#Bextiyar Elî# : Dixwazin me têxin nav sindoqên klîşeyan
İbrahim Bulak
Bextiyar Elî: Bi ya min, nivîskarek divê bi qasî fîgurên sereke li figurên xwe yên kêlekê jî miqate be. Sermeselê, ji bo protagonîst cih pirr e, mirov dikare li ser baş bixebite, çawa bixwaze dikare wê/wî biafirîne.
Li bajarê Elmanyayê Frankfurtê her sal fuara herî mezin a pirtûkan çêdibe ku ji her derê dinyayê weşanxane beşdarî dibin. Di vê organîzasyona mezin de her çend dezgeheke Başûrê Kurdistanê hebe jî di nav fuarê de hebûna Kurdan zêde ne xuya ye. Îsal nivîskarê Kurd Bextiyar Elî mêvanê dezgeha weşanxaneya xwe ya bi zimanê Elmanî, Unionsverlagê bû. Bi rêya Unionsverlagê heta niha sê romanên Bextiyar Elî bi Elmanî çap bûne û wan her sê romanan kir ku Bextiyar Elî di nav welatên elmanîziman de bê naskirin. Di nav bazara weşangerî û medyaya Elmanî de ji xeynî siyasetê di qada wêjeyî de Bextiyar Elî Kurdekî naskirî ye, heta mirov dikare bibêje tekane nivîskarê Kurdî ye di nava vê bazarê de. Bi minasebeta vê fuarê me ew dît û me pê re hevpeyvîneke kurt çêkir. Ji xeynî çend pirsên derheqa tecrûbeya wî ya nivîskarî û wêjeyî de, me pirsa Rojavayê Kurdistanê ji jê kir ku wî ji bo Rojava digot, liberxwedana li Rojava nîşanî me da ku ruhê liberxwedana miletê me hê jî zindî ye û dinya piştevaniya me dike.
Mamoste, gava te Xelata Nelly-Sachs wergirt te di axaftina xwe de digot; 'Ez wekî nivîskar timî li pey xeyeleke mezin bûm, ne wekî parêzvanekî zimanekî bêm dîtin.' Di medya biyanî de nivîskarên Kurd bi pirranî bi îmaja 'nivîskarê/a zimanekî qedexe' tên nîşandan. Gelo îtîrazên te yên li vê yekê çi ne?
Helbet ez wekî nivîskarekî hewl didim ne tenê li ser zimanê xwe biaxivim, bêhtir bi rêya wî xwe îfade bikim. Lê belê wekî Kurdekî, wekî nivîskarekî Kurd, qedera me jî li meydanê ye. Bi pirranî nivîskarên dinyayê bi kêf dinivîsin, lê em bi nivîsê dixwazin zimanê xwe jî xelas bikin. Em wekî mirovekî agirkuj in di nav daristanekê de û di nav vê de gelek ziman hene, lê belê agir bi zimanê me ketiye, û em jî mecbûr in zimanê xwe ji agir bifilitînin. Loma jî em xelaskirê zimanê xwe ne jî. Em tenê deng nadin miletê xwe, her wiha em dengê wî jî diparêzin. Ew ferqeke mezin e di navbera me û nivîskarên xelkê de. Belkî nivîskarên dîtir dixwazin fikir û hestên xwe bi gewde bikin lê li gel me nivîsandina Kurdî bi xwe dibe aksiyoneke polîtîk. Her wiha şert û civaka em tê de û hebûna me jî me mecbûr dihêle em rêyeke wisa hilbijêrin.
Lê wekî nivîskarekî xeyala min ew e ku xewnên xwe jî fikrên xwe jî, hestên xwe jî îfade bikim, ne ku wekî parêzvanekî zimanê qedexe bim. Her wiha ne bi dilê min e ku wekî figurekî polîtîk bêm dîtin. Ew figur e ku parêzvanê zimanê xwe ye û dixwaze wî xelas bike an jî notirvanê tim û daîm. Dixwazim wekî nivîskarekî normal bêm dîtin. Lê halî hazir jî ew zehmet e ji ber hê jî pêşhukm hene, pêşhukmên wekî 'Tu Kurd î û te gelek tehde li te bûye, tu di şert û mercên giran de jiyaye'. Hin klîşeyên diyarkirî jî hene, hema dixwazin me têxin nava van sindoqên klîşeyan. Bes ez timî van rast dikim, erê ez Kurd im, ji bo zimanê xwe û miletê xwe têdikoşim, belê ez insan im jî, hestên min jî hene, fikrên min jî hene boçûna min a felsefîk jî, her wiha dixwazim perspektîfa xwe ya felsefîk û polîtîk jî îfade bikim. Ez tenê ne ew kes im ku hewl dide ji bo qenciya Kurdan kar bike, ez jî nivîskar im wekî nivîskarên din. Lê belkî têgihîştina vê hê jî zehmet e, bes hema hema bibêje rojane ez behsa van tiştan dikim.
Pirseke mina din a têkildarî vê jî heye. Îmaja medyaya Ewrûpî ji bo nivîskarên ji Rojhilata Navîn jî hema hema eynî ye. Li gel wan meyl û meraqa oryantalîzekirina wêjeya nivîskarên rojhilatî heye. Gelo tu jî carinan pêrgî vê oryantalîzekirinê têyî?
Erê çawa, ew jî eziyetek e. Carinan hevoka wan a pêşî 'Çîrokên hezar û yek şevê’ ye. Dibêjin çîrokên te jî wek ên 'Çîrokên hezar û yek şevê‘ ne. Ez jî dibêjim erê wekî nivîskarekî karê min ew e ku ez jî bi awayekî lihevkirî çîrokan bibêjim û figuran çêkim, lê ew elaqeya xwe bi 'Çîrokên hezar û yek şevê' tineye. Ew sindoqa klîşeyan jî ne xweş e. 'Tu ji Rojhilata Navîn î', 'Zimanê te egzotîk e' û çend hevokên din ên klîşe. Lê maneya vê jî ev e ku di navbera rojava û rojhilat de hê jî hin dîwarên edebî hene, her wiha welatên rojava jî zêde li ser rojhilat û cîhana me ne agahdar in. Ew bi serê xwe ecêbek e. Sermeselê, gava Şarî Musîqarê Spîkan bi Elmanî çap bû, ez belkî heta niha li Elmanya, Awusturya, Swîsre beşdarî zêdeyî 40 çalakiyên xwendinê bûme, lê her carê di metnan de aliyên fantazî wekî rastî aliyên rastî jî wekî fantazî didîtin. Wekî mînak, bajarê ku tê de jin laşê xwe difiroşin wekî fantazî dibînin, lê ew rast bû, bajarên wisa hene. An jî Samir Babilî ew zilamê destbixwîn û zalim, ew rastî jî hebû û bûbû sedema sedan qurbaniyên me. Tiştên di romanê de fantazî bûn wekî rastî, ên rastî bûn jî wekî fantazî fêhm kiribûn. Heta, min carinan wêneyê hin cihan nîşanî wan dikir, min digot ha ew der otela şewitî ye, ew jî bajarê ku jin tê de laşê xwe difrotin. Ew meraq û meyla wan a oryantalîzekirinê jî kêşeyek e ji bo min.
Ji bo romanên Bextiyar Elî ên min xwendî ez dikarim bibêjim, bi qasî fîgurên sereke fîgurên kelekê jî xurt in, heta, carinan ji wan xurttir in. Wekî Nesredînê Bêhnxweş, Mihemedê Dilşûşe, nexasim Mengurê Babagewre ku gelek kêfa min jê re tê. Û ew yek jî di wêjeya Kurdî de hindik e. Tu xusûsî giringeye didî figurên xwe yê kêlekê?
Bi ya min, nivîskarek divê bi qasî fîgurên sereke li figurên xwe yên kêlekê jî miqate be. Sermeselê, ji bo protagonîst cih pirr e, mirov dikare li ser baş bixebite, çawa bixwaze dikare wê/wî biafirîne. Lê cihê fîgurên kêlekê biçûk e. Lê huner bi xwe jî ew e ku di vî cihê biçûk de firsendan heta ji me tê baş bi kar bînin û wî zindî bihêlin. Ne wekî bibe parçeyek ji fîgurê sereke an jî alavek bo xurtkirina wî. Divê ew jî diyar û xurt bibin, bibin parçeyek bigewdekirina jiyanê.
Mamoste tu niha li ser çi dixebitî, gelo wekî din ji bo wergerên nû yên romanên te haziriyên te hene?
Ez niha li ser kitêbeke dixebitim li ser Tirkiyê ye, li ser tarîxa qedexekirina ziman bi destê Tirkiyê. Ew eybek e mezin e ku sedsal e Tirkan em ji zimanê me dûr xistine û wan zimanê me qedexe kiriye. Û em li ser vê jî zêde nenivîsîne. Ez naxwazim zêde behsa romanê bikim dibe ku Nîsan an jî Gulanê li Kurdistanê çap bibe. Ez ê bikim ku ev romana min zû bê tercûmekirin jî. Hin wergerên romanên min xelas bûne, ew ê jî çap bibin.
Haya cenabê te ji dagirkeriya dewleta Tirk a Rojava heye, derheqa vê yekê de wekî nivîskarekî Kurd ê hezkirî û eyan, tu dixwazî çi bibêjî?
Tirkên faşîst ev bû sedsal, hewl didin zimanê me, nasnameya me tine bikin. Sloganên wan jî jixwe 'Yek welat, yek milet, yek ziman' e lê em jî dizanin di nava Tirkiyê de pirr ziman û nasname hene. Ji bo vê jî gelê Kurdistanê dibe sedema panîk-atakên Tirkên faşîst. Di sedsala 20’an de xwestin me qir û tine bikin lê ew projeya wan têk çû. Erdogan jî niha dixwaze dewama vê tarîxê bîne, lê îro roj em di dinyayeke din de ne, ne di salên 1940’î an 50´î de ne jî. Niha gelek alî piştevaniya me dikin, piştevaniyeke dinyayî ye. Erê dijminên me jî têra xwe hene, rastgirên radîkal li her derê hene, li Elmanya jî li Emerîka jî. Faşîst hevalên hev in, wekî zincîrekê ne. Lê divê em jî zincîra xwe ava bikin, zincîra piştevaniyê. Û ew piştevaniya global sîleha me ya herî xurt e, ew jî carekê diqewime. Em niha di xala werçerxê de ne, belkî heta mehekê beriya niha jî rûyê Tirkiyeyê ew qasî kifş nebûbû, lê niha dinya alemê ew nas kir. Maskeyê wan ji ber rûyê wan ket. Ev jî werçerxeke tarîxî ye ji bo me, divê em karibin ji vê sûdeke baş wergirin. Helbet divê em şervanên xwe jî silav bikin. Nîşanî me dan ku ruhê liberxwedana miletê me hê jî zindî ye, lê a muhîm jî ew e ku ew ruhê liberxwedanê ne tenê eskerî ye, hunerî ye, liberxwedana bi muzîkê bi peyvê ye, estetîkê ye. Ew giş parçeyên projeya me ya liberxwedanê ne li dijî projeya tinekirinê ya dewletê.
Ew hevpeyvîn 21´ê Cotmeha 2019 di rojnameya Yeni Ozgur Politika de derçû.[1]