Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,363
Wêne
  123,740
Pirtûk PDF
  22,067
Faylên peywendîdar
  125,400
Video
  2,192
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,291
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,503
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,692
عربي - Arabic 
43,830
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,570
فارسی - Farsi 
15,707
English - English 
8,514
Türkçe - Turkish 
3,819
Deutsch - German 
2,029
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,818
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,536
Enfalkirî 
4,829
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,295
PDF 
34,642
MP4 
3,829
IMG 
233,285
∑   Hemû bi hev re 
273,051
Lêgerîna naverokê
Ziman Nasnameya Gelan e
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Her bûyereke li seranserî welêt, ji rojhilat heta rojava û ji bakur heta başûr... Wê bibe çavkanî ji bo Kurdîpêdiya!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
#Ziman# Nasnameya Gelan e
Elî Roj

Di vê gerdûnê de û li ser vê xaka pehin û dirêj, her zindiyekî xwedî zimanekî xwe yê cuda heye û ew ziman jî jê re tê gotin zimanê dayikê. Ji ber ku her dayikekî zarokên xwe bi rengekî azad aniye ser rûyê vê dunyayê. Ji lewra mirov jî mîna her zindiyekî ku li ser rûyê vê xakê û di vê cîhanê de jiyan dike, wê zimanekî wî jî hebe. Wê gavê mirov dikare bibêje ku serdema derketin û pêşketina ziman bi serê xwe ji bona mirovahiyê mîna şoreşekî bêhempabû. Ji ber ku bi rêya ziman mirov hîn bêtir ji hevdû agahdar dibe û hîn bêtir bi rêya ziman pêzanînên xwe li ser gerdûn, cîhan, mirovatî û ji her tiştê ku li derdorê wî peyda dibe û diqewime hayî ldibe. Ji lewre dema ku mirov ji dayik dibe û çavê xwe li dunyayê bel dike, ji dayika xwe fêrî ziman dibe û bi rêya dayika xwe roj bi roj hîn bêtir pêzanînên wî pêş dikevin û têgihiştina wî ya ziman pêş de diçe. Ji bona wê zimanê ku mirov di destpêkê de û dema ku çavê xwe li dunyayê pel dike û pê dipeyîve, ji wî zimanî re dibêjin zimanê dayikê.
Ger Em Ji Dayika Xwe Hes Dikin Pêwîst e Ku Em Bi Zimanê Wê Biaxivin
Mirov bi rastî dikare bibêje ku zimanê dayikê pir şêrîn e û ji zimanê dayikê şirîntir tiştek li ser rûyê vê dunyayê nîne. Lê dijmin û neyarên gelê Kurd bi rêya zilm, zordarî, şidet û qirkirina çandî, siyasî û civakî ya ku li ser gelê Kurd dane meşandin û heyanî roja me ya îro jî didine meşandin, rê nedane ku gelê Kurd jî mîna hemû gelê cîhanê bi zimanê xwe yê dayikê û bi rengekî azad bipeyive, bihizire, îfada xwe bike û binvîsîne. Ji ber ku ji her milî ve li ser gelê Kurd û civaka wî qirkirinekî bi giştî û ji her milî ve tê bi rê ve meşandin heye û bi dirêjiya dîrokê ev siyaseta qirkirinê ji milê neyar û dagerkerên ku desthilatiya xwe li ser Kurdistanê didine meşandin û heyanî roja me ya îro jî bi hemû lez û şideta xwe tê berdewamkirin.
Ji bona vê yekê di vê rêyê de û ji bona vê tekoşînê, bi hezarê rewşenbîr, nivîskar û rojnemevan hatin girtin û qetilkirin û gelek kovar û rojname jî hatin girtin. Ev siyaseta qirkirina çandî, siyasî û civakî bi rengekî rêk û pêk li her çar parçên Kurdistanê û bi rêya hêzên serdestî Kurdistanê birêve dihate meşandin û heyanî roja me ya îro jî tê meşandin. Lê mirov dikare bibêje ku tekoşîna gelê Kurd li beramberî van hemû êrîş û qirkirinên ku dihatin jiyankirin û berxwedana ku gelê Kurdistanê dayî nîşandayîn bi xwe re zimanê Kurdî zindî hişt û anî heyanî van rojê ku em tê de jiyan dikin. Ji ber ku gelek zimanê din jî mîna zimanê Kurdî rastî şidet û qirkirinê hatin, lê ji holê hatin rakirin. Lê zimanê Kurdî mîna zimanekî kevnar yê Mezopotamiya û mîna celebek ji celebê zimanê Arî li beramberî qirkirinê hîn li ber xwe dide, ev berxwedana bêhempa ya ku tê meşandin bi xwe re gelek guhertin û veguhertinên mezin di civaka gelê Kurd de da avakirin. Angu gotin li cî be, mirov dikare bibêje ku ev yek bi serê xwe mîna şoreşekî bû û em bi vê şoreşê gihiştin van rojan.
Mirovê Bê Ziman Bê Nasname Ye
Lê av nayê wê watê ku zimanê Kurdî di astekî pir baş de ye, ji ber ku hîn gelek qadên zanistê li holê hene, lê zimanê Kurdî di wan qadan de nayê bikaranîn, ev ji milekî ve, ji milekî din ve mirov dikare bibêje asta xwendin, axeftin û nivîsandina bi zimanê Kurdî hîn lawaz e. Ji ber ku hîn bandora zimanê Tirkî, Farisî, Erebî li ser civaka gelê Kurd di astekî bilind de ye û tekoşîna ku li beramberî qirkirina zimanê Kurdî herçiqasî ku di astekî pêş de be jî; lê di serî de û ji bona qelskirina bandora van zimanê ku me destnîşandayî pêk were û zimanê Kurdî di her qadê de bi bandor bibe û pêş bikeve, pêwîst e ku her malek bibe dibistanek û her mirovê ji dayik, çand, dîrok, welat û azadiyê hes bike, bi zimanê xwe bipeyîve, bixwîne û binvîsîne û xwe ji bin bandora qirkirina ku li ser civak, çand û zimaê me tê meşandin rizgar bike.
Ji ber ku herçiqasî asta berxwedan û tekoşîna li beramberî civaka gelê Kurd bi hêz be, bi qasî wê hîn bêtir zimanê Kurdî pêş bikeve û wê xwe ji pêla qirkirin û wendabûnê rizgar bike. Ji lewra pêwîst e ku em li benda dijmin nemînin heyanî ku dibistanan ji me re veke, an jî bi qenalê telfizyonên mîna TRT6 ên ku tê de şev û roj dîrok, çand û rastiya civaka me berovajî dike. Ji ber ku dijminê gelê Kurd li her derî bi hewildanê xwe yê qirêj dixwazin ziman, çand û dîroka gelê Kurd bihelînin û ji holê rakin, ji bona vê yekê çi ji destê wan tê dikin û heyanî îro bi sedê mirovan hatine girtin, ji bo ku bi zimanê Kurdî peyîvîne, an jî bi Kurdî nivîsandine û bi Kurdî stran gotine.Angu mirov dikare bibêje pêwîst e em di serî de li beramberî van hemû êrîşên ku li beramberî gelê me têne meşandin li ber xwe bidin û her mirovekî ku ji xwe re dibêje ez Kurd im, pêwîst e ku li cewherê Kurdîtiya xwe bizivire, bi zimanê xwe bipeyîve û li zimanê xwe xwedî derkeve. Ji ber ku “ziman nasname û rometa gelan e.” û mirovê bê ziman, mîna dara pê pelçem û teyrê bê bask e.
Parastin û Pêşxistina Zimanê Dayikê Erka Me Tevan e
Li beramberî vê yekê, erk û xebata ku dikeve ser milê ciwanê Kurd, ew e ku di her qadên jiyanê de û di serî de li beramberî hemû êrîşên çandî, siyasî û civakî yên ku li beramberî gelê Kurd têne meşandin hişyar bin û mîna hemû xebatên heyî cihê xwe di pêşengtiya tekoşînê de bigre.Di serî de xebatên ramyarî, siyasî û xebatên girêdayî pêşxistina zimanê Kurdî û serhildanên gelerî ji bona avakirina civakeke xweser û demuqrat. Ji ber ku dijminê ku li beramberî me tekoşînê dide meşandin ji bilî zimanê şer û şidetê tiştekî din tênagihêje. Li pêşya me jî tenê rêya azadiyê ew e ku em li ber xwe bidin û xwe di her warê jiyanî de bi tevger û rêxistin bikin, ev yek jî anceq bi rêya xwegihandina avakirina civakeke xweser û azad pêk were. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku em di vê demê de ji hemû deman hîn bêtir nêzî vê yekê ne. Lê ji bona gihiştin û pêkanîna vî armencî, di serî de pêwîst e ku ciwanê Kurd xwe ji bona rojên giran û dijwar amide bikin û di her warî de rêxistin û hevgirtina xwe saxlem bikin. Ji ber ku ciwan pêşeroja gelan e û gelê ku ciwanê wî bi tevger û rêxistinkirî bin û di her warê jiyanê de xwedî fikir, reman û zanebûn bin, tu tişt nikare li pêşiya azadiya wî gelî bibe asteng.Di encamê de mirov dikare bibêje ku hêza ciwanên kurd roj bi roj birengekî ber bi çav derdikeve holê û li her deverî xwe bi bandora dike, ji qadên siyasî bigre û heyanî qadên tevgerî û xwepêşandanên ku li hemberî recîma serdest têne meşandin. Lê di vê demê de ya herî giring ew ku ciwanên Kurd xwe di her qadî de bi tevger bikin û hebûna xwe bi rengekî hîn baştir biparêzin û li hemû qadên tekoşîn û xebatê pêşengiya civakê bikin.Ji ber ku erk û xebatên ku dikevin li ser milê ciwanan ji hemû beşên civakê girantir e û pêşeroja civakê bi destê ciwanan tê xuyakirin û ew wê pêşerojê bi destê xwe xêz dikin. Gelê Kurd jî di dirêjiya dîroka xwe de bi hezarê şehîdan di vî warî de daye û hîn jî dike. Ala şehîdan jî îro di destê ciwanan de ye. Ji ber vê yekê geleke her ciwanekî Kurd bi vê berbirsyariyê bihese û xwe li gorî vê yekê ji bona rojên şer, ceng û tekoşînê hazir û amide bike.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 510 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://buyerpress.com/ - 03-12-2024
Gotarên Girêdayî: 101
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 18-04-2016 (9 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 98%
98%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 03-12-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 04-12-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 04-12-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 510 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.421 çirke!