Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,029
Wêne
  124,100
Pirtûk PDF
  22,092
Faylên peywendîdar
  125,870
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,808
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,574
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,727
عربي - Arabic 
43,924
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,827
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,175
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,821
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,432
PDF 
34,691
MP4 
3,834
IMG 
233,976
∑   Hemû bi hev re 
273,933
Lêgerîna naverokê
Hemû Werin Ewrupayê Werin Em Bi Hev Re Vê Tirşikê Bixwin
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya rojane dîroka Kurdistanê û Kurdan tomar dike.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Hemû Werin Ewrupayê Werin Em Bi Hev Re Vê Tirşikê Bixwin
#Helîm Yûsiv#

“Werin bavê min werin, erd û mal û milkên xwe hemuyî bifroşin xerîban û zû werin. Ji bilî şerefê, her tişt li vir heye .Werin, tirşik li ser agir e, jê bêpar nemînin”.
Ji berî çend salan ve, ji 2011an û vir de, min tim ji xwe re digot; em çi nifşekî bêşens bûn. Xwezî di dema ciwaniya me ya li welêt de û berî em derbider bibin, ev guhertin çêbibûna. Min jî wekî xortekî nûhatî karîbûya li qêrîna ji bo rûmetê, meşa ji bo azadiyê û bêhnkirina kulîlkên wê yên ku hêdî hêdî li seranserê Sûriyê vedibin, kela dilê xwe hênik bikim. Lê, ev bextewerî nebû para min û kesên mîna min ku me, di qonaxa bêdengî û tirsê de, li welatê xwe yê madtirş û rûzerbûyî, çiyayên bêhêvîbûnê li pey xwe hiştin û me berê xwe da aramî û xweşikiya welatê xelkê. Min xweziya xwe bi rewşa wan xortên ku bêtirs daketin kolanan û ew bêdengiya bi dehên salan li pey xwe hiştin tanî. Xwesteka vegera welêt û beşdariya di vê meşa bi rûmet ya çûna ber bi azadiyê ve bibû mijara rojane. Hîn danûstendinên me bi dawî nebibûn, mesele weha lê hat ku piraniya wan xortên me xweziya xwe bi halê wan tanî û me ew xwedî şens didîtin, ku dîrokê derfeteke weha kiriye para wan, dev ji welêt berdan û ketin ser riya Ewrupayê. Roj bi roj pêla koçberiyê gurtir û berfirehtir bû û her kesî êdî xweziya xwe bi halê me koçberên Kevin anî, ku em xwedî şensekî mezin bûn û em li Ewrupayê bûne xwedî pasaport, me xwe zû ji nav agir xelas kiriye û em bûne niştecihên vê bihuşta ku niha bûye xewna her kesî.
Li şûna ku me dilê xwe dibijand derfeta ku ketibû destê wan, êdî ew dilê xwe dibijînin vê derfeta ku ji zû de ketiye dest me û em di nav bax û bustanên cinneta baqî de mane û kêf kêfa me ye.
Ya herî xerab jî ew e, kîjan kesê ji zû ve li Ewrupayê bi cih bûye behsa aliyên xerab yê koçberiyê bike, yekser bi vê besivê tê pêşwazîkirin; eger tu rast dibêjî were tu û zarokên xwe vegerin. Yan jî te cihê xwe li Ewrupayê xweş kiriye û tu ji me re dibêjî neyên vir. Bi vî awayî, ku ez jî yek ji wan im, bi sedan kesên ku li Ewrupayê dimînin heta roja îro ji kesekî din re negotine ku neyê vê derê. Berevajî wê, li Elmanyayê tenê bi hezaran xelkê malbat û xizmên xwe anîn û ji bo hatina wan bûne alîkar.
Ez bi xwe heta niha nebûme alîkarê hatina yek kesî, ne ji malbatê û ne jî ji derveyî malbatê, lê wisa jî di pêşiya hatina ti kesî de nebûme û nabim kelem. Ji ber vê, kî dixwaze bê Elmanyayê bela bê û bi me re beşdarî xwarina vê tirşika ku bi salane em dixwin, bibe. Tirşika bêrûmetiyê, tirşika zuhabûna giyanî, tirşika parsa bi navê qanûnê, tirşika qijak an qiralka ku dixwest bibe kew, tirşika koletiyeke modern, tirşika jiyana bi keda xelkê û berî van hemuyan tirşika koraniya xerîbiyê.
Piştî pazde salan ji derketina min a ji welêt, ji min re hat piştrastkirin ku ew gotinên her gav li ser xerîbiyê li ber guhê min diketin ne tenê silogan û helbestên stiranan bûn. Ew encama serboreyên jiyana hin kesan bû, ku divabû me bi guhekî paqij li wan guhdarî bikra.
Kî tê bela bê vê tirşikê bixwe, lê divê jibîr neke ku, di wê kêlîkê de, ya ku mirov welatê xwe li pey xwe dihêle, rûmeta xwe jî li pey xwe dihêle. Gelek ji me ji bo bidestxistina rûmetê berê xwe didin welatên xelkê, lê ji bo mirovê xwedî hest, ew rûmet dibe rewrewk û bi demê re rastiyeke weha tazî tê holê, ku ew jî ev e: Eger mirov li welatê xwe rûmeta xwe bidestnexîne, wê ew rûmet li ti welatekî din bidest nekeve. Dibe Ewrupa li şûna mala ku jidestçûye maleke din bi kirê bidin koçberekî û her meh kirya xaniyê wî bidin. Lê wê kî wê bêhna axê ya ber deriyê mala wî lê vegerîne? Dibe ku elektirîk carekê jî qut nebe, wisa jî ava germ û sar, lê wê kîjan dê, metik, xaltîk, heval, xal, ap yan jî meriv wê bê bi hewara tenetiya wî ve û rê li ber ronahiya lempeyên dilê wî veke? Dibe ku ji çaraliyên xwe ve mirov bi avahiyên bilind û kolanên paqij dorpêçkirî be, lê wê çawa karibe xwe ji çal û şikeftên hilweşiyayî yên xemgîniyê yên di hundirê xwe de rizgar bike? Dibe ku pereyên navê wan li cem dewletê “alîkariya civakî ye” û li cem penaberan “mi`aş” e her meh bidin, da ku mirov ji birçîbûn û bêperetiyê nemirin.
Lê wê kî wê rûmeta mirov ya ku her kêlîk di bin piyan de ye, lê vegerîne?. Wê kî jiyanê derbasî wî giyanê mirov bike, giyanê mirî, yê çilmisî û hişkbûyî? Dibe ku mirov karibe rengê porê xwe biguhere, lê wê çawa karibe rengê çavên xwe yan jî rengê çermê xwe biguhere? Dibe ku bi şev û roj di nav ronahiyê de be, lê wê çawa karibe xwe ji koraniya ku xerîbî dixîne çavên mirov de xelas bike?. Bi vî awayî pirs xwe dispêre pirsê.
Werin Ewrupayê, hemû werin. Werin vê tirşikê bixwin û mîna min û niha, piştî we pazde bîst sal ji temenê xwe bi xwarina tirşikê derbas kir, xwe ji vereşandinê re amade bikin.
Werin bavê min werin, erd û mal û milkên xwe hemuyî bifroşin xerîban û zû werin.
Ji bilî şerefê, her tişt li vir heye.
Werin, tirşik li ser agir e, jê bêpar nemînin.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 668 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://buyerpress.com/ - 05-12-2024
Gotarên Girêdayî: 8
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 19-09-2015 (10 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 98%
98%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 05-12-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 20-12-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 20-12-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 668 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.422 çirke!