Guhertina Navan..Ta Ku “Elşimal” Kete Şûna “Kurdistan”
” Lê di dema dawî de li Rojavayê Kurdistan ku bi ber Fidralîzimê de diçe, metirsî ew e ku peyva “Elşimal” tê nûjenkirin bi destewajeya “Şimal Sûriya” ango Bakurî Sûriya û divê Rewşenbîr û siyasetmedar haya wan ji vê yekê hebe“
Raid Mihemed
Peyv ango destewajeya “Elşimal” ku peyveke bi zimanê Erebî ye û wateya wê bi kurdî tê “Bakur” ew jî rexeke ji çar rexên serekî ye, lê ev peyva “Elşimal” bi wateyeke dî tê naskirin û xuyakirin, dema ku em ser welatê xwe ” Kurdistan” biaxivin, em wê bi çar parçeyan didine nasîn û yek ji wan parçeyan Bakur e (Bakurê Kurdistanê) ango jê re tê gotin kurdistana Tirkî yan Serxetê, lê ji rexekî dî ve em dibînin ku dijminê Kurdan bi teybetî Rêjîmên desthilatdar ku Kurdistan dikeve nav dagirkeriya wan (Ereb – Faris – Tirk ) navê beş û parçeyê welatê me gorî rexên cugrafî dibêjin, li Îraqê û Sûriya dibêjine deverê kurdî (Elşimal), wate bi kurdî Bakur û li wiha ev peyv kete di nav wêjeya siyasî ya partiyên kurdî de ta ku di nav miletê kurd de bi xwe nav û peyva “Elşimal” belav bû, bi taybetî mebest jê bû Başûrê Kurdistanê (Herêma Kurdistan) ta ku ev peyv gihişte astekê ku dema yekî kurd bi vê peyvê dibhîze, hestê wî bilind dibû ku ev nîşana welatê wî ye, ango em dikarin bêjin peyva “Şimal” belgeke ser navê Kurdistan, ku dijminê me kurdan heya niha zimanê wan giran e û nabêjin Kurdistan wiha ji vê gotinê direvîn, heya ku miletê me jî dema ser Başûrê Kurdistan diaxifîn digotin “Şimal” û gelek kurdên welatparêz û niştîmanperwer navê “Şimal” li zarokê xwe dikirin û bi vî navî pir kêfxweş bûn, wiha peyva “Şimal” kete dewsa navê Kurdistan û pir şêrîn bû, lê kesê rewşenbîr û ronakbîr haya wan baş ji vê yekê hebû û dijî belavkirina wê bûn, ta ku helbestvanê navdar Mehmûd Dewrîş di dîwana xwe de ya bi navê “Lêborînê Ji Kiryarên Te Kirî Nexwaze” tê de helbestek diyarî nivîskarê navdar Selîm Berekat kir û tê de dibêje:
“Bakur ew Başûr e û Rojhilat Rojavaye di Leylanê de ” niha helbestvanê ku ew bi xwe nêzî kurdan e û palpiştiya doza kurdî dike wiha dide xuyakirin, başûrê kurdistsnê ku heya vê gavê gelek nejadperestên Ereb û Faris û Tirk navê wê dikin Bakurê Îraqê û bihtir ji Ereban tê bikaranîn peyva Elşimal, lê piştî şerê Îraqê sala 2003an û ketina Bexdayê di ragihandinê de peyva “Elşimal” kêm bû û peyva ” Herêma Kurdistsn” yan Kurdistana Îraqê kete dewsa wê de, bi taybetî di ragihandina Erebî de û ev pir sûd jê hebû, lê di dema dawî de li Rojavayê Kurdistan ku bi ber Fidralîzimê de diçe, metirsî ew e ku peyva “Elşimal” tê nûjenkirin bi destewajeya “Şimal Sûriya” ango Bakurî Sûriya û divê Rewşenbîr û siyasetmedar haya wan ji vê yekê hebe…[1]