Zilamê Merhelê Bû!
Idrîs Hiso
“Axaftina Sekreterê partiyek #Rojavayê Kurdistanê# ji gora wî di roja bîranîna koça wî ya dawî de.”
Xweska devê min geriyaba, zimanê min ne pûç ba, destê min liviya ba, min dizanî serê vê sibehê çi ji we re bêjim, min dê zimanê we jê kiriba, min dê serê we bi mikutan pelaxtiba. Min dê derewên we ji milet hîn bêhtir eşkere kiriba.
Dema Ez li jiyanê bûm, min nedît kesekî behsa min kir, ez nepêşnegê we bûm, ez ne rêber jî bûm, ji xwe ez li gorî xwe bûm, min li pey xwe ti rêbazek nehişt herwiha kesên ku bi navê min bang dikin jî bi tenê li civata û li ser torên civakî pesnê min didin, lê ti kar ji wan nayê, û heger kesek bixwaze di nav wan de kar jî bike sed kelemî dixin ber û dibêjin niha ne dema vî tiştî ye û nedema wî tiştî ye û nizanim çi!
lê tevî wilo ez di gora xwe de dibhîzim ku ez pêşewa bûm, û heger ez niha sax bama wê halê milet û gelê me ne ev hal ba.
Ez ji wan têdighêm ku ez çendî têkoşer bûm, fikir û ramanên min li gund û bajarên welat belav bûne, bi sed hezaran kes û welatiyên welatê min bûne şagirt û mirîdên min, baweriya wan bi rêbaza ku min daniye tê, rêbaza azadkirina welat e.
Di gotarên xwe de li ser gora min ji vê sibêhê de behsa destkeftiyên ku min ji wan re pêk anîne dikin, di gotarên wan de, ez Ristemê Zal û Derwîşê Evdî me, diya min min anî û pişt re qalibê mêran şikiya, di gotarên wan de ya serê vê sibehê serê min li kevirê gora min xist, ez ji nişkî ve ji xew rakirim û anîn bîra min dema ez di nav wan de bûm ez çibûm û çi digtoin û niha çi dibêjin û hêsiran li ser gora min dibarînin.
Xweska devê min geriyaba, zimanê min ne pûç ba, destê min liviya ba, min dizanî serê vê sibehê çi ji we re bêjim, min dê zimanê we jê kiriba, min dê serê we bi mikutan pelaxtiba. Min dê derewên we ji milet hîn bêhtir eşkere kiriba.
Ez mirovekî welat hez bûm min li gorî zanebûna xwe xebat kir, min hewl da tiştekî bikim lê zanebûn û têgihştina min têra min nekirin ku, ez rêbazekê ava bikim û çareseriyekê ji miletê xwe re bibînin, ne tenê wisa min gelek caran astengî jî li pêşiya hin heval û dostên xwe çê dikirin, ji ber ez biser neketibûm min ne dixwest kes biser bikeve jî, gelek caran jiber ku em di nav milet de bê banor bûn me gelek rêkeftin jî ku di berjewendiya gelê me de bûn me ew xirab kirin jibo ku kursiya min ji destê min neça heta ez bimrim, “Kursî xweşbû”.
Wê dema ez li jiyanê bûm ez dizanim we çi digot û dikir pistpist, lê we newêrîbû bi mêranî ji min re bigota: “Bi vî halî em ne partiyek mamoste, de bila em li mala xwe rûnên heger ti kar ji me nayê.” We wisa ne digot, mi ji we re digot: “Ne ji partiya me be, miletê me bi temamî wê winda bibe.” We jî serê xwe dihejand kesî negot ev “Derew” e
Hûn bi xwedêkin serê vê sibehê gotarên xwe zû bixwînin û ev çend kesên ku bi we re hatine wan bi xwe re bibin. min bi tenê bihêlin û gunehên min neynin bîra min, carê min ji xew ranekin, û heger we ev kêla bi zimanê Erebî ji ber serê min rakiriba wê başbtirba, belkî salekê du salan gora min jî winda biba û we bes karîba rê bînin ser.
Vêja zû bikin heyrana we me zû bikin..![1]