Rewşa Civaka Kurdî
Selah Mihemed
Gava ku merov li jiyana #gelê Kurd# di rewşa niha de dinere û tê de dirame, merov pir dijwar dibîne, çawa gel dikare jiyana xwe ya rojane di vî nîrê dijwar de berdewam bike?
Tê bîra me tevan berî pênc salan çawa jiyan bi awayekî pir hêsan û bi biratî û xweşî pêş ve diçû, bê astengî sînor û sênc, çawa ku merov dadiket celdan û bazaran merov bi kêf û şadî pêrgî heval û dost û hogirên xwe dihat. Her pêlekê me simîner û civet çê dikirin, her dem em bi kêf bûn. me her û her lêborîn ji hev dixwest, lêborîna hev qebûl dikir, me gelek caran radihişt barê hev da ku em barê ser milê hev sivik bikin, me hevdû himbêz dikir, pîroz dikir, bi germî pêşwaz dikir, me ji hev hez dikir, riya çê dida ber hev, û ramanên hev qebûl dikirin, em li ser nerînê hev radiwestiyan, şaşitiyê hev rast dikirin, erzanî hebû, piranî hebû, pirê cara wekhevî bû. Lê mixabin gava ku em li jiyanê di rewşa niha de dinerin sed û heştê pileyî hatiye guhertin…!
li celda û bazaran nema tu pêrgî dost û hevalan dibe, beyanî ji me pirtir bûne, civat û simîner kêm bûne, lêborîna ji hev nema heye, maye ku em di bin qorzîkên çavan li hev binerin nema em ji hevdû hez dikin, nema em radijin barê ser milê hev. Heta ji me tê em barê hev giran dikin, her û her em li hev û mehna digerin, her em dixwazin berpêka didin ber hev, daku em hev bidin erdê, her em davika li ber hev vedidin, pîlanê me pir bûne, ji bo hev xêrnexwaziya me ji xêr xwaziya me bêtir e.
çima ev bûyer tên serê me? ji ber ku em pir bi kesayetiya xwe ve girêdayî ne, ezeziya me pir bûye, em berjewendiyên xwe yên taybet di ser berjewendiyên millet re digirin, pir kes ji me hene dixwazin bilî xwe di bin simê hespên xwe de biperçiqînin. Çima pirê me ji welat derketine û welat vala kirine? Gelo sedem çi ye..!? Çima em ji hev hez nakin.. Barê hev giran dikin.. Barê giran li hev par nakin.. Em fikir û ramanên hev qebûl nakin.. Rexneyan qebûl nakin…Em mehna û pîlana li hev dikin.. û çima em çala ji hev re dikolin..!?.
Li gor nerînên xwe, gereke em berjewendiyên xwe yê taybet deynin rexekî, û li pey berjewendiyên millet bikevin. Em milletê xwe bi xwe ve girê bidin, em nehêlin millet dûrî hev bikeve, gereke bi awayekî em millet bigihînin hev. de ka em li vê nimûneyê binerin, gava şerê Vêtnamê û Emerîka negiha sed hezar kes ku ji Veytnamê nereviya û derneket, gelo çima? tevan şer kir û welat bernedan? bersiva vê pirsê bi kurtayî ez dikarin bêjim; ji ber ku bi xweşî bi reşî, birçî, tî millet bi hevr e bû ( Mehmûdkî Otmankî ) nebû, ji ber vê yekê biser ketin. ev gotara min gelekî dirêj e lê heta vir û hew. ya dawî banga min ji hemû partî û rêxistin û saziyên kurdan re heye, bi yek bin destê xwe bixine destê hev, milletê xwe li xwe kom bikin, wan ji xwe dûr nexin, fikir û ramanên xwe bikin yek, dûr bin ji şerê biratî. bibin yek êdî bes e penaberî em westiyan!!.[1]