Cêwiyê min ê êşê: Melek
#Helîm Yûsiv#
Zimanekî qedexe ez û Melek bi dizî fêrî alfabêya wî dibûn. Min pê hestên xwe dinîvisandin û Melek bi wî zimanî distira. Zimanekî wisa ku qedexekirinê hezkirina wî di dil de ji çiya bilintir û ji deryayan mezintir kiribû.
Dem di navbera salên 1967 û 1968´an de dihejiya, diçû û dihat. Salek ber bi tariya nemanê ve diçû û yeke din berê xwe dida ronahiya jiyanê. Cih, bajarokekî kevnar, gava Xwedê ew çêkiribû bêhna wî gelekî teng bû û di nav aciziyeke mezin de bû. Ji ber vê, havînan ji bilî toz û xweliyê û rojeke ku serê guriyan dişewitand, zivistanan jî ji bilî herrî û çiravê û sermayeke ku av ji bêvilên mirovan diniqutand, tiştekî din lê tinebû. Navê wî Amûdê bû. Ji bakur ve têlên rêsayî, mayîn û leşkerên Tirkan li ser sînorê wî bûn. Ji rojhilat ve Qamişlo, ji başûr ve Hesekê û ji rojava ve Dirbêsiyê jê re sînor bûn. Her çendî biçûçik û jibîrbûyî xuyanî bike, lê dîsa jî hemû cîhan, bi hemû rengîniya wê, di hundirê axa wî de şax dabû. Ji bo gelek kesên ku li Amûdê dijiyan sînorê cîhanê, sînorên Amûdê bûn. Li vî bajarokî di wê dema destnîşankirî de, min li kêleka Amûdê ji rojhilat ve û Melek li kêleka Amûdê ji rojava ve, me çavên xwe li dinyayê vekirin. Em herdu di temenekî de û zarokên yekbajarî, yekzimanî, yekmiletî û yekêşê bûn.
Qedexeyê Kurdî bi me şîrîntir dikir
Wisa jî em çûn heman dibistanê, li heman kolanan geriyan, wekî du hevalên biçûk, me ji keçikên ku hevalên hevdu bûn hez dikir. Di ber re jî deryaya êşan ya ku em di nav dilê wê de jidayikbûbûn, zarokatiya me dorpêç kiribû. Ew êş, êşa welatekî dagîrkirî, perçekirî, bindest û bêxwedî bû. Êşa welatekî ku qedexekirinê navê wî bi me şêrîntir kiribû. Zimanekî qedexe ez û Melek bi dizî fêrî alfabêya wî dibûn. Min pê hestên xwe dinîvisandin û Melek bi wî zimanî distira. Zimanekî wisa ku qedexekirinê hezkirina wî di dil de ji çiya bilintir û ji deryayan mezintir kiribû. Ez wan kêlîkan ji bîr nakim; yekem pirtûka min a bi wî zimanî kete destê min, hêsir xistin çavê min. Wisa jî her ku Melek stiraneke vî zimanî, kevin ba jî, bi dengê xwe nû digot; pêre çavên wî tije hêsir dibûn. Mîna pirraniya ciwanên Amûdê, siyaseta Kurdî û karê partiyan yê bi dizî bala min û Melek kişand û em ji hiş û aqil bêhtir bi dilê xwe ketin nav karê siyasî. Em pirr biçûk bûn û me karê mezinan dabû ber xwe. Lê dîsa jî karê ku wê demê li rojavayê Kurdistanê dibû, bêhna Melek dernedixist.
Bi civînan dagîr nebûye, rizgar jî nabe
Lidarxistina civînan û danûstendinên li paş perdeyan û di nav çar dîwaran de, herwisa xwendin û belavkirina belavokên siyasî bêhna wî dernedixist û herdem ji rewşê nerazîbû. Dixwest em hin karên mezin bikin. Baweriya wî ew bû ku welat ne bi civînan û ne jî bi belavokan û axavtinên siyasî hatiye dagîrkirin, ji ber vê ewê bi civîn û belavok û axavtinên siyasî rizgar nebe. Welatê ku bi zorê, bi hêzê hatiye dagîrkirin, divê zor û hêz wî rizgar bike. Herdem bi acizî digot:
- Ji bilî vê xwexapandin e. Aciziya min jî ji vê yekê tê, ku em hemû bi vê rastiyê dizanin, lê kesek wêrekiyê nake û xwe nade ber vî barî.
Duriyana ji bo xwendina zanîngehê
Salê dida pey salê, me zarokatî li pey xwe hişt û em bûn xwendevanên lîseyê, bekelorya. Piştî wê jî ji ber tinebûna zanîngehan li Amûdê, wisa jî li Qamişloyê, divabû ji bo xwendinê yan em herin Helebê yan jî Şamê. Sal bi ser 1986´an ket û em “xortên Amûdê” wekî ku me nav li xwe dikir, bûn mîna “noka ku tu li kevir bixînî”, em belawela bûn. Ji bo xwendina mafnasiyê, hiqûqê, ez çûm Helebê. Lê berê Melek ne li Şamê û ne jî li Helebê bû:
- Ezê herim Stenbolê bixwînim.
Ji nişkê ve Melek ev biryar dabû. Digot ew biryara malbata wî ye û li Serxetê hin merivên wî hene ku wê alîkariya wî bikin. Di wê navberê re, çend caran min Melek li Amûdê dît. Ez ji Helebê vedigeriyam, ew jî ji Stenbolê.
Ez nema vedigerim
Cara yekem Melek bi germî behsa çalakiyên xwendekaran yên zanîngehên Tirkiyê ku li dijî faşîzmê lidardiketin, dikir. Behsa girtina xwe ya ji hêla polîsên Tirk ve dikir û nedixwest malbata wî van agahiyan bizanibe. Wisa jî li hember merivên xwe yên li Bakur bi hêrs bû û behsa çûna wan a li ber pêla bişaftinê dikir. Wisa jî behsa damezrandina komên muzîka Kurdî dikir. Cara din, min jê xwest ku piştî qedandina xwendinê vegere Binxetê. Melek bi yek hevokê xwesteka min red kir:
- Ez nema vedigerim vir. Ezê vegerim çi bikim?
- Veger nav me. Em çi dikin tu jî wê bike.
- Hûn rûniştîne, mêşan diqewirînin.
- Tu jî were alîkariya me bike û alî me mêşan biqewirîn.
Ev diyaloga me ya cidî bi vê henekê bi dawî bû. Melek soza xwe bi cih anî. Ew çû û nema li me vegeriya, em jî li cihê xwe man û me mêş qewirandin û hey qewirandin, lê ew nediqediyan.
Dîsa sal derbas bûn. Ez ber bi bayê derbideriyê ketim û bûm penaber, Melek ber bi bayê xweşikbûnê ket û bû şehîd. Ez mezin bûm û va ye hêdî hêdî kal dibim û Melek ciwan ma.[1]