Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,153
Wêne
  124,131
Pirtûk PDF
  22,098
Faylên peywendîdar
  125,995
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,176
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   Hemû bi hev re 
274,249
Lêgerîna naverokê
Ala li ser sînga Rewşen Bedirxan
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Daneyên taybet ên Kurdîpêdiya ji bo girtina biryarên civakî, siyasî û neteweyî alîkariyek bêhempa ye... Dane ew xwedî biryarder e!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Rewşen Bedirxan
Rewşen Bedirxan
Ala li ser sînga #Rewşen Bedirxan#
Ardîn Dîren

Rewşen Bedirxan jineke têr zana û jêhatî bû. Dema mirov serpêhatiyên wê dixwîne, mirov dibîne ku ji bo Kurdan li dinyayê bide naskirin cehdeke wê ya baş hebûye. Hin serpêhatiyên ku nivîsandine vê yekê piştrast dikin. Serpêhatiya wê ya Yewnanistanê ku ala Kurdan li ser sînga xwe biriye wir, pirr balkêş e.
​​​​​​Navê Kurdan û her wiha hebûna wan ya li ser axa Kurdistanê tim bûye derd ji bo xelkên biyanî. Nexasim jî dewletên desthilat ên ku dixwestin Kurdan qir bikin, nedixwestin ku li ti deverê navê Kurdan were hilanîn. Wan dixwest Kurd her kole bimînin û yekîtiyek di navbera wan de çênebe. Ji lewma Kurdistan parçe kirin û Kurd jî ji hev belav kirin da ku tifaqek di navbera wan de pêk neyê û bê rêxistin bimînin. Lê tevî hemû astengî û zordariyên dewletên desthilat jî, Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û her wiha li sirgûnê hewl dan ku Kurd û Kurdistan bi xelkên biyanî bidin naskirin. Ji bo vê, Kurdên bi xîret li ber xwe dan û hin xebatên wan ên ji bo Kurdan, bûn kelemên çavên dijminên Kurdan. Di vî warî de mirov dikare gelek serpêhatiyan bi bîr bîne, lê dikarim bibêjim, serpêhatiya Rewşen Bedirxan a li paytexta Yewnanistanê Atînayê, yek ji serpêhatiyên herî balkêş e. Ez ê hewl bidim behsa vê serpêhatiya wê bikim da ku baş were fêmkirin bê ka wê çawa ala Kurdistanê li Yewnanistanê bilind kiriye.
Di Mijdara sala 1957’an de li peytexta Yewnanistanê, li Atînayê, Komeleya Helenî ya li Dijî Koledariyê, “Kongreya Atîna a li Dijî Koledariyê” li dar xist. Bi vê minasebetê, wan Rewşen Bedirxan jî bi dawetnameyeke fermî vexwend kongreyê. Ji Îtalya, Fransa, Ingilistanê, Misr, Lubnan, Sûriye, Cezayîr, Fas, Tûnis û çend welatên din jî temsîlkarên neteweyan hatibûn vexwendin da ku “Kongreya Têkoşînê li Dijî Koledariyê ya Miletên Hewza Deryaya Spî û Rojhilata Navîn” pêk bînin û tevde nîqaşên li ser koledariyê bikin.
‘Ji bo miletê xwe hatime’
Rewşen Bedirxan serpêhatiyên xwe yên li Atînayê weke rojnivîskan nivîsandiye û di van rojnivîskên xwe de kite bi kite behsa tiştên ku li kongreyê hatine serê wê dike. Wê bi xwe re ala welatê xwe Kurdistanê jî biriye kongreyê. Bi gotina Rewşen Bedirxan, ew al li ser sînga wê ye û ji ser sînga xwe danaxe jêr. Dema ew digihîje otêla xwe, bi sekreterê kongreyê re diaxive û dixwaze di civînê de ala Kurdistanê jî li rex alên din hebe û were xuyanê. Diyar e ku wê sekreter razî kiriye, ji lewma ew dibêje, “Sekreter ji bona danîna ala welatê min di civînan de soz da min.” Gava ku şandeyên Sûriyê wê li kongreyê dibînin, matmayî dimînin û beşdarbûna wê ya kongreyê dîplomatên Sûriyeyê pirr aciz dike. Dema dîplomat û siyasetvanên Sûriyê dipirsin û dibêjin, tu çima hatiye vir, Rewşen Bedirxan wiha li wan vedigerîne: “Ez ji ber milet û neteweya xwe ve hatime, ji ber ku ew bindest in li Iraqê û Tirkiye û Îranê û nikarin derkevin. Ji ber dîtin ku min ji ber xwe bişînin, ji ber sûriye weletekî demokrat e û xêrê ji cînarê xwe re dixwaze.” Li gorî ku em ji rojnivîskên wê dixwînin, baş tê dîtin ku Rewşen Bedirxan bi tevdîr çûye kongreyê û zane dê çi biaxive û behsa çi bike.
‘Hûn behsa hovîtiyê bikin ez xwe vekêşim’
Piştî hevdîtinekê, şandeya Sûriyê ji Rewşen Bedirxan dixwaze ku tevlî civînên kongreyê nebe. Jê re dibêjin, mafê axavtinê li ser navê Sûriyê tenê yê kesekî ye û ew nav jî diyar e. Dixwazin pê bidin qebûlkirin ku li Sûriyê milletên hindikahî tine ne û ji xwe kesên li wir jî tev de welatiyên Sûriyê ne. Lê Rewşen Bedirxan vê helwêsta wan li ser xwe qebûl nake û bi van gotinan bersiva wan dide: “Hûn di ber Kurdan de biaxivin. Ez ê xwe ji civînê bikişinim û bêdeng bim… lê heger hûn rahêjin vê babetê û hûn li ser Kurdan biaxivin… li ser barbariya Tirk û Farsan û hovîtiya wan… Wê gavê xem nîne ku kursiyê Kurdistanê vala bimîne.” Rewşen Bedirxan bi ya wan nake û ji bo ku di civînê de li ser navê Kurdistanê biaxive bi rojnamevan, nivîskar û her wiha şandeyên dewletên din ên li kongreyê hazir re pêwendiyan xurt dike û ji bo rojnameyan jî dipeyive da ku navê Kurdan di kongreyê de were bihîstin.
Ala Kurdan di nav alên welatên din de
Axir roja civînê tê, ji Rewşen Bedirxan re jî cihek hatiye veqetandin. Lê ne xêr ala Kurdistanê ne li ser masê ye! Piştre rojnamevanek jê re dibêje, şanda Cezayirê dengê xwe bilind kiriye li dijî temsîliyeta Kurdan. Ji ber vê yekê ala Kurdistanê rakirine. Ji bo vê helwêsta dewletên ku nerazîbûn nîşanî ala Kurdan dane, Rewşen Bedirxan dibêje, “Bi her hal ez ne poşman im. Bi kêmanî ala me kete nava alên welatan de û biyaniyan dît bê çawa rojhilatiyan arma Kurdistanê ji ser masê rakir û ji lihemberbûna Cezayîriyan ji temsîla Kurdan re agahdar bûn. Ev besî me ye, ji ber wê gelek bixwazin di vê riyê de pirsgirêka Kurdan nas bikin. Û sibê ku xwedê bê erê, ez ê bi Ewrûpiyan re biaxivim. Ez ê rojnemavanan kom bikim da ez nûçeyan li ser rewşa Kurdistanê û zilma bi ser sere miletê Kurd bidim nasîn. Piştre çi dibe bila bibe!”
Ka Kurdistan li ku ye?
Şandeya Sûrî û Cezayîrê û her wiha hin dewletên din li ber radibin û dixwazin ku Rewşen Bedirxan di civînê de bêdeng bimîne û temsîliyeta Kurdan neke. Lê ew nikarin bi ser bikevin û serokê civînê Rewşen Bedirxan weke temsîlkareke Kurdan bi xelkê dide naskirin û li hember nerazîbûnan dibêje, “Me şanda Kurdî vexwendiye da em gazinên wan bibihîzin û em bi hev re rewşa Rojhilata Navîn derman bikin.” Rewşen Bedirxan jî bi van gotinan behsa nerazîbûn û axavtina xwe ya li kongreyê dike; “Gava wextê min hat û ez çûm cihê axavtinê Mamoste birêz Kamil Hemrane bang kir; Kurdistan li ku dikeve? Û Kurd kî ne? Min guh lê nekir û meşa xwe domand. Muzher Şerbecî bang kir; gotinên wê ne rast in û ew ne vexwendiye. Min bersiva wî neda, tenê ez beşişîm. Berpirsê civînê Mr. Rojoy, berpirsê civînê bersiv da; Kurdistan ji kevn de nasraw e û me Ingilîzan ew ji hev xist. Piştî wê min pendek Kurdî ji wan re got; dinya gulek e wê bêhn bike û bide derûdora xwe. Min ji wan pirsî; nihêrîna we çi ye niha? Ez hîna biaxivim yan bes e? Ez gihîştim ser masa xwendinê û her kesî nas kir bê Kurd kî ne.”
Rewşen Bedirxan dide zanîn ku wê zora wan biriye û ew di vê kongreyê de bi ser ketiye. Her wiha ew dide zanîn ku wê hin kesên Yewnanî û Ewrûpî yên din jî kirine dostên Kurdan.
Rewşen Bedirxan kî ye?
Di 11’ê Tîrmeha 1909’an de li Kayseriya Tirkiyê ji dayik bûye, keça Salih Bedirxan e. Rêvebira Xwendingeha Leyla Exîlî ye. Jina Celadet Bedirxan e ku bandoreke baş li ser wê hebûye heta ku mîna wergerekê bikare li warê zanistî û kirdarî ve gavên baş biavêje. Ji sala 1924´an heta 1927’an rêvebera dibistaneke hikûmî bûye li bajarê Kerek li rojhilata Urdinê, piştî hingê çûye Dîmeşqê (Şamê) û saleke xwendinê li dibistana Elayîk ya Fransî kar kiriye û li hemû polên şaxê keçan de mamosteya zimanê Erebî bûye. Di 9’ê Nîsana 1929’an de wekî mamoste li dibistana hikûmî li Dîmeşqê kar kiriye û rêvebirina dibistanê spartine wê. Tevlî komeleya Yekîtiya Afretan bûye li sala 1934’an, piştî vegerîna wê ji kongreya jinan ya ku li Qahîrê hatiye li darxistin di dawiya sala 1945’an de veqetiyaye. Sala 1951’ê du çîrok ji zimanê Tirkî wergerandine, ya yekem bi navê Bîranînên Jinekê hatiye çapkirin û ya dûyê jî bi navê Evîn û Janên Min hatiye çapkirin û wê hinek pirtûkên çapnekirî jî hene yek ji wan Rêka Dil e. Her wiha wê Çend Berperek Ji Tora Kurdî heye. Hinek semîner û çîrok hene ku di radyo û rojnameyan de hatine weşandin û çap bûne. Di sala 1947´an de li radyoyê çend mehan di beşa zarokan de kar kiriye. Rewşen Bedirxan 3’yê Hezîrana 1992’yan çû ser dilovaniya xwe.
*Ev rojnivîskên Rewşen Bedirxan ku di wan de behsa serpêhatiya kongreya li Yewnanîstanê dike, di pirtûka bi navê “Dotmam” de cih digirin. Min jî ev agahî ji pirtûkê wergirtin. Pirtûka “Dotmam” sala 2009’an ji Weşanxaneya Avestayê derketiye.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 412 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://politikart.net/ - 26-11-2024
Gotarên Girêdayî: 5
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 04-07-2023 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Edebî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 26-11-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 28-11-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Evîn Teyfûr ) ve li ser 28-06-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 412 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.203 çirke!