Arîşeya Rengûawayî ya Wêjeya Kur(d)mancî
#Dilawer Zeraq#
Sedsala 19emîn bi pêla modernîzmê re derî li ber têkilî û hêviyên wêje û siyasetê de vekiriye. Lê gelo çima di wê serdemê de wêje wekî pêveka siyasetê maye? Em dibînin ku bêhtir siysetê ji wêjeyê sûd wergirtiye. Tevî yan yekan behskirina wêjeya polîtîk ne zehmet, lê belê di nav lêhûrbûneke tematîk û rexneyî de.
Wêje, her wekî hunerên din, çalakîyeke mirovane ye. Loma hemû awa û teşeyên ku hunerên din didin xwe û pê rengê naveroka xwe didin der, ji bo wêjeyê jî li dar e. Şanoyek dibe ku bi naverokeke qerfî ya siyasî be, fîlmekî sînemayê dibe ku bi naveroka trajediya evînekê be, wêneyek dibe ku rengê sirûştê bide der. Ev hemû di van huneran de li dar in û heta niha, bi taybetî li bakur, di hunera kurdî de, çi ji alî rexnegiran ve çi jî ji alî beşdar û bîneran ve tu gazincên ku li wan huneran bibe arîşe, nehatiye kirin.
Lê biwara wêjeyê ne wisa ye. Di vê biwarê de, kêm zêde ev deh salên dawiyê ne, hin deng radibin û li ser şêweyên zimên, li ser mijar û naverokê û li ser vegotina hin berhemên wêjeyî hey dubare dikin û dibêjin, “wêjeya (romana, çîroka, helbesta) siyasî” ye. Lê ji van dengan, ji bilî gotina “romana-çîroka-helbesta siyasî ye”, tu lêhûrbûneke rexneyî ya analîzî çênabe û gotina gazincî, bêyî ku bibe bêjareke (discourseke) hunerî-wêjeyî, wisa li der û dertolan digere.
Ji bo ku em bikarin ji hêlekê ve mijarê ji hev berfireh bikin û pêwendiyên mijarê yên bi war û dîsîplînên dîtir re heyî daynin rastê, em ê di vê nivîsarê de, tê de bixebitin da ku bikarin mijara “wêjeya siyasî” ya ketî behsê, ji hêlekê ve, rave bikin.
Sedsala 19emîn bi pêla modernîzmê re derî li ber têkilî û hêviyên wêje û siyasetê de vekiriye. Lê gelo çima di wê serdemê de wêje wekî pêveka siyasetê maye? Em dibînin ku bêhtir siysetê ji wêjeyê sûd wergirtiye. Tevî yan yekan behskirina wêjeya polîtîk ne zehmet, lê belê di nav lêhûrbûneke tematîk û rexneyî de.
Siyasîbûna Wêjeyê û Jihevcudabûna Awayên Wêjeyî
Pêwendî û pabendiyên di navbera wêje û siyasetê de, herî zêde piştî serdema modernîzmê pir zêde bi pêş de hatiye û di destpêka sedsala 19an û şûnde jî pirî caran behs jê hatiye kirin. Lê belê, qonaxên moderniyê tu carî rê nedaye ku pêwendiya di navbera wêje û siyasetê de heyî, hevkêşa xwe di nixûna (eleyha) wêjeyê de dayne û “ya wêjeyî her tim li tenişta ya siyasî cî girtiye.” (Gür Funda, 2022; 8) Wêje û siyaset; pirî caran jî wisa alozkî di nav hev ketine û jihevcihêkirin û jihevderxistina wan bûye tiştekî ne gengaz. Ev rewşa hanê bi me dide zanîn, her çend, car caran, yek ji wan di berhemeke wêjeyî de hinekî din jî berçavtir bûbe û ji alî naverokî ve xuyanîtir bûbe jî, di navbera wêje û siyasetê de pêwendiyeke ku li ser desthilatê ava bûye, çênebûye. Helbet sedema vê yekê ne pir demokratîkbûn û famdarbûna her du biwaran e. Em ji ber rengûawayê pêwendiya di navbera desthilatê û zanînê de pir baş dizanin ku “zanîn misêwa bi desthilatê ve dibeste û desthilat jî misêwa zanînê hildiberîne.” (Foucault, 2005; 19) Ev zanîna me dihêle ku em karibin bêjin; agahî û zanîna di wêjeyê de, ne agahiyeke xas û lêkarnekirî ye û wêje, agahî û zanîna ji derveyî xwe hildayî, bi hûrkarî di nava xwe de dihone. Loma jî agahiya lêkarkirî ya siyasetê tu carî nikare wekî xwe di berhema wêjeyî de cî bigire û rengê xwe bidiyê. Û wekî dongiya vê misogeriyê, wêje û siyaset, ne du dîsîplîn in ku zû bi zû karibin reng û awayê xwe bidin hev û desthilatekê li ser hev daynin.
Helbet, gelek caran, ji alî kesên xweyîdar û desthilatdar ve, hewl hatiye dayîn da ku ew karibin wêjeyê bi dest xwe ve bînin û wêje li gorî siyaset û îdeolojiyên wan bê kirin. Her çend em ê nikaribin di vê nivîsara kurt de bi berfirehî behs jê bikin jî, em ê karibin bêjin, Vladimir Ilyic Lenin, li ser Wêjeya Rastîparêziya Sosyalîst, dîtinên wekî, “Wêje, bi tevayî û wekî qanûnî, wê bibe wêjeya partiyê û wê ev reng wêje, li dijî keysperestiya burjuvayî, heta jê tê, were xurtkirin” (Lenin, 2008; 29) bi pêş de anîne û di serdema Stalîn de jî ev reng wêje derketiye bandeva (climaxa) xwe.
Encama vê pêkanîn û lêferzkirinê agahiyeke berbelav e û wêjeya bi zimanê Rûsî ya ku heta destpêka sedsala 20an bi xurtî hatiye, li ber bayê vî awayê wêjeyê ketiye û nekariye xwe ji sî û xwedîdariya rêveberiyên Sovyetê rizgar bike. Û wêjeya ku di vê qonaxê de û bi van pêkanînan, li wî welatî ji hêza xwe ketiye, bi pîjkirin û reşkirinên pergala lîberal-kapitalîst ya burjuvayî, bûye tişteya bertirsê (talûkeyê). Sed korayî, îro roj, ji bo hin welatên ji “dinyaya çarem” (Young, 2016: 80) û ji bo hin “wêjeyên biçûk” (Deleuze-Guattari, 2008; 26) ev rewş li dar e û bêhna siyasîbûnê ya di wêjeyê de, hê jî li ber pêşketina wan wekî tişteya bertirsê disekine.
Rêya jêderketina vê tengasiyê helbet peydakirin û şopandina heqîqetê ye. Hingê mirov ji arişe û nakokiyên takekesî û civakî xilas dibe. Piştî ku cîbicîbûna di nav heqîqetê de pêk hat, hikmê qaydeyên ku ji alî kes, komel û pergalên derveyî ve hatine danîn namîne. Û ev awa cîbicîkirin, di ser vegotina kesaneyî re, derfetên vegotina ji bîra kollektîf û ji bîra çandî bo kesan çêdike û ev yek dike ku berhemên wêjeyî karibin li ser hiş û ramaneke li hev şiyar werin afirandin û şirovekirin.
Lê belê, mesele hema wisa bi qewamekê û bi reşkirin û heramoyîkirinê naçe serî. Loma jî, her wekî Franz Kafka jî dibêje, “Arîşe ne aza(d)bûn e, arîşe têrederketin e” (yê radiguhêze; Deleuze-Guattari, 2008; 16) wêjeyên “dinyaya çarem” pêwîst e digel arîşeya xwe ya aza(d)bûnê, rêyên dîtir ji xwe re peyde bikin ji bo ku karibin hem xwe ji bahoza “wêjeya li ser gelemşeyên kesaneyî” hem jî xwe ji tofana “wêjeya rastîparêziya sosyalîst” bidin aliyê herî pêewle û herî afirîner da ku ew alî berê wan bide ‘afirandina li ser xwebûn”ê avabûyî.
Digel wê, rêya têrederketina ji vê girêk û xirboqê, li ser rengûawayê wê pêwendiyê ye ku wê bi rastî û heqîqetê re were danîn. Gava rengûawayê vê pêwendiyê xweşikî bê danîn û diyarkirin, heqîqeta dikeve behsê jî wê bibe rastiya bîra kollektîf û bîra çandî. Hingê wê “Bilêvkirin û vegotina heqîqetê têr neke û mirov dê di nav heqîqetê de cî bi cî bibin” (Foucault, 2005). Piştî ku cîbicîbûna di nav heqîqetê de pêk hat, êdî wê hikmê wan qaydeyên ku ji alî kes, komel û pergalên derveyî ve hatine danîn, nemîne -navê pergala derveyî ya ketî behsê; daxwaza hûtane ya kapîtalîzm û çavhîziya burjuvaya çilqûnî ye- û wê hikm û rêzikên wêjeyî yên lîberal-kapîtalîst, yên ku li ser “şayîş û xema kesaneyî” hatine bicîkirin, di xwe de pûç û bêkêr bibin. Helbet rêya vê pûçkirin û bêkêrkirinê jî, li ser qewîniya praksîsa (praxis) wêjeyî û çalakgeriya wêjeyî danandî ye ku bi xwe re nirx û hêjahiyên xweser yên kesan û yên komelê ava dike.
Praksîsa wêjeyî ku em dixin behsê, çalakgeriya “wêjeya dinyaya çarem” e û ev praksîs; desthilata “wêjeya dinyaya yekem” ku wekî “wêjeya mezin” tê bilêvkirin û “arîşeyên kesaneyî yên li ser kapîtalîzmê beralîkirî bi fantazmayeke oedipusane” (Deleuze-Guattari, 2008; 26) tîne mexderê û her tiştî “di tarîtiya serdaba jiyana kapîtalîst de vedişêre” (h.b.; 26), di ronahiya “wêjeya xwe ya biçûk” de difetisîne. Ji ber ku di “wêjeyên biçûk” de, her tişt, di nav ronahiya xwe de çêdibe ku ronahiya dikeve behsê, ew ronahî ye ku bîra kollektîf û bîra çandî wê derpêşî kesan û komelan dikin. Digel wê, “wêjeyên biçûk” yên neteweyên ji “dinyaya çarem”, ne tenê vegotina komelî, di heman demê de vegotina kesaneyî (ferdane) jî di şûneke kirdewarî (subjective) de cî bi cî dike. Û ev awa cîbicîkirin, di ser vegotina kesaneyî re, derfetên vegotina ji bîra kollektîf û ji bîra çandî bo kesan çêdike û ev yek dike ku berhemên wêjeyî karibin li ser hiş û ramaneke li hev şiyar werin afirandin û şirovekirin.
Wêjeya Kurdî, ji ber ku ji ser çar parçeyên Kurdistanê afiriye, ji xudatî siyasî ye. Wêjeya Kurdî jî wekî hemû qadên hunerî şerê man û nemanê dide li hember bişaftinê. Loma xwedî hin taybetiyan e. Siyasîbûna wêjeya Kurdî her çiqas wekî ku xwe ji bîreke takekesî têr dike xuya bike jî esasen ji bîra kolektîf a civaka Kurd ne dûr e.
Rengvedan û dengvedanên li ser siyasîbûna wêjeya Kur(d)mancî ya li bakur
Kurd, wekî neteweyeke ku welatê wan, wekî mêtingeh, di nav sînorên terîtoryayî yên netewe-dewletan de maye, her wekî Miroslav Hroch diyarkirî, “neteweyên biçûk” in (Hroch, 2011; 30-31) û her wekî Robert J. Young destnîşankirî, wêjeya Kurdî jî, li ser sê parçe-beşên Kurdistanê (bakur, başûr, rojava), wêjeyeke ji “dinyaya çarem” e. Ev derava hanê ya li ser halûmercên mêtingehî û mêtingeriyê ku wêje û hunera Kurdî bi gelek şêweyan û bi awayekî tevdehî tê de ye, dike ku nirxandin û hûrgeriya li ser berhemên bi Kurdî yên wêjeyî, di deqbend û çarçoveyên gelekî taybet û cuda de werin kirin.
Aliyê herî taybet û cuda yê wêjeya Kurdî ev e; wêjeya Kurdî, bi tevî çand û zimanê xwe ve, di bin zext û zor û pêkanînên çewisandin, asîmîlasyon û bêzanavkirina mêtingeriyê de, tê dixebite da ku karibe xwe heyî bike û rengê xwe yê ji dîroka dûr û nêz de bi xwe xistî, ji xwe winda neke. Ger em li ser vê helûmercê, li rengûawayê wêjeya Kurdî hûr bibin û têbigihîjin ku pêkanînên “mêtingeriya rengmodern” (Zeraq, 2022; 29) bi hemû awayên xwe ve û ji navikê ve bi pêkanînên kapîtalîzmê ve girêdayî ye û ev pêkanîn, di biwara wêjeyê de, bi temamî li ser “şayîş û xemên ferdîkirinê” hatine danandin, em ê çêtir hay jê bibin û bizanibin ku “siyasîbûna wêjeya Kurdî” ne ew siyasîbûn e ku di meclîsên dewletan, di nav partiyên sîsteman û di navbera dewletan de dide der.
Siyasîbûna wêjeya Kurdî, hem li ser bidestveanîna aza(d)bûnê ye hem li ser hişê xwebûnê ye hem li ser hîma hebûnê ye hem li ser avakirina bîra kollektîf, bîra çandî û bîra neteweyî ye hem li ser lihevşiyarbûnê ye hem jî li ser “rêya têrederketinê” ye ku dixwaze bigihîje heqê xwe.
Ji hêla din ve, reng û rewşa siyasîbûna wêjeyê ya serdema Sovyetê û reng û rewşa wêjeya Kurdî ya niha, ne wekî hev in; tew jixwe danberheva wan, fikirîna wan ya di heman deqbendê (kontekstê) de jî pûşkutan bi xwe ye. Helbet, tirs û şayîşa hin kurdên wêjehez, nivîskar û rexnegir cîgirtî ye û tê famkirin ku ew naxwazin wêjeya Kurdî bi wî alî ve biçe. Lê belê pêwîst e em wekî neteweyî mêtingehbûn û bindestbûna xwe tu carî ji bîr nekin û hemû gotin, bêjar (discourse), reaksiyon û nirxandinên xwe li ser wê deravê ava bikin.
Her wiha, awayê ku Lenin dibêje jî, ew awa fikirîn e ku hemû şayîşên nivîskar-hunermend li ser jiyana komelê asê dike û dike ku bala nivîskar-hunermend tenê li ser qewam û gelemşeyên komelê bimîne. Û ev rê û rêçik jî ne çar û dermanê wêjeya Kurdî ye.
Çar û dermanê wêjeya Kurdî, hewla “aza(d)bûn û rêya têrederketinê” ye û pêwîst e bi awayekî zelal bê zanîn ku “Ezmûneya dîrokê ya Ewropayî, ne ezmûneya dîrokî ya gerdûnî ye” (Thiong'o, yê radiguhêze; Jusdanis, 1998; 26) û “wêjeya dinyaya çarem” çi qas ji vê pêxapîna hane dûr bikeve wê ew qas karibe li ser estetîka xwe ya xweser ya bi bîra xwe ya kesaneyî, kollektîf û ya çandî avakirî, berhemên xweserî xwe biafirîne. Ji ber hinde ye ku Ngugi Wa Thiong'o dibêje, “Du estetîkên dijarê (zidê) hev hene: ya yekê estetîka çewisandin û mêtingeriyê ye, ya din jî estetîka têkoşîna aza(d)bûna komelî ye.” (Thiong'o, yê radiguhêze; Jusdanis, 1998; 27)
Wekî encam:
Li ser van agahî û pêzanînan, ne cîgirtî ye ku em behsa siyasibûna hin berhemên wêjeya Kurdî ya li bakur bikin û hey bêjin, “Divê em ji bîr nekin, wêje çalakîyeke hunerî ye.” Jixwe pêxapîna me jî bi van gotin û bi fikirîna bi vî rengî dest pê dike. Ji ber ku ev awa gotin û bawerî, li nivîskar û hunermendan dibe qeyd û bend û nahêle ew ji şayîş û qilqilînên hunerî yên kesaneyî pêvtir xema tu tiştekî bixwin.
Çi lêferzkirina şayîşên kesaneyî çi jî lêferzkirina şayîşên komelî, her du lêferzkirin jî, xweşikî bala xwe nadin ser hemû aliyên mirovbûnê û di hewan û çarçoveya xwe de, tenê arguman û palderên xwe dihewînin û palderên fikir û dîtina alîyê din heramoyî dikin. Ji ber hindê, her du alî jî, bi tena serê xwe nikarin ji “wêjeyên dinyaya çarem” re bibin rê, çar û derman.
Tevî ku berhemên wêjeyî, ji hêla teşeyî, naverokî û estetîkî ve, ji rengûawayên berhem û afiranên neteweyên din bandorê hildidin jî, rengûawayê wêjeya her ziman û neteweyekê, li ser awayê xwe yê xweser û li ser serborî û qewamên neteweyî reng dide xwe. Ev reng, di heman demê de rengê bîra (hafizeya) neteweyê ye jî.
Loma ye; gava em li ser hiş û riwangeya neteweyî bala xwe bidin ser hemû berhemên bi Kurdî û bizanibin; ger romana bi navê Pêşmerge (Rehîmê Qazî) ne siyasî be, wê romana bi navê Girê Şêran (Menaf Osman) jî ne siyasî be; ger romana bi navê Jana Gel (Îbrahîm Ehmed) ne siyasî be wê romana bi navê Nexşên Li Giyan (Dilawer Zeraq) jî ne siyasî be, ger helbestên Evdila Peşêw ne siyasî bin wê helbestên Rênas Jiyan jî ne siyasî bin.
Ger em bi vî hişî û bi vê riwangeyê berhemên wêjeya Kurdî qebûl bikin, em ê xweşikî hay jê bibin û bibînin, ew berhem; ji hiş, raman, çand û bîra kollektîf ya Kurdan afirîne û her yek, ji aliyê rengûawayên xwe ve, endamek kewar û bîra Kurdan ya neteweyî ye.
Çavkanî:
Deleuze Gilles, Guattari Félix (2008) Kafka Minör Bir Edebiyat İçin, İstanbul: YKY, (çev. Özgür Uçkan-Işık Ergüden)
Foucault Michel, (2005) Özne ve İktidar, (çev. Işık Ergüden & Osman Akınbay)
Gür Funda Bensu, Edebiyat, İktidar ve İdeoloji İlişkisi (wergirtin ji; https://www.academia.edu/7770331/Edebiyat_İktidar_ve_İdeoloji_İlişkisi, dema wergirtinê; 26-06-2023)
Hroch Miroslav (2011) Avrupa’da Milli Uyanış, (Toplumsal Koşulların ve Toplulukların Karşılaştırmalı Analizi), (Çev. Ayşe Özdemir), İstanbul: İletişim Yayınları
Lenin, V. İ. (2008) Edebiyat ve Sanat Üzerine, İstanbul: Payel Yayınevi, (Çev. Elif Aksu)
Young J. Robert (2016) Postkolonyalizm-Tarihsel Bir Giriş, İstanbul: MatbU Kitap, (çev. Burcu Toksabay Köprülü-Sertaç Şen)
Zeraq Dilawer (2022) Rengê Hebûnê, Diyarbekir: Weşanên Lîs
[1]