Destana Lehengê Barman: Dilpolayê Mêrdînê
Hogir Berbir
Her kêliya ku min winda dikir, xwesteka min ya hembêzkirina jiyanê xurtir dikir. Bîranîna Sawaş, nirx û lawaziya jiyanê dianî bîra min. Her kêliyek bi Sawaş re wekî diyariyek xwedayî bû, her bişirînek wî wekî xezîneyeke bêhempa bû.
Dengekî hêl û mêl di nava odeya malê de belav bû:
“Şabaş ji Serkeft re şabaş! Şabaş ji bavê Serhêd re Şabaş! Şabaş ji gewherê helbesta kurdî re şabaş!..”
Kesî pêşî wate neda hêldana kesê ku şabaşî dida û direqisî.
#Serkeft Botan# bi kêf û heyecan berê xwe da hûndir odeya dayika Gulbeyazê ku zarokek di dest de bû. Bi ken bû, çong veda erdê, rahişt zarok û çavên xwe xist hûndirê çavên wî.
Hîn nû ewrên reş-kirasê xwe yê reşahiyê ji ser xwe kiribû û yê spî-gewreyê li xwe dadikir. Derketina rojê, bi berbanga serê sibehê re bû yek ji bûyerên xwezayê yên herî balkêş û bi tîrêjan xwe noqî ser reşbeleka ku cîhan di nava xwe û rojê de dabeş kiribû, bike. Her sibe dinyaya ku di bêdengiya xewê de xilmaş bû şiyar dikir, tariya asîmên hêdî hêdî ber bi ronîbûnê ve dibir. Bi vê gavê re, mezintirîn hunera xwezayî ku di vê bêdengiyê de çavên li asoyê dinihêrin, noqî ser asîmanê bi rengên sorikî dadigirt dikeve ku bi êrîşkirina tîrêjên xwe noqî hûndirên çavan dikir, slavdayinek digirt û bi çavqûrfandinekê jî lê vedigerand.
Pêşî, xeteke tenik li ser asoyê xuya kir; li hember şînahiya herî kûr ya asîman berevajîyek tûj afirand. Ev rêz di bêdengiya xwezayê de bû mîna mizgîniyekê, bi wateyeke ku rojek nû dest pê bike. Dûv re, xeta li ser asoyê gav bi gav fireh bû, rabû û xwe ji hilatinê re amade kir.
Dema ku roj hêdî hêdî bi germahî û ronahiyê xwe hilda, asîman zindî bû. Pembeyên nerm, porteqalî û zer tijî kirin, ewr mîna ku di nav vê serhildana rengan de direqisîn tevdigeriyan. Her dengek mîna îfadeyek ji cewhera xwezayê, enerjiya rojê û çavkaniya jiyanê xwe dida der.
Piştî Serhedê ku li Barman çavên xwe vekiribû, li penaberiyê, ji welatê xwe dûr, li mekanê Mewlana dibû zarokê malê yê duyemin ku çavên xwe vebike. Wexta ku çavên xwe li vê cîhanê vedike, dê û bav bi diyariyek jiyanî ya pîroz û efsûnî re rû bi rû dimîn in. Ev kêlî dibe ew kêlî ku di bêdengiya gerdûnê de, li ser asîmanek tijî bi reqsa stêrk û gerstêrkan, bi heyînek nû bêhnê vebide û “Slav”eke dilgerm û aramî belav bike. Di heman kêliyê de Dê û Bav slava ku ji zarokê xwe yê nû wergirtin, mîna rojê sor û ronahiya ken li hûndir belav bû. Bi hatina wî re jiyanê tijî evîn, hêvî û kerametên xwedayî bû. Dema ku bi pê û lingan dest bi cenga bi xwe û derdora xwe re bê navber bi pevçûn û şer kir, bû hinceta destpêkek nû ku li vî welatê xerîb dest bi şerî bike û navê “Sawaş” lê bê danîn.
Bi navê xwe re bû şahidiyê mûcîzeyek nedîtî, kêliya coş û heyecaneke kûr ku di dilê wî û hezkiriyên wî de çêbibe. Pakiya nûbûyîna wî ya vê cîhanê, mîna çiraya hêviyê li hember tevlihevî û zehmetiyên cîhanê biriqand. Ev kêlî paşeroj û pêşerojê hembêz kir û çerxa bêdawî ya jiyanê anî bîra heskiriyên li dorê kom bibûn.
Ev ê hesta ku nayê tasfîr kirin, tenê bi girtina çavan û xeyalkirina nefesa yekem, qêrîna yekem, nayê îfade kirin. Ev hest bi zayîna wî re tevheviyek evîn, hêvî û berpirsiyarî ku pê re tê, di dest wan de bû destpêka jiyaneke nû, hestên herî bingehîn û herî xurt û çalak ku hezkirin, dilovanî, parastin û rêberî bi xwe re vejîne.
Ev ê hesta ku nayê tasfîr kirin, tenê bi girtina çavan û xeyalkirina nefesa yekem, qêrîna yekem, nayê îfade kirin. Ev hest bi zayîna wî re tevheviyek evîn, hêvî û berpirsiyarî ku pê re tê, di dest wan de bû destpêka jiyaneke nû, hestên herî bingehîn û herî xurt û çalak ku hezkirin, dilovanî, parastin û rêberî bi xwe re vejîne.
Hew hedan hat Serkeft, bi derûniya xwe re wate neda van kêliyan, li ber zarokê nû ku navê Sawaş lê kiribû hew xwe girt, rahiştê, girt himbêza xwe û berê xwe da ser xanî. Destmala li ser pêçayî da alî, silf û tazî kir û xist nava kefa destê xwe. Bilindî ser serê xwe kir, berê xwe û wî da rojava û bi hev re bûn gûhdarvanên hilatina rojê.
Serkeft hişt ku Sawaş bibe şahidê kerameta vê kêliya xwezayî û jiyanê, bi hilatina rojê re. Ji ber vê yekê bi zayîna nû ne tenê bû sedema pîrozbahiyê, bû sedema li xwe vegerîn û hesta arasteyî jiyanê ku pê hembêz bike. Her bi vê jiyana nû bû mizgîniya pêşerojek bi hêvî, her bi vê zayîna nû jî bû çerxa bêdawî ya jiyanê, bi hezkirin û hêviya ku ji cîhanê re bîne gel hev û tê te bidomîne.
Vê kêliyê, Sawaş herdû çavên xwe noqî tîrêjên ku şewq bera nava herdu çavên wî dida û dibiriqand, kir û mist vekir. Dema ku roj ji nav şînahiya asoyê bilind dibû hêdî hêdî, gav bi gav ev ê kêliya efsûnî ya xwezayê tewaf kir li ber giyana wî. Wê demê hêz û kerameta xwezayê kete nava wî. Roj li asîmên biriqî di çavên wî de, wek tîrêjek ronahiyê ku mizgîniya destpêka rojek nû bide. Di cîhana hundirîn a wî de ev kêlî bû nîşana bûyîna wî ya roja nû, da ku bibe destpêka mizgîniyê, hêvî û derfetên deskeftiyên xwebûnê biafirîne.
Sawaş û Serhed, ji du birayan wêdetir mîna rêhevalên hev ên pêşerojê bûn. Bi nefesa xwe ya ewil ku didan, li vê dinyayê dibû îşaretên ewil ya girêdanek bêhempa, ku ji hev veneqetin, belkî jî bibû qeder û pê ve hatibûn girêdayîn. Li wan kolanên xemgîn ên ji xaka xwe dûr, bû bebeb ku Serhed û Sawaş ne tenê wekî bira bi hev re bin, mîna lehengên destanan xwe bi hev bigirin û mezin bibin.
Roj hilat ne tenê bi bûyerek fizîkî, di heman demê de bû azmûnek giyanî li ber hebûna wî. Bedewbûn û ahenga bêdawî ya xwezayê di nava wî de aşitî û aramiyeke kûr çêkir. Hilatina rojê bû bîranînek e balkêş ya vê kêliyê bi bandor bike.
Roj bi vê dilaramiya Sawaş re, ji dema hilatanê ve ronahî û germahiya ku li derdora xwe belav kiribû, bi tîrêjên germ-nerm li giyana wî weke dirbekê sorbûn venişt û li dewsa giyanê spî-gewre bi yekcarê sor-morî girt.
Di dest Serkeft de Sawaş, sor bû, tav jî sor bû…
Ji nişkê ve careke din veciniqî. Bi veciniqîna xwe re bi ser xwe ve hat û berê xwe da ser vê kêliya ku ronahiyê li ser rûyê erdê reng belav dikir. Li ser perdeya tarîtiyê ku çawa borî nava perê jiyanê bû, dît. Xwe xwar kir, çonga xwe danî erdê, destê xwe dirêjî pêşîya xwe kir û Sawaş danî. Li ber Sawaş û rojê şûjde bû û serî li xwe tewand. Tîrêjan li ser giyana Sawaş dest bi halana reqsê kir, kulîlk bişkivîn, nebat şîn bûn, ajalan xwe dan der, çûkan dest bi govenda li asîmana kirin, şahî û pîrozbahiyek efsûnî li dar ket; û vê cîhana ebedî, di kelegerma meha tebaxê de, bi Serkeft re rojbûyîna Sawaş pîroz kirin…
***
Sawaş û Serhed, ji du birayan wêdetir mîna rêhevalên hev ên pêşerojê bûn. Bi nefesa xwe ya ewil ku didan, li vê dinyayê dibû îşaretên ewil ya girêdanek bêhempa, ku ji hev veneqetin, belkî jî bibû qeder û pê ve hatibûn girêdayîn. Li wan kolanên xemgîn ên ji xaka xwe dûr, bû bebeb ku Serhed û Sawaş ne tenê wekî bira bi hev re bin, mîna lehengên destanan xwe bi hev bigirin û mezin bibin.
Zarokên dayika Gulbeyaz, bi kesayetiyên xwe yên jîndar û jêhatîbûna xwe yên awarte, bala her kesî dikşînin ser xwe ku cesaret, jîr û hostatî ji wan kêm-dûr nediketin. Herdu bira di çavên her kesî de stêrkên herî geş yên taxê bûn, qandî jîr û hostatiyên xwe, li gel xweşîkbûn û li hevhatinên xwe.
Lê bala dayika Gulbeyaz dikişand ku Sawaş ji Serhed wêdetir xwedî ruhekî pêhempa bû û vê nêrîna xwe ji Serkeft venedişart û tim dianî ziman. Bi xwe re hîs dikir ku kurên wê çawa mezin dibûn. Bi van hestên pir kûr û pîroz dibû çirûsk ku di çavên wê de vede bi ser bilindî û bi vê evînê xwe li wan bipêçe. Di çavên wê de Serhed û Sawaş jiyan bi xwe bûn. Her yek ji wan perçeyek bûn, ya hebûn û nebûna wê bûn.
Serhet û Sawaş mezin bibûn, çi qasî li taxa penaberiyê bêheval bûn jî, lê dil aram bûn. Li gel vê dilarambûna wan, Serkeftê bav rojekê duçerxeyek ji wan re kirî bû. Duçerxeyê sebr û aramiya wan bi jiyanê ve hîn bêhtir girêda, hestên ku nayên ziman, bi wan re da hîs kirin. Ev kêlî bû kêliyek jiyanê bi xwe ku bi hev re bijîn û parve bikin. Sawaş bi tevgera xwe li hember Serhed xwezayî û wêrektîrtir bû. Hema li duçerxeyê siwar dibû, bê dudilî dest bi perdalê dikir û rast e rast diajot. Li aliyê din Serhed, bi hişyartir tevdigeriya, gav bi gav hîn dibû, li ser her hûrgiliyên wê vedikola û pêde diçû. Ji ber vê yekê Sawaş beriya Serhed hînî ajotina duçerxeyê bû. Wê demê bû sedem ku şewqek bêhempa û pê re hinekî hesûdî xwe li rûyê Serhed bi de der.
Dema ku Serhed vê helwesta Sawaş bi aramî, bi fikarî, bi ruhê wî yê wêrek li hev dikir dît, ahengeke ku wan bi hev re temam bike, bi xwe re da avakirin. Çîroka bikaranîna wan ya duçerxeyê, bû ronîkirina vê ahengê. Her çiqas Serhed dixwest ku Sawaş ji bo siwarbûna duçerxeyê bi baldar be, lê di dil xwe de li hember vê wêrekiyê diket bê dudiliyê. Li gavên xwe û Sawaş dinihêrt, bi hûrgulî hesab dikir ku her îhtîmaleke nêzîk derê, lê wêrekiya Sawaş hişyariya Serhed tevlihev dikir û têk dibir.
Serhed û Sawaş di bin koka li kolanên kevnar ên xerîb de bi hev re mezin dibûn. Mîna ji du birayan wêdetir, kêliyên zaroktiya xwe ên herî bêguneh û xweş bi hev parve dikirin. Her sibe gava çavên xwe vedikirin, mîna ku hemû rengên dinyayê di bin lingên wan de bûn, hev hembêz dikirin.
Ev biratiya wan, di nava bîranînên zarokatiya wan de bi baldarî xwe li wan dipêça, mîna têlek zêrîn dibiriqî di çavên wan de. Çîroka wan bû çîrokek ku ji biratiyek e asayî pir wêdetir derbas bikin. Dihate famkirin ku her kêliya ku bi hev re derbas dikin çiqas bi qîmet e. Û Serhed û Sawaş wê germî û dilpakiya wan rojan her tim di dilê xwe de bi hildigirtin xwestin biparêzin û ber bi pêşerojê ve herin.
Bê guman, ji bo vegotinek hûr û kûrtir li ser hûrgulî û kûrahiya hestiyariya wan, sembola hezkirin û dilsoziya kûr ya zarokatiya wan, li xerîbiya wan bû hîmê dîwarê qesas bê lêkirin. Ew du giyan bûn ku diherikîn bi gavên di govenda jiyanê de xwe bi hev bigirin û biherikin. Her kêliya ku wan bi hev re derbas dikirin, di nav tevna pîroz ya demê de dihatin pêçan. Û ew bîranîn di hişê dayika Gulbeyazê de mîna notayên melodiya bi coş ya jiyaneke ji duçerxeyê wêdetir, heqîqeta rastiya wan bi xwe bû.
***
Rêyeke dirêj careke din derket pêşiya wan. Ji warê Mewlana barkirin gundekî Kastamonuyê. Bêdeng, Serhed û Sawaş dest bi rêwîtiyeke ne tenê di axê, cih û war de, di giyanê xwe de jî hîs bikin ku rawestin û bi rê kevin, çûn. Her çi qas ji cihê veqetiya bûn, ne cih û warê wan bû jî, pir zû bêriya wir kirin û xwestin careke din lê vegerin, lê ev ne pêkan bû û di nava demê de pê re herikî bûn.
Her duyan li cem bavên xwe Serkeft dest bi xwendin û nivîsandinê kirin. Edeb û terbiya perwerdehiyê bi hûrgulî û karekterên cihê, cihêkariya wan çê dikir, bandora hawîrdor û demê jî bi wan re diafirand ku zû hîn bibin û dibin encam ku di perwerdehiya xwe de bi serkeftî xwe bidin der. Serhed bi cewherê xwe yê hundirîn bû yekî ku guh bide bêdengiya xwezayê û li pey ramanên kûr bimeşe. Sawaş jî, bû yekî ku wekî ji navê wî diyar dibe, xwedî kesayetiyek heyecan, wêrek û derbider. Lê belê, hevpariyeke wan ya herduyan ku dişibiya hev hebû; evîna kûr û tolerasyona wan ya ji mirovahiyê re ku çawa xwe didan der, wiha xwe didan xwebûl kirin û dihatin heskirin.
Di dawiya salên 80’yan de bû, li seranserê welat û bi taybetî jî li Kurdistanê dijwariya pevçûnan zêde bibû. Di vê dema aloz de hizra kûr û aqilê hestiyariyê nêzîkbûna Serhed zehmetir dikir, lê ji bo kesên li dora wî, jêhatîbûna wî xwe dida der û her gav avêtinên wî hêjatir dikir. Sawaş jî, bi wêrekî û kesayeta xwe ya derbider, di nava ciwanên gund de rola pêşengtiyê digirte ser xwe. Lê belê, çawa ku bavê wan ew hîn kiribû, wiha herdu jî bi dilsozî dixebitîn ku pêşdaraziyên di nav mirovan de bi yek carê hilweşînin.
Li Kastamoniyê helwdanên nijadperestî û cûdakarî ji rûwê mirovên li wir dibariya. Sebir û tehemula wan ya ku li hemberî nêzîkatiyên nîjadperestî yên li gund dihatin nîşandan, pir di nava dilê wan de dida avakirin. Pir caran ditirsiyan ku vê nijatperestiyê li dilê ciwanên wan jî venişte û ter û hişkan bi hev re bişevitîne. Lêbelê di vê têkoşînê de zehmetî hebû. Wêrekiya Sawaş carinan wan dixist nava tengasiyê, ramanên kûr ên Serhedê jî carinan wan dixist nava tenêtiyê. Di encamê de bi hev re bûn, li hember van helwdanan, bi hezkirin û têgihiştineke dijwarî derbas dikirin. Dayika Gulbeyaz dibû şahîdê van helwdanên wan, dizanibû ku agirê di hundirê ciwanên wê de pêketî çawa gûr bibû, bi gûrbûnê re dîtibû ku ta rojekê xwe bide der.
Sawaş û Serhed, hem bi kûrahiya cîhana xwe ya hundirîn û hem jî bi bandora hawîrdora xwe ve ya ku dihate jiyîn, bi hezkirin û tolerasyona xwe ji mirovan re dihêlin ku di demên dijwar de derbas bibin û civaka xwe baş nas bikin.
***
Rêwîtiyek bêdeng ji kolanên nijadperest ên Kastamonuyê ber bi axên germ yên Kurdistanê ve bi daxwaza Sekeft dest pê kir. Sal 1989’an bû, malbat hatin navçeya Qoserê ya Mêrdînê. Ev guhertin ji bo Sawaş û Serhed ne tenê guhertineke erdnîgarî bû, di jiyana wan de bû yek ji xalên azmûneke zîvirînê. Çawa Sawaş û Serhed çav li diyarên bav û kalan ketin, bi şaşwaziyekê çavên xwe li gelî û newal, deşt û zozan, av û kanî, tebat û lebatên dewlemendiya vê xakê nedidan alî û çav lê nediqûrifandin.
Mêrdîn di vê sibehê de bû şahîditiya vê kêliyê, di nava şaristaniya ku bêhna dîrokê jê tê û bi hewaya xwe ya mîstîkî dagirtibû, bi beden û keleha ku li ser giyarê wê yê herî bilind hatibû lêkirin, li ser deşta dûz û Qosera xûz ya rengîn xwar kiribû. Qoser ji bo mîrata çandî ya dewlemendiya herêmê, bi rêya îpekê, gavek mezin û qadeke girîng dida xwe li hember Mêrdînê. Wek niştecihbûyîn, di dirêjahiya dîrokê de mazûvaniya şaristaniyên cihêreng nekiribe jî, li bin siya Mêrdîna pozxelek karakterek bêhempa werdigire nava xwe û rêyek nû vedikir.
Mîmariya Mêrdînê, ji taybetiyên malên Mêrdînê yên tîpîk ve tên. Xaniyên bi banê bilind ku bi kevirên zinaran hatine çêkirin, li ser giyarên bilind û kolanên teng nêzî hev hatine rêzkirin. Ew xanî di rojên germ yên havînê de ji bo sarbûnê îdeal in ku di heman demê de tevna dîrokiya wê diparêzin.
Berî ku li Qoserê bi cih bibin, berên xwe dan warê bav û kalên xwe, Barmanê. Derdora gund bi zeviyên çandiniyê yên bi bereket hatibûn dorpêç kirin. Darên zeytûnan, baxçeyên hêjîran û berhemên din yên çandiniyê debara xelkê gund bûn. Ev zeviyên çandiniyê bi dîmenên çiyayî yên li derdora gund re digihîştin hev, dîmenên berbiçav ên dîtbarî dihatin afirandin.
Jiyana çandî ya gundê Barmanê ku gelek dewlemend bû, bala wan kişand. Hunerên destan yên kevneşopî ku hê jî li gund, di dest qîz û bûkan de zindîtiya xwe diparêzin, li ber çavan diket. Li gel ku ev hunerên destan tevkariya aboriya gund nedikirin jî, ji bo gihandina kevneşopiyên berê da ku bigihînin nifşên pêşerojê, dihat bikaranîn.
Herî dawî jî gelê gundê Barmanê bi hêmaneke girîng ku ruhê vê erdnîgariyê pêk tîne. Xelkê gund bi mêvanperwerî û dostaniya xwe navdar in, mêvan xwe wek li mala xwe hîs dikin. Bi cil û bergên xwe yên kevneşopî, ziman û şêwaza jiyana xwe, dibûn nîşana dewlemendiya çandî.
Gundê Barmanê bi van hemû taybetmendiyan ve herêmeke niştecihbûnê ya girîng e ku tevna dîrokî û çandî ya Mêrdînê nîşan dide. Gundê ku bi atmosfereke berê û nuha lihevdike, serpêhatiyeke ku nayê jibîrkirin pêşkêşî jiyana mirovan dike.
Sawaş û Serhed di nava vê dewlemendiyê de li xwe hayl dibûn. Zarokatiya wan êdî li ser axa germ û toz û xûbara Qoserê derbas bibûya û bibûna şahidê birêvebirina xebatên têkoşîna azadiyê. Li warên xwe, li zimanê xwe, li çanda xwe, li dewlemendiya erdnîgariya xwe hesiyan. Hestên welatparêziya wan di ruhê malbata wan de şopên kûr vekola û li dewsa xwe dihişt ku di nava atmosfera şewitî ya Qoserê de dest bi pêngavên nûbûniyê bikin.
Çalakiya ya yekem, bi serkêşiya Serhed ku bi Sawaş re, bi wêrekiyeke bêguneh û safbûyîna zaroktiyê re pêk dihat; pêxistina agirê Newrozê bû. Li hemberî Parka Ozmen ya Taxa Koçhîsarê agirê di destê Serhed û Sawaş de dibû sembola agirê azadiyê. Di wan rojan de pêxistina agirê Newrozê metirsiyek mezin bû, lê baweriya di dilê Serhed û Sawaş de têra vê rîskê têk bibin, dikir û hebû.
Di vê heyamê de dema ciwanan xwendina xwe didomadin, Serhed ji bo debara malbata xwe jî di nav re dixebitî. Ji ber ku xebatên elektironîkê bala Serhat dikişand, Serkeft ji bo kurê xwe Serhed dikanek bi alavên elektronîkî tijî vekir. Serhed di dema karê vê dikanê dimeşand de, tevlî karê rêxistinê bû û di nava çalakiyên ciwanan ên Qoserê de jî cih girt. Wêrekî û biryardariya wî dihêle ku bibe parçeyekî girîng ya rêxistina ciwanan.
Dibû ku rojekê ev bêdengî ji holê rabûya û tarîtiya dilê wî bi tîrêjên germ yên rojê ronî bibûya. Dibû ku hêvî di bêdengiya çolistanan de mîna kulîlkekê şîn bibûya û stêrkên mîna ku li asîmên direqisîn bibiriqiyan. Lê nûha ev di dilê wî de rêwîtiyek bû, ku bi vê bêdengiyê re tenê dihişt; rêwîtiyek ku bi stêrkan re biaxiviya, lê stêrk dê bersivekê nedinê.
Di salên lîseyê de dibe serdemek ku taybetmendiyên rêbertiyê bi Serhed re diyar bibe. Di sala şerê tekoşîna azadiyê ku li her dewerê gûr bibû û tevlêbûneke mezin hebû, bala ciwanên Qoserê û bi taybetî bala Serhed dikişand ku berên xwe bidin serê çiyayan. Û li dijî zext, zilm û îşkenceyên dewleta Tirk bi hêrs bin. Serhed di van şert û mercan de derketibû pêş û di birêxistinkirina ciwanan de pêşengî dikir. Sawaş jî tevlî vê têkoşînê dibe û bi pêşengiya Serhed re dest bi pêngaveke nû dikin.
Bi demê re dibe bang ku çiyan bilind bibe ji bêdengiya kûr ya Serhed re. Dema ku amadekariya îmtîhanên zanîngehê dike, gotinên diya wî Gulbeyazê di nava dilê wî de dibû sedema nakokiyan bi xwe re bijî. “Hilbijartina pênûsê li şûna çekê” di jiyana wî de dibû xaleke bingehîn. Herî dawî li ber bêdengiya banga çiyayan çok da û berê xwe da serê çiyayan.
Di çavê malbatê de, ev guhertin ji nişkave bû surprîzek û rêya neçariyekê. Biryardariya agirê di nava dilê wî de hil bibû ku ber bi çiyayan ve biribû, malbat çi qas tengav kiribû, ew qasî jî mane dabû vê helwesta wî. Malbatê çûyîna Serhedê ji Sawaş veşart. Sawaş li hin tiştan bi gûman bû, bi gûmanbûna xwe re hîn bêhtir li du têkoşîna xwe dimeşiya û di rêça xwe de meşa xwe domand. Piştî Serhed Sawaş têkoşîna xwe hîn xurtir û hembêz dike.
Rêya Serhed tenê ne parçeyek ji jiyana wî bû, di heman demê de sembola têkoşîna herheyî ya Kurdistanê bû. Û bû lehengek ku bi cesaret û îradeya xwe agirê azadiyê heta hetayê hilbigire.
***
Dema ku çavên Sawaş bûn şahîdê tunebûna Serhed û xemgîniya stêrkan, bayê xemgîniyê di dilê wî de avên diherikî bêdeng kir. Dema ku canê wî bi tenêtiya li welatê bêdawî û bêhempa dipijiqand xwe, pelên jiyanê yên ji nişka ve diherikîn, li qeraxa dilê wî belav dibûn. Ne dengê hêviyên wî yên di kûrahiya tariyê de winda bibûn, ne jî melodiya xemgîn ya duayên ku ber bi asîmên ve diçûn, hebûn. Tenê bêdengiyek hebû, ew bêdengiya ku di her quncika dilê wî de, mîna perdeyek bi stêrkan pêçandî bû, xwe dida dest.
Şopa Serhed ku li dû xwe histibû, li ber çavan xuya dibû. Xewnên ku berê bi hêviyekê tijî bûn, niha di nav qûma bêdawî ya çolê de mîna şopên windabûnê têk diçûn. Şev bi çirûska stêran xemilandî bû, lê siya tarîtiya di nava dilan de şewqa wî sist dikir. Xewnên wî mîna çûkên li ser erdê bi baskên şikestî bûn êdî, di bêhêvîtiyê de têdikoşiya.
Û dîsa, ev tenêtî bû wekî dostê wî yê herî dilsoz û dijminê wî yê herî hov ku li ber disekinî. Xwe kişand qalikê xwe û diket nava fikr û ramanên kûr. Bêdengiya wî, wekî her carê, bahoza hundirê wî hênik nekir, berevajî vê yekê gurtir kir. Vê bêdengiyê ji hezaran peyvan wêdetir wateyek kûrtir dihewand nava xwe.
Dibû ku rojekê ev bêdengî ji holê rabûya û tarîtiya dilê wî bi tîrêjên germ yên rojê ronî bibûya. Dibû ku hêvî di bêdengiya çolistanan de mîna kulîlkekê şîn bibûya û stêrkên mîna ku li asîmên direqisîn bibiriqiyan. Lê nûha ev di dilê wî de rêwîtiyek bû, ku bi vê bêdengiyê re tenê dihişt; rêwîtiyek ku bi stêrkan re biaxiviya, lê stêrk dê bersivekê nedinê.
Li ber bêdengiya Sawaş, dayika Gulbeyazê dikişand nava fikr û ramanên kur. Li gundê Barmanê, sirên mezin li pişt perdeyên tenik yên jiyanê veşartî bûn. Dema ku dayika Gulbeyazê di kûrahiya van razan de digeriya, şopên demê li ser rûyê xwe yên di nava salan de mîna tevneke spiderê pêçabû, dît û hilgirt. Dema ku çîroka Serhed bi bêdengiya Sawaş ve venişt û ber bi çiyayan ve bir, bêtaqet ket û li hember bêhoşiya demê rawestiya. Savas şer û ceng danî li hember vê bêdengiyê, kete nava hewldanan, sîbera paşerojê li pey xwe hişt û şikand.
Dayika Gulbeyaz, Serhedê ku di nava bêdengiya bilind ya çiyayan de gava ku tevgeriya û dema ku ev gav avêt, çi qasî kir sirekî ku li ber çavên Sawaş veşêre û nede xuya kirin, kir perdeya ku li pişt perdeyeke din veşartî; ew qasî jî nikaribû Sawaş ji hezkirin û hesreta birayê xwe Serhed ku di dilê xwe de veşarti bû û dilerizî, veşêre. Dayika Gulbeyazê nizanibû ku Serhed mîna xwe Sawaş bi perwerde û rêxistin kiribû û ta rojekê hîn bibûya.
Rojekê Sawaş ji nişka ve ji bêdengiya xwe qut bû û li xwe werqilî. Ji nebûna Serhed hêz û vîn girt û da dû sopa wî. Li ser şopa wî rêbertî kir û di heman demê hesta kesayetiya xwe ya bi şoreşê re gûrtir kir. Ev gûrbûn bû hinceta ku zû li ber çavan keve û pê re hate girtin. Bi girtina wî re bayê çiyan bêdengiya wî hîn kûrtir kir.
Dayika Gulbeyaz westandina wan rojên dûvdirêj û dijwar dît û di nav nebûna hesreta Serhed û Sawaş de hîs dikir. Lê çi kir jî, ne mimkûn bû ku sira çiyayan vebibêje ji çîrokek ku ji destên qederê ve hatibû qelêştin.
***
Dema ku Sawaş di deriyê girtîgehê re derbas bû, di demek kurt de li korbûna dîwaran hayl bû. Nefesa xwe ya dawî di nava pençê azadiya fîzîkî de kişandibû hûndirê xwe, tîrêjên hêviyê di hundirê wî de şewq dan. Wekî têkoşerekî ciwan ku bi îdealên şoreşgerî tev geriya û bi agirê wê dişewitî, bi ketina xwe ya girtîgehê, ji bo wî bû navnîşana rûmetê. Di navbera dîwarên beton û şîşên hesinî de, ew ê ne hêsan bûya ku hêviyên xwe biparêze û bi parastinê li xwe kûr û hayl nebe.
Di korîdorên ku bi her gava ku diavêt dengê hesinan derdiçû. Azadiya laşê wî ji destê wî hatibû standin, lê ruhê wî hîna li ber xwe dida. Dema ku wî li koguşê bi cih kirin, yekem tişta ku ewilî kir, kaxiz û pênûs ji maseya li kêleka xwe hilda û kete dûv firk û ramanan. Nivîsandina ramanên xwe yên şoreşgerî ji bo wî bû celebek azadiyê vehone.
Roj, hefte, meh derbas bûn. Her sibe, bi tîrêjên rojê yên ewil re, hilbûna Sawaş ji nav nivînan, dikir deng û li ser dîwaran reng vedida. Bi demê re, ew qas giraniya hêviyên ku di nav dîwaran de asê mabûn jî, bi fêrbûna hîşmendiya ajoyên tekakesî ku bi tekoşîneke li dij kesayetiya xwe têk dibir, berteref dikir. Awirên hişk yên gardiyanan, çavên xemgîn yên girtiyan û bandora bêdengiyê ya xeniqandî, hewl dida agirê şoreşgerî di nava dilê xwe de gûr bike û venemirîne.
Rojekê nameyek jê re hat. Wekî dengek, hilmek ji dinyaya derve. Gotinên di nameyê de bû bîranîn: “Ruhê şoreşgerî li ku û kengî dibe bila bibe, tu carî nikare were zincîrkirin. Ez li çiya me, tu di zîndana de yî, ev e tekoşîn û berxwedana me. Ev e ku me digihîne hev…” Vê nameyê dîsa agirê nava wî gur kir. Êdî girtîgeh ji bo wî ne tenê girtîgeheke fizîkî bû, di heman demê de qada têkoşîna derûnî jî bû.
Di koguşa xwe de pirtûkek dît. Gava ku di nava rûpelên pirtûkê de digeriya, ramanên wî yên derbirînê xwe dan dest. Vê pirtûka ku ruhê şoreşgerî di nava wî de geş dikir, hîn bêhtir hêviya wî gûr dikir. Her roj tiştek nû fêr bû û bû hincet ku ramanên xwe kûrtir bişopîne.
Helbet behskirina fedekariya mirovekî şoreşger ruhê mezin û fedekar di dilê wî de radixist ber çavan. Beriya berjewendiyan, ji bo azadiya civak û rijgariya neteweyî. Fedaîbûnî parçeyek ji hebûnê bû ku dema hewce bike, bê dudilî xwe feda dike.
Bi fedakariya xwe hat naskirin, mîna lehengên çiyayên bilind, li ser pişta demê di girtîgehê de xwe fêrî hilberîn û xwe bi rêxistinê dikir. Di tariya şevê de jî, di nava dîwarê bêhêvîtiyê de, ji bo xweşiya jiyanek birûmet ronahî hebû. Ji ber ku baweriya xwe bi pêşeroja hevpar ya tekoşîna mirovahiyê dianî.
Fedakariya wî ne tenê ji bo rihetî û ewlehiya kesayetiya wî bû, ji bo rihetî û dadmendiya nifşên pêşerojê bû. Ne ji bo îro, ji bo sibê têdikoşiya; amade bû ku bedêlê giran bide ku cîhanek çêtir ji nifşên pêşerojê re bihêle.
Ev ruhê fedekarî, nirxên herî bilind yên mirovahiyê, evînî, edalet û hevgirtina nava wî nîşan dida ku li xwe bide der. Hebûna xwe di rê ronahiya hêvî û azadiya gelê xwe de didît; fedekariya di bin ruhê wêrekiyê de, çavkaniyek hêzek bêdawî ya ji bo avakirina pêşerojê bû.
Û rojekê derî lê vebû. Serbest dihat berdan. Dema ku dike derkeve, li ruberî hevalê xwe sekinî, bi sozdayînek ku şopdarê rêya tekoşînê be sond xwar û derket derve. Tîrêjên rojê yên ewil li rûyê wî ketin. Li asîmanan soza azadiya bêdawî da wî. Lê vê carê agirê azadiyê di hundirê wî de gûr bibû ku qet vemire.
***
Dema ku Sawaş azadiya xwe bi dest xist, bi êşa dema winda şewitî û dengê çiyayên dibihîst, ji guhên xwe kêm nedikir. Ev kêlî dibû lûtkeya xeta ku pêşeroja xwe diyar bike. Di rûpela dîrokê de 9’ê Cotmeha 1998’an dinivîsand. Li hember komploya navnetewî ya rêberê gelê kurd, hestiyariya neteweyî xwe dabû der. Her der, her qad, her cih, her war, bi kinasî erş û asîman li ber agirê lehiya şoreşê dişewitî. Sawaş bi vî agirî yek carê hilbibû ser xwe û bi dengê qêrîna gelê ku di bêdengiya çiyayan de bi agirê azadiyê hêl vedida dibihîst, berê xwe gûherî û çû nava refên Gerîlla. Bi per û bask bû, wer sivik bû, wer heyecanê nava wî girt û meşiya, mîna karxexala bê bar, bê guneh çû û çû, da dû şopa Serhed, wekî Serhed.
Gotina Gerîlla bi xwe di nava teswîra şoreşê de bû gotina xwedî hêz û heyecanekê ku bi dest bixe. Mîna çirayeke ku li ser avên gemarî biherike; di şevek tarî de ronahiyê temsîl bike. Sawaş tijî coş û heyecanek bi heybet, bû enerjiyeke volkanîk ya li ber teqînê amade. Agirê di hundirê wî de bû meşaleya guherîn û pêşketinê ku pêbixe.
Bi van ramanan mîna bahozekê hişê xwe dihejand, nîzama kevn hildiweşand û bingehên cîhanek nû datanî. Sawaş bi îdeal û biryardariyeke tijî, bû xewna civakek dadperwer ku zindî bihêle, tevdigeriya. Bi wêrekî, li dijî neheqiyê berê xwe da tekoşînek dûvdirêj û bû dengê bindestiya welatê xwe.
Teswîra vê xeyalê mîna destaneke ku di nava beytên helbestên bavê xwe de dîtibû û tê te hatibû vegotin bû. Ruhekî xurt, berxwedêr û bi hêvî nîşan dida. Agirê ku di hundurê wî de dişewitî, ne tenê mizgîniya meşaleya guherînê bû; di heman demê de bû rêberê kesên ku li bendî ronîyê, edalet û wekheviyê bûn.
Li Zagrosan, ne tenê bi şahiya dilê xwe re sînordar bû. Ji fedakariya ji hev re bal dikişandin serxwe. Her yek ji wan amade bûn ku ji bo ewlehî û têkûzkirina jiyana hev, ji bo hevrêyên xwe, çêtirîn xwe baş perwerde bikin û ruhê fedaîtiyê biafirînin.
Di nava çiyayên efsûn û girên bilind de, ku ewr lê dibariyan û ba stranên evîna şoreşekê lê dixwend, gihîşt wargeha şervanan. Li van wargehan şêwazeke jiyanê ya ku bi xwezayê ve girêdayî bû û ruhê çiyayan nîşan dida, bi kêf û heyecan qebûl kir.
Li kampa Zagrosan çavên xwe li ser kesên li wir tevan gerand, xwest Serhed bibîne, lê mixabin Serhed lê nedît. Di heman demê de kesên li wir tev bibûn Serhed û li ser rûyên tevan kenê Serhed dipekiya û bi ken bû…
Sibehekê, bi derketina ronahiya rojê re, hîn di rêya ku hildikişiya lûtkeyên çiyayan de çawa gihîşt nava kampên Zagrosan, berê xwe da hilatina rojê, xwe li ber xûz kir û navekî nû li xwe danî; danî “Serkeft Botan”. Navê xwe di nava kûrahiya helbestên bavê xwe de dîtibû. Kiribû armanc ku bi rapelîkirina çiyayê Zagrosan re, bi tîpên zêrîn binivisîne û li ser eniya xwe diyar bike. Û ev bi vê heyecanê pêk anî, mîna roja ku bavê wî di sibeha bûyîna wî de li ber şûjde bûbû, û ew jî li ber navê xwe şûjde bû.
Bi şiyarbûnek tijî, bi dengê çûkan ku di nav bêdengiya tariya daristanan de dişkênan, hat pêşwazî kirin. Şervanên ku li dora kampê digeriyan, xwe li gorî rîtma xwezayê bi cih kiribûn, wî hembêz kirin. Çend kesên li dor kom bibûn, bi temaşekirina hilatina rojê re nîşanî hev didan, di çavên şervanê nû de dixwendin û bi temrînên vê sibehê ji hev re diyar dikirin. Mîna ku ji hêza xwezayê û nirxê jiyanê bi hatina şervanê nû re nû fêm bikin, careke din hev hembêz kirin û slavdayîna rojê wergirtin.
Li nav jiyana li kampa Zagrosan tijî pêkenok û hevaltî hatibû pêşwazî kirin. Sohbet, henek û kenên di navbera şervanan de dipekiya, li ser rûwê wan xwe didan der, li wargeha dilê wan atmosfereke coş diafirand. Li gel jiyaneke tijî zehmetî ku di nava kurahiya hestan de hertim biken dibûn. Dibû ku yek ji hêmanên herî girîng di van kêliyan de vê jiyana serwext tim bijî û bi vê heskirinê biparêzin.
Li Kampa Zagrosan, şoreş, xweza, gel û hêza pêşengiyê, dilsozî û fedakariya li hember Rêbertiyê, xwe û nirxên bingehîn ên di navenda karakterê şoreşgerî de ne, yeko yeko pêşwazî dikirin. Xweza, beşeke bingehîn ya vê têkoşînê bi xwe bû, ji ber ku parastina wê ji bo siberoja wan û gel, di têkoşîna şoreşgerî de bi îrade û fedekariyeke mezin hembêz kiribûn.
Hatibû wê astê ku ya herî girîng, dilsozî û fedakariya mirovekî şoreşger bi hêza xwe ya pêşeng di nava dijwariyên xwezayê de karibe bijî. Bi pêşengiya tevgerê û îdealên wê têkoşînê dimeşiya. Digel ku dilsoziya wî ya bi rêbertiyê re, bingeha hêza tevgera wan xwe nû dikir, dilsozî û fedakariya ji bo armancên tevgerê nîşan didan, berjewendîyên şexsî li aliyekî dihişt û tevdigeriya.
Li Zagrosan, ne tenê bi şahiya dilê xwe re sînordar bû. Ji fedakariya ji hev re bal dikişandin serxwe. Her yek ji wan amade bûn ku ji bo ewlehî û têkûzkirina jiyana hev, ji bo hevrêyên xwe, çêtirîn xwe baş perwerde bikin û ruhê fedaîtiyê biafirînin. Ew bi hevgirtin û hevgirtinên di nava zehmetiyên dijwar de derbas dibûn. Ger ku şervanek biketa, yên din tavilê ji bo alîkarî û parastinê diherikî...
Ev xwebûn û ramanên kûr bû, taybetiyên herî diyar yên kesayetiya wan ya şoreşger bû. Bi jiyana xwe re têkoşîna ji bo veguhertina civakî bû; ji ber vê yekê bênavber dixebitîn û bi fedakarî têdikoşiyan. Fikrên kûr ne tenê ji bo nuha, ji bo têgihiştina vê ramanê, ji bo paşeroj û pêşerojek nû biafirînin, dibûn îfadeya xwebûnê. Ji dersên dîrokê perwerde digirtin û bi vê hîşmendiyê nêrînên xwe ji bo pêşerojê ava dikirin. Bi zihniyeteke lêkolîner ve girêdayî bûn û bi berdewamî difikirîn ku rewşa heyî bipirsin û rêyên nû ji bo cîhanek nû bibînin.
Xwebawerî mîna agirê di canê wan de şewitî bû. Bi îdealên cîhaneke dadperwer, têkûz û destkeftiyên takekesî li hêlekê dihiştin. Bi biryarbûn û domdarî, ji bo derbaskirina her astengî wekî hêzek pêşvebirinê bû. Di astek wîha de tu zehmetî nikaribû biryara wan qels bikira, ji ber ku bawerî û îdealîzma wan têra xwe xurt bûbû ku di nav her dijwariyan de derbas dibûn.
Sawaş, her wiha li ser hûrbûn û kûrbûna perwerdehiya ku didît, kesayetiya xwe adapte û arasteyî xwebûneke nû kir. Diket nava hişmendiya xwe û dest bi nêçîra hest û ajoyên xwe dikir. Jiyan li wir çavkaniya wî bi xwe bû, bi baldarî bikar dianî û bêyî ku zirarê bide jîngeh û kesayetiya xwe, dijiya. Di heman demê de ruhê xwe yê bi wesfên rêbertiyê hatibû dagirtin, dibû mînak ji hevalên xwe re. Li kampa zagrosan, di nava xewnên ku biherike nava agirê li welat hatibû dadan de, xwe amade dikir. Jîr û zanîna xwe ji bo jiyana şerê dijwar li welat amade, bi hêmanên nû da parve kirin û di vê armanca xwe de ji nava vî nifşê perwerdehiyê bi serkeftî derbasî qonaxeke nû bû.
***
Di şert û mercên zehmet de fedakarî û pêşengtî ku aliyên herî ronak yên kesayeta Sawaş ya şoreşgerî radixit ber çavan. Di demên herî tarî û dijwar ên jiyanê de, her cûre xeterê dida pêşiya xwe û rêberiyeke nimûne nîşanî hevalê xwe dida. Di hawîrdoreke tijî zehmetî de ne ew kesa bû bêhêvî be, berevajî wê bihêztir bû. Fedakariya wî ne tenê dev ji berjewendiyên kesayetiya xwe berdida, di heman demê de dibû sedem ku hevalê xwe bi xwe re bi bandor bike. Wêrekiya wî îlham dida hevalên wî û agirê çalakiya hevpar bi hev re hildiberandin û pêdixistin.
Serkêşî tenê bi biryargirtin û rênîşandana rêgezê ve sînor nedikir. Di heman demê de bi wateya çalakiyan û rê li pêşiya pirsgirêkên heyî vedikir û çareser dikir. Di şert û mercên dijwar de bi baweriya ku diparast, ji ber ku dizanibû tenê bi vî rengî dikare guhertinan çêbike, bi biryar ber bi pêş ve diçû.
Bi vê fedekariyê rêbertî kir û xwest berê xwe bide cihê herî çalak, xeternak û dijwar ku li wir karibe ji heq derkeve. Ne tenê bi xisleta rêbertiyê xwe da pêş, di heman demê de bi îfadeya îradeya xwe, xwe da pêş. Ev bi ruhekî şoreşgerî bû, li hemberî zehmetiyan, bi hêviya xwe ya zindî ji bo pêşerojeke baştir ya netewe û welatê xwe gav avêtinek nû bû.
Di kesayeta xwe ya şoreşger de, girtina rola pêşengiyê yek ji girîngtirîn û bibandortirîn ya aliyên wî bi xwe bû. Di cîwandiya emrê xwe de vê rola girtibû ser xwe, civak ber bi guherîn û pêşketinê ve dibir û di nava refên herî pêş de bi gavên pêş xwe derdiket hemberî hevalên xwe.
Dema şer dest pê kir, dîmena ku li ber xwe dît, dilê wî êşand, ew û çend rêvehalên xwe bûn, lê dijmin bi hezaran bûn. Bi êşandinê re xwe jidand, bû volqanek ku biteqe. Sawaş, çavên xwe ber bi çiyayên di navbera Çewlik û Xarpêtê ve zivirand ku çawa xayîntiyê bi wan re dike. Bi evîna Zagrosan di kozika xwe de cih girt û guleyên xwe li dijmin direşand.
Hêz û vîna ji rol û fikr û ramanên Serokatiyê wergirtibû, beriya her tiştî bi cesaret û îradeya ku dihat xwestin, bi girêdaneke giranbûha û efsûnî pêk dianî. Biryardariya wî dihişt ku bêyî ku ji armanca xwe dûr bikeve, bi zehmetiyan re rû bi rû mayîn nedima, bi helweteke hilberîner xwe dida der.
Di heman demê de bi rola rêbertiyê re pêwîstî bi şiyarkirina civakê û balkişandina li ser armancên tevgerê hebû û ev kir hincet ku li cihê herî tarî lê bi bandor be, dest bi pêngaveke nû bike. Di nava koma xwe de derket pêş û bi nêrîneke hevpar ya afirîne bû mînak.
Bi hîşmendiya hezkirina gel, têgihiştina naskirina rexne û xwe rexnekirinê, bû yek ji taybetmendiyên bingeha ruhê wî ya şoreşgerî. Bi rexneyê, ji bo pêşvebirina tevger û ramanên xwe wekî firsendekê pejirand, ne ku wan tenê wekî amûrekê ber bi cîhana derve ve pesinand.
Qebûlkirin û lêhûrbûna rexneyan, bawerî û hesta girêdana Serokatiyê, wî bi hêztir pêş dixist. Ji bo dîtina xeletiyên xwe û serastkirina wan gavên wêrekî ku diavêt, kir karê xwe yê bingehîn û da pêşiya xwe ku bi pêşketineke cihê tevbigere.
Sawaş, bû şervanekî ku di nav zinarên asê de, li qontarên kesk ên çiyayên Çewlik û Xarpêtê serkêşiyê bike û berê xwe da wir. Di jiyana xwe ya Gerîllatiyê de êdî dê li wir bi dawî bikira û xwesteka peywira dîrokî lê pêk bianiya. Zû navê wî û rêhevalên wî li herêma Çewlikê belav bû. Sawaş heta di roja dawîn ya çiriya pêşîn jî dê nikarîbûya çavên xwe ji heybetiya çiyayan bibire. Ji ber ku dizanibû dijmin her gavê li dû wan e, dikaribû di heman wextê de li pêşiya wan derê.
Rojekê ji çiyayên serhildêr wê de, çiyayên li navbera Çewlik û Xarpêtê bi dijmin re dest bi hevkariyeke nedîtî û xayîntiyek di dîrokê de nexuya, kir. Sawaş dema bi fedekarî û berxwedaneke tijî, berê xwe da vê xayîntiya çiyayê Çewlik û Xarpêtê ku bi hevkariya dijmin re bi ser wan de tê, biryara xwe da ku şer bike. Bi biryar li benda tu tiştî nema û bi ruhê xwe yê ciwantî gav avêt.
Sawaş, bêrîkên li ser xwe bi heskirina Serhed, dê, bav û rêvehalên xwe, ji vîna çiyayên Zagrosan tijî kiribû, cara dawî ji bo haziriya şer xwe amade kir û berê xwe da ser dijmin. Hêz û vîna xwe da ser hev û bi dijmin re kete nava şer.
Dema şer dest pê kir, dîmena ku li ber xwe dît, dilê wî êşand, ew û çend rêvehalên xwe bûn, lê dijmin bi hezaran bûn. Bi êşandinê re xwe jidand, bû volqanek ku biteqe. Sawaş, çavên xwe ber bi çiyayên di navbera Çewlik û Xarpêtê ve zivirand ku çawa xayîntiyê bi wan re dike. Bi evîna Zagrosan di kozika xwe de cih girt û guleyên xwe li dijmin direşand.
Şerê bi derketina rojê re dest pê kiribû, di nava darên stûr yên çiyê de her tîrêjên dibûn tîrkevanek û xwe bera hundirê çavên wî didan, dikir hêz, vîn û heskirinek bêhempa ku xwe bide der. Sawaş, di nava agirê şer ya dijwar de bû, bi wêrekî û her gav avêtina xwe tirs dixist nava dijminê xwe, da ku bi tûndî bi ser de biçin. Bi pêşengiya xwe qada şer ji bo rêhevalê xwe diparast. Bi parastin û fedekariya xwe re, dijminê hemberî xwe têk dibir ku berê guleyên hovane tev bi ser wî de bên.
Sawaş, salên di nava refên gerîlla de derbas kiribû, kiribû vîn û şer veguherandibû. Bêdengiya çiyayên ku dilê wî dixist tev, giyanê wî bi azadiyê re dianî cem hev. Azadî di asteke wisa de bû ku di vê kêliyê de nedihat fêmkirin.
Herî dawî, Sawaş di roja dawî ya meha Cotmehê a 2005’an de guleya xwe ya dawî avêt dijminê xwe û bi guleyên hovane ku bi ser de dibariyan şehîd bû. Her çiqas bedena wî li ber guleyên hovane têk çûbû jî, bi xayîntiya navbera çiyayê Çewlik û Xarpêtê re heta hetayê ew ê bi xwezaya wê re bijiya.
***
Stêrkan di vê berbanga sibehê de mîna ewrên xemgîniyê li asîmanan ji hev bela wela kir. Gava ku heyvê bi ronahiya xwe ya zer cîhan ronî dikir, dîmena şehadetiya Sawaş ji her demê nearamtir û bêdengtir dida xuya kirin. Ev bêdengî bi dengên êşeke ku kesî nedixwest bibihîze dihate dagirtin. Barman bi bêdengiya vê xewê ve mijûl bibû. Dema ku perdeyên xaniyan bi bayekî sivik direqisî, kolan bi awazeke bêdeng pêçayî dibûn, nîşaneya wêneyekî dijwar û tijî êş dibû ku raxîne ber çavan. Li pişt vî wêneyê nearam rastiyek ku dilan bişikanda hebû.
Dema ku dayika Gulbeyaz bi dengekî qîr bersiv da pirsa dozger; xemgînî, êş û elema salan di çavên xwe de dida xuya kirin. Şahadeta Sawaş êdî bûbû beşek ji çîrokeke ku di bêdengiya çiyayan de deng vedida, li ser rastiya dîroka me bi xwîna xwe dirb dikola û bi herfên zêrîn heyîna me dinivîsand.
Dayika Gulbeyazê bi vê dîmena hanê lerizî, di nav van ramanan de winda bû û li stêran nihêrî. Dema pora xwe bi pêlên nerm ên bayê ve li ba xist, xemgîniyek di çavên wê de xuya bû. Fikrên wê ber bi kûrbûneke bêdawî ve bir. Ev kûrbûn bû nûçeyek û li gundê Barmanê belav bû ku têkeve guhên wê. Dema ku xebera Şahadeta Şawaş girt, wisa hîs kir ku dinya li dora wê hilweşiya. Wê rojê, hest kir ku tenê bi stêran re bipeyive. Mîna ku giyanê Sawaş, ku li pişt her stêrkeke dibiriqî li nava perê asîmanê veşartî. Bang li Sawaş dikir û hêz dida xwe. Tevahiya demê, li stêrkan nihêrî û ewrên tarî bi hêstirên çavan di hundurê xwe de belav dikir û bi rondikan av li stêrkan direşand.
Li quntara çiyayên asê, di nav labîrenta jiyanê de hestên hebû ku bi razên nepenî pêçayî bû, Dayîka Gulbeyazê dilê xwe wekî abîdeyek bêhempa li ser şopa pêşerojê hilgirtibû. Di bin siya wê abîdeyê de, perdeyên nepenî yên rabirdûyê ku vedibû, bi şahedeta Sawaş re bê deng ber bi çiyayê navbera Çewlik û Xarpêtê ve dibir ku giyanê Sawaş hembêz bike.
Şahadeta Sawaş bahoza ku li dar xistibû, pir bêdeng bû ku mirov ji dil ve dihejand. Dayika Gulbeyazê bihewldanan li hemberî vê bêdengiyê derdiket. Vê bêdengiyê tenê dengê bayê ku ji derve dihat hildigirt, êşa ku li pişt wê bêdengiyê, hesret û riswakirina şerê di dilê xwe de hildabû, bi xwe re dida der.
Bêdengiya çiyan bi ruhê Sawaşê wê re, bi azadî anî cem hev. Azadî tenê dem bi xwe bû. Şerê li hember demê bû, dema di şer bêdengiya çiyayan de winda bû. Dema xebergirt barê salan hilgirtinê bû. Û rêwîtiyeke ku dawî ya Sawaşê wê bû; wê awira dawî ya Şavaş di nava xwe de hilbigirta û veşarta bû.
Dema ku dayika Gulbeyaz bi dengekî qîr bersiv da pirsa dozger; xemgînî, êş û elema salan di çavên xwe de dida xuya kirin. Şahadeta Sawaş êdî bûbû beşek ji çîrokeke ku di bêdengiya çiyayan de deng vedida, li ser rastiya dîroka me bi xwîna xwe dirb dikola û bi herfên zêrîn heyîna me dinivîsand.
***
Bêdengiyek wêranker dilê min jî tijî kir, mîna her nefesa ku min kişand nava xwe, birîna dilê min kûrtir dikir. Şehadetbûna hevalê min, jiyana min serûbin kir. Şev li ber çavên min veguherî korîdoreke dirêj û tarî ku bahoza hundirê min bi agirê dozehê gûr bibe û dilê min bişewitîne.
Bîranînên şikestî bi şopa hêsirên min, dîwarê dilê min hildiweşand. Min xwe di tariyê de winda dikir, mîna keştiyek winda, di deryayek ku pêlên wê ji destê min derketibûn. Gava min çavên xwe digirt, kenê germ ê rêvehalê min Sawaş, dilê min tijî aramî dikir.
Her kêliya ku min winda dikir, xwesteka min ya hembêzkirina jiyanê xurtir dikir. Bîranîna Sawaş, nirx û lawaziya jiyanê dianî bîra min. Her kêliyek bi Sawaş re wekî diyariyek xwedayî bû, her bişirînek wî wekî xezîneyeke bêhempa bû.
Nebûna hevalê min, di hundurê min de valahiyek hiştibû, pêtiyên agirekî kûr pêxistibû. Ev agir bû çavkaniya hêzê ku bîranîna wî zindî bihêlim û di jiyanê de kûrtir hîs bikim. Dibe ku windabûna wî fêrbûnek be ku dê bikaribim bi coş û kelecanek mezintir jiyanê hembêz bikim.
Û dibe ku ev fêr bûn, di jiyanê de serketina herî mezin ew e ku tevî tarîtiyê li ronahiyê bigerim. Bîranîna rast ev bû ku her çiqas dilê min şikestî be jî, dîsa bi evîna wî tijî dibû û jiyanê hembêz dikim.
Ev valahiya ku hevalê min li pey xwe hişt, wê tu carî birîna dilê min bi tevahî derman neke, lê ew ê bibe çavkaniya hêzê ku jiyanek tevahî bi hezkirin bijîm û bîranîna wî zindî bihêlim. Û belkî girtina hêviyê ev e ku ez dikarim di demên herî tarî de jî ronahiya evîna wî bibînim, bi îfadeyeke herî xurt hembêz bikim û li nirxên wan xwedî derkevim.
***
Serkeft Botan
Nav û Paşnav: Sawaş Gûneş
Dîroka cîh û Zayînê li gor nasnameyê: Stewrê-Mêrdîn
Navê Dê û Bav.: Gulbeyaz-M.Wahît
Dîroka tevlêbûna nava refan: Mêrdîn/ 9. Çiriya Pêşîn. 1998
Dîroka Şehadeta wî: 31. Çiriya Pêşîn. 2005 / Navbera çiyayê Çewlik û Xarpêtê
Çavkanî: https://firatnews.com/guncel/ailesi-cele-hamlesinin-oncu-komutani-serhed-i-anlatti-79662
[1]