Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,803
Wêne
  123,936
Pirtûk PDF
  22,082
Faylên peywendîdar
  125,651
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,592
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,553
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,711
عربي - Arabic 
43,854
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,622
فارسی - Farsi 
15,767
English - English 
8,522
Türkçe - Turkish 
3,821
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,174
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,819
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,561
Enfalkirî 
4,851
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,347
PDF 
34,671
MP4 
3,832
IMG 
233,692
∑   Hemû bi hev re 
273,542
Lêgerîna naverokê
Kurdê li ber fermana qirkirina Ermeniyan rabûye: Cemîl Behrî Kunneh
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hevkarên Kurdîpêdiya êş û serkeftinên jinên Kurd ên hevdem di databasa xwe ya neteweyî de arşîv dike.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Kurdê li ber fermana qirkirina Ermeniyan rabûye: Cemîl Behrî Kunneh
Kurdê li ber fermana qirkirina Ermeniyan rabûye: Cemîl Behrî Kunneh
Kurdê li ber fermana qirkirina Ermeniyan rabûye: Cemîl Behrî Kunneh
Luqman Guldivê
Cemîl Behrî Kunneh ê Efrînî di navbera 1915 û 1917´an de li ber fermana qirkirina #Ermeniyan# rabûye û qederê 2000 Ermenî ji fermanê xilas kirine. Ew efserekî behriyeya Osmanî bû.
Ez pêşî ji nivîseke rojnamevanê Independentê Robert Fisk bi meseleyê hisiyam: Cemîl Behrî Kunneh ê ji Efrînê bi sedan Ermeniyên Entabê ji fermanê xelas kiribûn*. Lê sernavê vê nivîsa wî hingê ez aciz kiribûm û ji ber wê hingê min nedabû dûv meseleyê. Sernavê nûçeyê “Tirkê baş: Serpêhatiya bi rastî ya Schindlerê Ermenistanê yê jibîrçûyî” bû. Ev “Tirkê baş” esas ji Efrînê bû û li gorî nûçeya Robert Fiskî yê ku niha wefat kiriye, dayika wî Kurd bûye û bavê wî ji gundekî pirraniya xelkê wê Kurd e, lê muhtemel e ku Ereb be. Baş e çima “Tirkê baş”? Ji nivîsa Fiskî em têdigihin ku ew ecêbmayî ye ku Tirk vî efserê behriyeya xwe nakin qehremanek. Yanî esas hinekî dûrî wê rastiya tahl a dewleta Tirk û miletê Tirk e ku bi hişkî qirkirina Ermeniyan û ne Misilmanên din red dikin û heta behsa zilma Ermeniyan dikin.
Wêrekê behriyeya Osmanî
Axir di nûçeya xwe de ew agahiyên xwe hemûyan disipêre lêkolînên dîrokzanê Kurd, Umit Kurt. Û Umit Kurt pêr li ser mijarê ji bo Newlines Magazine bi sernavê “Schindlerek ji bo Ermeniyan: Efserekî behriyeya Osmanî red kir ku di qirkirina beriya sed salan de cih bigire” gotarek weşand**. Umit Kurt niha li Înstîtuta Van Leer a li Qudsê kar dike. Kitêba wî ya bi navê “The Armenians of Aintab: The Economics of Genocide in an Ottoman Province (Ermeniyên Entabê: Aboriya qirqirinê li wilayeta Osmanî)” par ji Harvard University Press derçûbû û ji muhimtirîn berhemên wî ye. Ew li Zanîngeha Ibrî ya Qudsê jî dersan dide. Ew bi vê meqaleya xwe bi serpêhatiya Cemîl Behrî Kunneh dadikeve. Li gorî agahiyên wî, Cemîl Behrî Kunneh li ber fermana qirkirina Ermeniyan (bi rêya tehcîrê) rabûye û qederê 2000 Ermenî ji fermanê xilas kirine. Ew efserê Osmanî ye ku ji tersxaneya li Bîrecûgê berpirsiyar. Tersxane li ser çemê Firatê bû û Ermeniyên dihatin tehcîr kirin, di devera berpirsiyariya wî re dibihurandin.
Bav ji Cindirês dê ji Raco
Ev efserê hanê sala 1892’yan li Helebê hatiye dinê. Bavê wî ji gundê Kurdan ê ser bi Cindirêsê bû. Dayika wî Emîna Elî jî ji gundê Hopka bû.
Ev gund ser bi Raco ye. Dê û bavê wî ji Efrîna Tirkan îro dagir kiriye, bûn. Axir ew hîna çar salî bû, bavê wî miriye û dayika wî ya ku em bi isehî dizanin Kurd e, ew mezin kiriye.
Ew 14 salî ye yanî sala 1906’an xwe li Mekteb-î Bahriye ya Stenbolê qeyd dike û weke mulazimewwel ê teknîkî sala 1910’an mezûn dibe. Ji bo di warê teknîkê de şareza bibe ew li Ingilîstanê diçe Fabrîkeya Motoran a John Thornycroft a li Basingstokeyê. Gava Şerên Balkanan rû dide, di çarçoveya seferberiyê li artêşa Osmanî vedigere û di wan şeran bi madalyaya wêrekiyê tê xelatkirin.
Di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de ew li tersxaneya kelek û keştiyan a li ser Çemê Firatê ya li Bîrecuga Rihayê tê wezîfedarkirin. Ew berpirsê tersxaneyê ye. Jixwe bi vê berpirsiyariya xwe, wî heta jê hat gelek Ermenî ji mirinê xilas kirine. Eynî wekî Schindler, ew kesên ku karibe bide xebitandin, ji mirinê xilas dike.
Burokratekî biryarên maqûl
Akademîsyenê dîrokzan Umit Kurt jî vê yekê dibîne dibêje, “Kunneh dijberekî Îttîhat û Teraqqiyê yê bîrewer bû, efserekî artêşa Osmanî bû ku hêz û desthilata xwe ya ji vî meqamê wî dihat wî ji bo rizgarkirina Ermeniyan bi kar anî, da ku wan neşînin kampên li Meskene, Serêkaniyê û Dêra Zorê. Wî her wiha ji ked û karê wan jî îstîfade dikir, û weke burokratekî eskerî biryarên maqûl didan.”
Yek ji sedemên sereke yên vê helwêsta wî diyar e ku hevjîna wî Dikranuhi Gullizian bû. Wî ew di dema fermanê de nas kir û bi rêya zewaca pê re ew ji mirinê xilas kir. Ermenî jî bi wî re bi wefa bûn û bi nameyên ku nivîsandin, ew ji dadgehkirina li Diwanî Herbî Orfî ji ber qirkirina Ermeniyan, rizgar kir.
Cemîl Behrî Kunneh bixwe li Helebê 25’ê Gulana 1967’an miriye. Hevjîna wî Dikranuhi piştî wî bi 19 salan, di 93 saliya xwe de 15’ê Hezîrana 1986’an miriye. Niha êdî li cem min ew meraq heye ku xwe bigihînim wan kesên ku Cemîl Behrî Kunneh û hevjîna wî di saxiya wan de nas kiribin. Ez her wiha dixwazim zanibim, ka bavê wî yê ji gundê Kurdan Ereb bûye yan Kurd. Ji ber wê jî mala Umit Kurt careke din ava be.
* “The Good Turk: The true story of Armenia’s forgotten Schindler (Tirkê baş: Serpêhatiya bi rastî ya Schindlerê Eremenistanê yê jibîrçûyî)”, 14´ê Gulana 2020´an di Independetê de derçû.
** Navê gotarê orîjînal “A Schindler for the Armenians: An Ottoman naval officer refused to take part in the genocide of a century ago” ye. Ji bo gotarê binihêre li https://newlinesmag.com/essays/a-schindler-for-the-armenians/
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 576 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://politikart.net/ - 26-11-2024
Gotarên Girêdayî: 13
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 03-07-2023 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Komelayetî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 26-11-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 28-11-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 26-11-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 576 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.135 KB 26-11-2024 Aras HisoA.H.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.234 çirke!