Çîftyurek: Hewlagiriya Tirkiyeyê ji desthilatê re gotiye dema çareseriyê hatiye
Devlet Bahçelî
Diyarbekir (K24) – Li aliyekê bangewaziyên Serokê MHPê Devlet Bahçelî û li aliyekê jî daxuyaniyên şewirmendê Serokomarê Tirkiyeyê ku dibêje pirsa Kurd nîne, ev rewş bûye sedem ku serê civakê tevlîhev bibe, siyasetmedarên Kurd di wê baweriyê de ne ku tê xwestin berî her tiştî civak were amadekirin ji ber ku li gorî raportên hewalgiriya Tirkiyeyê jî êdî dem hatiye ku pirsa kurd were çareserkirin.
Serokê MHPê Dewlet Bahçelî careke din di axaftina xwe ya heftane ya komcivîna parlementoyê de bang kir ku divê demildest DemPartî bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinê rubiru bike. Li ser vê yekê jî Hevserokê DemPartî Tuncer Bakirhan da zanîn ku wan bo hevdîtinê serî li wezareta dadê dane. Siyasetmedarên kurd ser vê rewşê balê dikêşin ku Dewlet Bahçelî jî baş dizane ku êdî li pêşiya Tirkiyeyê ji bilî çareseriya pirsa kurd bijardeyek din nemaye.
Parlementerê Dem Partî yê Wanê Sînan Çîftyurek ji K24ê re got: “Tirkiye ji aliyekê ve dixwaze gavan biavêje lê ditirse, û eger gav neavêje jî wisa nameşe, ji ber wê niha dîmenek tevlîhev xuya dike, lê ev kar bi veşartî nameşe, divê aşkere biaxifin û gav were avêtin, ji xwe hewalgiriyê jî di raporta xwe de ji desthilatê re gotiye eger pirsa kurd bi aştî çareser nebe dê dê çaryeka duyem a vê sedsalê de Tirkiye parçe bibe.”
Derbarê pêvajoyek nû û çarerçove û nexşerêya wê de jî siyasetmedarên kurd dibêjin navbera Ak Partî û MHPê de bo pêvajoyek nû nakokî nîne lê herdu alî jî hewil didin ku hemû beşên civakê werin amadekirin da ku di pêvajoyek nu de hem hemû aliyên tirk û hem jî hemû aliyên kurd beşdar bin û sûdê bidin.
Cîgırê Serokê Komeleya Şoreşger û Demokratên Kurd Abdulhay Okumuş got: “Navbera Ak Partî û MHPê de nakokî nîne, civakê amade dikin, eger îro tevgera herî nijadperest bo çareseriyê hatibe ser rê ev yek erênî ye û dide nîşan ku teqez tiştek heye, wê pêvajo dest pê bike û ne tenê bi PKKê re, dê bi hemû aliyên kurd re pêvajo were meşandin û bi ya min dê qeyum jî bidomin.”
Siyasetmedarên Kurd dibêjin her çiqas wek nîşaneya pêvajoyek nû gavek şênber nehatibe avêtin jî, dê pêvajoyek nû dest bike ji ber ku şert û mercên rojhilatanavîn Tirkiyeyê neçar dike ku pirsa kurd çareser bike.[1]