Azadiya Çapemeniyê Li Deverên Me
Sîrwan H. Berko
“ Rûdaw û Orient du alavên ragihandinê yên mezin û bi bandor in. Herdu jî xwedî ejendeyên siyasî û leşkerî yên eşkere ne. Ejendeyên herduyan li dijî ejendeyên Birêveberiya Xweser in“!
Rêxistina Peyamnêrên Bêsînor her sal pîvana azadiya çapemeniyê li seranserî cîhanê diweşîne. Ji nav 180 dewletan Sûrî di sala 2015ê de di rêza 177ê de bû. Tenê li Turkmenistan, Koreya Bakur û Erîteriya rewşa çapemeniyê di vê salê de ji ya li Sûriyê xerabtir bû. Di salên 2014 û 2013an de jî #Sûrî# di heman rêzê de bû. Ango di van sê salên dawî de rojnamevan li Sûriyê di xetereke pir mezin de dijîn. Gelek hatin kuştin, revandin û birîndarkirin. Çarenivîsa hin rojnamevanên Sûrî û biyanî yên windayî ne diyar e, çi li deverên rêxistina Dewleta Islamî – Daiş be, û çi jî li deverên li jêr desthilatdariya rêjîma Sûriyê.
Rewşa çapemeniyê li Bakurê Sûriyê, bi taybetî li deverên Idlib û Helebê, ji ya li deverên rêjîmê ne zêde baştir e. Hêzên opozîsyonê yên Islamî li wan deveran azadiya çapemeniyê û nerînê qebûl nakin, ew bi wan wek dijmin ji xwe re dibinin. Tekez ne ev azadî bû ya ku welatiyên wan deveran dixwest dema serî li dijî rêjîma Sûriyê hildan. Şoreşa li Sûriyê di destpêkê de şoreşa ji bo azadiyê û rûmetê bû. Ne şoreşa ji bo bicîkirina sîstemeke dîktatorî ya islamî li şûna sîstema partiya Be’es.
Mirov tene li deverên Cezîrê û Kobanî dikare bêje ku azadiya çapemeniyê, ragihandinê û derbirînê heye. Mirov nikare ku li devera Efrînê heman rewşa azadiyan peyda dibe. Ez bi xwe neçûme Efrînê û nikarim tekez bikim bê rewş li wir çawa ye. Lê Efrîn devereke girtî xuya dike, û dengen cuda jê dernakevin. Hêvî ew e ku ew ji xwe re Cezîrê bikin mînak û derfetan ji bo azadiya çapemeniyê peyda bikin.
Birêveberiya Xwesr berî çend hefteyan li peyamnêrên Rûdaw û Orient News kar qedexe kir. Rûdaw û Orient du alavên ragihandinê yên mezin û bi bandor in. Herdu jî xwedî ejendeyên siyasî û leşkerî yên eşkere ne. Ejendeyên herduyan li dijî ejendeyên Birêveberiya Xweser in. Ev yek di nûçe û raportên wan de eşkere xuya dike. Ev ejende rê li ber pîşeyîbûna wan digire. Mirov nikare ji alaveke ragihandinê bixwaze ku bê alî be. Lê mirov dikare ji wan bixwaze ku pîşeyî bin, rastiyan neguherin û wan nexin çarçeweyên ne rast de. Rûdaw û Orient vê yeke dikin, û bi mebest. Rojane mirov dikare bibîne bê çawa herdu alî dûr dikevin ji armanca agahdarkirina welatiyan, û israr dikin li ser teşwîşkirina welatiyan. Lê ma gelo qedexekirina kar li peyamnêrên wan çareserî ye? Na!
Teknîk îroj ewqas pêş ketiye, ku mirov dikare dengê xwe ji dawiya dinyayê di saniyekê de bigihîne aliye din ê dinyayê. Her desthilatdariyek ku peyva demoqratî bi navê xwe ve girêdide, an xwe demoqrat dibîne, gerek bikaribe van alavên ragihandinê û xebata wan tehmûl bike. Tenê qanûn dikare mafê herkesi biparêze. Qanûnek ji bo ragihandinê li deverên me pêdiviyeke lezgîn e. Desthilatdar û alavên ragihandinê dikarin bi hev re li çareseriyan bigerin. Da ku desthilat qanûnan li gor ejendeyên xwe saz neke, pêdivî ye ku kesên serbixwe di çavdêriya binpêkirinan de û herweha di biryarstendinê de beşdar bin.
Divê danûstandina bi alavên ragihandinê re ji asta keyfî derkeve û bikeve asta qanûnî û medenî. Divê berdewam bê misogerkirin ku rojnamevan bikaribe karê xwe bike bê ku ji girtinê an qedexekirina karê xwe bitirse. Di heman demê de divê misoger be ku rojnamevan bi rastî şareza be û pîşeyî be. Beşdarbûna di karên siyasî û leşkerî de rasteqîniya rojnamevanî têk dibe. Û rojnamevan jî divê qebûl neke ku karê wî ji bo ejendeyên siyasî û leşkeri bê bikaranîn.
Gerek rojnamevan qebûl neke ku ew bi pereyên siyasî bê kirîn. Azadiya çapemeniyê û derbirînê ne tenê ji aliyekî ye. Aliyek din ê wê heye: tevgera bi berpirsyarî. Ev erkek bingehîn ê rojnamevanan e.
Birêveberiya Xweser baş dike ku ew rê dide azadiya çapemeniyê. Serketineke bo me tevan ku rojnamevanên ji seranserî cîhanê tên devera me û li ser êşa me dinivîsin. Li devera me azadiya çapemeniyê heye û divê em vê yeke biparêzin.
Lê divê em ji bîr nekin ku binpêkirina mafên rojnamevanan jî aliyê din ê meseleyê ye. Çendîn ew kêm bibin, û nemînin, ewqasî em ê bi serbilindî li seranserî cîhanê bêjin ku em li herêmekê dijîn ku rojnamevan dikarin bi azadî lê kar bikin. Em naxwazin ku rêxistinên cîhanî mîna Peyamnêrên Bêsînor navê devera me bixin lîsteyên deverên ku mafên rojnamevanan li wan tên binpêkirin. Em dixwazin ku navê devera me ligel welatên Skandinavî di rêzên pêşî yên pîvana azadiya çapemeniyê de bên dîtin. Ne di rêza dawî de ligel Sûrî, Koriya Bakur û Erîteryayê de![1]