Kurteçîroka Mamo: Ji dikandariyê ber bi tizbîfiroşiyê
Havîn Kiye
Navê min Mehmet Emîn e, lê her kes bo min dibêje Mamo. Hem ji ber emrê min hem jî ji ber ku biraziyên min gelek bûn navê min wek Mamo ma. Ji malbatê ji zarokan heta xwarzî û neviyan ji bûk û zavayan ji cînaran heta piraniya kesûkaran wek Mamo gazî min diken. Her wiha navê dikana min jî Mamo ye.
Mamo berî ku dest pê bike cixareya xwe pê dixe
Dema li gundan debar nebû mirov neçar dimînit ku berê xwe bidete rêyên din. Rêya min jî li gelek bajaran ket û li Wanê dawî lê hat.
Ez ji gundê Girê Sora Navçeya Şaxê ya Wanê me û di sala 1954ê xudê dame. Sala 1974ê ez çome eskeriyê. Sala 1981ê min dest bi ticaretê kir. Ticareta pez û kaviran. Her wiha li gund me dikanek vekiribû, kirîn û firotan xweş bû, loma rewşa me ya aborî ne xirab bû. Her wiha em diçûne zozanan. Navê zozana me Arih bû. Gundî hemî dihatin. Çendî ku em diçûn zozanan rewşa me ya aborî baş bû. Ji mintiqeya Xaviştan, Xelîlan, Teyan û ji koçeran gelek gundî dihatin zozanên me pezên xwe diçêrandin.
Piştî demekê êdî dahata ji dikanê têrê debara me nekir. Abora me nebû. Em mecbûr man koç bikin. Min serê ewil berê xwe da Edeneyê. Du salan li wir mam. Min neşîya şolê li wir bikem. Dîsa ez zivirîm û hatime Wanê. Ez fikirîm ka ez ê çi şolî bikem çi şolî nekem, dawîya dawî min got wilehî ez ê dîsa ticaretê bo xwe bikem. Çinkû ne şivanî li min dibû, ne gavanî li min dibû, min nedişîya emeletiyê jî bikem. Bo min ticaret lazim bû. Loma ez mame li Wanê.
Vekirina deriyên gumrikxaneyan li Wanê bazirganiya keresteyên biyanî geş û xweş kir, heta ku bi navê van welatên biyanî bazarên mezin hatin avakirin.
Hingê di dema Turgut Özal de, qapiyên gumrikxaneyan vebûn. Qapîyê Ûrisî vebû yê Îranê vebû. Em çone yê Îranê. Wê demê eşya ji Îranê dihatin Bazîdê û me bo xwe ji wir kereste û eşya anîn. Me dest bi firotinê kir û me bazar vekir. Em çone milê Behrareş, Rîzeyê, me ji wir eşyayên ûrisan anîn û ew jî firotin. Me ewil got em ê bazara xwe bikene ya Îranê, eşyayên ji Îranê me difirotin. Paşê me dît ku daxwaz û teleba mişterîyan zêdetir li ser eşyayên ûrisan bû û ya rastî gelektir jî eşyayên ûrisan dihatin, me qirara xwe guherand. Êdî navê wê bibû bazara eşyayên ûrisî. Gelek nav lê hatin kirin. Dawîya dawî kurt vebirîn û jê re gotin Bazara Rûsan ango Rûs Pazari.
Sala 1994ê em rabûn me li Bazara Rûsan ji bo xwe erd kirî û klûbe çêkirin û me tê de şolê xwe kir. Lê mixabin bi demê re, bi guhertina rewşa aborî û guherîna daxwaza mişteriyan, eşyayên ûrisatê jî kêm bûn û êdî nehatin. Em dîsa rabûn me berê xwe da milê Entab, Stenbol û Edeneyê. Li van deran min berê xwe da sin’etên têne îcrakirin û min qirar da ku şolê ku ez dişêm bikem û ya ki ji min têt, çêkirin û firotina tizbih, bazin, ristik, gerdenî û guharan e.
Ma zelamê Çînî dişêt çêket bo çi em neşên çêken
Zelamekê li dikaneke di pasajekê da îşek dikir. Min got eve kî ye çi diketin? Japon e eve çi milet e? Gotin wele Çînî ye. Ê min got Çinî ye li vêrê çi îşî diketin? Gotin zêynetan çêdiket ji bo jinan. Paşê min berê xwe dayê ka vî şolî çawa diket û çi tiştî diemilînit. Min bizmar û têl û û morî û tiştên dî dîtin. Piştre ez tam jê bahwer bûm ku heke ev vî şolê henê diket ez jî dişêm bikem. Qederê nîv saetê min berê xwe da çêkirina wî û eşyayên wî, min got heqeten em jî dê şên ho çêken. Ez rabûm min hindek eşya û kereste ji wir kirîn û ez hatime Wanê. Min jî hêdî hêdî dest pê kir.
Ji temîrkariya radyoyê mijûlahîya min veguherî bo çêkirina zêynet û tizbîhan. Şert û mercên heyî, dem û mekan dişên şêwejîyan û şêwekariya mirovî biguherînin. Ev guherîn, carna bi dilxwazî pêk bêtin jî piranî ji neçarîyê ye. Hezkirina ji şolê xwe dişêt mirovî di demên zehmet de jî dilxweş biket, lê heta derekê. Mixabin îmkanatên aborî li gor demên berê, nehe bandorên mezintir li ser tercîh û jiyana mirovan diken.
Pêşiya vî şolî min ji temîrata radyoyan fam dikir. Xelîlan, Xaviştan, Êzdînan, Alan, ew minteqa me hemiyan teyîb û radyoyên xwe tanîn dev min. Min gelek he’j temîrata radyoyan dikir. Wê demê êkane qenala ragihandinê teyîp û radyo bû. Min bi kêfxweşî û bêpere radyo û teyîp temîr dikirin. Ev sin’eta min a ewil bû.
Ji 95ê heta nehe ez vî şolî dikem. Salekê min ristik, gerdenî bazin û guhar çêkirin. Dema ez çome Bazîdê min hinek zêynet ji wir anîn û hînî hin motîfan jî bûm. Carna bi motîfên hîndî jî min gerdenî çêkirin.
Wê demê carna ez diçome Stenbolê jî û min ji dikana bi navê Tom-Flash hemû keresteyên ji bo tizbîh, bazin, ristik, gerdenî, rêşî û guharan ji wir tanîn. Û min ev zêynet hemû çêkirin. Min sin’eteke gelek xweş û spehî zanîbû.
Piştre min dest bi çêkirina tizbîhan kir. Ji bo tizbîhan ji ber ku me fabrîke nîne, em morî û berên hazir tînin û li vir tizbîyan girê diden. Min ber û kuçên heqîqî anîn. Yên wekî eqîq û mercan û yên ji milê Hindistanê min gelek tanîn û difirotin. Hindek tizbîh duserik in hindek ji wan yekserik in. Mişterî çawa bixwazin ez wisa girê didem.
Mamo ji bo me tizbîhekê girê dide
Roj û zeman derbas bû. Mala Perwerdehiyê ya Wanê (Halk Egitim), ji vê sin’eta ku ez dikem haydar bû û hat dît ku em vî sin’etî çêdiken û gotin ma çima em vî şolî neken û rabûn ji bo hînkirina vî sin’etî qurs vekirin. Vêca li Wanê jî heqîqeten kesekî ev sin’et nedizanî û jê fam nedikir. Hema bêje ji sedî pênceh destkariya min bû. Min hostahiya wan dikir. Dihatin vê derê li dikana min û min nîşanî wan dida.
Min ev sin’et nîşanî kurê xwe jî da û kurê min jî bi salan e li Bazara Rûsan vî karî diket. Wî jî dikaneke piçûk heye. Gelek kesên din jî ku nasên me ne jî hînî vî şolî bûn û heta niha jî diken.
Tu he’j şolê xwe dikî an te bi mecbûrî dest pê kir?
Ewilê kar tê hebû lê nehe kar tê çunîne. Nehe dolar biha bûye, miletî pare çunîne. Hekî min he’j karê xwe nekiriba jixwe nehe min çênedikir. Siharê heta êvarî ez li ser masê dirûniştim, min çêdikirin. Min bi dilxweşî û kêfxweşî çêdikir. Yanî bêhna min gelek pê dihat. Lê belê nehe ez extîyar im, nexweş bûme, ez neşêm şibî berê çêkem.
Mişteriyên min jî exleben memûr in, turîst kêm in lê ji metropolên Tirkiyeyê milet têt û dikirît. Mixabin xelkê Wanê wekî gelek tiştan neşên van zêynetan jî bistînin. Tûrîst jî zêde nayêne milê me Wanê. Diçine Antalya, Îzmîr, Mugla û Aydinê. Loma em ji vî milî ve jî kêm dimînin. Ji ber ku şibî berê kar tê de çunîne ez jî dikana xwe kêm caran vedikem.
Mamo tizbîhên xwe dide nasîn[1]