Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,175
Wêne
  124,148
Pirtûk PDF
  22,100
Faylên peywendîdar
  126,019
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,176
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   Hemû bi hev re 
274,249
Lêgerîna naverokê
Behçet Gurdal - Xemgîn Oremar
Pol, Kom: Şehîdan
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Wêneyên dîrokî dewlemendiya netewî ye! Ji kerema xwe re, bi logokên xwe, nivîs û rengên xwe, nirxa wan kêm nekin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish1
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Behçet Gurdal
Behçet Gurdal
Nav û paşnav: Behçet Gurdal
Nasnav: Xemgîn Oremar
Cihê jidayikbûnê: #Colemêrg#
Navê dayik û bav: Sara- Şerîf
Dem û cihê şehadetê: #14-11-2019# / Herêmên Parastinê yên Medyayê
XEMGÎN OREMAR
Hevrêyê me Xemgîn li navçeya Colemêrg Geverê ya kevnar ku bi hezaran ewladên xwe yên leheng fedayê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kir, ji dayik bû. Hevrêyê me ku di nava malbatek welatparêz de mezin bû, ji temenê xwe yê biçûk ve sempatîzanê Tevgera me bû. Hevrêyê me ku li cihekî weke Geverê ku welatparêzî lê kûr e bû mezin bû, di salên 90’î de bû şahidê zilm û êşkenceya ku dijmin li dijî gelê me dikir. Di serdemeke ku li Kurdistanê kuştinên 'kiryar nediyar' zêde bûn de, hêrsa hevrêyê me mîna bi hezaran zarokên Kurd li dijî kiryarên dewleta faşîst mezin bû. Li hemberî jiyana ku dewleta Tirk a dagirker ji gelê me re rewa dibîne, bû heyranê gerîla ku berxwedaneke destanî nîşan didin. Hevrêyê me her tim xeyal dikir ku tevlî gerîla bibe û di nava têkoşîna azadiyê de cih bigire. Hevrêyê me ku ji bo demeke kurt çû dibistanên sîstemê, ji sala destpêkê ve nakokî jiyan. Hevrêyê me mîna her zarokek Kurd derbarê zimanê dayikê de nakokî jiya û dev ji dibistanên sîstemê berda. Hevrêyê me Xemgîn ê ku xwest tevkariyê li debara malbata xwe bike, di temenê biçûk de rastiya kedê nas kir. Hevrêyê me ku bi kesayetiya xwe ya bi sebir û gihîştî ji aliyê malbat û xizmê xwe ve hat naskirin, li her qada ku lê bû hurmetek mezin bi dest xist. Hevrêyê me ku destek dida debara malbata xwe û di gelek karên cuda de xebitî, bi ked û durustiya xwe di hawîrdora xwe de bû kesayetekî mînak. Weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet û welatparêz li dijî polîtîkayên înkar û tinekirinê yên dewleta Tirk ku ciwanan dike hedef û êrîşî destketiyên gelê me dike, ket ferqa divê tiştek bike.
Hevrêyê me ku biryar da di nava xebatên ciwanên welatparêz, şoreşger de cih bigire, derfet dît ku heta astekê ji bo vê têkoşîna pîroz tiştekî bike. Bi zanebûna ku ciwan hêza pêşvebirina şoreşan û paşeroja gelan e, bi moraleke mezin tevlî kar bû. Hevrêyê me Xemgîn ku di xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz de tecrûbeyeke bi dest xist û bi her awayî alîkarî da hevrêyên xwe, serî li ber zextên dijmin netewand. Hevrêyê me Xemgîn ku tevî gelek caran hat binçavkirin û hat êşkencekirin jî ji biryardariya xwe ya têkoşînê tawîz neda û di pêvajoya ku hewl dihat dayîn li Rojava bi destê çeteyên DAÎŞ’ê gelê me bê qirkirin de, biryara tevlîbûna nava refên gerîla da.
Hevrêyê me Xemgîn ku bi tevlîbûna li nava refên gerîla re xeyalên xwe pêk anî, ewil tevlî perwerdeya şervanên nû bû. Hevrêyê me ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi moral û hezkirineke mezin tevlî perwerdeyên şervanên nû bû, di pêvajoya perwerdê de ket nava lêgerînên kûr de. Hevrêyê me yê ku bi perwerdeyan re dîroka Kurdistan û Partiya me baştir fêhm kir, di aliyê îdeolojîk de jî lêhûrbûnên wî kûrtir bûn. Ji bo xwe kir armanc ku di aliyê leşkerî de jêhatî bibe. Hevrêyê me ku di demeke kurt de hînê jiyana çiyê û gerîlatiyê bû, weke şervanekî serketî perwerdeya xwe qedand. Hevrêyê me ku ji bo di zûtirîn demê de biçe qadên pratîkî, li ser jiyana gerîla hînî her tiştî bibe û tiştên ku di perwerdeya şervanên nû de hîn bû bi cih bîne, gelek bêsebir bû. Li ser vê esasê gihîşt armanca xwe û çû herêma Zagrosê. Hevrêyê me ku mîna perwerdeyekê nêzî her kêliya jiyanê dibe û dixwaze bi her awayî xwe bi pêş bixe, bi tevlîbûna xwe ya bi coş re jî ji hevrêyên xwe re bû alîkar. Hevrêyê me ku dixwest di her xebatê de cih bigire û armanc dikir ku bibe gerîlayekî jêhatî, bi girêdanên xwe yên xurt ên hevrêtiyê û israra xwe ya li dijmin xistinê, her ku çû armanca xwe mezintir kir. Xwest li her qada Zagrosan cih bigire û weke gerîlayekî bi tecrûbe bersivê bide pêvajoya şer. Li hemberî operasyonên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daye destpêkirin bi berpirsyariyên xwe yên dîrokî rabû û xwe ji bo erkên herî zehmet pêşniyar kir. Hevrêyê me Xemgîn ê ku bi fedakarî û hevrêtiya xwe ya kûr tê naskirin, her erka ku girtiye ser milên xwe bi hişmendiya layiqê şehîdan û Partiya me bibe, bêyî kêmasî bi cih anî. Hevrêyê me Xemgîn ku tevî hemû bêderfetiyan jî bi sekna xwe ya bi îrade ya xurt weke milîtanekî Apoyî cihê xwe di nava dîroka me ya têkoşînê de girt û hemû kêliyan ji bo tola şehîdan hilîne nirxand. Di her xebata ku tê de cih girtiye, bû milîtanekî Apoyî ku ji rêgezên Partiyê tawîz neda.
Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna hevrêyê xwe Xemgîn ku di dema êrîşa artêşa Tirk a dagirker ya #14-11-2019# de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anî, bi tevlîbûna li nava karwanê şehîdan re nemir bû, her tim zindî bihêlin û bi minetdarî bejna xwe li ber bîranîna hemû şehîdên xwe ditewînin.
[1]
Ev babet 413 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://anfarabic.com/- 17-11-2024
Gotarên Girêdayî: 2
Pol, Kom: Şehîdan
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka Şehadetê: 14-11-2019
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg, Hekarî
Cureyên Kes: Leşkerî
Dereceya leşkerî: Leşker
Netewe: Kurd
Sedema mirinê: Bombebarana Balafiran
Welat - Herêm (Şehîd): Bakûrê Kurdistan
Welatê jidayikbûnê: Bakûrê Kurdistan
Zayend: Nêr
Ziman - Şêwezar: Kurdi- Kurmanci
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Evîn Teyfûr ) li: 16-11-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Ziryan Serçinarî ) ve li ser 18-11-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Evîn Teyfûr ) ve li ser 17-11-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 413 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.172 çirke!