Lehengê bêçîrok
İbrahim Bulak
Belkî were bîra hinekan, pêlekê ‘Zarokên keviran diavêjin’ di rojevê de bû. #Hasan Bîter# Hesenê me jî yek ji wan bû. Salek ji salên 90’î li Cizîrê hatibû dinê. Gava ji hepsê derketiye, hevalên wî yên qawîşê gotine, ‘Mêze Hesen careke din xwe nexwe wan hepsan’.
Rojekê destê nîvro deriyê qawîşê vebû. KîsiRojekê, destê nîvro deriyê qawîşê vebû. Kîsikekî reş û mezin li pişta wî, gava diket hûndir jî ji gardîyanan re tiştin digotin. Mirov jê hêvî dikir bi awirên rebenok û stûxwar li derûrdora xwe mêze bike, lê na wekî ku ketibe nav mala xwe rehet bû. Qelefetê wî girs bû, lê mirov fêhm dikir ku emrê wî jî ne mezin e. Piştî ku cixara xwe jî pêxist, li gel hevalên dîtir dest bi voltayê kir. Guh dida yên li cem xwe, carna tiştin ji wan dipirsîn. Piştî ku çend roj di ser hatina wî re derbas bûn, nizam çima, di nav ewqas kesan de her dixwest were cem min. Yan hîç neçûbû mektebê yan çend salan çûbû, lê xwendina wî pirr hindik bû. Jixwe, zêde tê re neçû, ez bûm ‘mamoste’yê wî. Min ew hînî xwendin û nivîsandinê dikir. Ji min hez kiribû, hema kengî keysa xwe lê dianî dihat cem min. Meselên wî nediqediyan her dixwest behsa wan bike. Di nav van meseleyên wî de, ez hîn bûm ku ev bû cara diduyan ew dikeve hepsê. Çend salan berê li hepsê mabû û çawa derketibû, zêde tê re neçûbû, dîsa ketibû hepsê. Di ya ewilî de pêşî di qawîşa zarokan de dimîne lê paşê dewlet ji bo zêde ceza bidiyê, li ser nasnamê emrê wî mezin dike, pê re jî dibin qawîşa mezinan. Belkî were bîra hinekan, pêlekê ‘Zarokên keviran diavêjin’ di rojevê de bû. Hesenê me jî yek ji wan bû. Salek ji salên 90’î li Cizîrê hatibû dinê. Gava ji hepsê derketiye, hevalên wî yên qawîşê gotine, ‘Mêze Hesen careke din xwe nexwe wan hepsan’. Lê ma panzerên dewletê û kevirên erdê xelas dibin, Hesen hê çend hefte yan meh tê rê naçin, dîsa dikeve hepsê.
-Hevalê Îbrahîm ka em bibin şirîkê cixareyan.
-Ew ji ku derket Hesen
-Ez û tu cixareyên ku didin me, bidin ser hev û êdî kî ji me bêcixare be, ji yê din bixwaze.
-Hesen bila cixarên te li cem te bin, ma çi hewce dike tu ji min bixwazî.
-Belkî çaxê dilê min biçe cixarê, ne li cem min be.
Ji bo xatirê wî em çend rojan bûn şirîkê hev. Jixwe, piştî çend rojan Hesen ev lîstik ji bîr kir û bi vî hawî şirîkatiya me jî xelas bû. Hesen ji bo min mirovekî welê bû, tu wê bêjî qey ji nav çîrokên Botanê derketibû. Ji alîkî vê heçko ne ji vê dinyayê be, ewqas dilpak û saf, lê ji aliyê din ve jî hay ji rastiya bindestiyê hebû û dixwest bibe hevalê bargiranan. Ji hevalên xwe hez dikir ji ber ku cihê ku hevalên wî hebûna, ew der mala wî bû. Bi vî çavî, li her kesî mêze dikir. Erê girs bû, lê zarok bû. Belkî sê çar caran ji min re behsa vê meseleya emir mezinkirina li ser nasnamê, kiribû. Pêşbirka ka kî zane ye, kî dilsoztir e ne xema wî bû, ew wek xwe bû.
-Hesen di nav hevalên te de keçik jî hebûn.
-Erê yeke Çînî bû.
-Cizîr û Çînî Hesen?
-Bave wê mihendis bû, ew jî li gel bavê xwe bû. Me hej hev dikir.
-We çawa bi çi zimanê li hev dikir Hesen?
-Me li hev dikir, keçikeke pir qenc bû.
Qey Hesen jî li wan deran dixebitî, êdî çendek qîza mihendis û Hesen bûne hevalên hev, welê jî meseleyên wî yên ecêb hebûn. Min nedît malbata wî hate hevdîtina wî, belkî çend caran hatibin, xweş nayê bîra min. Lê xuya bû, malbat jî ketibû etra ‘bo kirîna nanê sibê’. Mehkema wî ya dawiyê bû, gava kete hundir, di vê germa havînê de xwêdan dabû, lê kêfa wî li cî bû. Me gişan got, qey hatiye berdan, lê tu nabê, di mehkemê de her behsa navên qanûnan û hejmaran kirine, Hesenê ku tiştek ji wan fêhm nekiriye, herî dawî ceza giş dane ser hev û jê re gotine, hingî li ber ketiye cezayekî xweş lê birrîne. Wî jî dest bi qirîn gotina sloganan kiriye, nesekiniye. Bi lez û bez eskeran ew derxistine, birine. Herçî em bûn, yanî kesên guhê xwe didan wî, em xemgîn bûn, lê tew ne xema Hesen bû jî. Ji derve kesî name nedişand ji Hesen re. Lê tê bîra min, tenê rojekê ji hepsa berê lê mayî ji hevalekî wî jê re name hat. Bi min da xwendin, guhê wî li min, meraq dikir ka çi nivîsiye. Şîret li Hesen dikirin, digot, bi ya hevalan bike, gava min li rûye wî mêze dikir kenê wî fihêtok ê her car li rûyê wî, digot, ez li ciyê xwe nedisekinîm li cem wan, lewma welê dibêje.
Paşê çû qawîşeke din. Carna di aktîveteyên hevpar de me hev didît, çawa çav bi min diket, yekser berê xwe dida min û ez hembêz dikirim. Û piştî wextekî jî em bi temamî ji hev veqetiyan. Di qanûnan de çend guhertinên piçûk kirin, cezayên Hesen jî daket xwarê û piştî çend salan ew jî ji hepsê derket. Piştî derketiye, rojekê min bihîst ji hevalekî me pirsa min kiriye, gotiye ‘Çi dike?’. Gava min ev bihîst, gelek kêfa min hat, min digot belkî wî ez ji bîr kirime. Paşê jî min bihîst Hesen di şerê li dijî DAIŞ’ê de li Şengalê birîdar bûye. Carna diket bîra min, min ji xwe re digot, gelo Hesen niha bûye yekî çawa, niha bîst û çend salî ye, êdî ne zarok e. Lê min ji xwe re digot, Xwedê bike hê Hesenê berê be, dilpak û dilbirehm. Min pirr dixwest em careke din jî hev bibînin. Min digot, gelo wê dîsa wekî berê çawa ew çav bi min keve, min hembêz bike. Min dizanî, niha ew li ku derê be, li wir delaliyê hevalên xwe ye. Û her wiha ew jî li cem hevalên xwe, li mala xwe dilşa ye.
Cara diduyan jî birîndar bûye, lê tevî vê xwe ji şer nedaye alîkî. Min bi çavên xwe nedîtiye, bi guhên xwe nebihîstiye lê dilê min ji min re dibêje, çawa Hesenek hebû li Kurdistanê di şerê Vîetnamê de, li welatê Tamîl, li Çiyayê Andê jî hebûye Hesenek. Ew ji bo min lehengê bêçîrok e, ji bo hevalê xwe dilbirehm li ber dijmin bêminet. Gava şehîd bû, wêneyên wî li ajansê belav bûn. Min yeko yeko li wan mêze kir, min dît çendî mezin bûye. Dîsa kenekî fihêtokî li ser rûyê wî, geh nan lê dixe, geh daran dide hev.
Çendik û çend sal jî di ser re derbas bibin, Hesen wê li cem min her zarok bimîne, ew zarokê ku lehengê bê çîrok lê yê dewr û dewranekê ye.
*Hesen ku navê nasnamê Hasan Bîter bû 18’ê Tebaxa 2022’yan li Metînayê şehîd bû.
[1]