Lorî ango stûnên hebûna neteweyan
Zerdeşt OMERÎ
Di gelek loriyan de çîrok jî hene. Gelek caran ev çîrok li ser bûyerekê hatine gotin û ev yek jî dihêle ku hin lorî dirûvê zemaran jî bigrin. Bi vê taybetmendiya xwe lorî, di heman demê de dibin weke belge û şahidiya dîrokî jî.
Hin Xeyal Jî Hene, Ercan Altuntaş, 2021
Dema ez zarok bûm, dayika min gelekî lorî digotin. Helbet nayê bîra min çi loriyan digotin lê pir baş tê bîra min dema dayika min ji birayê min ê ji min piçûktir re dilorand. Diya min di wan loriyan de bêtir diavête ser birayê xwe yê mirî. Li ser wî digot. Carinan jî pesnê birayê min dida. Wê demê lorî bi min pir ecêb dihatin. Helbet paşê dema min xwendinên cur bi cur kir, fêrî giringiya loriyan jî bûm.
Lorî di edebiyata gelerî de cureyekî xweser e û gelek caran wekî stranên zarokan jî tên pênasekirin. Ji ber ku piranî ji bo zarokên dê werin razandin an jî dema mezin bi zarokan re dilîzin tên gotin. Hinek hest, fikir, bawerî, xeyal, kêfxweşî û êşan tînin ziman. Lorî li gor cinsiyeta pitikan jî diguherin. Loriyên ji zarokên keç re tên gotin û yên ji zarokên kur re tên gotin ji hev cuda ne. Helbet ev rewş ji bo hemû loriyan ne derbasdar e û yên ku hem xîtabî keçan hem jî xîtabî kuran dikin hene.
Taybetmendiyên loriyên neteweyên cîhanê çi bin ên Kurdan jî ji hela tema, mijar, rîtm û tona dengê loriyan ve heman in. Lê tesîra ku dengbêjiyê li loriyan kiriye, derheqê loriyên Kurdan de taybetmendiyek vegotinê derdixe pêş.
Lorî di hemû edebiyatên cîhanê de xwedî ciyekî giran e. Helbet di edebiyata Kurdî de jî ev yek wisa ye. Strandina loriyan û taybetiyên wan yên edebî di hemû edebiyatên cîhanê de gelekî dişibin hev. Ji ber vê yekê lorî cureyekî edebî yê gerdûnî ye jî. Ev kilamên ku di edebiyata gelerî ya cîhanê de û di edebiyata gelerî ya Kurdî de xwedî taybetîyên nêzî hev in, rê li ber pêşveçûna edebiyata zarokan jî vekirine. Lewra di gelek loriyan de çîrok jî hene. Gelek caran ev çîrok li ser bûyerekê hatine gotin û ev yek jî dihêle ku hin lorî dirûvê zemaran jî bigrin. Bi vê taybetmendiya xwe lorî, di heman demê de dibin weke belge û şahidiya dîrokî jî. Weke mînak dayika min gelek caran jiyana xalê min yê ku wefat kir û du zarok li paş xwe hiştin wekî lorî digot. Gelek serpêhatiyên xalê min wekî çîroka jiyana wî dianî ziman. Ev yek kir ku bîranînên xalê min û anekdotên di jiyana wî de neyên ji bîr kirin. Xal, di nav loriyê de dibû lehengek nejibîrkirî yê çîrokî.
Lorî cureyek helbestê ye jî ku dayik li ser zarokên xwe, bi ahengeke taybet dibêjin. Hêjayî gotinê ye ku ne tenê dayik loriyan ji zarokên xwe re dibêjin, gelek caran pîrikên zarokan jî ji wan re loriyan dibêjin. Lewra di nav kurdan de bêtirê caran pîrikên zarokan jî li wan dinêrin û wan bixwedî dikin. Herwiha ji ber karê dayikan yên zêde pîrikê wan bêtir bi zarokan re wext derbas dikirin û di van deman de ji bo neviyên xwe lorî digotin. Dibe ku lori derbarê têkiliya hestiyarî a xurt ku di navbera pîrik û neviyan de ye xwedî para mezintirîn be. Em dikarin bibêjin lorî di navbera nevî û kalik û pîrikan de dibe mîna pirek hestiyar, nazik û hunerî.
Loriyên Kurda jî xwedî heman taybetmendiyan in. Taybetmendiyên loriyên neteweyên cîhanê çi bin ên Kurdan jî ji hela tema, mijar, rîtm û tona dengê loriyan ve heman in. Lê tesîra ku dengbêjiyê li loriyan kiriye, derheqê loriyên Kurdan de taybetmendiyek vegotinê derdixe pêş. Di huner û wêjeya Kurda de ji bo vî cureyê edebî cara pêşî di kovara Hawarê de navê lorî hatiye danîn. Di Hawarê de bi tevahî sê lorî hatine weşandin.*
Wekî me got, lorî ji bo zarokan bi xew ve bibin an jî wan aj bikin tên gotin. Gelek dayik dema loriyan dibêjin, heke dergûşê bihejînin dergûşê jî li gorî tempoya loriyan ku dibêjin dihejînin. Hinek dayika jî heke dema zarok li ser milê wan be loriyan bêjin, li gorî ahenga loriyê zarok dihejînin. Ev rîtm û aheng di heman demê de perwerdehî û têkîlî danîna ewil a zarokan e bi muzîk û rîtmê re. Lewma rîtmên melodiyên loriyan jî giran û li gorî şaxên din ên muzîkê hêsantir in. Rîtm û melodiya loriyan li gor liv û tevgerên zarokan hatine sazkirin. Zarokek ku nikaribe liv û tevgerên xwe li gorî rîtma loriyan deyne, an jî nikaribe melodiya loriyan di hest û hişê xwe de biwate bike ne dikare bi rehetî razê ne jî aj bibe.
Herwiha gotinên loriyan ne tenê ji bo bi xew ve birinê ne. Ew di heman demê de zarokan fêrî guhdarîkirinê dikin û dibin alaveke perwerdehiyê jî. Bi saya loriyan zarok li tiştên balkêş guhdar dikin, fêrî tişt û fikirkirinê dibin. Herwiha zarok ji loriyan fêrî zimanê dayika xwe jî dibin. Ji ber vê yekê di perwerdeya zarokan de lorî cihekî giring digrin. Zimanê loriyan ji ber ku zimanekî sivik û rewan e, çêja zimanê dayikê jî nişanî zarokan dide. Lewra strandina loriyan ji aliyê dayikan ve gelekî giring e. Zarokên bi loriyan mezin dibin û guhê wan bi dengê Kurdî tên dagirtin, nikarin zû bi zû ji bandora wî dengî derkevin. Ev yek jî di warê zimanê dayikê de ji wan re dibe alîkar û rêyek jiyanî li ber wan vedike. Zarok heya 6-9 mehî bin nikarin dengan watedar bikin. Ger karibin jî jixwe nikarin reaksiyon bidin van dengan û jixwe hê di wî çaxê xwe de bi ti zimanî nizanin. Guhdariya wan ne li gorî wateya gotinan e, li gorî ton û hestên di dengan de veşartî ne. Bêguman xuya ye zarok têkiliya xwe ya ewil ya bi zimanê dayikê re bi rêya lorikan datînin. Lewma lorî di warê perwerdeya zimên de jî gelekî bikêrhatî ne.
Gelek loriyên kevin jî hene ku di nav gelan de belav dibin û têne gotin. Ev loriyên wisa jî bêtir behsa buyerên dîrokî dikin. Ev lorî bêtirê caran ji çîrokan pêk tên û di nav nifşan de tên veguhastin û belav dibin.
Ligel perwerdeyê lorî xwedî xwe û gelek karîgeriyên din yên bi feyde ne. Gotina loriyan ji bo dayikan jî gelekî bi feyde ye. Lewra gotina loriyan hem dayikê hem jî pitika wê ji alîyê derûnî ve rehet dike. Dayika ku zaroka xwe bi xew dibe an wê aj dike, bi gotina loriyan dilê xwe jî rehet dike. Gelek caran dayik tiştên ku di jiyana asayî de nikarin bibêjin, dikarin wekî lorî bînin ziman û ji barê wê yekê xelas bibin. Yanê dikare were gotin ku lorî parvekirinek dildarî û rasteqin di navbera dayik û pitikê de ye jî. Dayik dema loriya dibêjin tiştê di dilê xwe de mayî dibêje. Lê dîsa ji aliyê derûnî ve jî dîsa esas lorî pêdiviyên zarokan didin ber çav. Zarokên hîn di piçûkatiya xwe de li loriyan guhdar dikin ji aliyê manewî ve gelekî bi pêş dikevin. Guhdarîkirina loriyan zarokan aram dike, jêhatîbûna wan ya empatiyê zêdetir dibe. Zarokên di piçûkatiya xwe de li loriyan guhdar kirine li gorî yên ku guhdar nekirine serkeftîtir in. Herwiha ji aliyê tendirûstiyê ve jî guhdarîkirina loriyan zarokan bi xew ve dibe, wan aramtir dike.
Wekî din; lorî ne ji bo zarokan tene, ji bo malbat û neteweyan jî xwedî gelekî feyde ne. Lewra lorî çandekê, ruhekî tînin pê. Ev yek jî bandoreke erênî li takekesên miletan dikin ku ev takekes netewe an jî pergalên civakî yên neteweyî pêktînin.
Gotina loriyan li hemû cîhanê bişibe hev jî, taybetiyên wan yên xweserî gelan jî hene. Ev xweserî di destpêka loriyan, dawiya wan an gotin û muzîkên wan de xwe didine der. Bi giştî di edebiyata Kurdî ya gelerî de lorî bi dengê “a” yê dest pê dikin û bi peyva “lorî” diqedin. Dema dayik zarokên xwe radizînin serê pêşî, bi dengekî bilind dest bi loriyan dikin, paşê dema zarok xilmaş dibe êdî dengê xwe nizim dikin da ku zarok bi xew ve here. Lê di dema lîstandina zarokan de dema lorî tên gotin, bi gelemperî deng nayê kêm kirin û bi heman ahengê de berdewam dike.
Gotinên loriyan gelek caran ji aliyê dayikan ve wê kêliyê tên li hev anîn û gotin. Gelek loriyên wisa hene ku bûyerekê di serê dayikê re derbas bûye, êşeke ji bo malbata wê giran vedibêjin an jî behsa çûyina kesekî ji malbatê dikin. Kesê çûyî carinan kesê li xurbetê ye an jî kesekî mirî yê ji malbatê ye ku êşa wî demên dirêj kêm nabe. Wekî mînak loriyan “De lorî lorî, Lawê min lorî, bavê te kuştin, dayik bi gorî” loriyeke bi vî rengî ye. Loriyên ku behsa zarokan bi xwe dikin û wan dipesînin jî hene. Ev loriyên ku dayik jixweber lihev tînin û dibêjin bêtirê caran taybetmendiyên zarok tînin ziman û bi awayekî bi mubalexe behsa zarok û taybetiyên wî tê kirin. Hêjayî gotinê ye ligel van loriyên ku dayik jixweber ve lihevtînin, gelek loriyên kevin jî hene ku di nav gelan de belav dibin û têne gotin. Ev loriyên wisa jî bêtir behsa buyerên dîrokî dikin. Ev lorî bêtirê caran ji çîrokan pêk tên û di nav nifşan de tên veguhastin û belav dibin. Herwiha hêjayî gotinê ye ku hinek hunermend an şairan jî lorî nivîsîne û wekî stran gotine. Wekî mînak em dikarin loriya “Em koçerê rêya dûr in” bibêjin.
Gelek cûreyên loriyan hene. Li gorî mijarên wan em dikarin wan di jêr van sere navan de dabeş bikin.
1. Loriyên olî û derbarê fikrên pîroz de
2. Loriyên di cureyê efsane û zemaran de
3. Loriyên ku daxwaz an hêvîyekê tînin zimên
4. Loriyên ku hezkirin û eleqeyê tînin zimên
5. Loriyên pesindan an jî rexnekirinê
6. Loriyên gilî û gazincan tînin ziman
7. Loriyên derbarê veqetîn û xurbetê de
8. Loriyên derbarê weadan
9. Loriyên gefxwarin û tirsandinê.
Herwiha hêjayî gotinê ku cureyên loriyan di jêr van serenavan de jî bi beşên cuda dikarin werin binavkirin. Ango her cureyek ji van loriyan di nava xwe de gelek loriyên cur be cur jî dihewînin.
*Di vê hejmara PolitikARTê de erd Agron bi nivîsa xwe ya bi navê “jevzêdebûn” loriyên ku di Hawarê de hatine weşandin dinirxîne.
[1]