Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,901
Wêne
  123,958
Pirtûk PDF
  22,086
Faylên peywendîdar
  125,770
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,734
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,572
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,724
عربي - Arabic 
43,902
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,624
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,822
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,175
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,820
Kurtelêkolîn 
6,826
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,407
PDF 
34,683
MP4 
3,833
IMG 
233,872
∑   Hemû bi hev re 
273,795
Lêgerîna naverokê
Di helbestên çîrokî de zarokên Kurd
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Zanyarîya me ji bo hemî dem û cihan e!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Di helbestên çîrokî de zarokên Kurd
Di helbestên çîrokî de zarokên Kurd
Di helbestên çîrokî de#zarokên Kurd#
İbrahim Bulak

Di vê nivîsê de ez ê behsa çar helbestan bikim ku bi şêwaza helbesta çîrokî hatine nivisîn, digel wê jî lehengên wan helbestan zarok in. Her yek bi çavê zarokekî/e trajediya Kurdan, guherîna civakê, kêşeya jiyanê û encama feqîriyê şanî me dike.
Di helbesta Kurdî a modern de ‘helbesta çîrokî’ (narrative poetry) an bi binavkirina Şêrko Bêkes ‘çîrokî şê’r’ ne berbelav be jî têra xwe heye. Heger em ji bo Şêrko Bêkes bêjin di helbesta Kurdî de hoste û danerê vê şêwazê ye, ez dibêm qey wê ne şaş be. Bes ji xeynî Şêrko Bêkes şairên wekî Mîkaêlê Reşîd, Rojen Barnas, Edo Dêran jî bêyî ku hay ji helbestên Şêrko Bêkes hebin,xwe li vê şêwazê girtine. Di Kurmancî de Mueyed Teyîb jî bi vî şêwazî helbest nivisîne lê haya wî ji şêwaza Şêrko Bêkes hebû. Di vê nivîsê de miraza min ew e behsa çar helbestan bikim ku bi şêwaza helbesta çîrokî hatine nivisîn, digel wê jî lehengên wan helbestan zarok in. Her yek bi çavê zarokekî/e trajediya Kurdan, guherîna civakê, kêşeya jiyanê û encama feqîriyê şanî me dike. Li Bakur jixwe ew şêwaz ne zêde bû û îroroj jî ji ber bayê postmodernîzmê nema kes silavê jî lê dike. Ji ber her çar helbestên me şahidê dewra xwe ne, çêtir e li gorî kronolojiya nivîsandina wan her çar helbestan em behsa wan bikin.
Diyaloga qîza biçûk û kalo
Helbesta yekê “Bal Lenîn” a Mîkaêlê Reşîd e, tarîxa danîna wê 1969 e. Helbest li gorî teswîrkirina mekan û kesan pirr serketî ye. Lehenga me “qîzeke biçûk”e û tevî diya xwe bi otobosekê dihere Moskovê ango li gorî xeyala wê “Bal Lenîn”. Em dizanin ku Lenîn hingî ne sax e, lê şair ji çavê “qîzeke biçûk”rêwitiyeke ber bi Moskovê xeyal û hewasa wê ya li ser Lenîn şanî me dike. Digel ku 24 sal di ser Şerê Cihanê yê Duyemîn re derbas bûne, ji helbesta Mîkaêlê Reşîd mirov tê digihîje ku bajar hê teze tê ser hemdê xwe. Di otobosê de “kalekî jarik” jî heye û dêhna wî li ser meraq û hewaskariye “qîza biçûk” e û jê pirsan dike. Çer ku “qîza biçûk” jê re dibêje, “Ez niha, kalko, diçim bal Lenîn” êdî kamera li ser “kalo” ye û ji flaschbackê em fêhm dikin, şervanekî Lenîn bûye.
‘’-Ez niha, kalko, diçim bal Lenîn,-
Dengê wê temize û zîz.
Her kes wê demê dorê seqirî,
Û ker’ bûn dengê meriva,
Her kes vir kete nava mitala
Ji wî navê ezîz, dilnêzîk.
Kalê jî ew roj anî bîra xwe,
Wexta ew xort bû û ser xwe,
Û hema vira, vê Moskovêda
Çend deqa wîra xeberda.’’
Her wiha di wan salan de gelek xort û qîzên Kurdan ji bo xwendinê berê xwe didan bajarê mezin ên Sovyetan û jenerasyona nû gund bi cih dihiştin û diçû bajaran. “Qîza biçûk û sûretsor” jî cara yekemîn bajarekî ewqas mezin dibîne di helbestê de ji xwe re wisa difikire:
“Wa, çiqas mezin, çiqas bilindin,
Çi zefin meriv soqaqa,
Çiqas maşîne dikişin, diçin,
Çiqas dirêjin ev soqaq.”
Hemoyê xeyalperest
Helbesta duduyê ‘Pistepistek’ a Şêrko Bêkes e. Ev helbesta wî ku li Bakur jî di nav xwendevanên Kurdî de eyan e, sala 1978´an li Şamê hatiye nivisîn. Lehengê helbestê Hemo ye û li Şamê boyaxçîtiya pêlavan dike. Hemo li gel kurdbûna xwe zarokekî karker e jî “bo kirîna nanî sibeyî”.
“Êvar bû
Hemoyê biçûk î boyaxçî
li quncikê Meydana Mezin
li nav dilê bajarê Şamê
serê westiyayî tewandibû wek firça nav destê xwe
laşê xweyê zirav bilez bilez
dihejand.”*
Di helbestê de xeyalên Hemo beloq in û pê re pê re jî şair behsa wan xeyalan dike. Wan salan gelek Kurd mecbûr diman cih û warê xwe biterikînin. Dibe ku Hemo jî yek ji wan penaberan be ku xwe li Şamê girtiye, em pê nizanin.
Li Mehabada xopan zarokekî çar salî
Helbesta sisiyê “Ez mendalekî çar salî me, Mamo!” a Rojen Barnas e û tarîxa lêkirina helbestê 1979 e. Em bi navê lehengê xwe nizanin, bes em dizanin çar salî ye û ji Mehabadê ye. 1979'an li Îranê hukmê Şah bi dawî bû û li şûna wê rejîma Xumeynî bû xwediyê dewletê. Di têkbirina Şahî de Xumeynî û aligirên wî tenê şer nekir, Kurd jî di nav de mixalefetên Fars, Azerî jî ji bo hilweşandina rejîma Şahî şer kir û berdêl dan. Lê piştî ku Xumeynî şûna xwe qewî kir, fermana qetilkirina Kurdan da. Di wir de Mehabad bajarekî berxwedêr û diyarker bû. Mehabad ku heta fermana Xumeynî jî Kurdan ew bi rê ve dibir, bi awayekî trajîk alîgirên Xumeynî ew der dagir kir. Şairê me Rojen Barnas jî xuya ye piştî bihîstin û hayjehebûna wê têkçûnê helbesta xwe ya zîz lê kiriye. “Mendalê çar salî”, “li kolaneke Mehabada xopan” tik û tenê maye, balafirên Îranê diya wî kuştiye, laşê wê parçe parçe bûye. Behsa bavê xwe nake, lê muhtemel e bavê wî jî şervanekî Kurd bûye. “Mendalê çar salî” jî ji nişka ve ji têkçûna Kurdan û dagirkirina Mahabadê şaş û metel maye ku dibêje me:
‘’Ez nizanim çawa bû, mamo!
Çarşevekî ket navbera me
Mîna cubê Îmam Xumeynî tarî
çarşevekî reşvegerî”
Bes tevî ewqas xopanbûn û têkçûna Mehabadê “mendalê çar salî” hêvîdar e, serbilind e:
“Ez mendalekî çar salî
Ez, niha malokan çê dikim ji xwe re
Ezê ji malokan ava kim Mehabadê
Mehabadek ku: Ji avahiyên xwêdana min xemilî”
Kîvîyê bextreş
Helbesta çarê ‘Xwezî ez koviyek bama, ne Kîvî’ a Mueyed Teyib e û sala 2007'an li Dihokê hatiye nivîsarê. Kîvî zarokek êtim û sêwî ye, tik û tenê ye. Jixwe, vebejerê helbestê jî Kîvî bi xwe ye. Bi peyv, rîtim û teswîrên xwe helbesteke pirr xweş e. Kîvî jî fena Heme boyaxçî ye, û ji xwe re dikeve nav xiyalan. Lomekar e jî Kîvî, hingî êş û elem dîtine xweziya xwe bi kovîbûnê, bi masîbûnê tîne:
“Xwezî ez,
Balindeyekê esmanê wî bam
Ez masîyeka rûbarê wî bam
Ne Kîvîyê boyaxçî bam!”
Kîvî, êşa guherîna civaka Kurd e, malbata Kîvî ji gund koçî bajêr kiriye:
‘’Berî heşt sala
Hêşta ez ê bişîr bûm
Hêşta ez gelekî hwîr bûm
Babê min rezê me firot
Pezê me firot
Mala me barkire bajêrî û
Em bûyne bajêrî.’’
Lê Kîvî jî malbata wî jî ti xêrê ji bajêr nabînin. Kîvî bi tena serê xwe dimîne. Di vê helbesta dilşewat de bi kêşe û êşên civakî ya Kurdan ku li pey xwe şerek hiştine û bûne xwedî statû jî, şanî me xwendevanan dike. Barê zarokekî neh salî û liberxwedana wî ya jiyanê çendî çetin e, mirov ji çavê Kîvî dibîne. Ji ber hebûna şerên li welatên Kurdan belkî feqîrî û karkirina zarokan zêde nabe rojev, bes ew kêşeya hanê jî rastiya civaka me ye.
Belkî Hemo niha li Stenbolê ye….
Tevî ku her çar helbest li bajar û welatên cihê hatine nivisîn, qeder û êşa zarokan hema hema yek e. “Qîza biçûk” a Mîkaêlê Reşîd ji yên din hinek cudatir e, ew li cem diya xwe ye, li gorî zarokên dîtir zilma dewletê li ser xwe hîs nake. Loma jî em ji çavê wê dagirkirina Kurdistanê û êşa Kurdbûnê nabînin, bêtir dêhna me dibe ser meseleyên civakî, hîsên zarokane û dilpak. Lê her sêkên dîtir, ji ber ku Kurd in, li welatê wan şer heye, şerpeze û hêjar in. Bêxwedî ne, an dê û bav an hatine kuştin, an hebin jî ne xuya ne. Her wiha, heger Kurdekî/e bîrewer wan helbestan bixwîne, wê bibîne ku ji van çaxan heta niha qedera zarokên Kurdan û halê Kurdan zêde neguheriye.
Çawa laşê diya “mendalekî çar salî” ji bombeyên balafiran hûr hûr bû, çend sal berê jî li Cizîr, Nisêbînê laşê dayikan bi rojan li erdê ma an li ber zarokên xwe hatin kuştin. Dîsa wekî Mehabadê, Kerkûk û Efrîn jî hatin dagirkirin. An zarokekî ji Kobanê wekî Hemo an Kîvî li bajarekî mezin wekî Stenbolê boyaxçitî yan karekî din dike ji bo debara xwe. Ka kî dizane, belkî niha fena Hemo, xeyalan çêdike ji xwe re an fena Kîvî xwezîya xwe bi masîbûnê tîne.
Êware bû!
Heme biçkolî boyaxçî
Serî mandûy daxistbû
Le sûçêkî gorrepane gewreke da
Le nawendî dillî Şama
Leser kursiye nizmekey xoy danîştibû
Peyta peyta
Weku fillçey nêwan destî
Cestey lerrî raejenî
Çavkanî
Ji nav şiîrên min, Şêrko Bêkes, Ji Soranî werger: Rûken Bağdu Keski-Bedran Hebîb, Weşanên Avesta, 1995
Ji Başûr Helbesta Baranê, Şêrko Bêkes, Ji Soranî werger: Mûhsîn Ozdemîr-Sîrwan Rehîm, Weşanên Ronahî, 2014
Ne Ba Min Siwar Dike Ne Ax Min Peya Dike, Mueyed Teyîb, Weşanên Avesta, 2014
Kovara Tîrêj, Hejmar 1
We’de-Pencere-Mitale, Mîkaêlê Reşîd, Weşanên Belkî,2019[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 882 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://politikart.net/ - 26-11-2024
Gotarên Girêdayî: 19
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 07-07-2023 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Edebî
Kategorîya Naverokê: Çîrok
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 26-11-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 26-11-2024 hate nirxandin û weşandin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 882 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.157 çirke!