=KTML_Bold=EDEBÎYATA KURDÎ YA KLASÎK Û TAYBETÎYÊN WÊ YÊN AVAHÎYA DEREKÎ=KTML_End=
Gulzara Şêx Tahirê Şoşî (k.d. 1962) mesnewîyeke dînî/tarîxî ya edebîyata Kurdî ye ku di sedsala XXem de hatîye nivîsîn. Dema em mesnewîyên hemû dîyalektên edebîyata Kurdî li ber çavan digirin, em dibînin ku vê kêlîyê Gulzara Şêx Tahirê Şoşî teqrîbî bi 14.000 beytan ji alîyê qewareyê ve di pileya herî bilind de ye. Mixabin ji ber ku nivîskarê wê di temenekî ciwan de çûye rehmetê beşa xatîmeyê jî di nav de qismek ji Gulzarê nehatîye nivîsîn. Hem dîbace hem jî beşa sereke ya mesnewîyê bi taybetî ji alîyê cureyên edebî ve gelekî dewlemend in. Bi qasî ku tê dîtin, dîbaceya Gulzarê digel Mem û Zîna Xanî û Rewdu'n-Ne‘îma Rûhî yek ji sê dîbaceyên herî girîng a edebîyata Kurmancî ye. Di gotarê de pêşî li ser
mesnewînûsîya Kurdî, Şêx Tahirê Şoşî û Gulzara wî zanyarîyên giştî hatine dayîn. Piştre bi hûrgulî hêmanên avahîya derekî yên Gulzarê (qeware, kêş, tertîb û sernav) bi rêbazeke zanistî û bi awayekî berfireh hatine pêşkêşkirin, berawirdîya wan bi standarta mesnewîyên Farisî re hatîye kirin û bi vî awayî xweserîyên Gulzarê hatine tesbîtkirin. [1]