Çiya, daristan û #xweza# ya asîmanê şervanan
Hogir Berbir
Çiya ne tenê parçeyek ji xwezayê ye, di heman demê de çavkaniyek e ku giyan bi mirov digihîne. Dema ku bi vê hêza balkêş ya dem û xwezayê dihewîne nava xwe, xwesteka keşfê ya hebûna mirov bi mirov re şiyar dike. Her zozanek, her lûtkek çîrokekê vedibêje û mirovan vedixwîne gera kûrahiya nava xwe.
Çiya ne tenê ax û zinar in, heyînek bi heybet e, bi cewhera xwezayê û xeyalê mirovan barkirî ye.
Çiya abîdeyên zindî ne ku mohra demê li xwe digire. Bi sekna xwe ya bêserûber û aram, barê paşerojê hildigire ser milên xwe. Bi şehrezayiya gihîştî, bi avakirina pirek di navbera duh û îro de çîrokên man û nemanê vedibêje. Her zozanek, her lûtkek şahidekî bêdeng ya serpêhatî, têkoşîn û serketinên wê ye.
Dema ku mirov di kûrahiya çiyayan de lê hûr bibe, cîhanek ji kevir û axê wêdetir dê kifş bike. Geliyên nepenî yên li pişt perdeya mijê, bi melodiya ava tê de diherikin, direqisîne. Melodiya bi bayê re ku di nava zinaran de deng vedide, pêkhateyên xwezayê ya bi heybet diyar dike. Şikeftên hundirê çiyê, cihên razdar in ku şopên demê vedişêre. Bêdengiya di nav wan de aramiyek medîtîf pêşkêşî binheşa mirovahiyê dike.
Çiya sembola lêgerîna azadiyê ya mirovahiyê ye. Heyînek bi heybet e, bi cewhera xwezayê û xeyalên mirovan barkirî ye. Gihîştina bilindahiya ser lûtkeyên wê ne tenê serkeftinek laşî ye, di heman demê de rêwîtiyek ber bi efsûnî ya hundurîn e. Di bilindahiya çiyayan de mirov ji sînorên xwe derbas dibe û bi bêdawîtiya gerdûnê re rû bi rû dimîne.
Çiya ne tenê parçeyek ji xwezayê ye, di heman demê de çavkaniyek e ku giyan bi mirov digihîne. Dema ku bi vê hêza balkêş ya dem û xwezayê dihewîne nava xwe, xwesteka keşfê ya hebana mirov bi mirov re şiyar dike. Her zozanek, her lûtkek çîrokekê vedibêje û mirovan vedixwîne gera kûrahiya nava xwe.
***
Lûtkeya çiyê dişibe taceke bi qabek e spî ku hatiye pêçandin û di nav tevna berfê ya nazik de hatiye danîn. Berfa nazikî bedewiyek e ku di cewhera xwezaya wê de veşartî ye û hembêz dike.
Berf perdeya herî pak û bêkêmasî ya xwezaya wê ye. Lûtkeya bi spehiyê ku bi esaleta spîbûnê hatiye nixumandin, li ber ronahiya rojê dibiriqîne, heybetiyê lê zêde dike. Kulîlkên berfê mîna zêr û baqirên yaqûtî dibiriqîne, reqsa ronahiyê nîşan dide, bi atmosfereke balkêş li dîmenan zêde dike.
Berf şiklê herî pak, xweşik û bedewiya xwezayê ya çiyê ye. Berf bi qandî çiyê mirovan vedixwîne rêwîtiyek bigihîn ya kûrahiya atmosfereke xwedawendî. Mirov di bin perdeya berfa spî de wateya hebûna xwe dibîne û bi hêza xwezayê xwe li kûrahiya wê diherikîne.
Bayê bi rehma xwe berfê bi nermî direqisîn e. Her gerek berfê mîna karekî hunerî di şêwaza xwe de ku direqisîne bi baldarî, bi destê xwezaya efsûnî tê çêkirin. Bi qadên spî re heybet û bedewiya çiyê radixe ber çavan û berf dibe sembola bêdengî û aştiyê. Bi tevna xwe ya nazik ruhê mirovî dimizmizîne û aramiyeke kûr berdide nava dilî.
Bi hilkişîna serê çiyê re berf, tevneke nerm dide hîs kirin. Melodiya xwezayê bi dengê qîrîna berfê di bin lingan de dide reqişandin. Dema ku çav tên girtin, cîhaneke ku di nav bêdengî û aştiyê de ye, di hîşmendiya mirovî de diafirîne. Berf cîhek e ku bi demê re xwe lê datîne û bi esl û fesla wê dinexişîne ku giyan dideyê.
Berf şiklê herî pak, xweşik û bedewiya xwezayê ya çiyê ye. Berf bi qandî çiyê mirovan vedixwîne rêwîtiyek bigihîn ya kûrahiya atmosfereke xwedawendî. Mirov di bin perdeya berfa spî de wateya hebûna xwe dibîne û bi hêza xwezayê xwe li kûrahiya wê diherikîne.
***
Fotograf: Dewrêş Elî
Berfa spî bi dengên herî geş û bi heyecan dibe lehiya avê û li nav daristanên çiyê wiha diherike.
Dema ku hûn dikevin nav dilê daristanê, yekem tişta ku pê re rû bi rû bimîne bêdengî ye, lê orkestraya xwezayê bi herikîna avê û xwendina teyr û teba û çûkan û her ajalên dinê, tijî dike. Daristan wiha vediguhere qada konserekê ya jîndar, ya bi stranên zimanên çûkan, xişxişa daran û herîkîna şemalên bi coş ên robaran. Çivîk dema ku bi perên xwe yên rengîn di navbera çiqilokên daran de difirin, bi stran, çiqirk çiqirkê; bi hev re danûstandinekê dikin. Her dengek di dilê daristanê de ritmekê diafirînin û sêhra xwezayê temam dikin. Bi vê tevna tevlihev û dewlemend ya li nav daristanê dixîne, ritma lihevhatî ya xwezayê dike raperîn û dibe gerdûnek ku hemû jîndar tê de bên gel hev û bi aramî bi hev re bijîn. Her dengek rengekî nû wiha dide der û hebûna xwe lê diyar dike.
Bi meşa di nav daran de, pelên daran bi bayê sivik ku digihên hev û bi xişmek sivik mirov pêşwazî dikin. Ev deng dibe ku çerxa bêdawî ya xwezayê bîne bîra mirov û herikîna demê bide hîs kirin. Robarên bipêpelok yên bi coş, bi dengê awaza avê re bêdengiya daristanê dişikîne nava xwe. Ruhê daristanê diherikîne ser zinaran, aşît û newalan û aramiyek efsûnî belav dike.
Dengên zêde yên ajalan li nav daristanê muzîka xwezayê ya bêhempa ku diafirîne, bi dengên din yên cihê re dihilberîne ji xwezaya têrnebûyî. Van dengan cîhek ku dem lê disekine, giyan lê sermest dibe û laş zindî dibe ku di dilê daristanê de tête rêve bibe, mirovan vedixwîne ber bir hêza efsûnî ya vê xwezayê ku kifş bike û giyana xwe jî pê re sermestbike, bixwîne û nas bike.
***
Avên diherikin, mîna çemên ber bi çeman ve diçin, bê deng û nerm ji nav lepên xwezayê diherikin. Melodiya avên diherikin dengê aştiyane ya bi xwezaya wê re ye ku bayekî nerm û hêdî hêdî bi xwe re ber bi aramî û bextewariyeke tijî dibe…
Yek ji diyariyek xwezayê ya herî balkêş, çem in ku di nav kûrahiya xwe de diherikîne, bi coşa şelaleyan xwe bera nava derz û qelîştekan dide, bi sêrbaziyekê bedewiya xwezayî ji me re radigihîne.
Çem û robar çavkaniya jiyana xwezayê ne. Ava wê ya ku hêdî hêdî diherike, bi her dilopekê jiyanê dide axê û serê axê li ber xwar dike. Di kûrahiya çem de hêz û bêdengiya avê bi hev re dijîn û qirnên avî tê de govenda nedîtî digerînin. Herikîna wê derbasbûna demê tîne bîra mirov, di heman demê de zelalî û bi zelaliya avê re aramî ku aramiyê di hiş mirov de zelal dike.
Şevbar hêz û coşa xwezayê temsîl dike. Ava ku bi serbestî ji zinarên bilind diherike, dema ku bi qîrînek bi hêz li erdê dikeve, dengê kemana ji dest lehengekî ku li wir amade derketive, çêdike û derdîxe. Vê pêşandana balkêş aliyek xwezayê ya balendayî, bi heyecan nîşan dide. Şemala rûbaran bi enerjiya bêdawî ya xwezayê û berdewamiya wê jiyanê ji nû ve nîşan dide.
Avên diherikin, mîna çemên ber bi çeman ve diçin, bê deng û nerm ji nav lepên xwezayê diherikin. Melodiya avên diherikin dengê aştiyane ya bi xwezaya wê re ye ku bayekî nerm û hêdî hêdî bi xwe re ber bi aramî û bextewariyeke tijî dibe …
Ev bedewiyên xwezayê xezîneyên ku ruhê mirovan dipêjin, bi kêfxweşî û aramiya çem, şemal û avên diherike, dibe alîkariya hevsengiya hundurîn ku bibîn e. Mîna sêrbazekî hêza vê xwezayê tîne dixe nava jiyana me, di heman demê de dibe hişyariyek ji xwesteka kişfek nû re.
***
Fotograf: Dewrêş Elî
Li dor van çem û rûbaran, reqsa çûkan û şahiya şînahiya kûr yek ji dîmenên herî balkêş û rengîn yên xwezayê ne.
Asîman bi perdeyeke şîn ya kûr hatiye pêçandin. Ev şînahiya kûr sembola bêdawî û azadiyê ye. Mîna kulmek fireh e di dest kesên li wir amade ne, ji çîrokek nû re amadehiyê dike ku her gav li ser were nivîsandin.
Çûk di nav vê perava şîn ya asîmên de baskên xwe bi azadî dihejînin. Digel perên xwe yên rengîn şahiyek dîtbarî ku li asîman zêde dibin, bi lêdana baskên xwe re rîtmek muzîkî diafirîn in. Bi hatina çûkan ya cem hev ku li asîmanan direqisin, li hewayê fîgurên akrobatîk pêk tînin û bi ahengek bêkêmasî tevdigerin.
Awayê reqsa çûkan ji kesên li wir amade re cejneke xwezayiyê radigihîn e. Bi pirçên xwe yên rengîn, bi şêweyên curbecur û bangên mîna dengbêjî li asîmên şopa firçeya wênesazekî dişopînin, dihêle. Her çûk reng dide nava asîmanên kûr û sêhra xwezayê temam dike.
Pîrozkirina cejna li asîmanan aştî û bextewariyê tîne bîra wan. Reqsa azadî ya çivîkan, dilê wan dipêjîne xwe ku xwe bi reqsa wan re berde. Temaşekirina reqsa çûkan di bin asîmanê şîn de ku ji vê demê re derbasdar e, vedixwîne nava bedewiyên bêdawî yên xwezayî ku hev re parve bikin.
Di encamê de, dansa çûkan û asîmanê şîn û kûr, yek ji pêşandanên herî balkêş ên xwezayê ye. Azadî, zerafet û rengên çûkan asîmanên wekî tabloya wênesazekî ji dest kesên li wir amade dixemilîne û mirovan ber bi rêwîtiyeke hundirîn ve dikişîne. Qonaxek e bêdawî pêşkêşî temaşekirina dansa çûkan dike û hêza balkêş ya xwezayê ji mirovan re tîne gel hev.
***
Ev tê wê wateyê ku kesayet xwe radestî ahenga balkêş ya di nava vê xwezaya bilind de bike û aramiyê di nava kûrahiya giyana xwe de bibîne.
Dema ku kesayet di nava xwezayê de winda dibe, di cîhana xwe ya hundirîn de diçe ber bi rêwîtiyek kûr. Di vê gera xwe de xwe bi cewhera xwe û girêdana xwe ya bi kûrahiya gerdûnê re ji nû ve nas dike.
Çiyayên bilind, deryaya asîmanê fireh an jî daristanên bê dawî... Mirov wiha xwe di van bedewiyên xwezayî de winda dike. Melodiya çûkan, xirecira bayê, coşa avê... Her yek ji wan mirov bi aramî û bi aramiyê re tijî dike. Dema ku kesayet xwe radestî vê ahenga xwezayî dike, hest dike ku dem rawestiya ye û tenê kêliya nuha dijî girîngtir dike.
Di van kêliyên ku xwezayê hembêz dike de kesayet bi bîr tîne ku parçeyek ji hebûna wî/wê ye. Bedewiya balkêş ya xwezayê dîwarên egoya mirov dişikîne û digihîne rêwîtiya keşfa xwe ya hundirîn. Kesayet wiha xwe hîs dike û dibîne ku parçeyek ji her tiştê ku dora wan dicive û digire, bi xwezayê re yek e.
Ahenga xwezayê giyana kesayetî dixwîne û ji nû ve bi xwezayê re vedigihîne. Stres, xemgînî û tevlihevî bi aştî û aramiyê tê guhertin. Dema ku kesayet di nava xwezayê de winda dibe, di cîhana xwe ya hundirîn de diçe ber bi rêwîtiyek kûr. Di vê gera xwe de xwe bi cewhera xwe û girêdana xwe ya bi kûrahiya gerdûnê re ji nû ve nas dike.
Di encamê de kesayet xwe radestî ahenga balkêş ya di xwezaya bilind de berdide û dadike, di kûrahiya giyana xwe de xwe radestî aramiyê dike. Bi bedewiyên xwezayê re çawa dibe yek, wiha di cîhana xwe ya hundirîn de ji nû ve zindî dibe û bi bêdengiya kûrahiya giyana xwe re rû bi rû dimîne. Ev ê bi hêza xwezayê û cewherên nava xwe re girêdide ku giyan jîndar dike, da ku wateya jiyanê ji nû ve bibîne.
***
Li cihekî dûrî bajarên bi avahiyên mezin û keldûmana bêhnefişkî bi ligel aramiya vê xwezayê mirov hatine cem hev.
Dengê xwezayê dikeve şûna dengê bajarê bêlome. Melodiya çûkan, strîna bayê û şelaleyan bi coşa robaran ruhê mirov xweş aram û tijî dike.
Gundek ji wan dûr xuya ye ku radestî bêdengiyê bûye, di nava xweşikbûna xwezayê her tişt li xwe ve hewandiye. Li şûna avahiyên bi betonî, xaniyên axîn û darîn ku bi keskahiya xwezayê re dane lêkirin, hene. Li nav kuçeyên gund ne bi gavên mirovan, bi çivîka çûkan tijî ne. Kulîlk û darên ku parçeyek ji xwezayê ne, li her quncikî atmosfereke tijî aramî ava kirin e.
Asîman bi perdeyeke şîn ya kûr hatiye pêçandin. Gava ku ewr hêdî hêdî diherikin, ronahiya rojê her tiştî ronî dike. Dema ku hewaya teze pişikê mirovî tijî dike, bêhna xwezaya aramî û rehetiyê tîne gel mirov. Di vê atmosfera bê hempa de, mirov hîs dike ku dem rawestiyaye û li ber kêfa vê kêliyê arasteyî jiyanê bûye.
Jiyanê bi bêhnên xwezayê yên bi hev ve girêdayî diherikîne û diguhere; dikişîne nava bêhna xweş ya kulîlkan, ya gihayê û bêhna sivik ya axê ku ruhê mirovan dipêjîn e xwe. Dengê xwezayê dikeve şûna dengê bajarê bêlome. Melodiya çûkan, strîna bayê û şelaleyan bi coşa robaran ruhê mirov xweş aram û tijî dike.
Ev gundê dûr û bêdeng ku ji qelebalixiya jiyana bajêr dûr, atmosfera di hembêza xwezaya jiyanê de giyanan ji nû ve vedijîne û jîndar dike. Mirov bi her vedana bêhnê re nêzî sêhrbaziya xwezayê dibe û di cîhana xwe ya hundirîn de ber bi rêwîtiyek kûr ve dibe.
***
Fotograf: Dewrêş Elî
Ew gundek e ku li serê wan çiyayan e, giravek aram û azad e ku di nav vê xwezayê de veşartî ye.
Gundekî ku ber bi serê çiyayan ve dirêj dibe, bi dîmeneke bi heybet ya xwezaya li derdorê hatiye dorpêçkirin, bi aramiya xwe cihêtî û xwedîtiyeke efsûnî radigihîne her qadên jiyanê.
Her mirovên ku li vir dijîn, bi atmosfereke balkêş ji qerebalixiya bajêr direvin û ber bi çiyayên li hember xwe dibezin û hev hembêz dikirin. Evîna xwe ji lûtkeyên çiyayan dan destpêkirin û di hembêza aştiyane ya xwezayê de xwe dîtin û nas kirin. Bi roj bi şînahî, deng û awaza xwezayê li gel hev rapelikîn, hilkişiyan nava xwezaya çiyayan, bi êvaran re jî di nava bêdengiya aramiya wê de ku bi demên romantik yên di binê stêran de li benda derketina tîrêjên rojê diman da ku çawa hiltê di dil xwe de hîs bikin û temaşe bikin.
Her demsal dê wiha evîna wan gurtir û xurtir bike. Bi hatina biharê re xweza şiyar dibû, kulîlk vedibûn û çûk distirên. Di germa havînê de bi hev re dadiketivin ber çemên hênikahiyê radigihîne û bi vê heyecana avê dihesin û xwe pê re berdidin. Bi payîzê re bi pelên zer dibûn û guriya bayê di navbera wan de kêliyên taybet diafirand, gêr dikin. Di sermaya zivistanê de, li ber kuçikê agir ku bi hev re çaya germ vedixwin, bi temaşekirina berfa li van çiyayan dilên hev hembêz û germ dikin.
Ji bo min, hun beşa herî xweşik ya vê xwezayê ne heval. Stêrkên herî geş ên li asîman, şînahiya herî kûr ya deryayan, lûtkeyên herî bilind yên van çiyayan e... Hûn di nav de û ev bedewî li gel we, tişta herî bi qîmet ku çi qas li hev tên.
Evîna wan wiha bi efsûna xwezayê re xurt dike û dibe edebiyek mayînde. Evîna li serê çiyayan, di nav lepên xwezaya efsûnî de dibin lehengên çîrokeke ku dê rastiya wan her û her bidomîn e. Çîroka wan bi hêza xwezayê û efsûna evîna welat veguherîne çîrokek ku nayê jibîrkirin û nivîsîn.
***
Şervanên di nava vê xwezayê de guftogoya ku bi hev re dikin, bi kêf û henek in û dilên xwe ji hev re radigihînin:
- Binêrin evan dîmenan çiqas balkêş in! Bi rastî ji bo min şanaziyek e ku li ber van bedewiyên xwezayê bi we re me.
- Erê, ez jî hîs dikim ku vê taybetiyê bi we re, li serê her çiyayên ku her kulîlk lê vedibin, hemû bedewiyên xwezayê zindîtir û watedartir dibin ku xuya dibe hembêz bikim.
- Ji bo min, hun beşa herî xweşik ya vê xwezayê ne heval. Stêrkên herî geş ên li asîman, şînahiya herî kûr ya deryayan, lûtkeyên herî bilind yên van çiyayan e... Hûn di nav de û ev bedewî li gel we, tişta herî bi qîmet ku çi qas li hev tên.
- Û hûn ji bo min jiyan bi xwe ne. Her kêliya ku ez bi we re derbas dikim, mîna xezîneyeke ku bi dest nakeve ye. Dema ku ez bi we re me, hest dikim ku dinya dizîvire. Her tişt bi we re watedartir û xweşiktir dibe.
- Hezkirina we li serê van çiyayên di bin stêrkan de bêsînor, kûr û kamil e. Her tişt bi we re geştir û xweşiktir dibe. Bi rastî kêfa jiyanê bi we re xweş dibe.
- Û em wiha ji hev hez dikim, mîna ku em van hestan raberî hev dikin. Her kêliya me ya bi hev re mûcîzeyek e. Ev mûcîze bi me re di nava bedewiya xwezayê de bextewariya herî mezin e.
- Em û xweza wiha dibin yekbeden û xweza ji kenê li ser rûwê me dipeke heval. Em, ev in û ev cûdahî di navbera me û ne yên di nava me de ne, an ne bi me re ne, dipekîne ber çavan heval…
- Ên ku vê bedewiya li me hatiye, tehemûl nakin û bi her çûreyên talankirin û xerakirinê li hember vê xwezayê û hûrguliyên wê, li hember me şer danîn e, da ku me û vê xwezaya me tune bikin, çi ji dest wan tê dikin.
- Em ji der heqê her tiştî dertên heval heta ku ev xweza li pişta me be…
- Em ev in heval….
- Em ev in…
- Em…
[1]