Heweskariya Wêjeya Kurdî ya li ser Bizava Rastîniya Efsûnî
#Dilawer Zeraq#
Di wêjeya Kurdî de meyla rastîniya efsûnî (Magic realism) wekî çeşnekî romanê her ku diçe zêde dibe. Dilawer Zeraq berê xwe dide wê yekê ka rastîniya efsûnî li Emerîkaya Latîn bi çi awayî û armancî peyda bûye. Her wiha Emerîkaya Latîn û Kurdistanê dide ber hev.
Rastîniya efsûnî (Magic realism), wekî çeşnekî ji nivîsîna berhemên hunerî-wêjeyî, bi taybetî yê romanê, ye. Li ser çibûn û çawabûna vî çeşnî, li ser jêderk û sedemên derketina wî û ji bo pênasekirina wî, zanayên ji gelek aliyên dinyayê, piştî gengeşîkirineke di çarçoveya têgihên wekî ‘rastînî’, ‘efsûnî’, ‘der-rastînî’ û ‘fantastîk’ê de li ser fikrekê mane û wan kêm zêde li hev kiriye.
Lê belê, li ser aliyê ‘sedem û hêlên sosyo-polîtîk ên wan aliyan’ xweşikî nehatiye sekinandin û hûrgerî tê de nehatiye kirin.
Ez ê di vê nivîsarê de, li ser hin kitekitan, bala xwe bibim ser rewşa sosyo-polîtîk a çeşnê ‘rastîniya efsûnî’ û hewlê bidim da ku karibin sedem û jêderkên hunerî, sosyolojîk û polîtîk yên vê hewesê daynim rastê. Û pê re jî ez ê bala xwe bibim ser heweskariya Kurdî ya li ser vî çeşnî û ‘lêhatîbûn’a wê bidim ber pirs û pirsyaran.
Dîrok û Pênasekirina Rastîniya Efsûnî
Agahiyeke giştî û berbelav e ku gava behsa ‘rastîniya efsûnî’ tê kirin, tê gotin cara pêşî rexnegirê hunerê yê Elman, Franz Roh ev têgih bi kar aniye. Lê belê beriya wî, Novalis, bi naverokeke dînî, têgiha ‘rastîniya efsûnî’ bi kar tîne.
Têgiha ‘rastîniya efsûnî’ serê pêşîn di sala 1925‘an de ji ji aliyê Franz Roh ve, bi lêbarkirina wateyeke erênî û ji bo berhemên ji hunera wêneyî tê bilêvkirin. Her çend tê zanîn Roh piştre ji lêkirina xwe ya vî navî poşman bûye jî, rastîniya efsûnî, “Efsûna Hebûnê” ye û Roh wê wekî mûcîze qebûl dike ku ew mûcîze, ‘pergala aqildar a dinyayê’ pîroz dike. Gava Roh, bi vî rengî difikire, dinya wekî dem di çaryeka yekem a sedsala 20‘an de ye û mirov ji ber destên pozberî û şerê dinyayê yê yekem, ji aliyê aborî, civakî û hebûn(iy)ê ve, danavî bûne û dilpejariyeke mezin bi dinyayê û bi mirovan girtiye. Wekî çawa Ann Bowers dibêje, “Dibe ku ‘rastîniya efsûnî’, di nîveka yekem a sedsala 20‘an de, bi rêbaza ‘der-rastînî’yê re bûye yek û helwêst li hemberî ‘rastîniya burjuwayî’ daniye.” Dibetiyeke zêde di vê dîtina Bowers de dihewe û bi awayekî gelemperî jî tê qebûlê ku di wan çaxan de li Ewrûpayê hal û rewşa mirov û dewletan linavhevketî ye û em jî li ser wê fikrê ne ku ‘rastîniya efsûnî’ diyardeyeke dem(k)î ye ku ji wî halê geremolî û buhranî afiriye û “piştî her du şerên dinyayê, berhemên bi çeşnê ‘rastîniya efsûnî’ hêz û lezek dane xwe; û ‘rastîniya efsûnî’ li xwe dike armanc ku dinyayê ji nû ve û careke din jî bişayesîne.”
Belê, ‘rastîniya efsûnî’ tewrekî helwêstê yê dengvedanê ye ku ne tenê li hemberî ‘rastîniya burjuwayî’ hatiye danîn. Her wiha, her çend gel û neteweyên Emerîkaya Latîn, heta serê sedsala 20‘an, ji bin destê welatê Ewrûpiyan (bi taybetî ji bindestiya Spaniyan) rizgar bûbûn û wekî netewe-dewlet, serbixwetiya xwe bi dest xistibûn jî, Ewrûpiyan, wekî mêtingerên wan ên bi sedan salan ku ji bilî koletiya wan, hebûna wan, ji her aliyî ve, neyîn kiribû û -di serdema postkolonyal de jî-, ew wekî neteweyên ku endamên dinyaya ‘xweser û azad’ in, xweyî huner û kelepûrekê ne, qebûl nedikirin. Loma jî, Emerîkaya Latîn, “Di salên 1920‘an de, bi seqaya xwe ya ‘neRojavayî’, wekî parzemîneke mîna ‘xewn’ û ‘der-rastînî’yê dihat dîtin û di wêneyan de wisa dihat şayesandin.”
Gava em bi taybetî di deqbenda hebûn(iy)ê de û ji aliyê sosyo-psîkolojîk û sosyo-polîtîk ve lê binêrin, ev dongîya hanê tê pêşiya me; gava mirovên Emerîkaya Latîn hebûnek bin, xwe wekî heyîneke wek heyînên dîtir yên dinyayê bizanin û gava derdorên polîtîk û hunerî yên beşeke serdestan (bi taybetî serdestên te yên mêtinger) ya dinyayê rabe wan heyînan wekî ’xewn’ û ‘der-rastînî’ qebûl û pênase bike, ev yek ji gelek aliyan ve, tê wateya ‘tunehesibandin û mandelekirin’ê. Û pê re jî, ev yek ‘kêmxistina bi du caran’ e; ji ber ku mirovên Emerîkaya Latîn mirovên wan welatan in ku wextekî wekî mêtingeh bûne bindestê wan mêtingeran; piştî bi sedan salan, wan welatê xwe, nirxên xwe yên neteweyî û hebûna xwe ji bin destê Ewrûpiyan aza(d) kirine û bi awayekî asayî û xwezayî li bendê ne ku ew, ji aliyê Ewrûpiyan û mêtingerên xwe ve, di asta mirovbûnê de werin nasîn û qebûlkirin. Lê belê, mirov û dewletên Ewrûpî ji vê bendewariya hunermend û nivîskarên Emerîkaya Latîn re nabin bersiveke beraqil û mirovane, lê berevajiya wê, radibin wan û welatê wan wek ‘xewn’ û ‘der-rastînî’ pênase dikin û bi vî awayî careke din jî mirovên Emerîkaya Latîn û hebûna wan ‘tune û winda dikin’ û wan ji şarezahiya Ewrûpayê (!) dûr dixin.
Gava deraveke wisa li mirov û hunermendên Emerîkaya Latîn diqewime, li hemberî vê yekê, li ser hîm û zemîna xweserî û taybetiyên hebûnê, helwêst û reaksiyoneke dijber jî çêdibe. Hunermend û nivîskarên Emerîkaya Latînî, ji Ewrûpayê vedigerin welatê xwe ku Alejo Carpentier yek ji wan ê pêşeng û kartêker e. Carpentier û nivîskarên din biryarê didin ku divê “ew bi xwe behsa xwe bikin.”
Lê ji bo vê yekê, diviya zemînekî ramanî û polîtîk û ji bo vegotinê jî biwarek bihata avakirin; diviya biwareke wêjeyî ya ji ya Ewrûpiyan cuda bihata peydekirin; diviya zemîn û biwarek bihata avakirin û ew biwar hevnirx, hevast û hevkartêk bûya bi biwar û zemîna derbiranên Ewrûpiyan re. Ewrûpiyan, bi sedan salan welatên wan kiribû mêtingehên xwe, ew kiribûn bindestên xwe û marastibûn; û Ewrûpiyan, ev yek bi rêbazeke taybet ya tundiyê pêk anîbû.
Belê, mirovên Emerîkaya Latînî jî, li dijî wê tundiya Ewrûpiyan, rêbazeke taybet ya tundiyê ava kiribû û wan welatê xwe, -her çi qas hesabpêredîtin bi temamî pêk nehatibû jî- bi awayekî fizîkî û birêvebirinî ji bin destê Ewrûpiyan rizgar kiribû. Lê niha, Ewrûpiyan, ji bo ku wan kêm bixin û tune bihesibînin, rêbazeke dîtir peyde kiribû. Belê diviya mirovên Emerîkaya Latînî rê û rêçikên dîtir peyde bikirana; ew ê bi vê rêçikê, hem careke din jî ‘hebûna xwe’ bi Ewrûpiyan bidaya zanîn û qebûlkirin û hem jî wan ê bi vî awayî, ‘hesabê xwe yê kêmmayî’ bi wan re bikira.
Bersiva Emerîkaya Latîn
Carpentier, yê ku hem Franz Roh hem jî hunermend û nivîskarên ‘der-rastîparêz’ bandor lê kiriye, ev rê peyde kiribû û ew wisa difikirî ku “derasayîbûn” jixwe di kurm û xwezaya Emerîkaya Latîn de hebû. Û ji ber hindê jî, tiştê ji bo Ewrûpiyan ‘ecêb’ bû, ji bo parzemîna wan tiştekî ‘asayî’ bû.” Carpentier, li ser destnîşankirina rengûawayê hebûn(iy)a mirovên Emerîkaya Latîn û li ser pêwendiyên di navbera rengdêrên ‘ecêb’ û ‘asayî’yê de heyî, yek li ya sor xistibû; ji ber ku wan ê cudahiya çand û folklorên mirovên Emerîkaya Latînî û ya Ewrûpiyan, dîsa bi rêya têgih, reftar û rêbazên Ewrûpiyan re bidaya der û gava mirovên Emerîkaya Latîn, “bi xwe behsa xwe bikira’, wê ‘asayî’ya wan di destê wan de bibûya ‘navgîneke şikandina feraseta Ewrûpayî’ û wê di hiş, bînayî û feraseta Ewrûpiyan de bibûya, ‘ecêb’; yan jî wê bi navlêkirina Ewrûpiyan bibûya ‘efsûnî.’
Bi (lixwe)vegerîna Carpentier û komek nivîskar û hunermendên Emerîkaya Latînî ya li ser warê xwe, “dereng be jî wêjeya Emerîkaya Latîn dest bi veguherînekê dike.” (8) Bêguman, vegereke wisa ya rewşenbîriyane, wê xwîn li huner û wêjeya warekî geş bikira û wê biwara heyî xurttir û berfirehtir bikira. Helbet ev yek pêk hatiye û loma jî, bi taybetî piştî şerê dinyayê yê duyem, di salên 1950–1960‘î de, bizava ‘Boom’ê (bi wateya kontekstî ‘bipêşveçûn’) peyde dibe ku wekî “Latin American Boom” tê binavkirin.
Bizava ‘rastîniya efsûnî’, tenê ne bizaveke wêjeyî ye ku di deqbenda (konteksta) nivîskarî, naverok û teşeyê berheman de bê nirxandin. Ew, -di serdema postkolonyal ya Emerîkaya Latîn de-, qîrînek e li dijî Ewrûpaya mijok û mêtinger; çalakîyeke xweparastinê û pê re jî serîhildanek e li dijî fethkirin û dagirkirinê. Wekî din jî, ‘rastîniya efsûnî’ di biwara wêjeyî de, ‘nûbûn û nûkirinek’e ku berhemên li ser hîma vê bizavê û bi vî çeşnê vegotinê hatine afirandin, rastîniya li ber çavan a civak û neteweyên xwe danîne pêş xwe û pişta xwe spartine folklor û kelepûra xwe. Digel van yekan jî, aliyê herî girîng; ‘rastîniya efsûnî’, bizaveke avakirina ‘xwebûn(î) û hebûn(îy)’ê ya mirovên Emerîkaya Latîn e ku di serdema xwe ya postkolonyal de, li dijî mandelekirina Ewrûpayê xwe heyî dike.
Berî ku em derbasî beşa dawî bibin, ji bo ku bi xweşikî bê famkirin, em ê vê jî destnîşan bikin: Heke em çêla kartêkeke dîtir ya ku li paş sedem, kargînî û kartêkan hemûyan dimîne, bikin, em ê karibin bibêjin; Bi tevî hemû berxwedan û hewldanên avakirina dij-bersivê ya mirov-nivîskarên marastî yên Emerîkaya Latîn, “pênase û çalakiyên ku li ser ‘rastîniya efsûnî’ tên kirin hemû, dîsa di ser amraz û navgînên pênasekirinê yên mêtinger re tên kirin.” Û pê re jî, digel ku çalakiya nivîskarên Emerîkaya Latînî di ast û qîmeta şoreşekê de ye jî, ji aliyê wan mêtinger û serdestan ve ewên ku xwe di navenda dinyayê de dibînin, nav li çalakî, şoreş û nûbûn û nûkirina wan tê kirin û dîsa, serê pêşîn û mîna tiştekî bivênevê, ji aliyê wan serdestan ve tên nasîn û pênasekirin.
WÊNE: Giorgio de Chirico
Heweskariya Wêjeya Kurdî
Di avabûn û geşepêdana çeşnê nivîsînê ya wêjeyî ya ‘rastîniya efsûnî’ de, mîrateya çandî, folklorî û mîtosî û rastîniyên dîrokî ên parzemîna Emerîkaya Latînî, bi rolên girîng û diyarker rabûne. Û ev yek bûye yek ji hêmana girîng û bivênevê ya roman û berhemên bi çeşnê ‘rastîniya efsûnî’ hatine nivîsîn. Her wiha, vê rojeva çandî û kelepûrî bandor kiriye li rewşa sosyo-polîtîk a parzemînê ya wê çaxê ku wekî serdema postkolonyal tê destnîşankirin û ji bizavbûnê zêdetir û wêdetir, bûye warekî xwederbirîna dijkolonyal.
Herçî wêjeya Kurdî û heweskariya wê ye, ji ber çarparçebûna Kurdistanê û ji ber newekhevbûna rewşên sosyo-polîtîk ên beş û parçeyan, dike ku em nikaribin bi awayekî yekpare û tevdehî nirxandinekê bikin.
Lê belê, gava em bala xwe dibin ser nivîs, angaşt û daxwazên ji heweskariyê pêkhatî, em dibînin ku Kurd bi awayekî ji awayan dixwazin nîşan bidin ku hin berhemên ji wêjeya Kurdî, -ne bi temamî be jî- wekî naverok û awayê nivîsînê dikarin di nav wêjeya vî çeşnî de bi cî bibin. Helbet ev heweskariyeke erênî ye; ji ber ku ji derveyî populerbûn û xurtbûna nivîskarên berhemên Emerîkaya Latînî, serê pêşîn û ya herî girîng wêjeya bi çeşnê ‘rastîniya efsûnî’, li hemberî desthilata wêjeyî ya Ewrûpayê (û pê re jî ya Dewletên Emerîkayê yên Yekbûyî), wêjeyeke dij-avakar e. Helbet, nivîskarên Kurd, wekî endamên neteweya ku hê jî bi tu awayî û xweşikî negihîştiye mafê xwe yê neteweyî û mirovî, wê bala xwe bibin ser vî çeşnî û bixwazin di nava vê bizavê de cî bigirin. Lê gava me bi kurtayî behsa rewşa wêje û nivîskariya Emerîkaya Latîn dikir, zêdetir me bal dibir ser rewşa wan a sosyo-polîtîk. Û me didît û fam dikir ku ji wêjekariya wan, ji behredariya wan a nivîskariyê zêdetir, rewşa wan a sosyo-polîtîk kartêk li awayê nivîsîna wan kiriye û tevî ku hêmanên jiyana derveyî xwe bi kêrî xwe anîne jî, wan berê xwe daye xwe, wan bi xwe behsa xwe kiriye û paşê Ewrûpiyan berhemên wan xwendine û dîsa Ewrûpiyan çeşnê berhema wan wek ‘rastîniya efsûnî’ bi nav kiriye. Bi van gotinan, ez dixwazim balê bibim ser wê yekê û bibêjim; di vê navlêkirinê û di vê qebûlê de, serdestiya Ewrûpayê hê jî li dar bûye.
Herçî rewşa sosyo-polîtîk a beş û parçeyên Kurdistanê ye; bakur û rojhilata Kurdistanê, hê jî di qonaxa mêtingehbûnê de ne û ji destpêkê heta roja îroyîn jî guherîneke wisa hêjayî gotinê çênebûye, tu rizgariyeke berbiçav pêk nehatiye û kêm zêde statuyeke navneteweyî ya naskirî çênebûye da ku em karibin bibêjin; Kurd di statuyeke hatî nasandin de aza(d) û serbest bûn û van guherînên sosyo-polîtîk ên di rewşa van beş û parçeyan de çêbûyî kir ku nivîskarên Kurdî li xwe vegerin. Ji ber hindê jî, em nikarin ji bo Bakur û Rojhilata Kurdistanê bibêjin; Kurdan, piştî van guherînên diyarker, dest pê kir di biwarên wekî çand, folklor, kelepûr û mîtolojiya xwe de lêgerîn û hûrgerîneke kûr û dûr kirin û li ser ‘rastîniya xwe’, efsûniya vegotinên gelêrî û mîtolojîk di romanên xwe de bi cî kirin; û bi vî awayî wan bi xwe behsa xwe kir û loma jî pêşî serdestên wan, -û pê re jî navenda wêjeya dinyayê- ew qebûl kirin û dinya hemû bi ‘efsûna’ vegotina Kurdî, ‘efsûnî’ bû û wan dan dû ‘rastîniya’ Kurdan a bi salan di mêtingehiyê de hatî talankirin û tunekirin. Loma jî, dibe ku li parçeyên bakur û rojhilat, hin berhem hebin ku wekî şêweyê nivîsînê, wekî naverok û wekî teşe li ser xeta ‘rastîniya efsûnî’ bin, lê belê ew ‘efsûnî’ ne ew efsûnî ye ku wê serdest bixwînin û pê bi efsûn bibin û bimînin li ser rastiya Kurdan.
Herçî rojavaya Kurdistanê ye, tevî ku ji hêlekê ve ji rewşa bindestiyê rizgar bûbe jî, hê jî ji aliyê statuyeke hatî nasandin ve guherîneke diyarker lê çênebûye; û rewşa Rojavayê jî kêm zêde wekî ya Bakur û Rojhilat e.
Başûrê Kurdistanê, kêm zêde xweyî statuyeke navneteweyî ye ku em nikarin bibêjin ji aliyê rewşa polîtîk û aboriyê ve bi tevayî serbixwe ye. Loma jî, qonax û serdema mêtingehbûnê ji van aliyan ve hê jî xweyî kartêkekê ye û em dikarin bibêjin, di warê çand, ziman û folklorê de, tu kêmaniyeke statuyî tune; û zimanê Kurdî leqayî tu berbendkirin û astengiyan nayê.
Ger em Başûr bidin ber çavan, gelo em dikarin bibêjin; piştî bidestxistina statuyeke hindik jî, nivîskarên Başûr, bizaveke (lixwe)vegerînê da destpêkirin? Û gelo romana Kurdî ya li ser wê beşê, bi taybetiya xwe ya li ser ‘rastîniya efsûnî’ kir ku dinya bi ‘efsûna’ vegotinên Kurdan ên modern bi efsûn bibe û behsa romana Kurdî bike û romana Kurdî di dinyayê de bibe nûnera Kurdan? Helbet, ji bilî çend romanan, tu liv û bizaveke bi wî rengî ji Başûr jî çênebû.
Hewce ye bibêjim, gelek asayî ye ku nivîskarên wêjeya Kurdî bixwazin li ser çeşnê ‘rastîniya efsûnî’ romanan binivîsin û bixwazin xwe di vî warî de bi pêş ve bînin. Her wiha, di warê pênasekirinê de, rexnegir û xwîner jî di heweskariya xwe de heq in ji ber ku îro ro, romanên bi çeşnê ‘rastîniya efsûnî’ hatî nivîsîn, yek ji beşa herî populer û nasyar ya romanê ne.
Bi tevî van agahî û nirxandinan, pirseke vê nivîsarê heye ku hem ji xwe hem ji xwîner û hem jî ji derdorên giştî yên wêjeya Kurdî dike;
Gelo ji bo ku berhemên Kurdî ji alî wêjeya dinyayê ve bên nasîn, pêwîst û şert e nivîskarên Kurdî bala xwe bidin ser çi?
Helbet pêwîst e heweskariya wêjeya Kurdî ya li ser ‘rastîniya efsûnî’ heyî veguhere ser ‘efsûndariya vegotina Kurdî’ û Kurd bêyî ku aciziyê ji rewşa xwe bidin der, bêyî ku xwe li ser bizaveke wêjeyî û nivîsînê ya dinyayê bihêlin û asê bikin, karibin tenê behsa xwe bikin; hem ji xwe re hem jî ji dinyayê re.
Ev yek, ji bo rewşa Kurdan a sosyo-polîtîk, a îroyîn, gelek lêhatî ye. Ji ber ku Kurdan hê jî di warê ‘xwebûn(iy)ê’ de bi tevayî xwe ava nekiriye û di qonaxa serîhildan, berxwedan û dij-avakirinê de ne. Her wekî me di pêdeçûna nivîsarê de jî got, hemin ku bizava ‘rastîniya efsûnî’ bizaveke ‘dij-avakirinê’ ye, pêwîst e wêjeya Kurdî jî berê xwe bide ‘dij-avakirin” a xwe ya arizî xwe û digel derfetên zimanê xwe, -yê ku xweyî zengîniyên çandî, vegotinên folklorîk û mîtolojîk e-, bi taybetî di romanê de, vegotineke arizî xwe ava bike da ku ji wê vegotina taybet, reng-bizaveke dîtir ya arizî Kurdan peyde bibe.
(1) Guenther Irene, raguhêzer; Okuyucu Eda Deniz (2019), Büyülü Gerçekçilik Ve İhsan Oktay Anar’ın Romanlarındaki İzleri, Yıldız Teknik Üniversitesi, sosyal Bilimler Enstitüsü, Yayımlanmamış Yüksek Lisans Tezi; r. 4
(2) Roh, raguhêzer; Arargüç Mehmet Fikret (2017), Büyülü Gerçekçilik ve Louis de Bernieres’nin Latin Amerika Üçlemesi, Konya: Çizgi Kitabevi; r. 18
(3) Bowers, raguhêzer; Arargüç, 2017: 19; binihêre li (2)
(4) Seymour Menton, raguhêzer; Arargüç, 2017: 20; binihêre li (2)
(5) Ilan Stavans, raguhêzer; Arargüç, 2017: 18–19; binihêre li (2)
(6) Carpentier, raguhêzer; Arargüç, 2017: 19; binihêre li (2)
(7) Arargüç, 2017: 19; binihêre li (2)
(8) Gümüş Semih (2011), Latin Amerika’nın Öykü Tutkusu, Notos Öykü, 31-r, 28-Aralık 2011-Ocak 2012; r. 28
(9) Marco, veguhêzer; García, Teker Ayfer (2010), Latin Amerika Edebiyatı’nda Büyülü Gerçekçilik, Ankara: Ürün Yayınları; r. 41–42
10 Erdem Servet (2011), Büyülü Gerçekçilik ve Halk Anlatıları, Millî Folklor Dergisi, Yıl 23, Sayı 91; r. 183[1]