#Lorîk# ek û Bîranînek
Mehmûd Demîr
Eger wêjeya devkî nebûya, me nikaribû behsa gelek bûyeran bikira. Bi min, em dikarin ew wekî raperînek li dijî dîroka fermî ya serdestan bibînin. Loma dagirker bi awayekî domdar êrîşî ziman dikin.
Perperik, Ercan Altuntaş
Dîroka devkî di veguhastina nirx û bûyerên rabirdûyê de roleke girîng dilîze. Bêguman rola wê ji bo gelên bindest girîngtir dibe. Dîroka nivîskî ya ku ji hêla serdestan ve tê afirandin, tu cih nade bindestan. Serdest vê dîrokê ji bo paqijkirina gunehên şer, dagirkirin, desteserkirina axê, hikimkirina çînekê yan jî nijadekê bi kar tînin. Loma dîrok û zargotina devkî ji bo gelên bindest dibin amûrên xwe-parastinê. Ew bi rêya dîroka devkî dikarin rabirdûya xwe bigihînin nifşên nû. Helbet di belgeyên serdestan de êş û elemên wan xuya nabin. Eger em dixwazin çîrokên wan bibihîzin, divê guhê xwe bidin dengê wan. Lê belê, serdest naxwazin dengê wan werin bihîstin. Loma em dibînin ku her tim belgeyên nivîskî derdikevin pêş, rastîyên dîrokê li gor wan tên pejirandin. Ew du kesayetîyên cuda pênase dikin. Li alîyekî, “mêrê devkî” heye ku hestê kesane yê rastî û nasnameyê pê re tune ye û parêzker e, li alîyê din jî “mêrê nûjen” heye ku rasyonel û nûjenîxwaz e. Materyalên devkî û nivîskî li gor vê nêrînê tên nirxandin. Dîroka devkî bi piranî hêjayî xebatên akademîk nayê dîtin û bi vî awayî, gelên bindest ên ku nikarin di belgeyên serdestan de cih bigirin, di dîrokê de tune tên hesibandin.
Em dikarin li seranserî dinyayê mînakên ji bo girîngîya zargotin û dîroka devkî bibînin. Helbet çar parçeyên Kurdistana me jî mînakeke baş e. Li çar parçeyên Kurdistanê, dagirker çandên xwe li gelê kurd ferz dikin û hewl didin hebûna kurdan ji hemû qadên jiyanê rakin. Bêguman ziman ji bo domkirina hebûnê, yek ji parçeyên herî girîng e. Em nikarin di dîroka fermî de rastîyan bibînin. Di gelek bûyeran de, belgeyên me yên herî xurt şahidî û bîrewerîyên me dibin. Di qada wêjeyê de jî rewşeke bi vî rengî derdikeve pêşîya me. Gelek çîrok û stran bi rêya wêjeya devkî di nav nifşên cuda de hatin veguhastin. Eger wêjeya devkî nebûya, me nikaribû behsa gelek bûyeran bikira. Bi min, em dikarin ew wekî raperînek li dijî dîroka fermî ya serdestan bibînin. Loma dagirker bi awayekî domdar êrîşî ziman dikin.
Eger em li dîroka lorîkan binêrin, dibe ku em ê wate û armancên cuda bibînin lê di vê babetê de lorîkên kurdan dibin yek ji amûrên xwe-parastinê. Ew afirandina bîreke çanda kurdewarî de roleke girîng dilîzin.
Zarokên kurd ên ku nikarin bi zimanê kurdî perwerdehîyê bibînin, zimanê xwe di malên xwe de hîn dibin û gelek ji wan tenê di malên xwe de bi kurdî diaxivin. Bêguman lorîk jî ji bo zarokan, di naskirina zimên de xwedî cihekî mezin e. Ew wekî parçeyeke zargotinê, bi salên dirêj tên gotin û nifşên cuda li wan guhdar dikin. Loma ew parçeyeke girîng ê bîra çandî ye. Ew li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê parastineke xurt peyda dikin. Lê belê, mixabin bandora asîmîlasyonê her ku diçe di malên me de zêdetir dibe û helbet di navbera wê û kêmbûna bikaranîna zargotina devkî de têkilîyek heye. Dema min li vê mijarê dest bi nivîsê kiribû, bîranînek hat bîra min û ez dixwazim bi we re parve bikim.
Zarokatîya min li derveyî Kurdistanê derbas bû. Me di havînan de berê xwe dida Kurdistanê. Loma dema bihar dihat, min ji bo çûyîna welêt rojan dijimart. Ez li Kurdistanê vedigeriyam hebûna xwe. Tenê bihîstina gotinên kurdî jî aramîyeke mezin dida min. Li wir, wateyên her tiştî diguherîn û min rastîya xwe didît. Dema em ji Kurdistanê derdiketin, xemgînîyek diket dilê min. Jiyana mirov sal bi sal diguhere lê her ku ji Kurdistanê dûr dikevim, hê jî heman xemgînîyê hest dikim. Bila em vegerin bîranînê.
Demekê em diçin Kurdistanê. Ez di wan deman de hê jî bebek im. Li wir, xaltîka min bi min re eleqedar dibe, radizîne û dilîze. Ez qet nagirîm û bi aramî radizim. Dem derbas dibe, em vedigerin bajarê ku em lê dijîn. Ew rewş diguhere, diya min çi dike neke jî ez ranazêm û digirîm. Ew nizane çi bike û çawa çareser bike. Rojekê xaltîka min li wê digere. Diya min jê re behsa vê rewşê dike û ew jî behsa lorîkên ku wê ji min re digotin dike. Diya min dest pê dike û dibêje “Hopanî, hopanî…”. Çi dibe yan jî çawa dibe nizanim lê ez bi rehetî radizêm. Bêguman bebekek çi fam dike û çiqas fam dike mijarên din in lê ji bo min sedema vê aramîyê ew lorîk e. Sal derbas bûn, nevîyên xaltîka min çêbûn. Ew jî niha li heman lorîkan guhdar dikin. Bi rastî, dema ez dibihîzim, hê jî heman aramîyê hest dikim.
Gelê kurd di her qadên jiyanê de rastî êrîşan tê. Helbet rehma dagirkeran û sînora êrîşên wan tune ye. Di wan şert û mercan de, parastina hebûn û nasnameyê dijwartir dibe. Lê belê, ne êrîşên dagirkeran tiştekî nû ye ne jî gelê kurd li ber êrîşên wan serê xwe ditewîne. Ziman jî parçeyeke vê têkoşînê ye. Eger em li dîroka lorîkan binêrin, dibe ku em ê wate û armancên cuda bibînin lê di vê babetê de lorîkên kurdan dibin yek ji amûrên xwe-parastinê. Ew afirandina bîreke çanda kurdewarî de roleke girîng dilîzin. Her çi qas dagirker bi awayên cuda hewl didin ku nasnameya wan biguherînin, zarokên kurdan bi rêya lorîkan zimanê xwe nas dikin û helbet ew naskirineke xurt e.
ez hew razî me
hûn bijîn li wan qesran
têr û seretêra xwe
û ez wiha birçî bê zar û ziman
bes bikin galegal
bila biheşta we ji we re be
min dîroka xwe divê
-Berken Bereh
Çavkanî:
Thompson, P., & Bornat, J. (2017). The voice of the past: Oral History. Oxford University Press.
Kayi, B. (2022, May 4). Dergûş û lorîkên dayikan. Xwebûn |. https://xwebun.org/dergus-u-loriken-dayikan/
[1]