Helbest çiyê me ye û ji me çi dixwaze?
#Mizgîn Ronak#
Deng ji helbestê nayê, pirs ber bi bayê dikevin. Qey helbest fîşekên hewayî ne, hew bi deng û ronahiya xwe hene? Û çima ewqas kêfo ne, kengê çi dixwazin dibêjin, xwe li dilê me bicih dikin û direvin.
Ev pirs, zûda ye di dil û hişê min de digere. Helbest çawa dijîn? Bi belavok û civînan, bi biryarên fermî kêfxweş dibin an bi xwendin û meş û ketin û rabûnan? Çimkî li gor min helbest zindîwer e, xwedî dil û aqil, xwedî bîr û bawer e. Loma ye ku ‘Kî ne Em’, tevlî xwîna me ye, bi me re mezin dibe, digere, bi me re xemgîn dibe, aciz dibe, bi me re dilşah dibe. Loma ye ku “ey av û av” bi tevî avên li hinavê me û bi welatê me re diherike, dicoşe an jî di lalbûna golek çiyayî de bêdeng dibe.
Lê pirs didome, helbest çiyê me ne? Yar, dost, heval an cînara me ne? Hinga ku em û helbestek hev dinasin û şûnde pêwendiyek çawa derdikeve holê? Em dibin çiyê hev, li ku ji hev diqetin, li ku digihîjin hev, li ku bi hev re qehweyeke tehl vedixwin, li ku ji hev dixeyidin?
Bo nimûne ev helbesta min a ku min zivistanekê li zindanê nivîsîbû, niha çiyê min û çiyê we ye?
Helbest zindîwer in; bi rastî jî welê zindîwer in ku yên xwe li milkê dil bicih dikin tim dimilmilin, carna wek kuliyan bi hewa dikevin, carna wek teyreke bagerza li ser serê me difirin, carna jî wek şanên hingivan, bi bêdengiya xwe ya şirîn dilê me tije hingivê şiîrê dikin. Lê tim li wir in, hene; herçî me ji wan hez kiriye em bê wan, ew bê me nabin.
Rojên Zivistanê / Di rojên bi berf de / Em bidin pey qazan gol bi gol / Ne ji bo ku em / bicemidin / Ji bo ku em / Papikên zivistanê li xwe bikin / Em bi kuliyên berfê re / Dakevin / newalên Qersê / Ji bo ketinê na / Ji bo dîtina xeyalên spî / Em xwe di tendûrek de veşêrin / Rojek zivistanê li Qersê / Ne ji bo ku em bişewitin / Ji bo em winda bibin / Em cêbên xwe tije / şevên spî û geş bikin / Lê ne ji bo razanê ji bo em ji / Ji vê kabûsa reş hişyar bibin / Em rojek / zivistanê li Qersê bin / Bila zaroktî were pêşiya me / Biqazên xwe yên kêfxweş… /Em xwaro-maro bimeşin / Bila kes bi me nekene / Ji bilî kuliyên befrê…
Bi rastî ev helbesta behsa kîjan daxwaz û xeyalê dike, çima dixwaze bide pey qazan? Bi vê daxwaza xwe ya ecêb û spî dibe çiyê me? Ku em bi rastî jî di rojeke berfî de bidin pey qazan û xwaro- maro bimeşin, dê daxwaza vê helbestê pêk bê? Hingê em û ew dê bibin yek an hev tune bikin? Yanî tiştên ku helbest ji me dixwaze çi ne? Çima wiha bi riste û ruhê xwe yê fûrok (ku difûre) dilê me bi hewa dixe, lê ew tim wek xwe û li cihê xwe disekinin?
Min di destpêkê de got ku helbest zindîwer in; bi rastî jî welê zindîwer in ku yên xwe li milkê dil bicih dikin tim dimilmilin, carna wek kuliyan bi hewa dikevin, carna wek teyreke bagerza li ser serê me difirin, carna jî wek şanên hingivan, bi bêdengiya xwe ya şirîn dilê me tije hingivê şiîrê dikin. Lê tim li wir in, hene; herçî me ji wan hez kiriye em bê wan, ew bê me nabin.
Diyar Bû / Di testa DNAyê de derket ku / Porê te yê hespek dîn e / Dilê te yê teyrek dirinde
Testa DNAyê dibêje ku / Tu ne welat î / Kurdistan navê stêrka herî dûr e / Derzîdanka xeyalan î tu / Testa derzîdanka derziyên te dibêje ku / Ev qefesa sing ne ya te ye / Ev destên cemidî jî / Û Kurdistan navê cûreyek janê ye / Ne navê welatek e
Îja ev helbest çi ji me dixwaze? Em ê çawa pê re razên û rabin, pê re nexweş bikevin û baş bin, pê re xwe li test û mestan biqelibînin? Ku porê me, yê hespek dîn be, em çima û çawa em in, û ku Kurdistan navê stêrka herî dûr be, em niha li ku ne û çima xwe wiha diperitînin?
Lê deng ji helbestê nayê, pirs ber bi bayê dikevin. Qey helbest fîşekên hewayî ne, hew bi deng û ronahiya xwe hene? Û çima ewqas kêfo ne, kengê çi dixwazin dibêjin, xwe li dilê me bicih dikin û direvin.
Wek ku helbest “agir ber didin kayê û xwe didin ber bayê” ne? Mînak, herçî Kî ne Em e; dema em guhdar dikin diçin ser ewran, digihîjin Merîhê jî, lê di rastiyê de em tim li cihê xwe ne. Jixwe ji ber vê yekê ye ku heman Cegerxwîn dibêje “xelk li ser teyaran e, em hêj li keran suwar in” Kî ne Em li ku, ev riste li ku! Lê helbest tam jî ev tişt e. Hem rastiyê dibêje, hem jî berevajiya wê, hem nîşan dide hem jî vedişêre, hem dikuje hem jî vedijîne.
Gemiyek Li Nav Biyabanê / Gemiyek li nav biyabanê / Deryayek ziha bûye /Yan / Ew ji / deryayê bêzar bûye / Gemiyek li nav biyabanê / Ne destên rûbarekî digehinê / Ne çengên baranê / Gemiyek li nav biyabanê / Bila her ba / Xêliyên wê rake govend û dîlanê / Wê çi rê li / ber nemane / Ji bilî tofanê / Gemiyek li nav biyabanê / Ger vê carê / Tofan jî hat / Paşî dahat / Ne Cûdî milê xwe dide ber / Ne Ararat / Gemiyek li nav biyabanê / Xêliyên wê diryay / Heta lêva / Di xîzî ra may / Ne hîviyek bi bay maye / Ne bawerî bi tofanê / Du çengên şikestî ne / Li nav daristanê /Gemiyek li nav biyabanê
Ev helbesta Mueyed Teyîb a ku me dike “gemiyek li nav biyabanê” çi ji me dixwaze? Dema wiha dike hewar derdê xwe dibêje yan derdê me? Û ev helbest çiyê me ye? Em wê li eniya xwe binivîsin an li bin balifan veşêrin? Ev helbesta ku berê me dide tofanê, kengê me avêt mexzena xwe?
Îro Ji Dest Husna Hebîb / Xwezî min sed ser hebana / Sed hizar dev pê ve bana / Ew hemû l’medhê te bana / Hêj bi wan noqsan im ez / Ez kiz û zer bûm ji qehrê / Dê devek çi b’kit ji behrê / Yan du çav ç’ bikin li sehrê / Li dîtina ‘eynan im ez
Vê dilopa ji helbesta Melayê Cizîrî, behsa kîjan bêdevî û sînordariya me ya bêdawî dike? Em çi ne kî ne li hember bêsînoriya behr û sehrayê? Ev helbest kîjan nasnama me ye? Li bin çengê me yê çepê veşartiye an an li bin mijangên çavê rastê? Lê her li ku be ev nasname, ne ya ku mijokdar daye me ye. Heqîqî û rastî ye.
Em ê vê pirsiyara li ser xwe û helbestan bidomînin.
Çavkanî:
Mizgîn Ronak, Kirasê Heyvê, Aram, 2023.
Mueyed Teyîb, Gemiyek Li Nav Biyabanê, Avesta, 2019.
Feqiyê Teyran, Feqiyê Teyran: Jiyan, Berhem û Helbestên wî, Amadekar: M. Xalid Sadinî, Nûbihar, 2017.[1]