Em #jin# , deyndarê zayenda xwe ne
Zerya Delîl
Kar û barê mirovên bindest bi rastî jî ne şuxlê aqilmendan e. Têkiliya wan bi jiyanê re jî lewaz e. Mixabin em bi zimanê serdestên xwe hê jî siyasetê dikin û bi vî zimanî fêr dibin. Lê tu kesek ji me bi zimanê serdestan nikare şîna mirîyê xwe bigire, bigirî û biqîre. Tu dayîk lorikan bi zimanê wan nabêje.
Dema mirov li ser şert û mercên li girtîgehan difikire, bi taybet şert û mercên ku Kurd wek girtiyên siyasî tê da dijîn, dibîne ku jiyan ne tenê di nav çar dîwaran de hatiye asêkirin, jiyan hatiye rawestandin. Lê hewarek lazim e ku girtî û zindanî nefesa di cergê wan de asêbûyî derxin derveyî wan asêgehan. Me jî xwest em dîsa bibin hewariyek û çend gotinan ji girtiyeke têrxwende û wêjekar Medya Yaklavê bigîhin we. Belê, Medya Yaklav wekî ku li derve ye û azad e bersiva pirsên me dide. Şert û mercên girtîgehê ji bo wê nabin sînordar. Çinku wêje jî gelek caran bêsînor e an jî sînoran nas nake û ji wan derbas dibe. Wêjekar jî wek balindeyekê ye, li ku dixwaze li wir ji xwe re hêlînekê ava dike. Em ê di vê hevpeyvîna xwe de li ser awayê avabûna hêlîna wêjeya Medya Yaklavê bisekinin. Medya Yaklav ji zindana Sîncan- behs dike û dibersivîne. Kerem bikin…
Destpêkê em dixwazin derbarê têkiliya te ya bi wêjeyê re pirsekê bikin. Wêje bi salan e di jiyana te da cihekî taybet digire. Gelo meyla te ya ji bo wêjeyê çawa peyda bû?
Wêje di jiyana her mirovekî de xwedî tameke xweser e. Lê bele bi ya min jin çiqas nêzi jiyanê be, wêje jî ewqas nêzî jiyanê ye. Wêje xemla jiyanê ye, jin jî her wisa. Wêje vebêja jîyanê ya herî nazik e, jin jî her wisa. Wêje danasîna jiyanê ya herî xweş û xweşik e, jin jî her wisa. Gava ku ez hay ji xwe bûm, hingî wêje nizilî nav jiyana min. Li gor min çand dilê civakê ye, wêje reh û damarê wê ye. Û di wêjeyê de helbest rehên herî qahîm pêk tîne. Ez ji kûrahîya jiyanê hez dikim, wêje qufleya vê kûrahiyê ye. Ji ber vê meyla min ket ser wêjeyê. Ne ku min zanînên din ne ceribandine, bêguman bêyî wan jî nabe, lê ciyê wêjeyê cuda ye. Wêje wekî kewarê ye ku her tiştî radike, di xwe de mihafeze dike û dema tê xwestin ji nû ve disêwirîne.
Em dibînin ku bi taybetî wêjeya Kurdî tu dorpêç kiriyî. Gelo çi taybetmendiyên wêjeya Kurdî hene ku evqas bala te dikişîne û tu ji bo xwe cihekî çawa di nav de peyda dikî?
Çawa her giya li ser koka xwe şîn dibe, bi ya min wêje jî divê wisa be. Wêjeyeka bêyî zimanê dayîkê di nav giranbihayiya wêjeyê de bêqedr e. Kar û barê mirovên bindest bi rastî jî ne şuxlê aqilmendan e. Têkiliya wan bi jiyanê re jî lewaz e. Mixabin em bi zimanê serdestên xwe hê jî siyasetê dikin û bi vî zimanî fêr dibin. Lê tu kesek ji me bi zimanê serdestan nikare şîna mirîyê xwe bigire, bigirî û biqîre. Tu dayîk lorikan bi zimanê wan nabêje. Wekî bersiva pirsa yekemîn; têkiliya mirov û wêjeyê têkiliyeke jiyanî ye.
Ziman hebûn e. Wêjeya bi zimanê dayîkê wêjeya herî xweş û meqbûl e. Vê yekê ez nabêjim, hosteyên wêjeyê yên navnetewî dibêjin.
Çawa her giya li ser koka xwe şîn dibe, bi ya min wêje jî divê wisa be. Wêjeyeka bêyî zimanê dayîkê di nav giranbihayiya wêjeyê de bêqedr e. Mixabin em bi zimanê serdestên xwe hê jî siyasetê dikin û bi vî zimanî fêr dibin. Lê tu kesek ji me bi zimanê serdestan nikare şîna mirîyê xwe bigire, bigirî û biqîre.
Mixabin berîya deh salan zimanê wêjeya min ne bi Kurdî bû, bi Tirkî bû. Bi vî zimanî xelateka min a sosret jî heye. Dema mirov xwe nezane zêdegaviyan dike. Bi saya kovara we ez lêborîna xwe di sêrî de ji Cegerxwîn (di beşa çîroka Tirkî ya pêşbaziya Cegerxwîn de min ev xelat girtibû ) û tevahî Kurdewaran dixwazim. Gelek dirêj bû lê kurt û Kurmancî dema dilê min bi Kurdewarî dişewite ez vê yekê encax bi vî zimanî dikarim vebêjim.
Gelo têkiliya te ya bi wêjeya cîhanî re çawa ye, hûn tamekî çawa ji wêjeya cîhanî digirin?
Wêjeya klasik a cîhanî wekî her mirovekî raman û hestên min jî dane ber xwe û li hev edilandine. Tama klasîkên cîhanî wek tama wêjeya li ser koka xwe wisa bitam e. Lewre ev berhem, bi zimanê xwe, çanda xwe, ji heyam û zemanê xwe hatine nivîsandin. Ji ber vê yekê cîhanî ne. Tameke xwecihî di xwe de dihewînin loma dema Kurdek, Ûrisek an jî Ewropîyek bixwîne heman tamê digire.
Wêkî din dema têkiliya mirovî bi wêjeya xwe re çêbibe, wêjeya cîhanî bêtir giranbûha dibe. Heta mirov derbarê xwe de du hevokan nenivîsîne, mirov nizane bê ev berhem, bê bi çi azarî hatine nivîsandin. Têkîlîya min bi wêjeya cîhanî re zindî ye, çi qas dijîm, ew qas bi min re dijî.
Meraqa me ya din jî derheqê wan wêjekar û helbestvanan de ye ku bala te dikişînin. Gelo kî ne ev, evên ku bi her awayî bere te dizivîrînin xwe?
Murathan Mungan bi her awayî bala min dikişîne, lê ciyê helbesta wî cuda ye. Baba Tahir, Ehmedê Xanî û Cegerxwîn bi helbest û wêjeya xwe ezîzên ber dilê min in. Nizar Qebbanî, Sohrab Sepehrî û Tagor bi helbesta xwe îlhamê didin min. Di romanê de jî Ehlem Mustexanemî. Bi taybetî dixwazim li ser wêjeya Rojhilatê ya di 10-15 salên dawî de afiriye bisekinim. Çi dikeve ber destê min dixwînim. Derveyî klasîkên binavûdeng, wêjeya Rojavayê (bi taybetî wêjeya nûjen) zede bandorê li ser min çênake. Her wiha ez ez nivîskarên wekî Helîm Yusiv, Ehmed Huseynî, Kawa Nemir, Arjen Arî, Erd Agron teqez pêşniyar dikim, divê bene xwendin.
Ger em bejin “Çima helbest, em ê ji te çi bibihîzin?
Min xwe di helbestê de dît û dixwazim bi helbestê berhemdar bim. Mirov dikare dîrok, civak, her cure kesayetî û zanistê û ol, çand, ziman û cureyên zimanî di helbestê de bibine û carna wan bîne gel hev. Tam ji ber vê yeke min helbest tercîh kir.
Dema min hîn nû dest bi helbestê kir, min çend helbestên xwe ji zaneyekî re şandin. Ji min re got, “Te helbesta felsefeyê nivîsîye.” Li ser fikirîm û min ji xwe pirsî “Çawa yanî? Di wan helbestan de min behsa me kiribû, behsa jiyana me, ev felsefe bû. Dema min ev rastiya xwe dît, min xwest jiyanê bi tevahî têxim nava helbestê û bi zimanê helbestê di jiyanê de biaxivim.
Pirtûkeke te ya bi navê “Welatê Min” derket. Eleqeya xwendevan ji bo vê çawa bû? Tu dikarî nirxandinên wan bi me re parve bikî? Dîsa ji bo te wateya vê berhemê çî ye?
“Welatê Min” wekî navê xwe ji bo min gelek wateyan dihewîne. A herî seretayî, ceribandina hestên zimanê min e. Ji helbestê wêdetir cara yekemîn min bi Kurdî hestên xwe nivîsandin. Bi awayekî din van hestên Kurdî wekî helbestê şêwe girtin. Dîsa wekî her berhema yekem bi zêdehî û kêmaniyên xwe roniya çavên min e!
Ê ku dizanin, ji xwe dizanin gelek bûyer hatine serê van helbestan; bi salan veşartî man, dema min da dû wan, gotin “di destê me de ne!” Bêyî min bi niyetekê hatin çapkirin. Piştre min xwest ji nû ve çap bikim, vê carê hatin dizîn. (Dikene) Helbest û diz tev de wenda bûn, bêhenek! Hema hema piştî heşt salan bi navê “Welatê Min” hatin çapkirin. Helbestên vê pirtûkê berxwedêr in û gihîştin serkeftinê!
Ji xwendevanên min nirxandinên gelek giranbûha hatin. Ez naxwazim pesnê xwe bidim. (Dikene) Gelek xwendekaran helbestên min şibandibûn helbestên Baba Tahirê Uryan. Wekî hûn dizanin şahê helbesta me ye Baba Tahir. Dema min ev şîrove xwendin bi rastî jî laşê min lerizî. Kêfxweşî, şanazî û hema hûn çi bibejin bi her tiştên xweş min ev nirxandin pêşwazî kirin û min got “Ez tu carî nikarim avê li rê ne jî li destê Baba Tahir bikim… Lê belê, ez di rêya Baba Tahir de dimeşim. Jixwe, di pirtûka xwe ya duyem de bi helbestekê min ev yek îlan kiriye.
Di helbestên te de em gelekî rastî motîfên kevn tên. Bi şêwazên nû; lê bi motîfên kevn ango kevnarî û nûjenî… Tu dikarî vê taybetmendiya helbestên xwe hinekî din bi me kifş bikî?
Di nivîsandina helbestê de, ne tene tarzên klasik û nûjen, mîn hinek tarzên din şopandin. Bo nimûne “Haîku” terzek ji helbesta Japona ye. Dema min ev helbestên bi vê terzê xwendin, min got ev terz gelek li zimanê Kurdî diçe û min ceriband. Lê bele par ez ji pirtûka Selîm Temo a bi navê “Kurdên Xorasanê” hîn bûm ku di Kurdiya kevnar de ‘Sexîstî’ ji xwe hebûye. Yanî min “Haîku” li zimanê Kurdî anîbû lê di zimanê me de jixwe ev tarz hebûye û navê wê jî ‘Sexsîstî’ ye.
Dîsa min li gor zanîna xwe ‘xezel’ û ‘çarîn’ ceribandine. Dibe ku hinek nivîskar tenê bi terzekî xwe sînordar bikin, lê ez ji tevahiya terzan hez dikim û di helbesta xwe de cî didim wan.
Di xetên nûjen de bikaranîna motîfên kevnar nîşaneya wê yeke ye ku nivîskar ji koka xwe û çandê hîn deyn werdigire. Kevnarî dewlemendî ye, tu çi qas hay ji kevnariya xwe hebî, nûjenî jî ew qas li dema xwe tê.
Dîsa motîfên jinê jî pir in. Wisa ji me re tê ku di her ristê de jin heye. Di dîrokê de jî motîfên jınê di berhemên wêjekarê navdar de pir cî digirin. Gelo mirov dikare wek sedema vê çi nîşan bide?
Di “Welatê Min” de, min motîfên jinên wenda, dîroka wenda bi kar anîn. Dîsa bi romanê min hestên veşartî û nedîtî li hev anîn. Weke jin em her yek deyndarê zayenda xwe ne, bi vê zanînê dijîm, dinivîsînim. Di pirtûka xwe ya duyem de, min ev yek bi zanîneke xwedî armanc pêk aniye. Derveyî wêjeye tu çi binivîsî, tu dikarî jinê li derve bihêlî, lê di wêjeyê de ev ne pêkan e. Jin-jîn çi gav cî diguherin, dewsa hevûdu digirin. Wêjekarên kevnar jî jî bi raza jiyanê ango bi jinê hesiyane, loma xetên wan xurt in.
Di xetên nûjen de bikaranîna motîfên kevnar nîşaneya wê yeke ye ku nivîskar ji koka xwe û çandê hîn deyn werdigire. Kevnarî dewlemendî ye, tu çi qas hay ji kevnariya xwe hebî, nûjenî jî ew qas li dema xwe tê.
Rêber Apo di nivîseke xwe de dibêje “Di şerî de helbest nayê nivîsandin.” Bi qasî em dişopînin ev gotin şaş tê şîrovekirin. Ji ber serokatî bi xwe jî diceribîne, ew nivîsandina helbestê wekî helwesta azadbûyînê bi nav dike. Em vê mijarê çawa safî bikin?
Bi ya min jî ev gotin şaş hatiye şîrovekirin. Lewra Serok Apo hem helbest nivîsiye hem jî her berhemeka wî wekî helbestê hatiye nivîsandin. Li ser Kurd û Kurdistanê, her hevokên wî weke helbestekî, destanekî hatiye nivîsandin. Heger berhemên wî bi Kurdî bê xwendin dê tam û xetên helbestê werin dîtin.
Wekî din, şerekî bê helbest, bê stran , bê roman û hwd. ne pêkan e. Gelo ma pêkan e ku jana wendahiyên me an jî jana dayîkekê bêyî helbestê an jî bi cureyeke din were ziman, ku hebe jî ez bi xwe nizanim. Her çiqas ev wekî pênaseyeke teknîkî xuya bike jî mînakên wekî Şehîd Delîla jî hene.
Gelek wêjekar û helbestvan hene ku di zindanê de berhemên xwe nivîsandine. Sedema vê yekê mirov dikare çawa diyar bike?
“Tê nebêjî ev girtîgeh e û ez jî girtî me
Li gel xwe teqez pênûsekê peyda bike
Li ber serê xwe çend pirtûkan kêm neke
Werzîşa xwe yî rojane jî ji bîr neke qurban
Ger tu di girtîgehê de bî, tê tevahî çekên xwe bi kar bînî
Nebêje ez helbest nanivîsînim, tê helbest jî binivîsî
Ji bîr neke, tê helbest jî binivîsînî wêne jî çêkî…”
İdris GUZEL - Heval Xort
Her qadeka têkoşînê kevneşopîyeke xwe heye, Heval Xort jî çand û mirateyeke ji salên heştêyan di helbesta xwe ya bi navê ‘Germa Tebaxe’ de aniye ziman. Helbest bi xwe ji bo me wekî fermanê ye. Di vê helbestê de têkoşîn û berxwedana salên heştêyî hatiye nivîsandin. Min tenê ev beş ji bo mijara me jê girt û wegerand Kurdî.
Dîsa kesên bi berpirsiyariya civaka xwe rabûne niha dîlgirtî ne. Ev kes li gor şer û mercan têkoşîna xwe bi pênûs dikarin domdar bikin.
Dîyalektîka Kurdî jî heye, gelek ji me bi hişmendîyeke xurt, bi bayê têkoşînê weke pêlekê, dilopekê ketin nava vê jîyanê. Zindan bû qada hişmendîyê. Her yek ji me belasebeb nabêje me xwe di hundir de nas kir. Ev kesên xwe nas dikin bêguman dê xwe bidin nasandin jî. Rêya vê yekê nivîs e, bi her şêweyî nivîs.
Ji bo wêjeya hemdem ger em pirsekê bikin, em ê rastî kîjan nêrînê werin?
Heger mirov behsa wêjeyeke hemdem bike, divê mirov ji hêla şoreşgeriyê ve û bi awayekî rêkûpêk bigire dest. Ronesans li ser vê bingehê bilind dibe. Em çiqas hemdem bin jî ta ku me mohra xwe li dîrokê xist, wê gavê em dikarin behsa wêjeyeke hemdem bikin. Wêjeyek hemdem, sekna li hember çarenûseke nediyar e û jinûvenivîsandina çarenûsa xwe ye. Wêjeyeke hemdem, hem xwedî paşerojê hem jî xwedîyê pêşerojê ye.
Gelo pêşniyarên te hene ji bo kesên ku meyla wan li ser wêjeye heye ango nû dest pê dikin?
Hevalên ku giheştine tama wêjeyê, ji we re dibêjim: Çima hûn jî nebin xwediyê berhemekê? Çima hûn jî nenivîsînin? Helbet berhemên we yên destpêkê dê ne li gor dilê we bin. Lê belê bila dilê we jê sar nebe. Van nivîsên xwe teqez li alîyekî komî hev bikin. Dê rojekê kêrî we bên. Carna jî dibe ku bi berhemên yekem, mirov ser hişê xwe jî biçe (bi ya min ev dûrî me ye). Lewre li gor ku dişopînim heval berhemên xwe yî hêja jî di xewleyan de dihêlin. Loma dema we dît ku hûn ji ser hişê xwe ve çûne, bi berhemeke nû hişê xwe bînin serê xwe. Afêrînerî şêweyeke azadîyê ye û bêdawî ye.
Heger em bixwazin tiştekî hêja biafirînin, divê em di wê derbarê de teqez bixwînin. Her wiha divê em tevahiya xwendin û zanyariyên xwe yên heyî di dema afîneriyê de berhêlî nivîsa xwe bikin. Bîra xwe dagirin, bîra xwe binasîn û bi hişmendîya xwe wekî çemekî biherikin.
Bila her nivîseke we armanceke xwe hebe. Heger mirovî armanceke xwe nebe, berhemên wan jî dişibin kopiyeke pirtêkên din û xweseriya mirovî dernakeve holê. Murathan Mungan dibêje; “dema ez li ser mijarekê dinivîsim, teqez derbarê wê mijarê de 20-30 pirtûkan dixwînim.”
Gotina dawî, hêvî û daxwaza min ji her hevalê ev e ku ji bo xwe nas bikin divê binivîsînin. Her cureyê biceribînin, enerjî û cewhera we dê li gor xweserîya we bifesile. [1]