Nakokiya Di Nav Kurdên Sûriyê De
#Salih Bozan#
“Qasî ku ez loman li nivîskar û rewşenbîrên me dikim, ez wiqas li partî û siyasetmedarên me nakim. Piraniya rewşenbîr û nivîskarên me xizmetçîyên partî û serokan in”.
Îro di nav Kurdên Suriyê de nakokiyeke siyasî kûr û dijwar heye. Aliyek partiya “PYD” ye, aliyek partiyên Kurdî yên din in, û aliyê Sêyem Kurdên ne alîgirên van herdu aliyan in. Ez naxwazim li vir ti alî tewanbar bikim. Lê ev nê wateya ku ne kes sûcdar e. Ez dixwazim li bingeha vê nakokiyê bigerim. Ji ber ku a tewre xerab di vê nakokiyê de, ew li dervayî berjewendiya gelê Kurd e. Di gel vê yekê de jî, her aliyek ji van aliyan bi navê gel nakokiya xwe dajo.
Gelo Kî Ji Van Rast e, û Kî Şaş e?
Ku em li gotinên wan guhdar bikin, nivîsên wan bixwînin, em nagihêjin ti encamê. Ji ber ku lojik di van gotin û nivîsan de lawaz e.
Sedemên bingehîn di vê nakokiyê de, gor baweriya min, ev in:
Sedema yekem: Civata me ya Kurdî ji sistema derbegî (feodalizm) hîn derneketiye. Ne ji aliyê aborî de, ne ji aliyê civakî û ramyarî de. Em hîn weke eşîran li xwe û li hev dinihêrin. Nexweşiya civata me ne besî me ye, me nexweşiya civata Erebî jî di mejiyê xwe de rijandiye. Siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr, û oldarên me weke yên Ereb in. Çawa wan civata xwe pûç kir, me jî weha civata xwe puç kir, û pûç dikin.
Sedema duyem: Me Kultûr û zanistiya xwe, ne bi xwe afirandiye. Me piranî ji cîranên xwe yên Ereb wergirtiye. Ji siyasetmedarên wan, rewşenbîr û nivîskarên wan.
Mejiyê me nikare zagonên objjêktiv fêm bike, û li gor van zagonan tevbigere. Ji ber ku ew li dervayî tevgera dîroka nûjen e. Nêrînên me ji gund û bajarokên me derneketiye. Em nikarin ji têgeha herêmî derbasî têgeha netewî bibin. Eynî ku em di demeke nûjen de dijîn, lê nûjenî qalik e, a ne strûktura mejiyê me ye. Ramanên nûjen li cem me tiştekî biyanî ye. Em li Ewropa dijîn, û dîsan mejiyê me herêmî ye. Ramanên me û piraktîkê dûrî hev in. Kurd ta niha ji vî mejî rizgar nebûne, negihiştine hesta netewî ya gelemperî. Partiyên me eşîrên me ne, serokên me, serok eşîr in.
Gava em li ser ramana netewî daxifin, em ya Berezanî ne, ya Talebanî ne, ya Ocelanî ne. Heta rewşebîrên me ji bin konê van kesan derneketine.
Sedema sêyem: nivîskar û rwşenbîrên me nikaribûn ramaneke netewî bafirandana. Ew şîrovekarên partiyan in, siyasetmedaran in, serokan in. Ew bi ramanên xwe li paş siyasetmedaran in. Belam ew li dervayî partî û serokan netewa Kurdî nabînin. Bi gotineke din, ew ne xwedan kesayetiyeke ramyarî ne.
Gava şûna wan di bin her sê konan de dişewite, wê çaxê ew serbixwebûna xwe diyar dikin. Lê di vê serxwebûnê de ew ji nakokiya van partî û serokan dernakevin, ji ber ku ew fêrî ramaneke serbixwe nebûne, heta azadiya ramanê nas nakin û ne karin azad bifikirin.
Di rewşeke weha de, em nikarin berjewendiya gelê xwe bibînin. Em xeynî berjewendiya xwe, weke rewşenbîr, partî, û serok nabînin. Her weha di vê rewşê de, em giş dijminên hev in. Partiyên me dijminên hev in. Rewşenbîr û nivîskarên me djminên hev in, û serokên me dijminên hevdu yên tewre mezin in.
Mejiyên weha ti carî danûstandina zanistî nas nakin, ji ber ku ew hîn dervayî tevgera dîroka niha ne. Karîseta mezin nakokiya di navbera nivîskar û rewşenbîrên me de ye. Ku nivîskarek nêrîn yan berhemên ê din rexne dike, ew deriyê kunemozê li xwe vedike. Weke dîkan radibin hev, destê xwe dikin qirikê hev, hevdu riswa dikin, û li dawiyê bi xiyaneta bi dijmin re hevdu tewanbar dikin.
Qasî ku ez loman li nivîskar û rewşenbîrên me dikim, ez wiqas li partî û siyasetmedarên me nakim. Piraniya rewşenbîr û nivîskarên me xizmetçîyên partî û serokan in. Ew rola kultûr û rewşenbiriyê di civatê de fêm nakin. Li cem wan Kurdewarî tu bi serok re bî. Ta niha ew nikarin di bin komeleyekê de bicivin. Her çendekan komeleyek ji xwe re ava kiriye, û bê fedî bangewaziya yekitiyê dikin.
Civata ku rewşenbîr û nivîskar azadiya ramanê fêm nakin, ew civata ti carî nagihêje azadiya xwe.[1]