Nav û paşnav: Adem Çîftçî
Nasnav: Rêber Dizê
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Navê dayik û bav: Asya- Mehmet
Dem û cihê şehadetê: #14-11-2019# / Herêmên Parastinê yên Medyayê
RÊBER DIZÊ
Hevrêyê me Rêber li bajarê Colemêrgê di nava malbatake serhildêr û berxwedêr de ji dayîk dibe. Hevrêyê me yê ku bi çanda Kurdî ya kûr û resen mezin dibe, hê di zarokatiya xwe de Tevgera me nas dike. Hevrêyê me yek ji ferdekî ji eşîra Pinyanişî ye ku bi welatparêziya xwe tê naskirin û bi terbîyeya ji malbata xwe digire û bi hişmendiya Kurdayetiyê mezin dibe. Hevrêyê me Rêber li navendeke ku sepanên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker lê zêde mezin dibe, rastiya dijmin hê di zarokatiya xwe de nas dike. Dibe şahidê zilma ku li gelê me tê kirin. Hevrêyê me guhdariya çîrokên lehengiyên gerîlayan dike û ji têkoşîna xizmên xwe yên nêz ên di nava refên gerîlayan de hêzê digire. Meraqa wî ya ji bo gerîlayan û têkoşîna destanî ya li Kurdistanê li dijî zulmê pêş dikeve dibin sedem ku li gel hevrêyê me xeyalên gerîlabûnê peyda bibin. Di dibistanên pergalê de weke her zarokekî Kurd dikeve nava nakokiyan. Bi awayekî azad neaxivîna zimanê xwe yê dayîkê û axaftina Tirkî a bi darê zorê dibin sedem ku li gel hevrêyê me lêgerînên kûr peyda bibin. Hem ji ber zulm, êşkence û qirkirinên ku dibe şahidê wan û hem jî ji ber polîtîkayên qirkirinê yên li dibistanên dikin ku hevrêyê me dev ji dibistanên pergalê berde. Hevrêyê me di temenê xwe yê ciwantiyê de dixwaze ji lêgerînên xwe re bersivê peyda bike. Hevrêyê me Rêber hem ji ber şerê dijwar ê li Kurdistanê pêş dikeve û hem jî ji ber lêgerîna bersiva ji nakokiyên xwe re, dixwaze partiya me PKK’ê ji nêz ve fêm bike û nas bike. Sekna serhildêr ya dayîkên me yên tevî hemû êrîşên dijmin ji bo azadiya gelê me têdikoşin, bandoreke mezin li hevrêyê me dike. Hevrêyê me Rêber ê ku eleqeya wî ji bo jiyana gerîlayan heye û derfeta suhbeta li gel gerîlayan bi dest dixe, ji suhbetên jidil ên gerîlayan hêzeke mezin digire. Şehadeta kurmamê hevrêyê me Dilşad Sumbul- Yakûp Çîftçî ya di sala 2008’an de ya li qada Feraşînê bandoreke mezin li hevrêyê me Rêber dike. Ji ber vê yekê dike armanc ku rêya şehîdan bişopîne. Hevrêyê me di serdema ku li Bakurê Kurdistanê operasyonên tasfiyekirina Tevgera me û bêdengkirina gelê me zêde ne, biryarê dide ku tevlî nava refên gerîlayan bibe. Hevrêyê me hişmendiya ku ji dagirkeran re bersiva herî baş tevlîbûna di nava refên gerîlan e, bi dest dixe û berê xwe dide çiyayên azad ên Kurdistanê.
Hevrêyê me Rêber ê ku di sala 2015’an de tevlî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dibe, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê dibe. Bi moral û coşeke mezin tevlî perwerdeyan dibe û ji aliyê hevrêyên xwe ve tê pîrozkirin. Tevî ku şervanê nû ye jî di demeke kurt de di warê leşkerî de gelek tecrûbeyan bi dest dixe. Hevrêyê me dizanîbû ku wê weke gerîlayekî pispor li hemberî pêvajoya şer erkên xwe bi cih bîne. Hevrêyê me Rêber kûrbûnên xwe yên di perwerdeyên leşkerî de li gel hevrêyên xwe jî parve dike û ji bo pêşketina wan jî hewl dide. Piştî ku bi awayekî serkeftî perwerdeyên xwe temam dike, derbasî qadên pratîkê dibe. Hevrêyê me yê ku girêdayî pêdiviyên şoreşê xwe ji bo hemû qadan amade dike, li Zagrosan tecrûbeyên mezin bi dest dixe ku cara ewil lê wir dest bi bicihanîna erkên xwe dike. Hevrêyê me hemû caran hewl dide ku tecrûbeyên ku têkildarî jiyana gerîlayan bi dest dixe, di xizmeta Partiyê de bi kar bîne. Hevrêyê me Rêber pêşniyar dike li hemû qadên Zagrosan ên ku rê nade dijminî di hemû erkan de cih bigire. Hevrêyê me Rêber ê ku di gelek xebatên cuda de kar dike û bi kesayeta xwe ya rûken û fedekar tê naskirin, dizanî ku jiyana gerîlayan lêgerîneke heqîqetê ye. Hevrêyê me yê ku lêgerîna heqîqetê tim dide berdewamkirin û weke şervanekî azadiyê ji bo ku êrîşên dijmin pûç bike dikeve nava kûrbûnên mezin. Hevrêyê me yêku xwe ji tu xebatan nade paş û ji bo erkên herî dijwar jî xwe pêşniyar dike, li gorî ruhê serdemê tevgeriya. Ji bo ku têkoşîna hevrêyên xwe yên şehîd ên ku li hemberî her cure êrîşên dijmin bi lehengî û ruhekî fedayî şer kirin, bigihîne serkeftinê hemû kêliyên jiyana xwe tije derbas kirin. Ji bo tolhilanîna hevrêyên xwe yên şehîd xwe di taktîkên serdema nû de gelekî pêş dixe. Hevrêyê me karî hem di warê leşkerî de û hem jî di warê îdeolojîk de bibe milîtanekî Apoyî yê xwedan tecrûbe. Li hemû qadan bi tevlîbûna xwe ya bicoş û kelecan tim alikariya hevrêyên xwe kir.[1]