Nav paşnav: Rojhat Şahîn
Nasnav: Harûn Mîra
Cihê jidayikbûnê: #Mûş#
Dayik-Bav: Gulbahar-Abdulbakî
Dem û cihê şehadetê: #07-08-2024# / Zap
HARÛN MÎRA
Hevrêyê me Harûn li navçeya Gimgim a Mûşê li nava malbateke welatparêz a ji eşîra Dimilî ji dayik bû. Ji ber dilsoziya malbata wî ya bi çand, ziman û kevneşopiya Kurd re, hevrêyê me Harûn û bi dilsoziya bi cewhera xwe mezin bû. Hevrêyê me 8 salan li dibistanên sîstemê xwend, ji ber nakokiyên di mijara zimanê dayikê de jiya, kete nava lêpirsînê. Li hemberî dibistanên dewleta netewe ku hêlîna asîmîlasyonê ye, helwest nîşan da. Ji bo alîkariya aborî li malbata xwe bike şivantî kir, di vê demê de kêfxweş bû ku bi xwezayê re di nava hev de bû. Hevrêyê me Harûn ku xwedî kesayetiyekî sade û kedkar bû, berpirsyariyên xwe yên li pêşberî malbata xwe bi cih anî û bû xwedî cihekî hurmet. Dema ku şivantî dikir dixwest gerîla bibîne û bi vê hêviyê her roj karê xwe kir. Bi çîrokên lehengiyê yên têkildarî gerîla, her tim dixwest bibe gerîla. Weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet, ji bo xwedî li nasname û çanda xwe derkeve, kete nava hewldan û kûrbûnê. Li hemberî polîtîkayên înkar û qirkirinê yên ku dewleta Tirk a dagirker li gelê me ferz dike, weke ciwanekî Kurd lêgerînên xwe xurt kir û xwest partiya me PKK'ê hîn bêhtir ji nêz ve nas bike. Bi taybetî di dema Şoreşa Azadiyê ya Rojava de piştî nîşandana berxwedana destanî gihîşt wê baweriyê ku divê ji sîstemê qut bibe. Li pêşberî berxwedana destanî û şehadetên li nava têkoşîna me ya azadiyê hevrêyê me Harûn ji aliyê wijdanî ve zehmetî kişand û weke her ciwanekî Kurd ê bi rûmet biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.
Hevrêyê me Harûn sala 2015'an di ser Bakurê Kurdistanê re beşdarî nava refên grîla bû û demekê li Bakur ma, piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêyê me ku ne xerîbê jiyana li çiyê bû, di demeke kurt de hînî jiyana komunal a gerîla bû. Bi saya tevlîbûna xwe ya bi coş û moral a li perwerdeya şervanên nû, li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê. Bi dersên îdeolojîk û leşkerî yên li perwerdeyê kete nava lêpirsînên kûr û xwe ji şert û mercên giran re amade kir. Hevrêyê me Harûn piştî ku perwerdeya şervanên nû bi rengekî serketî qedand, derbasî qada pratîkê bû. Bi fedakarî û daxwaza xwe ya hînbûnê dihate naskirin û di demeke gelekî kurt de bû xwedî tecrûbe. Li dijî konsepta êrîşê ya dewleta Tirk a dagirker û mêtinger ku ji bo pêkanîna 'Plana têkbirinê' xist meriyetê, weke her gerîlayekî û şervanekî azadiyê yê pispor xwest bersivê bide pêvajoyê. Ji bo karibe di şer de wezîfeyên xwe yên şoreşgerî bi rengekî hêja bi cih bîne, kete nava kûrbûnên mezin. Weke parêzvanekî xurt ê Rêberê me û xeta me ya Partiyê ku bi keda şehîdên leheng hate afirandin, derbasî qadên nû yên têkoşînê bû. Her wezîfe bi hewldana ku hêjayî şehîdan be, bi cih anî û bû milîtanekî mînak. Di operasyonên dewleta Tirk a dagirker de yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, weke şopdarê hevrêyên ku bi lehengî li ber xwe dan û rê nedan dagirkeriyê, ji bo karibe tevlî qada şer bibe pêşniyar kir. Xwest tevlî vê pêvajoya dîrokî bibe ku dijmin li gel teknîk, çekên qedexekirî û gazên kîmyewî li hemberî îradeya Apoyî xitimî ye. Hevrêyê me Harûn ku haya xwe ji mîsyona xwe ya dîrokî hebû derbasî herêma Zapê bû, xwe ji bo wezîfeyên herî zehmet pêşniyar kir û li gorî ruhê demê tevgeriya. Hevrêyê me ji bo barê hevrêyên me yên li tunelên şer sivik bike, ku bi taktîkên gerîla yên dema nû destan diafirandin, ji bo karibe derbên giran li dijmin bisxe her roj hîn bêhtir kûr dibû. Hevrêyê me Harûn weke milîtanekî fedaî yê Apoyî bênavber têkoşiya û bû milîtanekî mînak.[1]