jî bajarên xwe. Di nav sosyeteya hunermendan de cih nedigirtin. Axlebê hunermendan jî hozan û dengbêjên herêma xwe bûn û repartuwara wan jî ji stranên folklorîk û yên ku ji pêşiyên xwe hîn bûne, pêk dihat lê bi xwe jî stran çêdikirin. Her wiha di navbera hunermendan de jî têkiliyek tinebû; sebeba vê ya mezin nebûna logoseke bû lê her wiha haya wan jî ji hev tinebû û ne li heman bajarî diman. Bazara plakan bazareke ticarî bû. Pirr kêm be jî belkî motîvasyon û faktorên siyasî hebin di vê bazarê de, lê ne diyarker bûn. Bes pê re pê re di nav çend salan de guherînên pirr radîkal di nav Kurdan de çêdibin ku şûn û şopên wan îro jî di bîr û cîhana Kurdan de cihê xwe hene.
(Hin plakên Kurdî yên di salên 1960 û 1970’î de derketine)
Bazar û logosa nû
Bazara din ku nexasim piştî nîveka diduyan a salên 1970’yî geş dibe, bazara siyasî ye. Du cîhaz hema bêje temsîla vê bazarê dikin ya ku di dinya Kurdî de ne alav û cîhazên serpilkî ne, bileks di şiyarbûn û polîtîzebûna kesan de bi roleke mezin rabûne. Ev her du cîhaz kasêt û teyb in. Çîrokên veşartina wan, kirîna wan, bi dizîka guhdarîkirina wan, heta ji stranên ku tê de tesîrbûn û çûyîna çiyê û hwd. Di bîra Kurdewarî de gelek çîrokên bi vî rengî hene ku kasêt heta mirov dikare bêje bes di prosesa netewebûnê de jî pirr çalak bûye û kariye rengê xwe bide vê prosesê. Lê helbet ev bazar bi tena serê xwe bi qewlê ekonomîstên lîberal ji aliyê ‘destekî veşartî’ ve pêk nedihat bileks di çêbûn û geşbûna vê bazarê de rola tevgerên siyasî yên Kurd hebû ku ew jî parçeyekî rewşenbîriya Kurdî bûn. Êdî di vê bazarê de karsaz yan xwediyê şirketên muzîkê tinebûn, herçî guhdar bûn jî êdî ne mişterî bûn, welatparêz bûn, dilsozê dozê bûn. Bazara ticarî parçeyekî bazara giştî ya Tirkî bû lê bazara siyasî xwe jê qut kiribû, bûbû bazareke serbixwe û karê xwe jî bêhtir li Kurdistanê dikir.
Êdî têkiliyeke yekser di navbera çêker-belavkarên kasetan, hunermend û guhdaran de hebû. Niha em dikarin behsa retorîka Arîstoteles bikin ku li ser sê lingan hatiye sazkirin, her wiha wan têgehan li vê bazarê biguncînin. Wî zemanî di nav Kurdan de êdî logoseke xurt derdikeve pêş. Logos Kurdistan e, Kurdistan jî doz e. Nîqaşên li ser vê dozê ne tenê rojeva siyaseta Kurdî ya hingî diyar dikirin, her wiha di meydana hunerî û rewşenbîrî de jî aktoran karîbû berê xwe bidin wan nîqaşan. Serxwebûna Kurdistanê, mêtingehbûna wê, tarîxa wê, lehengên wê, şerê li ser wê, xelqê wê û wekî din, bandor li aktorên bazara muzîka Kurdî jî dikir. Ev logosa hanê, hingî xurt bû ku mecbûr bû kesên ku xwedîtî lê dikir li gora vê bibin xwedî ethosekê. Êdî karê esasî yê hunermend, belavkirina vê logosê bû ku wekî karekî pîroz dihate dîtin. Nedibû hunermend ji bo pere qezenc bike, kasêtan çêke; tenê bi stranên bav û kalan emel bike û bibe peyamnerê vê. Yan jî stranên xwe bibêje û vegere mala xwe. Dilsozî, fedekarî, berdeldayîna ji bo dozê bivênevê bû ku ewanan jî bixwe ethosek dianî. Diviyabû êdî hunermend ji dozê re dilsoz be, di ber rêya wê de ger zindan yan kuştin be hesabê wan bike, fedekar be û li berjewendiyên xwe nefikire. Logos ku bi pirranî tevgerên siyasî ya Kurdan aktorên wê bûn, rê li ber hunermandan jî dixist ka ew ê bi çi awayî û bi çi rengî behsa Kurdistanê bikin. Bi serketina logos û ethosa nû, lingê sisiyan jî wê roj bi roj xurt bibûya, ew jî pathos e û armanca wî qayîlkirina wan kesan bû ku dixwestin xîtabî wan bikin. Xurtbûna logos û ethosê, kifş dikir ka lingê sisiyan ango pathos çendî tesîrker e di nav xelkê de ku êdî di vê bazarê de kes ne bi guhdarbûnê ne jî mişterîbûnê qîma xwe dianî. Divê her yek ji wan bûbaya welatparêz, welatperwer, heval û hogirê dozê. Heta diviyabû bibin barhilgirê logos û ethosê. Hunermendên vê bazarê bi pirranî navê xwe yê li ser nasnameya Tirkî jî red dikirin û navekî Kurdî li xwe dikirin. Tevî doza welatê xwe, destbirakê tevahiya miletên bindest bûn. Di vê serdemê de muzîka Kurdî û wêjeya nivîskî jî ji her demê bêhtir nêzî hew dibûn. Ev jî li gel qewîbûna logosa Doza Kurdistanê mirov dikare têkiliya wê bi modernizasyona muzîka Kurdî re jî deyne, lewma ji bo muzîkeke xurt metnên xurt jî lazim bûn. Di vir de nexasim helbestên Cegerxwîn derdiketin pêş ku wan çaxan ji her deverê Kurdistanê û hema bibêje ji her siyasetan hunermend helbestên wî kirine stran û ev stranên hanê pirr belav bûn di nav milet de. Piştî li Tirkiyeyê cuntaya faşîst a 12 Îlonê dibe desthilatdar, ev bazara siyasî ya muzîka Kurdî qut dibe û lê tine nabe, ji ber ku li Ewrûpayê berî vê darbeyê jixwe heman bazar çêbûbû. Li bazara dîyasporayê hunermend û guhdarên Kurdî ji karker, xwendekar û penaberan pêk dihatin.
Li dîasporayê sê cûre bazar hebûn
- A yekê rêxistinên siyasî yên Kurdan
- A diduyan komên ku bêhtir dixwestin xîtabî guhdarên Ewrûpî bikin ku Koma Azadî yek ji wan bû û paşê wekî Enstîtiya Kurdî a Parîsê derket meydanê. Kasêt û sêlikên wan li gora kasêtên din profesyoneltir bûn û parekê hewla oryantalîzekirinê jî hebû ku bi vî hawî dixwest xwe bigihîne guhdarên heweskar ên sewtên rojhilatî.
- A sisiyan jî şîrketên muzîkê yên Tirkan ku wan jî hindik be jî kasêtên Kurdî derxistine û hewl dane ticareta xwe ji bo guhdarên Kurdî jî bikin.
Lê ez vê jî bi bîr bixim, tim û daîm sê bazar (civakî, ticarî û siyasî) di zik hev de bûne. Piştî sala 1975’an, em bêhtir behsa bazara siyasî dikin, lê bila ne welê bê fêhmkirin ku bazara civakî û ticarî yekser tine dibin. Ev bi awayekî hebûna xwe didomînin lê nabin bazara serdest û sereke. Her wiha wekî mînak gava li welêt salên 1970’yî jî di nav bazara siyasî de jî bazereke piçûk a ticarî hebû; ew jî bi pirranî dikanên kasêtfiroşan bûn, wan kasêtên Kurdî dikirrîn û difirotin.
(Ev kaseta hanê mînakeke baş e ji bo ethosa salên 1970 û 1980. Hingî muzîkjen hunerê xwe ji logos ango ji doza Kurdistanê cuda nedidît. Ji ber vê yekê heta jê dihat pêşî dixwest bi stranên xwe milet şiyar bike. Li ser kaseta Şivan Perwer jî dewsa ‘mafên parastinê’, hatiye nivîsîn ‘’Kî ji ber negire û kopî neke, mala wî ne avabe.’’)
Di nav bazara Kurdî de hebûna jinan û ferqa Eyşe Şanê
Di navbera serdema bazara ticarî û siyasî de ku wekî dewra plak û kasetan jî mirov dikare ji hev cihê bike, hema bibêje tenê Eyşe Şan e ku ji sînorên herêmî dibihure û di nav her duyan bazaran de jî dibe navekî nas. Eyşe Şan ji bajarê ku lê çêbûye derdikeve û hema bibêje ji xeynî çûna serîkî lê venagere. Ji ber ku ew xwedî hedefek bû û dida dû vê hedefa xwe. Li cihêkî asê namîne heta diçe Başûrê Kurdistanê jî. Heta gava hin şirketên muzîkê ji çend hunermendên cuda kasêt yan plakek çêdikirin, Eyşe Şan jî wekî ku temsîliyeta Kurdî yan Kurdan be tê de hebû, dixwestin ji nav û dengê wê sûdê wergirin. Tevî ku kesên wekî Mahmut Kizil, Esker Demîrbaş, Zulfukar Yumruk hem di dema plakan hem jî di dema kasêtan de aktîf bûn, nasîna wan zêde ji herêmên xwe nebihurîne. Her wiha Ayşe Şan di muzîka xwe de guhê xwe dida qewimînên civakî û siyasî yên Kurdan. Sermeselê, salên ku li zindanan êşkence zêde ne, ew li ser vê rewşê li gorî şêwaza xwe strana ‘Hepsiyo’ çêdike. Yan jî wexta dewleta Tirk êrişeke mezin dibe ser Şirnexê û gelek kesan dikuje, li ser vê strana ‘Şirnak’ê çêdike.
Piştî darbeya 12’ê Îlonê jî gava êdî Kurdî bi temamî tê qedexekirin, wê nexasim li Elmanyayê bi rêya şirketên kasêtan Türküola û Uzelli yên ku xwediyên wan Tirk bûn, bi Tirkî û Kurdî stran gotine.
Jina ku li dîyasporayê pêşî bi tena serê xwe bandora vê atmosfera siyasî lê bûye û bi temamî kasêteke bi Kurdî çêkiriye jî Şêrin e. Ew kasêta xwe ya pêşî dawiya salên 1970’yî çêdike. Paşê Gulîstan, Zozan û Hozan Mizgîn jî yan bi tena serê xwe yan jî bi kom û kesan re kasêtan çêdikin. A balkêş ew e ku sala 1979´an jineke bi navê Çöl Kızı Fatoş (Qîza Çolê Fatoş) ji şirketa Uzelli ya li Elmanyayê kasêtekê derdixe ku navê kasêtê Kürtçe Karışık (Kurdî têvlîhev) e. Stran giş ne bi Kurdî ne û yên bi Tirkî jî hene. Mirov dikare bibêje wê bêhtir teqlîda Eyşe Şanê kiriye. Kî û çi kes e, li ser vê ti agahî tinene.
Ferqa Hunerkom û ‘Berxwedan’
Hunerkom sala 1983´yan li Elmanyayê bi pêşengiya qadroyên PKK’ê hate damezirandin. Vê hem bazareke xurt çêkir ji bo muzîka Kurdî û her wiha logos, ethos û pathos bi awayekî pirr xurt digihandin hev. Di destpêkê de berxwedana girtiyên li zindana Amedê bi her awayî rengê xwe da karê wan. Jixwe, Koma Berxwedan ku encama damezirandina Hunerkomê bû û berê navê wê Koma Niştiman bû, piştî zindana Amedê ‘Berxwedan’ wekî têgeh belav dibe navê komê dikin Koma Berxwedan. Ji bo Hunerkomê, hema bibêje her tişt ji bo logosê (doz) bû her wiha diviyabû hunermend jî bibe xwedî ethoseke xurt, guhdarên xwe jî bike dilsozê dozê da ku qonaxa sisiyan pathos jî biçe serî. Jixwe, hunermendên di nav Hunerkomê de carna berê xwe didan şer û yên mayî jî diviyabû li gorî rastiya şerî hay ji rabûn û rûniştina xwe hebin û heta hay ji şêwaz û naveroka stranên xwe hebin.
(Hin kasetên Hunerkomê)
Fermî û nefermîbûna Kurdî
Dewleta Tirk ji destpêka avakirina komarê ve qedexe û tinekirineke sîstematîk li dijî zimanê Kurdî xistibû meriyetê, bes çawa çêdibû salên 60 û 70’î fermî plakên Kurdî di bazarên muzîka Tirkî de cih digirtin. Bi destûra bingehîn a nû a sala 1961’ê atmosfera siyasî û rewşenbîrî ya Tirkî ketibû qonaxeke nû. Êdî dewlet li ser sektora taybet ne wek berê desthilatdar bû û gelek teşebisên ticarî yên plakan hebûn. Bazara Kurdî jixwe bi nav û rengê xwe, bi nasnameya xwe zêde ne beloq bû û her wiha destûra bingehîn Kurdî qebûl nekira jî bi xaleke îşaret bi qedexekirineke qethî jî nedikir. Tevî ku karsaz û hunermend ji ber Kurdî rastî gelek astengî û neheqiyên hiqûqî dihatin jî karîbûn ji vê zelûliya hiqûqî — ka qedexe ye yan ne qedexe ye — sûdê wergirin. Qedexeyeke qethî ya li ser Kurdî bi cuntaya 12´ê Îlonê bi qanûnan hate misogerkirin. Ev qanûn jî 1983 hate eşkerekirin ku navê vê ‘Qanûna li ser weşanên ji xeynî zimanê Tirkî bên kirin’ (Türkçeden Başka Dillerle yapılacak Yayınlar Hakkında Kanun) û hejmara vê 2932 bû. Bi rêya vê qanûnê qedexeyeke pirr zelal li ser Kurdî hate danîn û îhlalkirina wê jî dihat cezakirin. Ev rewşa hanê her çiqas 12´ê Nîsana 1991´ê di Rojnemaya Fermî (Resmî Gazete) de 12´ê Nîsana 1991´ê hate rakirin jî ji berê vê jixwe bi şiyarbûn û serhildana gel ev qedexeya qethî pûç bûbû. Ev ethosa ku me li jor behsa wê kir, bi salên 1990’î re li metropolên Tirkan û li Bakurê Kurdistanê bilindtir bûbû û seba çêkirina muzîka bi Kurdî, hunermend gelek tehlûke û arîşe didan ber çavên xwe. Heta wekî dewra salên 1980´yî li Ewrûpayê çawa hin hunermendên Hunerkomê berê xwe dan çiyê, bi heman awayî hin hunermendên NÇM’ê (Navenda Çanda Mezoptamyayê) jî qîma xwe tenê bi strangotinê neanîn û bûn şervan.
Dema entegrebûnê û nemana ethosa berê
Piştî salên 2000’î çawa hinek qelemşorên lîberal digotin, dinya êdî dibû ‘gundekî piçûk’. Helbet diviyabû bazara Kurdî jî li gorî qeyde û pêdiviyên ‘vî gundî’ xwe ji nû ve çêkira. Jixwe, li dinyayê her wiha li Bakur û Başûrê Kurdistanê ku navendên siyaseta Kurdî ne, guherîn û qewîninên nû û cidî di meydana siyasetê de pêk hatin. Lê elaqadarî mijara me tişta em bibêjin ew e ku piştî van bûyeran di bazara muzîka Kurdî de êdî logoseke ku wekî salên berê hemû çav û guhê hunermendan lê, nema. Pê re jî êdî ew ethosa salên berê nema. Hêdî hêdî ew ‘kom’ên ku mirov dikare bibêje berhema logosa xurt bûn, ji hev belav bûn. Her wiha hino hino bazara muzîka Kurdî jî guherî û entegreyî bazara cîhanê bû ku êdî wekî berê bêhesab û bêtirs nebû ji ber ku diviyabû hay ji qeyde û rêgezên vê bazarê hebe.[1]