Esmer, oyeyên derzîyê û karkerîya navmalî
Havîn Kiye
Esmer karkereke navmalî ye. Wekî gelek #jinên# Kurd ew jî ji ber bêderfetîyên aborî neçar e ku alîkarîyê bide hevserê xwe û zarokên xwe xwedî bike. Karê ku Esmer dike karekî têra xwe zehmet e û dahata wê jî ewqas kêm e. Esmer oyeyên derzîyê dinexşîne.
Esmer: Ji ber kubarbûna xwe herî zêde ev nexş tê xwestin
Esmera Wanî 42 salî ye û xwedîyê 4 zarokan e. Hemû zarokên wê xwendekar in. Du ji wan li derveyî Wanê zanîngehê dixwînin û her duyên din jî li Wanê li dibistana seretayî û navîn xwendina xwe didomînin. Esmer bi xwe jî xwendekara zanîngehê bûye lê ji ber bêderfetîyên aborî û wextî nekarîye temam bike. Lê dibêje ez ê berdewam bikim.
“Zarokatî û kamilî du qonaxên gelek cuda yên jiyanê ne. Carna gelektirîn kêfxweşiyên zarokatiyê niha wek mecbûriyetekê ne, lê min tu carî nedît ku nexweşiyeka ji demên zarokatiyê piştre veguhere xweşiyekê. Rewşa min jî ne dûrî vê ye, hobîya min veguherî mecbûrîyetekê.
Min di sêzde salîya xwe de dest bi nexşandina oyeyên derzîyê kir. Hingê ez zarok bûm û meraqdarê destkarîyan bûm. Oyeyên derzîyê ji nav wan herî zêde ez bi xwe alandim û heta niha jî dinexşînim. Lê îro rewş guherî; tevî zewacê şert û mercên jîyanî jî guherîn û têra xwe zehmet bûn. Ez îro ji bo ku piştgirîya hevserê xwe bikim û debara mala xwe bikim neçar im ku vî karê ku min wek hobî dest pê kirî êdî bi mebesteke jêkarkirinê bidomînim. Carna ev neçarî min diêşîne. Hezkirina tu tiştî divê veneguhere neçarîyekê.
Tilî û çav ji bo nexşandinê dibine endamek.
Carna ewqas kar û bar li ser hev kom dibin, nizanim dê kîjanê bigehînim û ji xwe bêzar dibim. Bi ser de karkerîya navmalî dibe sedema rûdana hin pirsgirêkên malbatî û tenduristîyê.
Jixwe kevanîbûn têra wextî ji min dixwe. Ji amadekirina xwarinê, paqijîya malê û hemû karên malî yên bi vî awayî roja te dibin ava. Bi rastî jî hema ji bo te kêlîyên piçûk dimînin. Dema te ev kêlî jî bi nexşandinê borandin wê demê tu wextê te namîne ku tu bêhna xwe vedî an jî bi malbata xwe re suhbetekê bikî, biçî geştekê. Li malê di nav kar û baran de asê dimînî. Carna bi rojan bi keça xwe re derfeta suhbetekê peyda nakim. Her wiha nexşandina oyeyên derzîyê jî gelek zehmet e. Dema tu demeke dirêj pêre mijûl dibî mixabin dibe sedema êşa çavan û fitiqa stuhî. Îro jî ne mimkin e tu pêşîya du mehan ji xwe re randevûyekê ji nexweşxaneyên giştî bistinî. Tevî vê jî nexweşxaneyên taybet gelek biha bûne, mirov nikare ji ber wan re jî derbas bibe. Loma ev nexweşî jî li ser pişta te dibin barên talî.
Divê wek jin em evqas jîyaneke zehmet nejîn. Divê debar nebe tişta sereke ya jîyana me. Wan bajareke têra xwe mezin e û xwedî çavkanîyên dewlemend e. Hikûmet û şaredarî dikarin gelek derfetên karî pêşkêşî jinan bikin. Lê mixabin em ji van bêpar in. Gelek jin wekî min van karan dikin û heman pirsgirêkan dijîn.
Afirandin, her çiqas îro bi niyeta qezenckirina dahatekê be jî kêfxweşiyeke bêhempa dide min. Her wiha ez ji tuneyî naafirînim. Feyza min ji dîtinê tê.
Xweza bi tena serê xwe îlhameke dewlemend e ji bo gelek cureyên destkarîyê. Lê ji bo min kelecana zarokatîyê îlhama sereke bû. Min ji gul û kulîlkan hez dikir. Loma dema min desmalên bi nexşên kulîlkan didît min dixwest ez wan binexşînim. Hingê jî nexşandin zehmet bû lê kêfeke mezin dida min. Îro jî dema zêde tengas nebim dîsa bi kêfxweşî dinexşînim. Berê nexş me ji mezinên xwe peyda dikirin. Me çav li nexşên wan dikir. Piştre hêdî hêdî min bi xwe hin nexşên biçûk afirandin. Carna xerîdar nexşan peyda dikin û tînin. Îro jî mirov dikare li ser medyaya civakî-înstagramê mînakên van bi hêsanî peyda bike.
Esmera Wanî dema oyeya xwe bi derzîyê dinexşîne
Rewşa heyî zêde derfeteke baş a jiyanê nade jinan. Çi tu karker bî çi kevanî bî çi jî xwendekar. Nasnameya sereke jinbûn e. Lê ev kêmasî toreke nexuyan ava dike di navbera me jinan de
Em jin di nav piştgirîyeke nepen de ne. Çimkî em ji zehmetîya karê xwe haydar in. Em karê hevdu pêşnîyarî derdora xwe dikin û bi vî awayî ji xwe re xerîdaran peyda dikin. Xerîdar jî karê me di nav kesûkarên xwe, heval û hogirên xwe de belav dikin. Bi vî awayî ji bo me derdoreke danûstandinê çêdibe. Jixwe dema çaxê dawetan dest pê dike karê me jî zêde dibe. Çimkî em bi piranî desmalan ji bo cihêzên keç û xortan dinexşînin. Ji bilî xerîdarên ku yeko yeko distînin, xerîdarên ku amadehîya dawetê dikin carna heta 20 heban jî daxwaz dikin.
Dema em giştî li vî karî binêrin, em ê bibînin ku hem talûkeya çêbûna nexweşiyên giran mezin e, hem pereyê jê kar dikî bi zorê têra hewcedariyên te yên rojane dike, hem jî têra xwe wextê te dikuje. Loma ev karekî hem giranbiha hem jî erzan e.
Nexşandin karekî têra xwe zehmet e. Bi derzîyekê nexşandina kenarên desmaleke çargoşe, hem ji hêla afirînerîyê ve hem jî ji hêla terxankirina wextî ve karekî zehmet e. Ev karekî wisa ye ku tu carî dê nemire. Lê tevî ku kiryarên wê kêm in û tenê bi destan tê çêkirin ji hêla aborî ve qîmeta ku heq dike jê re nayê dayîn. Xerîdar desmalan bi xwe dikirin lê ta û derzî ji kîsê min e. Heba desmaleke nexşandî bi sed lîreyê tirkî tê firotin. Îro bi sed lîreyî tu nikarî gava xwe biavêjî derve. Loma ev hem karekî giranbiha hem jî erzan e.[1]