Egîdek, şiirek û muzîkalek: Destana Egîdekî
İbrahim Bulak
‘Ew 5 kes bûn 4 mêr û jinek her yek ji derek lê xwedî qederek’ (Mehmed Uzun-Mirina Egîdekî)
Mirov dikare ji bo Destana Egîdekî bibêje, di çaxê xwe de heta roja îro jî albuma herî tecrûbî ya di muzîka Kurdî de bû. #Ciwan Haco# di albumê de geh dibe vokalekî jazzê, geh dibe dengbêjek û me jî dixe nava serpêhatiyê. Hem sêwirandina sînematîk a çîrokê û hem jî performansa şanowarî ya Ciwan Haco vê albûmê dike yeka taybet. Destana Egîdekî ne tenê di warê muzîkê de xurt e, ew di warê wêjeyî de jî xurt e. Bi çavê gerîlayekî, bi xeyala wî, bi bîr û hişê wê ev şiir xwe dide der û ew di heman demê de xwe disipêre bûyereke qewimî.
Ji Delîl heta bi Evdimelik
Hin stranên van demên dawî li nav xelkê belav ên Kurdî, carinan bi çîroka xwe û carinan jî bi serencama kesê wan dibêje, xwedî cihekî xuya ne. Mesela, demeke dirêj xelkê wisa hizir dikir ku gotin û muzîka strana ‘Canê Canê’ ya Şivan Perwer be, lê îro êdî gelek kes dizanin ku stran a şoreşger Delîl Dogan e. Wekî din strana Bîngol Şewitî heye, ya ku îro jî li ber wê di dawetan de govend tê gerandin; stranbêjê efsanewî yê Çewlîkê, Rençber Azîz ev stran gotiye û stran behsa gerîlayê PKK’ê Zekî Yildiz dike, yê ku di avêtina ser malekê de li ber xwe da û jiyana xwe di vî şerî de ji dest da. Li vir mirov behsa endamê koma Amed Evdilmelik Şêx Bekir ê dengê wî dawidî neke nabe, lewma stranên wî di quncika bîra me de ji xwe re ew cihê tamxweş çêkiriye. Gava em li jiyana wî ya li Amûdê dest pê kir û li Engîzekê bi dawî bû, bînin bîra xwe, hingê dengê wî bêhtir tesîrê li me dike.
Serpêhatiye Reşo
Çîrokeke Destana Egîdekî jî heye ya ku Ciwan Haco tê de performanseke ezîm nîşan dide. Çîroka Reşo yê ku heta guleya xwe ya dawî tevî 4 hevalên xwe şer dike…
Reşo (Ferhat Uzun) 1’ê tebaxa 1967’an li Siwêregê tê dinê; ew merivê nivîskar Mehmed Uzun e. Ferhat Uzun yanî Reşo bi Mehmet Uzun re mezin dibe; ji ber ku bavê wî ticareta sewalan dikir, demeke dirêj ew bi bavê xwe re diçe bazara heywanan û tê. Gava dibistan dikeve betlaneyê jî li qehwexane û restoranan garsontî dike. Elaqeya Reşo di ciwaniya wî de ji tevgera KAWA re hebû, piştî darbeya eskerî ya 12’ê Îlonê têkiliyên wî bi vê komê re qut bûn. Gulana 1988’an ji bo protestokirina kuştina M.Şîrîn Tekîn û ji zanîngehê dûrxistina 5 xwendekarên din ên li Zanîngeha 100. Yıl a Wanê, dest bi greva birçîbûnê kir. Li ser vê, ew hat girtin. Hema wan salan, tevgera gerîla ya bi pêşengiya PKK’ê tesîr lê kir. Pê re wî di nava ciwanên xwendekar ên li Wanê û li bajarên cihê bi awayekî çalak dest bi xebata siyasî kir.
Sala 1990’î ew çû Yewnanistanê û paşê ji bo tevlî nav refên gerîla bibe, diçe Akademiya Mahsum Korkmaz. Li vir ew navê ku di zarokatiya wî de malbatê û hevalên wî pê bang lê dikir, yanî Reşo weke navê şoregerî li xwe kir. Di nava gerîla de wî di astên cihê de xwe da ber berpirsiyariyan û herî dawî jî bû fermandarê eyaleta GAP’ê. Weke fermandar ji bo civînekê, tevî komekê diçe Qoserê. Li ser giliyekî dor li mala ew û çar hevrêyên wî lê hat girtin; ev çar hevrêyên pê re jî Nûman (Celal Ozalp), Dr. Kemal (Adnan Kaya), Rewşen (Nurê EL) û Hogir (Tacettin Turgay) bûn. Reşo û çar hevrêyên wî 17’ê Çileyê 1993’yan di şerê li artêşa Tirk de li sêgoşeya Qoser-Bloka-Emrud jiyana xwe ji dest da.
Çîroka Destana Egîdekî
Nivîskar Mehmet Uzun bi şehadeta merivê xwe Reşo (Ferhat Uzun) dihes û bûyerê bandor lê dike. Paşê wî bi mexlasa M.Baran şiireke dirêj a bi navê Mirina Şervanekî ji rojnameya Welat re ya hingê heftane derdiket, şand; ev şiir di hejmara Welat a 14–20’ê Adara 1993’yan de hat weşandin. Piştre wî ev şiir weke zêmar/destan bi sererastkirinan weke kitêb bi navê Mirina Egîdekî çap kir. Şiirê tesîr li Ciwan Haco kir û xwest jê berhemeke muzîkal çêke. Piştî vê yekê, Mehmet Uzun û Ciwan Haco li ser şiirê dixebitin û dest bi amadekariyên ji bo albûma ‘Destana Egîdekî’ dikin.
Qeydiyên albûmeke mirov ji bîr neke ya tecrûbeyî li Norwêcê dest pê dikin. Û paşê weke kaset bi etîketa Ses Plakê sala 1998’an tê ber destê guhdaran. Sala 2019’an Red Music Digital a ku xwediyê mafê telîfê yê albûmên Ciwan Haco hemûyan e, ev albûm dijîta kir û weşand.[1]