Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,467
Wêne
  123,323
Pirtûk PDF
  22,038
Faylên peywendîdar
  124,592
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,665
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,191
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,635
عربي - Arabic 
43,433
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,350
فارسی - Farsi 
15,493
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,020
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,517
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,815
Kurtelêkolîn 
6,761
Şehîdan 
4,470
Enfalkirî 
4,707
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,191
PDF 
34,596
MP4 
3,800
IMG 
232,295
∑   Hemû bi hev re 
271,882
Lêgerîna naverokê
Botan Osyan - Fehmî Başkûrt
Pol, Kom: Şehîdan
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya û hevkarên wê çavkanî û referansên pêwîst pêşkêşî xwendekarên zanîngehan û xwendina bilind dikin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Botan Osyan
Botan Osyan
Nasnav: Botan Osyan
Nav paşnav: Fehmî Başkûrt
Cihê jidayikbûnê: #Sêrt#
Dayik-Bav: Xemê-Tahîr
Dem û cihê şehadetê: #15-09-2023# / #Amed#
BOTAN OSYAN
Hevrêyê me Botan li navçeya Berwarî ya Sêrtê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hevrêyê me ji ber welatparêziya malbatê, ji temenekî biçûk ve têkoşîna me nas kir û bi taybetî ji destanên lehengiyê yên gerîla gelekî bandor bû. Ji bo vê jî dîtina gerîla xeyala wî ya herî mezin bû. Ji xizmên xwe bihîst ku gerîla ji bo gelê me bi fedekariyeke mezin li çiyayan têdikoşe û ev yek bû wesîle ku meraqê wî ji bo gerîla zêdetir bibe. Di heman demê de rastiya ku gerîla ji Botanê heta Amedê, ji Serhedê heta Zagrosan derbên giran li mêtîngeran dixe û tola êrîşên qirkirinê yên li dijî gelê me hiltîne, ji kûrahî ve bandor li hevrêyê me Botan kir û meraqa wî ya li ser gerîlatiyê xurtir kir. Hevrêyê me ku di emrê ciwantiyê de dest bi naskirina derdora xwe kir û pirsên wî yên li ser jiyanê zêde bûn gihîşt wê encamê ku tenê jiyaneke watedar layiqê jiyanê ye. Hevrêyê me ku di nava lêgerîna vê de bû, di vê pêvajoyê de felsefeya Rêber Apo nas kir. Hevrêyê me ku bi felsefeya Rêber Apo xwe gihand sira jiyana azad, her roj hewl da rastiya Rêbertî û Partiya me bêhtir fêhm bike. Hevrêyê me yê ku têgihişt gerîla hem temînata jiyana azad a ku Rêber Apo avakiriye, hem jî pratîkkirina wê ye, li ser vê bingehê lêgerîna xwe ya li ser gerîla hîn bêhtir kûr kir. Hevrêyê me Botan ku şahidî ji êrîşên dijmin ên li ser gelê me re kir, weke ciwanekî Kurd tehemûlî van êrîşan nekir û cihê xwe di nava têkoşînê de girt. Hevrêyê me ku destpêkê tevlî xebatên ciwanên şoreşger, welatparêz bû, bi van xebatên xwe re rastiya me ya têkoşînê ji nêz ve nas kir. Hevrêyê me bi awayekî çalak tevlî xebatên li vê pêvajoyê bû û serketinên mezin bi dest xist. Ev serketin bala dijmin kişand û hate dîlgirtin. Hevrêyê me têkoşîna xwe li zindanê domand. Hevrêyê me dizanîbû ku dewleta Tirk a dagirker zindan ji bo tasfiyekirina sekna şoreşgerî ya ciwan û gelê Kurd bi pêş xistiye û bi vê zanabûnê gihişt wê biryardariyê ku têkoşîna xwe berfirehtir bike. Zindana mêtingeriyê veguherand dibistanekê, kir zemînê meşa xwe ya şoreşgerî. Hevrêyê me Botan ku bi lêhûrbûnên xurt a ku li zindanê jiyayî, xwe gihand biryardariya domandina têkoşîna xwe ya li çiyayan û li benda kêliya derketina ji zindanê bû ku tevlî gerîla bibe. Tevî hemû astengî û zextên dijmin jî hevrêyê me Botan ku sala 2019'an berê xwe da çiyayên Kurdistanê, ji Amedê tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Botan yekem perwerdeya xwe ya li Amedê distîne û bi coş û kelecana bi hevdîtina gerîlayan re ku bi salan hesreta vê yekê dikir, bû xwedî tevlîbûneke aktîf. Hevrêyê mê bi saya hevrêyên xwe di demeke kurt de tecrûbeyên salan bi dest xist û karî bibe gerîlayekî serkeftî. Hevrêyê me li Amedê di serî de hevrêya me Şehîd Axîn Mûş şensê têkoşîna li gel gelek fermandarên hêja û hevrêyên me bi dest dixe û bi tecrûbeyên ku ji van hevrêyên me bi dest dixe roj bi roj tempoya xwe ya têkoşînê bilindtir dike. Hevrêyê me Botan jiyana azad û felsefeya Rêbertî ku beriya tevlî refên gelîyan bibe nas dike, di nava gerîlayan de rasterast jiya û di wê baweriyê de bû ku ji bo ku bibe parçeyekî vê jiyana azad xwe di warê îdeolojîk de zêdetir pêş bixe. Ji bo vê yekê bi xwendin û nîqaşên xwe yên bi hevrêyên xwe re derfet bi dest xist ku xwe kûrtir bike. Her wiha hevrêyê me weke gerîlayekî azadiyê dizanîbû ku divê ji êrîşên dijmin ên tasfiyekirinê yên li ser gel û Tevgera me re bibe bersiv û dizanîbû ku ev yek bi profesyonelbûna gerîlatiyê pêkan e. Girêdayî vê yekê hevrêyê me ji hevrêyên xwe yên xwedî tecrûbe alikarî stend û xwe di taktîkên gerîla yên serdema nû de pêş xist. Hevrêyê me Botan xwe di warên leşkerî, îdeolojîk û rêxistînî de tim pêş xist û xwe ji erkên serdemê re amade kir û li qada Amedê di gelek xebatên girîng de cih girt û bû xwedî kedeke mezin. Hevrêyê me bi jêhatîbûn û tevlîbûna xwe ya dirust re karî bibe milîtanekî wisa ku hemû hevrêyên wî gelekî dixwestin li gel bijîn û têbikoşin û bi van taybetmendiyên xwe karî bibe milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me gelekî ji şehadeta fedaiyane ya hevrêyên xwe bi bandor dibe û hem ji bo zindîhiştina bîranîna hevrêyên xwe û hem jî ji bo ku têkoşîna wan li ser xeta serkeftinê bide berdewamkirin, zêdetir li ber xwe da û hewla layiqbûna ji şehîdan re gelekî nîşan da. Bi van taybetmendiyên xwe karî bibe milîtanekî wisa ku ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve weke mînak bê dîtin.[1]
Ev babet 459 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://anfarabic.com/- 17-11-2024
Gotarên Girêdayî: 2
Pol, Kom: Şehîdan
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka Şehadetê: 15-09-2023
Cih (Şehîdbûn): Amed
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Cureyên Kes: Leşkerî
Dereceya leşkerî: Leşker
Netewe: Kurd
Sedema mirinê: Bombebarana Balafiran
Welat - Herêm (Şehîd): Bakûrê Kurdistan
Welatê jidayikbûnê: Bakûrê Kurdistan
Zayend: Nêr
Ziman - Şêwezar: Kurdi- Kurmanci
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Evîn Teyfûr ) li: 16-11-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Ziryan Serçinarî ) ve li ser 18-11-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Evîn Teyfûr ) ve li ser 17-11-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 459 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.234 çirke!