Dagirkirin û Talankirina Berhemên Kurdistanê: Deriyê Mizgefta Mezin
Nezîrê Bîrdar
Talankirina erdnigariya #Kurdistanê# li aliyekê, em wek Kurd nikarin berhemên aîdî xwe jî bibînin, ne bi peretî ne bi belaşî. Yên ku ne ji te û ji çîna serdest, dikarin ji te rehettir xwe bigihînin berhemên li ber deriyê mala te.
Dagirkerên Kurdistanê bi tenê xwe li dagirkirinê ranegirtine, di heman demê de gewher, kanzayên sererdî û binerdî û hemû hunerên ji aliyê zanyarên Kurdan ve hatine dahênandin jî yan wêran kirine yan jî talan kirine. Dagirkeran an bi dek û lêban an jî bi darêzorê dest danîne ser berhemên wan, kirine malê xwe. Mînakeke şênber a vê talankirinê li Cizîra Botan rû daye. Rûdana vê bûyerê ku dibe cihê xemgîniyê wiha ye:
Wekî ku dîrok jî dide çespandin ku gelê Kurd gelekî dahêner û afirîner bûye. Gelek berhemên mîna nivîs, amûrên hilberînê û kedîkirina ajalan hwd. ji aliyê gelê Kurd ve hatine hilberandin û çêkirin. Îcar Cizîra Botan jî herêmek a erdnîgariya vî gelî ye. Gelek kesên navdar û dahêner ji vê herêmê derketine berhemên ku wan afirandine xistine bin xizmeta mirov û mirovahiyê.
Bo nimûne Deriyê Mizgefta Mezin a Cizîrê, ku ji hêla huner û nirxî ve li cîhanê wekî deriyekî dîrokî yê duyemîn hatiye çespandin, ku ev derî bi nîgar, dirûv, nimûş û nivîsên li ser hatine xemilandin di sala 1170yî de ji hêla danerê Kurd Îsmayîlê Cizîrî ve hatiye çêkirin yek ji wan berheman e. Ev derî bi bronzî hatiye rûkêşkirin û nivîsa li ser derî ji kanza tûncî ye. Rûyê derî jî bi nîgarên ji sifir û zîvî hatiye xemilandin.
Ev derî dubask e, di nîveka her du baskên deriyan de doqekên ji tûncî ku du marên ejderhay in, serê şêrekî û du teyrên baz ên ku asûna (pozisyon) hevdu temam dikin pêk hatiye. Li Cizîrê, ji van doqikan re “Ejderhayên Cizîrê” tê gotin. Îsmayîlê Cizîrî wêneyê van ejderhayan di rûpelê 225’mîn a pirtûka xwe de xêz kiriye. Lê mela Muhemed Yusûfê kurê Osmanê Eskîfî dema peça (kopya) vê pirtûkê nivîsiyî di pirtûka xwe de wêneyê heman ejderhayan xêz nekiriye. Bilindahiya vî derî 3 metre ye. Firehiya baskeke derî 1.13 e. Cizîrî ev derî di vedora zengiyan de çêkiriye. Dîroknasên hunerê dibêjin tu têkiliya hunera Artûkiyan bi vê hunerê nîn e.
Ji ber ku Deriyê Mizgefta Mezin a Cizîrê li cîhanê xwedî nirxekî antîk û xwedî hunereke bêhempa bû, dagirkeran mîna her tiştên Kurdan ên din dest danîne ser derî, êdî ew venegerandine Cizîra ku cih û warê wî bû. Ew jî mîna berhemên kurdan ên din hiştine Muzexaneya Stenbolê bi vê lêba ixanetê dest danîne seriyê mizgevta qedîm.
Li ser deriyê Mizgefta Mezin a Cizîrê nivîsek ji aliyê Îsmayîlê Cizîrî ve bi zimanê Erebî ku ji kanza sifir û tûncî ye bi tîpên kûfeyî hatiye nivîsîn. Lê mixabin Deriyê Mizgefta Mezin ê ku rûyê wî bi sifirî, bi nîgarên mar û ejderhayî hatibû xemilandin, ji ber ku pîşta vî derî ji depî bû rizî ye, lê ev derî di sala 1946’an de ji nû ve ji aliyê xeratê Cizîrî yê bi navê Îsmayîlê Nûrî ve bi hunera xwe ya xeratiyê restore kiriye. Her wiha ev derî ji aliyê hin kesên Cizîrî ve ji nû ve hemû taybetmendiyên wî yên mîna nîgar, dirûv, ejderha, mar, doqik û nivîsên ku berê li ser hebûne dîsa li gorî reseniya wî hatiye nûjenkirin.
Di sala 1983’an de ji bo ku mîmartî û hunerên destan ên Selçûkiyan li Seraya Deriyê Topê ya Stenbolê di pêşangehê de bên nişandan, ku dê ev pêşangeh li Muzexaneya Şaristaniyê ya Anedolê ya Stenbolê bihata vekirin, her du baskên deriyê Mizgefta Mezin a Cizîrê jî li gorî nivîsa fermî ya ku hejmara wê 395/143 e, ji Gerînendetiya Muzexaneya Mêrdînê tê xwestin. Miftîtiyê Cizîrê jî, roja 10.6.1982an ev derî ji bo demeke berdemkî ku li pêşangeha Stenbolê bê nişandan radestê Muzexaneya Stenbolê dike. Piştî ku pêşangeh qediya dîsa dê derî di sala 1984’an de radestê Miftîtiya Cizîrê bihata kirin. Lê ji ber ku Deriyê Mizgefta Mezin a Cizîrê li cîhanê xwedî nirxekî antîk û xwedî hunereke bêhempa bû, dagirkeran mîna her tiştên Kurdan ên din dest danîne ser derî, êdî ew venegerandine Cizîra ku cih û warê wî bû. Ew jî mîna berhemên kurdan ên din hiştine Muzexaneya Stenbolê bi vê lêba ixanetê dest danîne seriyê mizgevta qedîm.
Serokê Enstîtuya Enerjiya Nuklerî ya Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê, Prof. Dr. Beril Tuğrul, xebateke dusalane li ser deriyê ku ji aliyê Îsmayîlê Cizîrî ve hatiye çêkirin dike û di encama vê xebata xwe de pirtûkekê dinivîse û girîngiya vî deriyê bêhempa hem li Tirkiyeyê hem jî li cîhanê belav dike.
Geştyarên Almanî yên ku têne Cizîra Botan, wêneyê Deriyê Mizgefta Mezin a Cizîrê dikişînin, ew jî li ber nimûşê van ejderhayan di teşeya wan de du ejderhayan çêdikin. Ev ejderhayên ji aliyê wan ve tên çêkirin li Muzexaneya Dewletê ya Almanî bi hejmara 1/2242an têne tomarkirin. Li gorî angaştekê, ev ejderha li ber berhema Îsmayîlê Cizîrî ya li Pirtûkxaneya Deriyê Topê hatine peçkirin (kopyakirin). Her wiha tê angaştkirin ku rûpela 26mîn a pirtûka Cizîrî ji vê pirtûkxaneyê hatiye dizîn. Her çi be bila bibe wan li nimûşê ejderhayên Cizîrî nêrîn, paşê ew ejderha li ber nimûşê wan hatine çêkirin, lê wan bi tu awayî nekarîne ejderhayên tam mîna yên Cizîrî çêbikin. Ejderhayên wan hem stûr, bêteşe û hem jî fîgurên wan jî tam ne mîna yên wî resen in. Lewre fîgurên ejderhayên Cîzîrî pir tenik û pir narîn in û rewatina wan bi hunereke hosteyane hatiye şayesandin.
Îro jî mînakên vê yekê gelek in li erdnigariya Kurdistanê. Gelek cihên ku bi hinceta ewlehiyê ji bo Kurdan têne qedekirin ji bo her cure talanê têne vekirin. Çi talana xwezayî çi jî talana behremendî, ferq nîne. Dema Serokê Zanîngeha Prînceton û serokê Kursiya Mustefa Kemal, tirkologê navdar ê Emerîkî Bernard Lewîs ji serokkomarê Tirkiyeyê xelatê werdigire, ew 10.000 dolarî bexşê Muzexaneya Berheman a Stenbolê ya Tirk-Îslamê dike. Sedema bexşandinê ew bû ku wan Deriyê Mizgefta Mezin a Cizîrê di pêşangehê de nîşanî wan dabû. Bi rastî Melenî Carya keça Bernard Lewîsî, ku yek ji pisporên Zanîngeha Pensîlwanyayê bû, bibû evîndar û bengiyê Deriyê Mizgefta Mezin a Cizîrê. Bêguman ji bo pêşangeha Deriyê Mizgefta Mezin a Cizîrê pêwîstî bi gelek pereyan hebû. Bavê Meleniyê Bernard Lewîsî jî ji bo ku dilê keça xwe şad bike û dilê wê nemîne ev 10.000 dolar bexşandine.[1]