Pirtûkxane Pirtûkxane
Lêgerîn

Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!


Vebijêrkên Lêgerînê





Lêgerîna pêşketî      Kilaviya


Lêgerîn
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina babetê
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Alav
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
Ziman
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی
Kurmancî
هەورامی
Zazakî
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Hesabê min
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
Lêgerîn Tomarkirina babetê Alav Ziman Hesabê min
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی
Kurmancî
هەورامی
Zazakî
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Em kî ne
 Babeta têkilhev!
 Mercên Bikaranînê
 Arşîvnasên Kurdipedia
 Nêrîna we
 Berhevokên bikarhêner
 Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
 Alîkarî
Babetên nû
Jiyaname
Hasan Bîter
26-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 48
24-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
RÊZIMANE KURMANCÎ
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Dîroka Kurdistanê 1
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 47
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Osman Sebrî 1905-1993 (Jiyan, Têkoşîn û Berhem)
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Rewan
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
QÎRÎNA MIRINÊ
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Zanhaweya Pêxember (Mewlûda Pêxember)
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Ji xunava Bîranînan
07-11-2024
Aras Hiso
Jimare
Babet
  527,869
Wêne
  112,326
Pirtûk PDF
  20,633
Faylên peywendîdar
  107,028
Video
  1,607
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
290,414
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
90,874
هەورامی - Kurdish Hawrami 
66,297
عربي - Arabic 
32,064
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
19,769
فارسی - Farsi 
11,243
English - English 
7,791
Türkçe - Turkish 
3,684
Deutsch - German 
1,808
لوڕی - Kurdish Luri 
1,690
Pусский - Russian 
1,140
Français - French 
349
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
91
Svenska - Swedish 
72
Polski - Polish 
56
Español - Spanish 
55
Italiano - Italian 
52
Հայերեն - Armenian 
52
لەکی - Kurdish Laki 
37
Azərbaycanca - Azerbaijani 
27
日本人 - Japanese 
21
中国的 - Chinese 
20
Norsk - Norwegian 
18
Ελληνική - Greek 
16
עברית - Hebrew 
16
Fins - Finnish 
12
Português - Portuguese 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
7
Esperanto - Esperanto 
7
Catalana - Catalana 
6
Čeština - Czech 
5
ქართველი - Georgian 
5
Srpski - Serbian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
Hrvatski - Croatian 
3
балгарская - Bulgarian 
2
हिन्दी - Hindi 
2
Lietuvių - Lithuanian 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Peyv & Hevok 
40,927
Pend 
24,978
Kurtelêkolîn 
5,421
Şehîdan 
4,306
Enfalkirî 
3,604
Pirtûkxane 
2,772
Çand - Mamik 
2,631
Navên Kurdî 
2,603
Jiyaname 
1,748
Cih 
1,164
Belgename 
291
Wêne û şirove 
184
Weşanên 
115
Cihên arkeolojîk 
61
Partî û rêxistin 
28
Vîdiyo 
19
Helbest  
10
Nexşe 
3
Pêjgeha kurdî 
3
Karên hunerî 
2
Wekî din 
2
Ofîs 
1
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Hilanîna pelan
MP3 
327
PDF 
32,235
MP4 
2,682
IMG 
206,214
∑   Hemû bi hev re 
241,458
Lêgerîna naverokê
Kurtelêkolîn
Feylî
Kurtelêkolîn
EDEBÎYATA KURDÎ YA KLASÎK Û...
Kurtelêkolîn
JI MÎTOLOJÎYÊ BER BI TARÎXÊ...
Kurtelêkolîn
DI ZARGOTINA KURDÎ DE HESP
Jiyaname
Diya Ciwan
Du kitêb û nivîskarekî dilsoz
Kurdîpêdiya derfetên (mafê gihandina agahiyên giştî) ji bo her mirovekî kurd vedike!
Pol, Kom: Kurtelêkolîn | Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0

Du kitêb û nivîskarekî dilsoz

Du kitêb û nivîskarekî dilsoz
Du kitêb û nivîskarekî dilsoz
Erd Agron

Herçî ku li pişt xwe nenêre, pêşiya xwe nabîne. Ji bo #wêjeya Kurdî# jî îro ya esas ev e. Lipaşxwenihêrîn, bi gotineke din pêşiyaxwedîtin e.
Ji ber ku dizanin tariya zindanê bi şuhleya ziman ronî dibe serdestan dîsa Kurdî li hundir qedexe kirine. A rast ji xwe zagoneke ku Kurdî li zindanan serbest bike heta niha ji xwe tunebû, di filiyatê de pêşî lê hatibû vekirin. Ev demeke dirêj e dîsa pêşî lê hatiye girtin. Nameyên bi Kurdî winda dibin, nivîsên bi Kurdî tên desteserkirin û pirtûkên Kurdî ne ji ber peyvekê, bi dilê xwe qedexe dikin, yên ku ti hêncetê jê re nabînin jî bi mehan di destê xwe de dihêlin û teslîm nakin. Dema tu nerazîbûnên xwe tînî ziman û balê dikişînî ser vê cudakariyê, heft sondan dixwin û dibêjin “em cihêkariyê nakin. Bi Îngilîzî, Almanî heta bi erebî bûna ti pirsgirêk tunebû. Lê em jê fêm nakin, Kurdiya wan pir cuda ye, kesî bixwîne nîn e.” Halbûkî ji sedî sîçilê wan Kurd in û bi Kurdî dizanin. Lê ne ew gardiyan bi yên Kurd bawer in ne jî yên Kurd bêtirs diwêrin xwe li vî karî biqelibînin. Helbet mijara vê nivîsê ne ev e. Lê weke têketina nivîsê pêwist bû ku van jî binivîsim. Ji ber ku illeh têkiliyek pê re heye. Di Tîrmeha 2022’yan de bi qasî deh-panzdeh pirtûkên Kurdî ji min re hatin. Dema ku pirtûk tên her kesê ku ne xerîbê zindanê ye, (ka ma kijan Kurd xerîb maye ji zindanê?!) dizane ku berpirsiyarên girtîgehê bi hûrgilî pirtûkan vedikolin ka tiştek xetere an jî qedexekirî dihewîne an na. Îca min ji van pirtûkan ya herî dawî di Çileya 2023’yan de ji nav lepên wan derxist. Ger ku tiştek din bûna herhal min ê bigota bila jehr têkevê û ez ê jê biqeriyama. (Ev çar sal in ji ber rengê wan hinek cilên min di nav destê wan de ne û ez rojeke xwedê jî li pey neketim). Lê ma pirtûk wisa ne qey… tew îca ku bi Kurdî bin..!
Min bi eşq hemû pirtûk xwendin. Yên ku min pir ecibandin jî yên ku min rexneyên xwe lê dikirin jî hebûn. Lê hemû bi Kurdî bûn û hemû jî li ber dilê min şêrîn bûn. Lê ji nava wan du pirtûk bi dengekî bilind digotin “va em li vir in.” Du pirtûkên ji serkaniya wêjeya me ya hemdem tevlî dîroka wêjeya Kurdî-kurmancî dibûn.
Du pirtûkên Nurî Hîzanî (ku min ev nav cara ewil dibihîst) “Hub û Xebat (2021-Lîs)” û “Şewqa Sibê (2022-Lîs)”. Îbrahîm Bulak dîsa bi karekî pîroz xwe nîşan daye û pirtûk amade kirine. Em Îbrahîm Bulak ji bihîzyarî û pêjinkiriya wî ya derbarê wêjeya Kurdî û xebatên wî yên nivîskî nas dikin. Berî pirtûkên Nurî Hîzanî, pirtûka Mîkaêlê Reşîd ya bi navê Wede-Pencere-Mitale, (Belkî- 2019) amade kiribû û weke zêrekî neşikandî diyarî wêjekar û wêjehezên kurmancî kiribû. Belkî Îbrahîm bi van hewildanên xwe dixwaze ji me re vê bibêje: “Heger tu bixwazî pêşiya xwe bibînî, li pişt xwe binêre.” Yanî herçî ku li pişt xwe nenêre, pêşiya xwe nabîne. Ji bo wêjeya Kurdî jî îro ya esas ev e. Lipaşxwenihêrîn, bi gotineke din pêşiyaxwedîtin e. Di pêşgotina pirtûka bi navê “Hub Xebat” de Îbrahîm Bulak di derbare jiyan û nasnameya Nurî Hîzanî de agahiyên pêwîst parve dike û dibêje “Nurî Hîzanî Kurdîzimanekî Ermen e. Navê wî yê Ermenkî Hovakîm Margaryan e. Hîzanî sala 1896’an li Hîzana Bilîsê, li gunde Xakêvê tê dinyayê. Ji ber zilma osmaniyan derbasî Ermenistanê dibe. Xwendina xwe li Rewanê dike û di Teknîkûma Kurdanî Pedagojiyê de dersdariyê dike, gelek pirtûkên dersê tercûmeyî kurmancî dike. Bi heman awayî helbest û gotinên xwe di Rêya Teze de diweşîne.
Hub û Xebat
“Rojek ziktêr, yek zikbirçî,
Rojek dilkul, dilbirîndar:
Oktyabra sor şeveq anî
Bi tîrêncêd şewq û zelal.”
“Hub û Xebat” pirtûka Nûrî Hîzanî ya helbestan e. Her çiqas bi çarîne û beytan helbestên xwe nivîsandibe jî mirov nikare bibêje Nurî Hîzanî bi forma klasîk helbestên xwe hûnandine. Teşeya klasîk teşeyeke diyarkirî ye, qalibek amade ye. Ger ku li gora divêtiyên wê neyên nivîsandin ew helbest encax dikarin weke helbestên serbest (modern) werin pênasekirin. Ev nayê wê wateyê ku helbesta serbest helbesteke bêteşe ye. Ew bi teşedayîna helbestvan dîşêwe û bi pîvanên xwe resen û xweser e. Wê çaxê em dikarin bibêjin ku helbestvan Nurî Hîzanî li gel ku xwestiye forma klasîk bi kar bîne jî helbestên serbest nivîsîne. Ji helbestên wî jî diyar e ku pir guh nedaye hêmanên teşeyî û naverok esas girtiye. Naveroka helbestên wî ji şoreş, êşên civakî, jiyana Kurdan û kesayetên dîrokî yên Kurd ku xwedî tesîrên mezin bûne pêk tê. Dengbêjî, Feqiyê Teyran, Nurî Dersîmî, Elîşêr, jiyan û çanda Kurdan hêmanên vegotina wî ne, lê dilsoziya wî ya bo biratiya Kurd û Ermenan di nav hemû helbestên wî de xwe dide der. Bi taybetî jî ev xwezî û dilsozî di helbesta wî ya bi navê Kerîk ji poêma Tarîxa Mîrê Miksê, bi vegotineke paqij tê ravekirin. Ma dê di vê helbestê de Nurî Hîzanî hevgirtina dil û mejiyê xwe bi kijan zimanê figuratîf îfade bikira, dê serî li kîjan hêmana teşeyî bidaya?
Weke Şikoyê Hesen, Mîkaêle Reşîd, Fêrikê Ûsiv, wî jî dilxwaziya xwe ya şoreşê ya sovyetan û hezkirina xwe ya ji Lenîn re aniye ziman û wesifdayîna wan li ser xwe ferz dîtiye. Ji ber ku biratiya gelan, wekheviya jin û mêran û azadî, di pêşengiya Lenîn de li sovyetan pêkan dibîne. Helbesta wî ya bi navê Qurilta Meşûr, hemû bawerî û bendewariyên wî rave dike. Mirov dikare bibêje ev helbesta wî niviştek e li hember her cure xirabiyên dijî şoreşê.
Xwestiye tesîra şoreşê ya li ser Kurd û Ermeniyan kiriye di kesayeta dengbêjên wan de rave bike. Helbesta wî ya bi navê Dengbêjêd Berê û Êd Niha, behsa daneberheva dengbêjên berê û yên niha (yên serdema xwe) dike. Wiha dibêje:
“Ew dengbêjêd bê pişt mil in,
Bê maş, bê heq û dilkul in,
Lê gumana xwe naborin.
Mane hîviya şeveq û tavê.”
Di heman helbestê de rewşê wiha rave dike:
“Rojek ziktêr, yek zikbirçî,
Rojek dilkul, dilbirîndar:
Oktyabra sor şeveq anî
Bi tîrêncêd şewq û zelal.”
Û di pey re behs dike ka jiyan çawa xweş bûye, ji hemû xirabyan ferikiye, cahilî çawa ji holê rabûye, derd û nalîn çawa winda bûne, dengbêjan çawa bi eşq dest bi methê xwediyên xebatan kirine û nexşên sorgulî çawa nîgar kirine.
“Hûnandiye bi tayê zêrîn
Ji keziyê bûkan, kûmê xortan,
Ji dilê dostan eşq û şîrîn,
Nexş hûnandin kesk û rengîn.”
Helbestê bi vê çarînê diqedîne û dibêje:
“Mîna refê baz û sîmûr
Kilamêd wan diçin pir dûr,
Sewt û deng û miqamê wan
Manê li dilê Nuriyê Hîzan.”
Dema ku mirov vê helbestê dixwîne bivê nevê Radyoya Erîwanê tê bîra meriv, ku bi rastî jî dengê dengbêjên wê pir diçe dûr. Nurî Hîzanî bi helbesta xwe ya bi navê Feqiyên Teyran Ra mizgîniya şoreşê dide Feqiyê Teyran û dibêje:
“Pir çetîn bû zimanê te:
Ereb, Mongol, fars û hûnan,
Şer dikirin li welatê te
Welat kirin perîşan.
Destxetê te, dûr û mircan
Ma nav kunc û gozê xaniyan,
Ew çend qurnê zelûlî bûn,
Hatin û çûn ser Kurdistan
(…/…)
Zeman niha xweş e feqî
Wan Dîlberan girtî nîn in,
Aza, serbest û xwedî ne
Di welatê şewristan in.
Li tax û gund xaniyêd Kurdan
Şewq vedaye medenyetê,
Qet kî dîtibû sal û zeman
Nav tarîqa Kurdistanê.”
Dema ku em behsa înşaya neteweya demokratîk dikin, bi heman awayî em qala ronesansekê dikin ku teqabilî rih û vîna gelên Kurdistanî ya kevnar dike û wan nûjen û zindî dike. Ma ne ronesansa Ewropayê li ser esase zindîkirina dîrok û çanda Grek-Romayê pêk hatibû. Kî ev jî di dîroka mirovahiyê de qonaxek ji qonaxên dîrokî yên neteweya demokratîk civaka dîrokî bû. Loma jiyana gelên Kurdistanî ji yek ji esasên sereke yên ronesansekê ye.
Dema ku em bi vî awayî li berhemên wêjeyî yên gelên rojhilata navîn binêrin em ê dane û hêmanên pevrejiyana gelan bibînin. Nurî Hîzanî di vî warî de jî xwedî giringî ye. Her çiqas di berhemên xwe de ji civaka Ermenî bêtir xwe li civata Kurd girtibe jî ew xizimtiya Kurd û Ermeniyan esas digire. Fikir û nêzîkatiya xwe di vî warî de di helbesta xwe ya bi navê “Kerîk”ê de ku di poêma “Tarîxa Mîrê Miksê”de derbas dibe, tîne ziman û ev nêzîkatî diniqute gelek helbestên wî jî. Divê ku ev pevrejiyan, ev biryardariya jiyanê were zindîkirin. Di vî warî de Nurî Hîzanî nîmetek e. Helbet ku dema bi disîplînên cuda cuda helbestên wî werin dahûrandin em ê rastî gelek daneyên din jî werin.
Şewqa Sibê
Şewqa Sibê kitêba Nurî Hizanî ya çîrokan e. İbrahîm Bulak îdîa dike ku ev yekemîn pirtûka kurteçîrokên modern e ku di sala 1934’an de li Rewanê çap bûye û wiha didomîne: “Vê kitêbê heta niha zêde bala kesî nekişandiye, loma bi şaşîtî hatiye gotin ku ‘Nûbar’a wezîrê Nadêr yekemîn pirtûka hîkayeyên kurmancî yên modern e ku salek piştî “Şewqa Sibê” çap bûye. Di demên pêş de dibe ku ji bin kavil û xirbeyên dîroka me berhemine din derkevin û em bibêjin a ewil ev e. Ma jixwe dîrok ne zanisteke xwendina rabirdûyê ye? Lê aniha dê ti kes li ber vê angaştê ranebe ku yekemîn pirtûka çîrokên modern a kurmancî “Şewqa Sibê” ya Nurî Hîzanî ye. Û em ê bi dilekî rehet bibêjin her kî bi Kurmancî çîrok binivîse û hay ji Nurî Hîzanî tunebe dê çîroka wî nîvco bimîne. Ji ber ku me gotibû “tu li pişt xwe nenêrî tu dê pêşiya xwe nebînî.”
Di vê pirtûkê de jî bala meriv dikişîne ku Nurî Hîzanî di çîroknûsiya xwe de jî ne li pey hevsengiya naverok û teşeyê ye. Ew di çîrokan de jî bêtir li naverokê disekine. Meyleke propagandîf li ser çîrokên wî serwer e. Şerê sinifan, proleterya, azadiya jinan, wekheviya zayendî û hwd… Bi kinahî derdê wî vegotina şoreşê ye.
Di çîroka xwe ya bi navê “Zelîxê” de behsa jineke Kurd a ku tevlî şoreşê û şerê çînî dibe dike. Di çîroka bi navê “Narê” de felata Narê ya ji qeydên kevnar, dibe navenda vegotina wî. Di kurteçîroka “Kewê” de nakokiyên kesayetên nû û yên kevin, dijberiya şoreş û kevneşopiyên paşverû dide ber hev û balê dikişîne ser rêbaza rast ya rêxistikirin û bernamekirina karên kolektîf. Dek û dolabên dizivirin jî cihê xwe di herka kurteçîrokê de digirin. Di çîroka bi navê “Ebas” de mijara esasî şerê çînî ye. Di şexsê Ebas û Meyremê de, em dibînin ku şivanek û jineke gundî çawa dibin proleter û evîna wan çawa di bin siya şerê çînî de dimîne. Di çîroka bi navê “Eskeriya Memê” de jî em şahidî li ronîbûna Memê ya di şerê çînî de dikin. Mem di ordiya sor de digihîje kemalê. Di çîrokên wî yên din de jî tema naguhere û her bi vî awayî didome. Ya balkêş jî ew e ku Nurî Hîzanî mişt hêvî ye, reşbînî lê nîne û çîrokên wî tev bi çareserî, ronîbûn û bextewariyan diqedin. Ev jî xaleke giring e ku divê bo çîroknûsiya Kurdî bibe mînak. Her hêla jiyanê dramatîk an jî trajîk nîne. Her çîrok ne mecbûr e bi kuştinê, bi mirinê yan jî bi veqetin û girtinê biqede. Ji ber meyla wî ya propagandîf karekterên Nurî Hîzanî yekalî ne, qels in, kêm in, xav in û di kesayeta wan de valahiyên beloq hene. Jixwe bi rehetî tê fêmkirin ku ew xwe nade zorê ku ileh karakterên xurt biafirîne û zimanekî wêjeyî bi kar bîne. Di vî warî de bêxemiyek lê dixwiye. Heman bêxemî di Cîm û Gulperiya Cigerxwîn de jî heye. Hema ji karakter re gotine rabe, karakter jî rabûye û mecbûr maye tiştên di serê nivîskar de dubare bike. Lê li gel vê jî tiştek ji giringî û nirxê yekemînbûna xwe ya di dîroka kurmancî de kêm nake. Divê ku çîroknûs û vebêjerên Kurd vê pirtûkê bixwînin. Ji ber ku dê çîrokên xwe ji dera ku Nurî Hîzanî hiştiye binivîsin û yên nîvcomayî jî temam bikin. Helbet mirov dikare gelek tiştan li ser her du pirtûkên Nurî Hîzanî bibêje û binivîse. Bi ya min Îbrahîm Bulak gelek tiştên pêwîst di pêşgotinê de bi me re parve kirine. Ez li hember dilsoziya Nurî Hîzanî û keda Îbrahîm Bulak rêzê digirim û spas dikim. Hêvî dikim ku herkes pirtûkên Nûrî Hîzanî bixwîne.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 0 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://politikart.net/ - 26-11-2024
Gotarên Girêdayî: 1
1. Dîrok & bûyer 17-09-2023
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 17-09-2023 (1 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Edebî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 26-11-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 26-11-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 26-11-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 0 car hatiye dîtin
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.113 KB 26-11-2024 Aras HisoA.H.
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Jiyaname
Nesim SÖNMEZ
Cihên arkeolojîk
Temteman
Jiyaname
Resul Geyik
Jiyaname
Mecîdê Silêman
Jiyaname
Mîna Acer
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 47
Pirtûkxane
RÊZIMANE KURMANCÎ
Wêne û şirove
Kurdekî Batûmê bi cilûbergên neteweyî (sedsala 19an)
Jiyaname
Erdal Kaya
Wêne û şirove
Kinyazê Îbrahîm, Çerkezê Reş, Hecîyê Cindî 1985
Wêne û şirove
Di sala 1800`î de tabloya ku Kurdekî ji eşîra Caf'ê temsîl dike
Kurtelêkolîn
Kurdê li ber fermana qirkirina Ermeniyan rabûye: Cemîl Behrî Kunneh
Kurtelêkolîn
Ji Nisêbînê efsaneyek: Hozan Kilamedîn
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 48
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Wêne û şirove
Kêliya ku rêberê şehîd “Simko Axa Şikak” berî 96 salan giheşte bajarê Silêmaniyê
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Kurtelêkolîn
Bihara Kurdan li Pragê
Kurtelêkolîn
Efsaneyeke çiyayê Agirî: Ahmet Kesîp (Cemşîd)
Wêne û şirove
Xwendekarên dibistanên kurdî li rojhilatê Kurdistanê, di sala 1965an de
Jiyaname
Narin Gûran
Kurtelêkolîn
JI MÎTOLOJÎYÊ BER BI TARÎXÊ Û JI LEHENGÎYÊ BER BI EVÎNÊ DESTAN WEKU ÇEMKEKE SÎWAN DI VEGÊRANA GELÎ DA
Pirtûkxane
Dîroka Kurdistanê 1
Jiyaname
Rojîn Hac Husên
Jiyaname
Hasan Bîter
Jiyaname
Diya Ciwan
Jiyaname
Sîsa Mecîd
Kurtelêkolîn
Hevpeyvîna bi A.Balî re

Rast
Kurtelêkolîn
Feylî
13-10-2024
Sara Kamela
Feylî
Kurtelêkolîn
EDEBÎYATA KURDÎ YA KLASÎK Û TAYBETÎYÊN WÊ YÊN AVAHÎYA DEREKÎ
22-11-2024
Sara Kamela
EDEBÎYATA KURDÎ YA KLASÎK Û TAYBETÎYÊN WÊ YÊN AVAHÎYA DEREKÎ
Kurtelêkolîn
JI MÎTOLOJÎYÊ BER BI TARÎXÊ Û JI LEHENGÎYÊ BER BI EVÎNÊ DESTAN WEKU ÇEMKEKE SÎWAN DI VEGÊRANA GELÎ DA
24-11-2024
Sara Kamela
JI MÎTOLOJÎYÊ BER BI TARÎXÊ Û JI LEHENGÎYÊ BER BI EVÎNÊ DESTAN WEKU ÇEMKEKE SÎWAN DI VEGÊRANA GELÎ DA
Kurtelêkolîn
DI ZARGOTINA KURDÎ DE HESP
24-11-2024
Sara Kamela
DI ZARGOTINA KURDÎ DE HESP
Jiyaname
Diya Ciwan
24-11-2024
Sara Kamela
Diya Ciwan
Babetên nû
Jiyaname
Hasan Bîter
26-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 48
24-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
RÊZIMANE KURMANCÎ
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Dîroka Kurdistanê 1
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 47
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Osman Sebrî 1905-1993 (Jiyan, Têkoşîn û Berhem)
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Rewan
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
QÎRÎNA MIRINÊ
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Zanhaweya Pêxember (Mewlûda Pêxember)
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Ji xunava Bîranînan
07-11-2024
Aras Hiso
Jimare
Babet
  527,869
Wêne
  112,326
Pirtûk PDF
  20,633
Faylên peywendîdar
  107,028
Video
  1,607
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
290,414
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
90,874
هەورامی - Kurdish Hawrami 
66,297
عربي - Arabic 
32,064
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
19,769
فارسی - Farsi 
11,243
English - English 
7,791
Türkçe - Turkish 
3,684
Deutsch - German 
1,808
لوڕی - Kurdish Luri 
1,690
Pусский - Russian 
1,140
Français - French 
349
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
91
Svenska - Swedish 
72
Polski - Polish 
56
Español - Spanish 
55
Italiano - Italian 
52
Հայերեն - Armenian 
52
لەکی - Kurdish Laki 
37
Azərbaycanca - Azerbaijani 
27
日本人 - Japanese 
21
中国的 - Chinese 
20
Norsk - Norwegian 
18
Ελληνική - Greek 
16
עברית - Hebrew 
16
Fins - Finnish 
12
Português - Portuguese 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
7
Esperanto - Esperanto 
7
Catalana - Catalana 
6
Čeština - Czech 
5
ქართველი - Georgian 
5
Srpski - Serbian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
Hrvatski - Croatian 
3
балгарская - Bulgarian 
2
हिन्दी - Hindi 
2
Lietuvių - Lithuanian 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Peyv & Hevok 
40,927
Pend 
24,978
Kurtelêkolîn 
5,421
Şehîdan 
4,306
Enfalkirî 
3,604
Pirtûkxane 
2,772
Çand - Mamik 
2,631
Navên Kurdî 
2,603
Jiyaname 
1,748
Cih 
1,164
Belgename 
291
Wêne û şirove 
184
Weşanên 
115
Cihên arkeolojîk 
61
Partî û rêxistin 
28
Vîdiyo 
19
Helbest  
10
Nexşe 
3
Pêjgeha kurdî 
3
Karên hunerî 
2
Wekî din 
2
Ofîs 
1
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Hilanîna pelan
MP3 
327
PDF 
32,235
MP4 
2,682
IMG 
206,214
∑   Hemû bi hev re 
241,458
Lêgerîna naverokê
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Jiyaname
Nesim SÖNMEZ
Cihên arkeolojîk
Temteman
Jiyaname
Resul Geyik
Jiyaname
Mecîdê Silêman
Jiyaname
Mîna Acer
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 47
Pirtûkxane
RÊZIMANE KURMANCÎ
Wêne û şirove
Kurdekî Batûmê bi cilûbergên neteweyî (sedsala 19an)
Jiyaname
Erdal Kaya
Wêne û şirove
Kinyazê Îbrahîm, Çerkezê Reş, Hecîyê Cindî 1985
Wêne û şirove
Di sala 1800`î de tabloya ku Kurdekî ji eşîra Caf'ê temsîl dike
Kurtelêkolîn
Kurdê li ber fermana qirkirina Ermeniyan rabûye: Cemîl Behrî Kunneh
Kurtelêkolîn
Ji Nisêbînê efsaneyek: Hozan Kilamedîn
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 48
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Wêne û şirove
Kêliya ku rêberê şehîd “Simko Axa Şikak” berî 96 salan giheşte bajarê Silêmaniyê
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Kurtelêkolîn
Bihara Kurdan li Pragê
Kurtelêkolîn
Efsaneyeke çiyayê Agirî: Ahmet Kesîp (Cemşîd)
Wêne û şirove
Xwendekarên dibistanên kurdî li rojhilatê Kurdistanê, di sala 1965an de
Jiyaname
Narin Gûran
Kurtelêkolîn
JI MÎTOLOJÎYÊ BER BI TARÎXÊ Û JI LEHENGÎYÊ BER BI EVÎNÊ DESTAN WEKU ÇEMKEKE SÎWAN DI VEGÊRANA GELÎ DA
Pirtûkxane
Dîroka Kurdistanê 1
Jiyaname
Rojîn Hac Husên
Jiyaname
Hasan Bîter
Jiyaname
Diya Ciwan
Jiyaname
Sîsa Mecîd
Kurtelêkolîn
Hevpeyvîna bi A.Balî re

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 16
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 2.937 çirke!