Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,570
Wêne
  123,335
Pirtûk PDF
  22,043
Faylên peywendîdar
  124,632
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,665
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,191
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,635
عربي - Arabic 
43,433
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,350
فارسی - Farsi 
15,493
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,020
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,517
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,815
Kurtelêkolîn 
6,761
Şehîdan 
4,470
Enfalkirî 
4,707
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,191
PDF 
34,596
MP4 
3,800
IMG 
232,295
∑   Hemû bi hev re 
271,882
Lêgerîna naverokê
Kurdistan û Ferman
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hevalên Kurdîpêdiya ji bo kurdîaxêvên xwe agahiyên girîng arşîv dikin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Kurdistan û Ferman

Rêyên şaş, Ramanên şaş, Em hiştin li paş.
Dema mirov bixwaze tiştekî zanibe divê bipirse û dibe mirov wê pirsê ji xwe bike! Loma divê em ji xwe bipirsin #ferman# çi ye? Çi bi xwe re tîne û çi li şûn xwe dihêle? Ferman yanî tinekirina ji hemû tiştî. Bi xwe re Kînê, xwînê û bêtifaqiyê tîne û van tova li şûna xwe diçîne û dihêle….
Gelo gelê Kurd yê ku îro Êzîdiyann qebûl nake weke Êzîdî, evneqebûlkirin ji ku hat û ev gel ji ku hat?
Gelo, heke li vir em bibêjin Kurdên ne Êzîdî ji 74 fermanan afirîn yan bibêjin berhemê 74 fermanan e, em şaş in?
مندي وار
Mendê War
Bersiv: na ye, ji ber hemû ferman û êrîş yên hatîne ser gelê Êzîdî ji ber olê hatîne ser, û Êzîdiyan her tim li ber xwe daye, serê xwe daye û sira xwe nedaye, ev Kurdên ne Êzîdî îro, ev ne Êzîdî ne yên ku nikarin hemû tiştê xwe ji fermana xelas kin û biparêzin, lê tiştê ji wan hatin parastîne weke: Ziman, Çand, Keltûr, Hunera xwe û deng û rengê xwe parastîne! Lê ola xwe neparastîne, neku ne parastî ne ji destdayîna bi devê şûr û tifinga, û bi ji destdana olê jî ne felitîne, li bin zilm û zordariyê de hatîne teptepandin û lorandin, ji bo qet çavên xwe venekin û li şûna xwe li xwe neftilin û li xwe nenêrin. Zarokên wan jî bi fitwat û ayatên kerb û kînê hatîne perwerdekirin û rêya xwe-înkarkirinê û hevneqebûlkirinê dayne ber. Ev şagirtên wan îro derçûne û netewîtiyê nadin pêş û xwe nabînin deyndarên netew û ola xwe ya kevnar, lê xwe dibînin mirîd û deyndar yên wê rêya ku dijmin ew danîne ser, loma jî îro Êzîdiyan weke bingeha xwe qebûl nakin, ne ku Êzîdiyan qebûl nakin, xwe înkar dikin, û xwe qebûl nakin, ji ber heta anha negihiştîne wê astê ku karibin mejiyê xwe ji qirêja dijmin bişon û vê rastiyê jî qebûl nakin….
Li vir pirsa ku ji xwe diafire dibeje: Gelî Kurdan, eger rast e hûn Kurdistanê dixwazin û hûn zanin Kurdistan li ser bingeha netewî tê avakirin û netew hemû Kurdan di mala Kurdî de digehîne hev,Kurdên ( Sinî , Elewî , Êzîdî û…..) çima hûn giringiyê bi netewê nadin û bi yekîtî hûn dirba fermanan nagirin?.
Hinek Kurd dibêjin Misilmantî weke çêlê havînê ye pir germe û mirovan dişewitîne! Lê çima ew Kurd naçin bin siha kepira bapîrê xwe ya xwezayî û di bin de li xwe û xwîşk û birayên xwe nagerîn? Ji ber îro jî yên ku xwe dibînin rêber û serwer ên milet rêwiyên wê rêya me behskirî ne, loma rê nadin ku kes here ber neynikê, xwe bibîne ji bo xwe nas neke. Ev yek tinekirina take kesa dûrxistina ji netew û rastiya wan, tinekirina civakê bi xwe ye. Nexşeyên di nexşan de ,Perçeyên di perça de, Sayks Pîkoyên li sayks Pîkwa de, Kurdistan û Ferman bi destê dijmin Perçe kirin û hûrkirina perça bi destê min û te…. Sayks Pîko Kurdistan kire çar perçe û her perçeyek da dev hovekî ji yên ku dinanên xwe li kezeba mirovan tûj dike. Lê ne tenê Kurdistan perçe kir, kezeba Rojhilata Navîn perçe kir, û bi perçekirinê re bihdera felsefe û zanînê belav kir, û ji ne lihevkirina gelên heremê re tewand, lê ji her gelî zêdetir Kurdan li ber wê tewandinê re stra. Kurd bi hev re kirin pale û cotarên rez û baxên bêtifaqiyê, perçebûna Kurdan a di mala Kurdî de ne bes bû, ji hev jî hatin cûdakirin û bûne ” Weke noka li kevir ketî”, bûn ” Mîh bi piyê xwe û bizin bi piyê xwe” û ” Her kes û emelê xwe”.
Li ser vî asasî Kurdan tevger kir, û bûne xwedan part û tevger. Di nav çar perçan de çend peymanên Kurdî hatine dayin?
Gelo peymanên partiyên Kurdan ne hemû kopiyên peymana Sayks Pîko ne di mala Kurdî de?
Gelo herdu cihên bilind yên biriyara Hewlêr û Qendîl nebûyne Sayks û Pîko û Kurdistanê ji bo berjewendiyên xwe û partiyên xwe perçe dikin?
Heke kurmê darê ne ji darê bê dar xerab nabe û heke îro ne ji partiyên Kurdan ba wê Kurdistan di hindirwê xwe de ne perçe ba. Em her tim behsa fermana dikin û bi vê gotinê re em kuştin û rev û talankirinê tînin ber çavên xwe, heke em li rewşa Kurdistanê û tevgera partiyên siyasî yên Kurdî binêrin, çawa bi dijberî û rikmane li himberî hev deyne, ma ji fermanan û pê ve em dikarin çi navî lê bikin, ji xwe ferman û talan û malwêraniya mezin bêtifaqî û neyekrêziya navmala Kurdî ye.
Weke stranekê ketiye ser zimanê Kurdan, her kes ji xwe re dibeje Sayks Pîko Kurdistan kire çar perçe û li ser çar dewletan dabeş kir. Rast e bi vî awayî dibejin û bê wate. li dûr dinêrin, lê li nêzîk nanêrin, li perçeyên di perçan de nanêrin û nabêjin kê perçe perçe kirine ?.
Heke îro Kurd yekbana, yek perçe, yek fikir û dil, yek armanc û dest, nuha li her çar perçan xwedan maf û desthelat bûna, û her tiştê wan li destê wan de bû, wan xwe bi xwe bi rê ve dibir. Heke nuha deriyên sînora di destê wan de ban, mîna deriyê Birahîm Xelîl li nava Bakûr û Başûr û deriyên din, li nava Bakûr û Rojava, Rojava û Başûr, Başûr û Rojhelat , Rojhelat û Bakûr wê çi wateya sînora heba, û wê çi wateya perçeya heba….. Heta perçe ji mejiyê Kurdan ranebin wê têl û sînor hebin.
Helbestvan dibeje: Sînorên li serê me de ji yên dijmin danî mêstir in. Bi tenê ev semede ku em ji her gelî bêhêztir in. Dibeje sînorên ku me li nava xwe de danîn ji yên ku dijmin danî mêstir in, bi tenê ev neyekîtiya me, me bê hêz dike di cîhanê de. Mînakên herî zelal Şingal û Rojava, li himber dijminê ku bûye tirs û kabûs ji cîhanê re keç û xortên Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi canfidayî li ber xwe didin, dest danaynin û axa xwe diparêzin! Li Şingalê jî heman tişt nuha hêzên Kurdî şer dikin li himber dijminê xwînxwar! Lê partiyên Kurdan îro li ber çavên wî dijminî şerê hev dikin û dijminên gelê Kurd ji wan re kefa dikutin. Li nav gund û kolanên Kurdan dijmin cirîda dikin û li aliyê din dost û cînarên Kurda yên bi dev, sînariyoya şerê birakujiya Kurdan hazir dikin, û Kurd jî di mala xwe de ketîne xirecirê, meşq û rahênanan dikin û bi gef û awiran dinana rayî yek dikin, û dibejin em amadekariya dewleta Kurdî dikin. Lê çi amadekariya dikin?
Li her çar perçan PKK û alîgirên wê amadekariya dewleteke Apoçî dikin û ji fikirê xwe û pê ve qebûl nakin, Kurd be, ne kurd be, eger vî fikirî qebûl bike ew yê rast e, lê egere qebûl neke ew xayîn e, Li cem wan kîjan partiyê, serokî, yan kes, duh çi kirbe û îro çi bike ji bo Kurdistanê nayê ber çavê wan, û bi dîtina wan ne ji bo Kurdîniyê ye. weke asasgirtin, bi yek fikirî û bi yek ramanê dimeşin û bang li hemû Kurdan dikin; werin em bi hev re ji bo Kurdistana mezin kar bikin, dema ku yek were û bixwaze bi hev re kar bikin dibejin kerem bike ha ji te re (GPS) fikirê APO û bimeşe, yan erê yan na, fikirê hevbeş nayê qebûlkirin. Her weha li her çar perçeyan û bi taybet li Başûrê Kurdistanê PDK jî her roj dibeje em ê dewleta Kurdî ragehînin, lê wê jî pala xwe daye kapîtalizmiyê û destê xwe daye hemû dijminên Kurd û Kurdistanê û pişta xwe bi vî awayî girêdide, ew jî ji xwe û pê ve qebûl neke dixwaze dewleteke Berzanî ava bike û bi hukmekî malbatî bibe xwedan desthelat û xwedana Kurdistanê, çi Kurdê li dervey yasayên wê tev bigere dibeje dijmin e û metirsî ye ji bo ewlekariya netewî.
Bi vî awayî amadekariya dewleta Kurdî têye kirin. Kurd bûne meşkên li destê dijmina, dijmin bi wan agirê bê xelatî û bêtifaqiyê gur û geş dikin…. Ev hemû berhemê fermana ye. Bi yekîtiyê rê li ferman û pîlanan tê girtin. Bi yekîtiyê Kurdistan tê avakirin. Bi yekîtiyê sînor radibin… Bijî Yekîtî.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 558 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://buyerpress.com/ - 03-12-2024
Gotarên Girêdayî: 26
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 01-05-2016 (9 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 03-12-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 20-12-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 20-12-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 558 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.391 çirke!