Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,206
Wêne
  124,176
Pirtûk PDF
  22,100
Faylên peywendîdar
  126,067
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,176
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   Hemû bi hev re 
274,249
Lêgerîna naverokê
Çend Têbînî Li Ser Qanûna Ragihandinê Li Kantona Cezîrê
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Her wêne ji sed peyvan bêtir dibêje! Ji kerema xwe re wêneyên me yên dîrokî biparêzin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Çend Têbînî Li Ser Qanûna Ragihandinê Li Kantona Cezîrê
Sîrwan H. Berko

Di kongirên li ser #ragihandin# ê yên navneteweyî de, li gel mezintirîn dezgehên azadiya ragihandin û derbirînê, û herweha di hevpeyvînên me de li gel rojnamevanên ji seranserî cîhanê, em tim dibêjin ku herêma Birêveberiya Xweser a Demoqratîk li Cezîrê baştirîn devera li Sûriyê ye ji bo xebata di warê ragihandinê de.
Li devera me ta niha ne rojnamevan hatine kuştin, ne jî rojnamevanek hatiye revandin, wek ku li deverên din ên li Sûriyê pêk tê. Gelek dezgehên ragihandinê li devera me kar dikin.بدون عنوان-21 Rojnamevanên ji seranserî cîhanê bi serbestî tên vir karê xwe dikin û vedigerin. Rast e, rewşa heyî ne li gor rewşa li deverên din ên cîhanê ye, ku aramî li wan deveran peyda dibe. Lê azadiya ragihandinê li devera me ta radeyeke mezin heye. Ev yek me serbilind dike.
Ev azadî dive bê parastin, dive bê xurtkirin. Ji ber vê yekê pêdiviya me bi mercên eşkere yên kar heye, ku maf û erkên rojnamevanan eşkere dikin. Qanûna ragihandinê ya nû li Kantona Cezîrê ne ew çareserî ye ku hemû kes li bende bûn. Naveroka vê qanûnê eşkere dike, ku desthilat dixwaze bêhna rojnamevanan biçikîne, li bendî wan û behaneyekê be ji bo wan ceza bike, dengê wan bibire, ger bixwaze. Mirov hest dike ku ev qanûn rêbaza hundirîn a partiyeke siyasî ye. Ev qanûn gaveke mezin ber bi paş ve ye.
Li cîhana pêşketî qanûnên ragihandinê tune ne. Li wan deveran mîsaqên rojnamevanî hene. Rojnamevan û saziyên wan bi xwe li ser bendên mîsaqê li hev dikin. Mîsaq mîna qanûneke ne hikûmî ye, ku erk û mafên rojnamevanan tê de destnîşan dikin. Ji azadiya derbirînê bigir, ta bi rêzgirtina li mafên şexsî yên welatiyan. Ji mafê xebata bê tirs, ta bi qedexekirina tundûtujiyê û belavkirina kîn û regezperestiyê di nav pêkatiyên civakê de. Ev ne ji desthilatê tê xwestin.
Pêdivî ye ku desthilat nêzîkî karê ragihandinê nebe. Ji desthilatê tê xwestin ku zemîna karê alavên ragihandinê destnîşan bike, çi dayina ruxsetan be, an jî misogerkirina parastina rojnamevanan ji danûstandina keyfî. Rojnamevan, mîna her welatiyekî din, divê li pêşiya dadgehên medenî li gor qanûnên medenî bê dadgehkirin, ger ew mafan binpê bike. Ne li gor qanûnek taybet ji bo ragihandinê.
Ez li vir bang li Birêvebiriya Xweser dikim ku qanûna ragihandinê ya nû rawestîne, û alîkariya rojnamevanan û saziyên wan bike ku li ser qanûneke nû û mîsaqeke ji bo xebata rojnamevanî bixebitin. Ev yek wê bibe nimûne ji bo seranserî Sûriyê.
Girtina rojnamevanan xaleke din e ku divê bê rawestandin. Zindan ne ji bo rojnamevanan in, zindan ji bo tawankaran in. Zindankirin bêyî biryara dadgeheke medenî ya dadmend mafê mirovan binpê dike. Ev yek ziyaneke mezin digihîne Birêvebiriya Xweser û ezmûna wê. Ev yek ziyanê digihîne me tevan, em xelkên deverê. Ev danûstandina ne qanûnî bi rojnamevanan re ji aliyê Asayîşan ve herweha ziyanê digihîne hewildanên berdewam ên rêxistinên civaka medenî di beşdarbûna di pêşxistina devera me de. Ev yek herweha astengiyan çêdike li pêşiya hewildanên civaka medenî ji bo rakirina hacizên piştguhkirina navneteweyî ji devera me re. Dezgehên navneteweyî tedbîrên dezgehên ewlekariyê û leşkerî yên Birêveberiya Xweser wek behane ji bo piştguhkirina devera me bi kar tînin.
YPG û YPJ û hevalbendên wan roj bi roj destkevtiyên mezin li dijî terorê bi dest dixin. Ev serbilindiyek e bo me. Lê ew tenê têrê nakin, ger em bi hev re li ser misogerkirina azadiyên giştî û avakirina dezgehên medenî kar nekin. Ev dezgeh divê li ser bingeha azadiyan û mafên mirovan ava bibin. Ev dezgehên medenî gerek muhasebat her kesî bikin, çi welatî be, rojnamevan be, yan karmendên Birêveberiya Xweser bin, ên ku mafan binpê dikin.
Dubare dikim: Em pê serbilind in ku devera me li Sûriyê ya herî baş û ewle ye ji bo rojnamevanan. Lê divê em vê destkevtiyê biparêzin, bihêlin ku ev dever tim û tim li pêş be. Pêdiviya me bi diyaloga di navbera desthilatê û rojnamevanan û dezgehên ragihandinê heye. Pêdivî ye em bi hev re li ser kar bikin ku her yek bi baştirîn şêwe karê xwe bike, bi baştirîn şêwe erkên xwe pêk bînin. Divê her aliyek rêzê li karê aliyê din bigire. Tenê ku her yek karê xwe bike, em ê karibin bihêlin ku devera me bimîne nimûne ji bo tevaya Sûriyê.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 618 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://buyerpress.com/ - 04-12-2024
Gotarên Girêdayî: 16
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 02-01-2016 (10 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Medya, Ragîhandin
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 04-12-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 07-12-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 07-12-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 618 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.25 çirke!