Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,161
Wêne
  124,131
Pirtûk PDF
  22,098
Faylên peywendîdar
  126,005
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,176
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   Hemû bi hev re 
274,249
Lêgerîna naverokê
'Şi’reke Sêwî' û şairekî winda: Edo Deran
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya û hevkarên wê çavkanî û referansên pêwîst pêşkêşî xwendekarên zanîngehan û xwendina bilind dikin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
'Şi’reke Sêwî' û şairekî winda: Edo Deran
'Şi’reke Sêwî' û şairekî winda: Edo Deran
'Şi’reke Sêwî' û şairekî winda: Edo Deran
İbrahim Bulak

Di kovara Yeni Akiş de pêrgî helbesteke wî hatim. Navê helbestê ‘Rev’ bû û çer min xwend, Destana Egîdekî hat bîra min.
Abdurrahman Alaca an jî bi navê wî yê nivîskariyê Edo Dêran. Di kovara Yeni Akiş de pêrgî şi’rekê wî hatim. Navê şi’rê ‘Rev’ bû û çer min xwend, Destana Egîdekî hat bîra min. Di Rev de Edo Dêran digot;
Em du bırane
Dudu ji tıvıngê MARTÊNİ
Ketın serê van çiya
Mehmed Uzun jî di Destana Egîdekî de digot;
ew penc kes bûn, çar mêr û jinek
ku her yek ji derek, le xwedî qederek ‚
Yek jê çîroka du birayan bû, yek jê ya 5 şervanan. Edo Dêran li dijî ‘cendirma’ pişta xwe dabû çiyayên asê, Mehmed Uzun li dijî ‘eskeran’ ‘di gundekî beçare yê Kurdistanê de’ ketibû nav şerekî. Di destê her duyan de jî ‘tiving’ hebû û hişê wan diçû ser rojên bihurî.
Wexta min xwend, min ji xwe re got, mimkin e ku Mehmed Uzun ev şi’r xwendibe û wê tesîr li wî kiribe? Ji ber ku şi’ra ‘Rev’ di dema xwe li ser zimanê gelek kesan bûye û yek jî xwediyê kovara Yeni Akış, Mehmet Ali Aslan dibêje, min ev şi’r sala 1967’an di mîtinga Silîvanê de xwendiye. Ev jî tê vê maneyê ku ev şi’ra hanê bûye dengê dewr û nifşekî. Esas, karê Abdurrahman Alaca parêzerî bûye û di salên 60’î de dest bi nivîsandina şi’rên bi Kurdî kiriye. Jixwe, çend şi’rên wî hene ku gelek ji wan di sala 1967’an hatine nivîsandin. Lê, wer xuya ye ku Edo Dêran şairtî ji xwe re nekiriye karê esas.
Çîroka ‘Şi’reke Sêwî’
Şair Rojen Barnas sala 1996’an di kovara Nûdemê de şi’rekê belav dike û navê şi’rê jî dike ‘Şi’reke Sêwî’:
Hêdî pir hêdî
Ro l’ danê rojê
Cî cî çemek dikene û digirî
Ji dengê herikandina aveke fusûnkar
Av û deng û reng di dilan de meşhûr dibe
Tarî
Hûr dibe
Kûr dibe
Dûr dibe.
Di bin şiîrê de dibêje: “Min vê şi’rê di sala 1965 de bi devkî ji Mihemed Emîn Bozarslan bihîst. Şa’irê vê şi’rê nedihat zanîn û ez hê jî pê nizanim. Dibe ku ev kovar an rojnameke mîna Dîcle-Firat an Yenî Akiş de derketibe, lê haya min jê tune.” di dewamê de jî dibêje: “Ku hinek rojek li derekê çav bi orîjînala wê ya çapbûyî bikevin bila ji kerema xwe re haya me pêxin.” Gava min ev têbiniya Rojen Barnas û şiira ‘Şi’reke Sêwî’ xwend, li cem min hîsek wer peyde bû ku ev şi’r dibe ku ya Edo Dêran be. Min ji Rojen Barnas re nivîsî û qala şi’ra Rev kir.
Bersiva Rojen Barnas werê bû:“Ew şi’ra ku tu giliyê wê dikî, ne şi’ra Edo Dêran (Av. Abdurrahman Alaca) e. Min Abdurrahman Alaca û birayê wî Tayyar Alaca di sala 1972 de li girtîgeha leşkerî ya Diyarbekirê dît, lê ne wek şair Edo Dêran.
Jixwe, ku baş bala xwe bidiyê, devoka şi’rên Edo Dêran û ya vê şi’rê jî naçe ser hev. Devoka şi’rên Edo Dêran ya Serheda Jorîn e (Qers, Agirî, Erzerom).
Şi’ra “sêwî” ji devoka herêma rojhilatê Diyarbekirê ye.
Dibe ku ev ya Necîb Kopelî (Küpeli) be, hingê (1965-66) wisa hate guhê min: Rojek li nivîsgeha Seîd Elçî ku Necîb Kopelî jî li wê derê rûniştîbû, min ev şi’r bi awayek armonîk ji wan re xwend. Gelek li xweşa rehmetiyê Seîd Elçî û Necîb beg çû. Elçî pirsî ‘ev şi’r a xweş a kê bû?’ Min gotê, ‘welleh ez baş pê nizanim, lê dibêjin ku a Necîb Kopelî ye’ û pê re jî li Necîb beg zivîrîm. Min jê pirsî, ‘tu çi dibêjî?’ Necîb beg bi maneya erêkirinê bişirî, lê negot ‘erê’, û ne jî got, ‘na’.
Di wê demê de herkes ji siya sola xwe ditirsiya û xwe ji MÎT’ê diparast. Dibe ku ji ber wê sedemê Necîb beg negotibe ‘erê’. Lê bi rastiya wê nizanim.
Heyfa min ji wê şi’ra delal re hat ku bi nivîskî ji edebiyata kurdî re nemîne, loma, min ew di Nûdemê de da çapkirin.
Serpêhatiya min û vê delalê (şi’rê) jî ev e.”
Ango Rojen Barnas jî Abdurrahman Alaca nas dikir lê bi qewlê wî ‘ne wek şair Edo Dêran’. Di cewaba Rojen Barnas de mirov têgihişt bê ka wê çaxê milet ji ber tirsa dewletê çawa nediwerî xwedîtiyê jî li berhemên xwe bikira. Ha ji ber vê tirs û zilma dewleta Tirk, şi’ra Rev a Edo Dêran jî ji bîr çûye. Jixwe, Edo Dêran jî piştî demekê tenê bi karê abûqatiyê rabûye û salên 90’î jî li Qersê di dewra DEP û HADEPê de bûye serokê rêxistina wan a bajêr. Piştî mirina wî, Ayhan Erkmen biyografiya wî dinivîse û di pirtûkê de cih dide şi’rên wî yên bi Kurdî û Tirkî jî.
Roja ku Edo Dêran ji hepsê derdikeve
Edo Dêran kî ye?
Sala 1943’an li gundê Alaca ya Dîgor a Qesrê tê dinê. Sala 1959’an li Zanîngeha Stenbola li beşa hiqûqê dixwîne. Salên 60’î ji bo nivîsandinê çaxekî baş bûye ku jixwe nivîsên wî pirranî eydî wî çaxî ne. Sala 1969’an xwendina xwe diqedîne û sala 1970’yî ji Baroya Erziromê destûrnameya xwe werdigire û dest bi karê abûqatiyê dike. Sala 1975’an buroya xwe ya abûqatiyê dibe Qersê û li Qersê du dewran seroktiya Baroya Qersê dike. Di dema darbeya 12 Îlonê de tê girtin û piştî girtina 66 rojan wî berdidin. Sala 1987’an mala xwe bar dike Erziromê lê ew dîsa buroya xwe ya abûqatiyê li Qersê dihêle. Sala 1993’yan di DEP’ê (Partiya Demokrasiyê) de bi karê serokatiya rêxistina bajêr radibe. Piştî girtina DEP’ê û vekirina HADEP’ê (Partiya Demokratîk a Gel) dîsa dibe serokê rêxistina bajêr a partiyê. Di hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê de di nav refên HADEP’ê de ji rêza yekemîn dibe namzetê parlementeriyê. Sala 1997 dîsa dibe serokê bajêr a HADEP’ê. Sala 2003’yan bi nexweşiya pençeşêrê dikeve û li Stenbolê tê dermankirin. 5 rojan beriya ku wefat bike, Baroya Herêma Qers-Erdexanê ji bo xizmetên wî yên 33 salan, plaketê dide wî. 10´ê Nîsana 2003’yan jî rehmet dike.
Çend şi’rên wî yên bi Kurdî ez ê li jêr binivîsim.
EZ ŞAIRÊ KURD IM!
Û ez;
Şairê Kurd
Kûrê Belloyê kor Edo Dêran
Naxwazim Sîsê tu!…
Tu delalîka dilê min
Bêyî ber derê kela Romê
Xwarki li ber gardîyanan
Ustîyê xwe yê Venûsî
Sedema çawên min ê şillaq
Dikarî ku carekî bibînî
Derwa şev bi ewran va
Ewr sîyar bûn li ewran
Û li ser pira Galatayê
Fortek diçû gava dinê
Mîna brûska
Li ber îskeleya Karaköyê
Sekinîbûn çar xortê simbêl reş
Li wêda çar cigare
Digotin rêwiyan ra
Dixebitin em bi salan
Kerîyek nanê tisî têkine zikê xwe
Em hemmalın hemmal
Hemû şuxûlî dikin, dişûxilin…
“Karîn em;
Mêra bikûjin
Karin em;
Diltîyê bikin”
Digotin û digîrîyan
Sit derbazbû serdanpê
Gulav
Bin çewan ra xortan li wê nêhêrî
Min li ewran dinêhêrî
Ewr li ewrekî dinê siwar bibû
Sitê çû kete keştîyê
Li lêmanê
Çar xorte simbêl reş
Ez
Û li wê di nav lêvan de pênc cigare man!
Çileyê Pêşin/ 1967
R E V
I
Ser meda gırtın
Berbangeke kûr
Em du bıra bûn
Eme deste vala…
Isdêrk hıldışiyan
Dikê subê hê xewdabûn
Em du bıra bun
Ketıbun pey belengaziya xwe
Derketıbûn serê çiya
Çiya ne bê bext bûn
Mina cendırma (1)
Pêxasbûn
Bırçibûn
Û belengaziya mera
Vekırıbûn heméza xwene mezın
Ç İ Y A
Siha me bû mera heval
Yek ji çîyayê bılınde por sıpi
Me zanıbû
Çîya ne bê bext bûn
Mina cendırma …
II
Helya
Berfa zıvıstana reşe dırêj
Derbıhare nıha
Gundî gı derketın COT
Çar kod cehê me man
ÇELADA
Em du bırane
Dudu ji tıvıngê MARTÊNİ
Ketın serê van çiya
Çiya ne bê bextın
Mina cendırma
Guhê me ne qıryaye
Dılê me tıji kul
Kes newêre bê ser meda
Mirata mırınê rû sare …
Dûrva tê xuyanê kulilkê zozana
Û tê dengê şıvan û gavana
Gelo bıgijın em, wan çaxana
ZOZANA
KOTANA
GAVANA
Em du bırane
Baranê dest pê kıriye
İşev
Mina zalımekî heyani subê
Bê dew û bê darbe
Rûbarê dunêda
Kevır û kuç dane hev
Ser meda tê çar gav
ŞEV
Dîsa kete bira mın
XEZAL
Porê zer
Çevên reş
Û kenê delalva
Gılî gazınê xwe meyne ser meda!
Reva me,
Reveke pır bê emane
Dest kul û bırîneke bê dermane
Em herd bıra
Derketın serê
VAN ÇİYA
Em du bırane
Dudu jî tıvıngé MARTÊNİ
Ketın serê van ÇİYA…
(1) Jandarmanın kanunsuz ve haksız baskısı karşısında Dağa çıkmak zorunda kalan iki kardeşin öyküsüdür.
(Serpêhatiya du birayan e ku ji ber zexta bêqanûn û neheq neçar mane berê xwe bidin çiyê.)
(YENİ AKIŞ Çiriya Paşîn 1966 Hejmar 4 )
KILAMA XWE BÊJE!
Hêvî kirin rind e
Qasi çawê te
Şayî… Mîna destê te
Camêrbe, meke rureşi
Kilama xwe bêje!
Van destên xwîna bi rêx
Van destê xwîna bi hevîr va mezinkirî tu
Dayîka te
Ustî xwar û çewên bi hesîr maye li paş min
Nava êla rengîn de min bêrûmet
Meke
Kılama xwe bêka
Klama xwe!
Bangbike
Bi zimanê xwe
Lawê xwe
Û dilê xwe va
Dayîka te bira nebe
Şerma netika te
Bê rumetî xirab e
Serê xwe bilind bike
Kulma bigivêşe ser şevan ve
Nenuka ve verroje erdê
û peşva here!…
Pey bayê gurt tên
Şewê sayî
….
Çiriya Paşîn ´967/Stenbol
GAZİN
Ezê rabim
Serê çiyan kevim
Devê gelîyan ve bigrim
Bi dilekî şikestî.
Ezê serê xweyê giran
Hildim herim Welatê xerîban;
Bo parîyek nanê tisî
Bo zoxê çarix
Birçîbûn kirasê me ra
Tunneyîbun bext
Brindarê guleyê neyaran jî
ne kişandın
Qasi me!
Xeyda min ne jı felekê ye
Ne ji erdêra ye
Hertim dilê min dibê;
´Bi diltengî
Tu tişt naçe sêrî
Merîfet zanyarî ye
Gere qet negirî
Tebax ´66/ Erzrom
ŞÊNNINO
Şênîno!
Der û cînarno!
Hewar û gazî!
Kê dîtîye,
Kê bînaye,
Kilamên me dê bibin
Mizgînya mirina me…
Çiriya Pêşîn ’66/Stenbol
* Helbest û agahiyên derheqa Edo Dêran de ji kîtêba Ayhan Erkmen “Abdurrahman Alaca (Edo Dêran)” hatine wergirtin.
** Min dest neda rastnivîsa helbestên Edo Dêran ango di dema xwe de çawa hatine nivisîn bi vî rengî ne. Wekî din bersiva Rojan Barnas jî weke xwe hatiye hiştin.
Ev nivîs 15 Îlona 2018 di rojnameya Yeni Ozgur Politikayê de derçû
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 412 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://politikart.net/ - 26-11-2024
Gotarên Girêdayî: 1
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 15-07-2023 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Edebî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 94%
94%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 26-11-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 26-11-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 26-11-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 412 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.122 KB 26-11-2024 Aras HisoA.H.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.328 çirke!