Kurda Mûmeya Sedî Ya Sykes- #Picot# Vemirand
Mesûd Kaso
“Ne bi tenê Kurd dizanin Rojeke nû wê hilê, û sînor in nû wê bên danîn, helbet welatên derdorê û bi taybet welatên ku Kurdistan perçe kirini û bindestî xwe kirine mîna Turkî, û Îran, ew jî dizanin û kar û barê xwe dikin ku dîsan Kurd bimînin bin destê wan”
Di roja 16ê Gulana 1916an de Mark Sykes yê Inglîzî û François Georges-Picot yê Firensî lihevkirinek li ser parkirina Rojhilata Navîn di navbera welatên xwe de danîn, û bi erêkirina Rosiya, di vê lihevkirinê de du perçe ji Kurdistanê – ya di bin destê Osmaniyan de – qetandin û ji xwe re bi welatê Ereban ve girêdan.
Di roja sedsaleya Sykes-Picot de, Kurdan protisto li piranya bajarên Kurdistanê kirin û li çend welatê Ewrupa jî, li hin deverên ku protisto bûn, dîlan û şahî jî lidar ketin, belkî ji ber ku Kurd dizanin ev dawiya êş û işkenca wan e, û mizgineki ji azadiya welatê wan re ye, û ji hêleka din ve ji ber ku Kurd her dem stran û dîlanê wan hazir in, çi di şahiyan de û çi di şer de be. Li hevkirina Sykes-Picot tu carî di fikir û ramanên Kurdan de tinebû, her û her Kurdan ji her çar perçan, li her çar perçan şer kiriye, û Simikoyê Şikakî di bîra me tevan de tê, dema hat Kurdistana Başûr û di bin ala Melekî Kurdistanî ” Şêx Mahmûd Elhafêd” şer kir, û dema nemir Berzanî li Mehabadê rolek giring lîst, û Kurdin Rojava bi sedan pakrwan li Bakur û Başûr danîn, îro jî bi sedan Kurdin Bakur li Rojava şer dikin, û her weha pêşmergê Rojava li Başûr şer dikin û Gerêla li Şingalê, û her û her xwesteka me Kurdan yekitî û rizgarkirina Kurdistanê bû, lê em bixwazin nexwazin sînorên di nav welatan de, em ji birayê me dûr xistin û Kurd kêfxweş in dema ku dibînin ew sînor tu hurmet ji wan re nemaye, û rabûna wan nêzîk bûye, bi taybet navbera Rojavayê Kurdistanê û Başûrê wê, her weha wek hêla Ereba ku ji hêla Daiş hat rahiştin.
Lê mixabin, ne lihevkirina partiyên Kurdistanî, û guftegoyên di navbera wan de ew rêka ku vebibû girtin, û hêz in xwe nakin yek, û partîtiya xwe li pêşiya Kurdîtiyê datînin, bi sedema vê guftegoyê û perçebûnê, miletê Kurd şerpeze bû, û koçber û perîşan bû, û rê vebû li ber dijminin Kurda ku êrîşî bajar in li ser sînorê xwe bikin, xerab bikin, mestrîn êrîş ya Kobanê, û Şingalê bûn, lê ne yê bi tenê bûn, û wê ne yê dawî bin, û ji ber neyekîtiya partiyan Kurda xercekî buha danî.
Ne bi tenê Kurd dizanin Rojeke nû wê hilê, û sînor in nû wê bên danîn, helbet welatên derdorê û bi taybet welatên ku Kurdistan perçe kirini û bindestî xwe kirine mîna Turkî, û Îran, ew jî dizanin û kar û barê xwe dikin ku dîsan Kurd bimînin bin destê wan.
Îran Kurdan li Rojhilatî Kurdistan dikuje û sitemkariyê dike û herweha destê xwe berdide Başûr û Rojavayê Kurdistan jî, ûTurkiyê jî ne bi tenê bajarin Kurdan bumbe dike û miletê xwe dikuji, li Rojavayê Kurdistan ji hêzin Opozosyona Erebî ya çekdar bikar tîne û ne bi dizî car caran bixwe jî li bajar û hêz in Kurdan dixin, û dest bi avakirina dîwarekî bilind di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de kiriye, bi hêvî ye ku Kurdan jihev biqetînin û Sykes-Picot nemirînin, lê ew nizani wê bibe diwarê Berlîn ji Kurdan re, û wê xistina wî bibe sedema yekîtiya Kurdan.[1]