Aya Çima Xencera Mîr #Celadet# Gazin Jê Dikirin
Idrîs Hiso
Mîr Celadet Alî Bedirxan di yek ji çîrokên xwe de behsa gazinên xencera xwe dike, çîrok bi navê “Gazinda Xencera Min” e, ev çîrok di kovara Hawar de hejmara 12 rêkeftî 27 Çiriya Paşîn 1932 belavbûye û Mîr Celadet wê dike diyarî bo Mamoste Tewfîq Wehbê beg ku wî bi mamosteyê xwe dide nasîn û di destpêka çîrokê de dibêje:“Ji momosteyê min ê xweşewîst û hêja Tewfîq Wehbî Beg re.”
Bi dûve Mîr Celadet di çîroka xwe de dixwaze rewşa xwe bi xwendevanan bide nasîn ku wî dest ji xencera xwe berdaye û dest bi hilgirtina Pênûsê kiriye û ew mijûlî xwendin û lêkolînên li ser ziman û wêjeya Kurdî bûye, bi şêweyekî ku hesinê xencera wî zingar girtiye, pîrhevokan tevnên xwe li ser ava kiriye, û di ser wê re diçin û tên, Xencer li ser pirtûkxanê ye û Mîr Celadet ti karî nema pê dike, heta rojekê pênûsa wî ko dibe û dixwaze bi kwîzanekî wê tûj bike, lê li kwîzan digere nabîne, destê xwe davêje xencerê ku pê serê pênûsa xwe tûj bike û pê re axaftin di navbera wî û xencera wî de çêdibe, û xencera wî razî nabe ku pênûsa wî tûj bike, û gazinên xwe jê dike, dirêj diaxife û jê re dibêje:
“Ez dizanim ku tu bi şev û roj vala nabî, dixwazî Kurd jî bibin xwedî ziman û zanist da ku kes nebêje Kurd bê ziman û wêje ne û tu dixwaze rêka Ehmedê Xanê bighîne serî….. hd.” Xencer wiha dibêje û razî nabe ku pênûsa ji dar bibe xwerina devê wê û ji Mîr re bi gazinî dibêje: “Bav û kalên te ji pêvî parsiwê sîngan, cerg û kurçikan nedikirin xwarina devê min lê tu dixwaze qişik û kayê bike xwarina devê min, tu dixwazî barê Keran li Şêran bike….hd”
Xencera Mîr Celadet gazindan jê dike û jêre dibêje: Ji bîr nek heger ne ji min ba dibe ku niha hûn bê ziman jî bana, biner her kesê dûrî min ketiye û çûne bajaran nema “lê” û “lo” ji hev derdixe.
Di dawiya çîrokê de Mîr Celadet dibêje min dixwest ez ji Xencera xwe re bêjim û şirove bikim lê wê nexwest ji min bibhîze min ew li qalikê wê vegeran, wê jî xwe ker kir û guh neda min.
Mîr Celadet di çîroka xwe de peyamekê dighîne Miletê Kurd ku xebat tenê bi Xenceran nabe tevî ku Xencer jî pêwîstiyek mezin e.. pêwîst e pênûs û Xencer dest bi dest bin.
Mafê xencera Mîr Celadet hebû ku gazindan jê bike lê Mîr Celadet dizane ku xencera di destê nebawermendan de be bê sûde ye, lewma wî xencera xwe danîbû rexekî û karê avabûna hişmendiya Kurdperwerî dikir da ku hilgirên xenceran bibin xwedî baweriyek Kurd û niştimanperwer.[1]