Davutoglu: Hebûna peywendiyên baş di navbera Tirkiye û Kurdistanê de alîkariya pirsa Kurdan dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Partiya Paşerojê û Serokwezîrê Tirkiyeyê yê berê Ahmet Davutoglu di derheqa peywendiyên navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de got, “Hebûna peywendiyên baş di navbera Tirkiye û Kurdistanê de alîkariya baştirbûna rewşê û pirsa Kurdan li deverê dike.”
Davutoglu di hevpeyvînekê bi K24ê re ragihand, “Me li sala 2009ê dest bi pirose û çareseriya aştiyê kir, sedema sernekeftina wê piroseyê girêdayî nebûna demokrasiyeke tevgir li Tirkiyeyê ye.” Herwesa got, “Bi baweriya min wekî siyasiyek, hemî netewe û pêkhateyeke olî di civakeke demokrasî de li Tirkiyeyê wekhev in.”
Navbirî li ser pêşniyara Serokê Partiya Tevgera Neteweyî (MHP) Devlet Bahçeli ji bo azadkirina Ebdila Ocalan got, “Divê ew arêşe bê çarekirin û teror bidawî bê, serdem û rûpeleke nû bê vekirin. Ew gotina wî giring e ji ber ku di dema borî de Bahçeli wekî kesekî neteweperest li dijî pirsoeya aştiyê bû.”
Serokê Partiya Paşerojê ron jî kir, “Bi dirêjahiya karê xwe yê siyasî û akademî, min herdem bergirî ji baştirîn peywendî bi Herêma Kurdistanê re kiriye ji ber ku Herêma Kurdistanê wekî pireke peywendiyan di navbera Tirkiye û Îraqê de, hebûna peywendiyeke baş di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de alîkariya baştirbûna rewşê û pirsa Kurdan li deverê dikin.”
Serokwezîrê Tirkiyeyê yê berê eşkere jî kir, “Dema ku ez Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê bûm, peywendiyên Tirkiye û Sûriyeyê gelek baş bûn. Li sala 2009ê, me 52 lihevkirin bi Sûriyeyê re îmza kirin. Piştî Bihara Erebî li sala 2011ê, Hikûmeta Sûriyeyê êrîş kir ser pareke bajaran û çekê kîmyayî li dijî xelkî bi kar anî, lewma peywendiyên me têk çûn.”
Ahmet Davutoglu ji sala 2009ê heta 2014ê Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê bû, ji sala 2014ê heta 2016ê Serokwezîrê Tirkiyeyê bû, niha Serokê Partiya Paşerojê ya Tirkiyeyê ye.
Ahmet Davutoglu li ser rewşa Sûriyeyê got: “Bê goman qeyrana Sûriyeyê qeyraneke aloz e. Ev qeyraneke navbera Tikriye û Sûriyeyê nîne. Serekîtirîn qeyran di navbera rijêma Sûriyeyê û xelkê Sûriyeyê ye, bi kêmî ve pareke berçav a xelkê Sûriyeyê. Piranniya Kurd û Ereb û Tirkmenên bakurê Sûriyeyê ji destê rijêma Sûriyeyê nalandiye. Divê çareseriyeke bibandor ji bo qeyrana Sûriyeyê vê vedîtin.”
Davutoglu tekez jî kir, “Ez li dijî çi diyalogekê bi Hikûmeta Sûriyeyê re nînim û her vê yekê jî wesa kiriye ku Erdogan bizavê ji bo çêkirina wê diyalogê bike. Dema ku ez li sala 2011ê çûm Sûriyeyê, yek ji wan arêşeyên me ku me pê re behs kir dana nasnameyan bi welatiyên Kurd li Sûriyeyê bû. Yanî divê Hikûmeta Sûriyeyê dest bi çaksaziyeke navxweyî û aştiyeke navxweyî ya girêdayî xwe bike, hingê hêsan dibe.”
Navbirî di derheqa binecihkirina artêşa Tirkiyeyê li hin cihên Rojavayê Kurdistanê jî eşkere kir, “Arêşeya mezin a Sûriyeyê ne hebûna artêşa Tirkiyeyê li wî welatî ye. Dema ku ez li ser desthilatê bûm, min çi artêşek neşand wê derê lê bi liberçavwergirtina hebûna endamên DAIŞê û arêşeya ewlehiyê, Tirkiye neçar bû biçe nav Sûriyeyê. Ez dikarim bibêjim ku me çi hez nebûn an jî me bi çi awayan axa Sûriyeyê binpê nekiriye, lê giringtirîn tişt aştiya navxweyî ya Sûriyeyê ye. Qanûneke Civata Ewleghiyê ya Neteweyên Yekgirtî li Kanûna Yekê ya sala 2015ê hebû, daxwaza diyaloga komên Sûriyeyê bi rijêmê re dikir, pêxemetî Sûriyeyeke nû. Her dema Beşar Esed danûstandinan bi xelkê xwe re bike, Tirkiye çi niyetek nîne ku li Sûriyeyê bimîne.”
Serokê Partiya Paşerojê û Serokwezîrê Tirkiyeyê yê berê tekez jî kir, “Wekî Tirkek, ez bi çavekî biyanî temaşeyî Kurdên Sûriyeyê an Kurdên Îraqê an jî Erebên Sûriye û Îraqê nakim ku pêdivîtiya me bi navbeynkariya xelkê Amerîka an Rûsyayê an jî destûrdana wan hebe. Nexêr, em xwediyên rastîn ên van dever û herêman in. Divê Tirkiye bi awayekî rasterast û rûbirû danûstandinan bi Kurdên Sûriyeyê û Kurdên Îraqê re bike. Eger artêşa Amerîkayê ji deverê derbikeve, em Tirk û Kurd û Ereb û Îranî pêkve li vê deverê dijîn û divê bi awayekî rasterast bi hev re biaxivin. Pêdivîtiya me ji bo vê yekê bi navbeynkariya Amerîkayê nîne.”[1]